Aqûbeta Tekîn ê 29 sal berê hatiye windakirin hate pirsîn

  • rojane
  • 14:09 5 Cotmeh 2024
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê aqûbeta Duzgun Tekîn ê 29 sal beriya niha di bin çavan de hatiye windakirin, pirsîn. 
 
Dayik/Mirovên Şemiyêji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin û hatin qetilkirin bipirsin li Qada Galatasarayê hatin cem hev.  Di hefteya 1019'an de Dayikên Şemiyê carek din bi qurnefîlên sor û wêneyên xizmên xwe hilgirtin û li aqûbeta Duzgun Tekîn a 29 sal berê li Stenbolê di bin çavan de hat windakirin pirsîn. Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu û parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku her çend derbarê Dayikên Şemiyê biryara beraat hat dayîn jî, cihê ku çalakî lê tê lidarxistin ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin, ev yek li dijî hiqûqê ye.
 
Gulseren, diyar kir ku Duzgun Tekîn (21) delegeya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Şaxa Sendîkaya Nimre 2 ya Tekstil-Îşê bû, Duzgun di 21'ê Cotmeha 1995'an de ji mala birayê xwe ya li taxa Evren a Guneşli ya Stenbolê derdikeve û piştre tu agahî jê naye girtin. Gulseren wiha bi lêv kir: "Duzgun Tekîn ji malbata xwe re dibêje hefteyekê ji aliyê polîsan ve hatiye şopandin, plaqeya li pey xwe dinîvsîne û li malê dilêle. Malbat bi xwe jî diyar dikin ku maşîneya ku kesên bi cil û bergên sivîl lê ne bi rojan li ber malê bûne. Piştî ku Duzgun Tekîn winda bûye êdî maşînê nedîtine."
 
Gulseren, da zanîn ku malbat û parêzer serî li saziyên fermî dane û got: "Buroya Hiqûqê ya Gel û Komeleya Mafên Mirovan serlêdanên fermî kirine. Rêxistina Efûyê jî kampanyayek daye destpêkirin. Lê belê kesên ku birojan Duzgun Tekîn şopandin da zanîn ku nizanim Duzgun li ku ye. Elîf û Velî Tekîn wêneyê kurê xwe girtin û ji gundê Dêrsimê berê xwe berê xwe dan Qada Galatasarayê. Li vir cara yekem Elîf Tekîn 'Kurê min Duzgun tu li ku yî? pisî û got 'Ji bo ez te bibînim tevlî Dayikên Şemiyê bûm. Ez bê bersivim û bê alî me'."
 
Gulseren, daxuyand ku ku piştî bûyerê bi qasî 18 mehan îtîrafkarê bi navê Kasım Açik diyar dike ku Duzgun Tekîn ji aliyê yekîneya JÎTEM'ê ve hatiye lêpirsînkirin û qetilkirin, cenazeyê wî li qada çopê ya Çadirkentê ya li nêzî Edîrneyê hatiye definkirin. Gulseren, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kasim Açik ê piştî ku teswîra cil û bergên Duzgun dike û cihê hatî definkirin xêz dike. Piştî vê di 27'ê Gulana 1997'an de malbat, dost û parêzvanên mafên mirovan ji bo lêgerînê pêk bînin diçin Çadirkentê. Rayedaran guh neda daxwaz û israrên malbat û parêzeran. Lêgerîneke baş nekirin û encamek bi dest nexistin. Tevî ku îtîrafên Kasim Açik ên bi destnivîs û îmzeya wî heyî dan dozgeriyê jî lêpirsîneke bi bandor nehate kirin.
 
Gulseren, da zanîn ku heta niha jî rayederan derbarê Duzgun Tekîn de daxuyaniyek nedan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çend sal derbas dibe bila derbas bibe jî dê her daxwaza pêkanîna edaletê bikin. Divê dewlet li gorî hiqûqa gerdûnî tevbigere."
 
Birayê Hasan Ocak ê ku di binçavan de hatî windakirin Alî Ocak jî wiha axivî: "Em bi xaleta Elîf û Apê Velî re ne tenê li Galatasarayê, li kolan û korîdorên edliyeyê li Duzgun geriyan. Bi gotina Xaleta Elîfê; Me ji gur pirsî, me ji çûk pirsî, me ji çiya pirsî, me ji kevir pirsî. Lê tu deng ji rayedaran derneket. Herî dawî em li Çopa Kirklareliyê, li çiya û daristanan geriyan, lê rayedar hîn jî di pîvanên hiqûqî yên gerdûnî de berpirsyariya xwe bi cih naynin. Çi hat serê Duzgun Tekîn? Em ê ji cihê ku Elîf û Velî Tekîn lê mabûn têkoşînê bidomînin."

Sernavên din

15:55 Ji Şaredariya Wanê xizmeta pirzimanî
15:25 Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
15:10 Li sê bajaran banga hevpar: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 TTB’ê li Agiriyê nûnertî vekir
14:43 ‘Em ê ji bo azadiya zimanan di mitînga 13’ê cotmehê de bin’
14:25 Rapora MKG'ê: Tundiya li ser rojnamevanên jin didome
14:19 Xizmên windayan: Her du destên me dê li stûyê we ve bin
14:09 Aqûbeta Tekîn ê 29 sal berê hatiye windakirin hate pirsîn
12:56 Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Şamê kir
12:46 Cenazeyên jinan ji ATK’ê hatin girtin
11:38 Dermankirina Nergîs Muhammedî tê astengkirin
11:21 Rojnamegera girtî ê nexweş ev 28 roj in girtina dermanan red dike
11:05 Civata li ser ‘Sansur û otosansur’ê: Mudaxile li filman tê kirin
10:58 Kabaîş ev 9 roj in winda ye: Lêgerîn li golê tên kirin
10:18 Komplo di sala 26'emîn de ye. Dixwazin Peymana Edeneyê berfireh bikin
10:00 Bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ xebat û çalakiyên nû
09:10 Dayikên Aştiyê: Em ji bo aştiyeke birûmet di azadiyê de israr dikin
09:09 Li zozanên Elkê amadekariyên zivistanê
09:08 Kevneşopiyeke hatiye jibîrkirin: Tahtî
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2024'AN
08:13 Şaredariya Wanê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê' vedike
04/10/2024
19:46 Akarsel li gelek bajaran hat bibîranîn: Pêşengiya milyonan kir
19:39 Hevserokên HDP'î nehatin berdan
17:02 Ji ber piştevaniya bi Ozgur Gundemê re ceza li Ustunê birîn
16:43 Li Elkê şewat derket
16:23 Bayindir: Em ê xwedî li wesyeta Kûday derkevin
15:55 Akarsel li ser gora xwe hate bibîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:26 Demîrhan ê Kar qetil kir piştî 3 mehan hate girtin
14:56 Rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
14:54 Derbarê rojnamevanekî di hefsa malê de biryara neşopandinê
14:51 Karkerên Spanyayê dê li 70 bajaran azadiya Ocalan biqîrin
14:44 Girtiyê nexweşê penceşêrê bêyî were tedawîkirin şandin girtîgehê
14:35 Şandeya DEM Partiyê serdana malbata Kabaîş kir
14:35 MKG’ê Nagihan Akarsel bi bîr anî: Dê têkoşîna wê li her derê olan bide
14:11 Bi sedan parêzer li pêşiya AYM’ê ne: Li dijî binpêkirina li Îmraliyê berpirsyartiya xwe bi cih bîne
14:00 Ekîncî ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
13:50 Ji çalakiya Dayikên Şemiyê re beraet hate dayîn
13:45 Lubnan: Îsraîlê bi êrişên xwe rêya sivîlên direvin girt
13:26 DEM Partiyê bang li perwerdekaran kir ku li dijî bişaftinê derkevin
13:08 Aqûbeta pêşniyarqanûna têkildarî ‘girtina heta mirinê’ pirsî
13:05 Tedawiya girtiyê mejiyê wî dihele tê astengkirin
12:44 Polîsê teqawid di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
12:04 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:03 Înfaza girtiyê nexweş Dayan 6 mehan hate taloqkirin
11:43 Li Çanakkaleyê 3 kes hatin binçavkirin
11:37 Walîtiya Mêrdînê baxçeyê çayê yê 20 salan dewrî miftîtiyê kir
11:19 Nexweşê penceşêrê Gemîcîoglû yê 67 salî bi ambulansê birin girtîgehê
11:17 Dayikên Plaza De Mayoyê bertek nîşanî tecrîdê dan
11:13 Şewata li Rojhilat gel vemirand
11:05 Amediyan ji bo ‘mitînga azadiyê’ bang kirin
10:59 Yolerî: Ji bo 'mafê hêviyê' pêdivî bi muxalefete xurt heye
10:57 Rojnamegerê lubnanî: Tu hemleyên Tirkiyeyê yên li herêmê bi ser neketin
10:45 Tenduristî li Qersê derketiye asta metirsiyê
10:32 Li Elbakê piştî îlana qedexeyê operasyon
10:25 Kûday, heta bêhna xwe ya dawî li ber xwe da
10:09 Ji bo seferberiya rêxistinbûnê bang hate kirin
09:48 Jinên ereb, êzidî û tirkmen: Komplo bi ser neket fikra Abdullah Ocalan li pêş ket
09:42 ‘Kuday terkî mirinê hate kirin û ev yek îdam bi xwe ye’
09:41 Banga ji bo mitînga ‘Azadiyê’: Ji bo çareseriyê werin bi sedhezaran li Amedê bicivin
09:31 Keskîn: Ji bo çareseriyê divê hewldan hebin
09:10 ‘Nagihanê li her cihê tê re derbas bûyî şopa xwe hişt’
09:00 Tekîk: Em hemû kesên azadî û edaletê dixwazin vedixwînin Amedê
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2024'AN
08:32 Kolanên Edeneyê bi wêneyên Abdullah Ocalan hatin xemilandin
03/10/2024
22:55 'Em ê bi hêza felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Amedê bin'
19:31 Der barê rojnameger Avciyê de doz hat vekirin
19:27 Kesên li Vartînîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
18:12 Kabaîş hêj jî winda ye
17:01 Li Şemrexê dê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan were li darxistin
16:46 Ji Komîsyonê daxuyaniya ewlehiya hilbijartinê
16:46 Serlêdanên ji bo JINKART’ê dest pê dikin
16:38 Danişîna doza DÎAYDER’ê hate taloqkirin
16:13 Li Amedê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:48 Doza ‘Çapemeniya KCK’ê hate taloqkirin
15:46 AYM’ê serlêdana Kûday a ji bo berdanê qebûl nekiriye!
15:44 Ji bo parêzer Oner û Hezer biryara beraetê hate dayin
15:04 Kevneşopiya 300 salan didome
15:03 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên rast parve bikin
14:41 Di doza êrişa li dijî HDP’ê de ceza hat xwestin
14:22 Li Girtîgeha Mêrdînê îdiaya ‘hewldana întîharê’
14:19 Bi awayekî girseyî serdana girtiyê 31 salan kirin
14:13 Ekîncî piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan
14:09 Li Cizîrê rêveberiya ÎYÎ Partiyê îstîfa kir
13:20 ÎSÎG: di meha îlonê de 152 karker jiyana xwe ji dest dan
13:17 Erdogan û Bahçelî dê beriya civîna MGK’ê bicivin
12:52 Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bibîranîn
12:51 Mehmet Emîn Aktar beraet kir
12:37 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT ji berpirsyartiyê direve
12:19 Kuday ji hêla bi hezaran ve hate oxirkirin
12:17 Gora Garîpoglû yê Karabûlût qetilkirî hate vekirin
12:03 Di lêpirsîna Narînê de daxwaza muştekiyê ya Baroyê hate qebûlkirin
11:57 Ji bo Komkujiya Vartînîsê daxwaza avakirina komîsyona Meclisê
11:43 Li Serêkaniyê yek jê zarok du kes hatin binçavkirin
11:30 Li wargeha KYK’ê mirina biguman
11:21 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
11:20 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:19 Ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes hatibûn qetilkirin: Faîl nehatin cezakirin
10:41 Rapora Raportorê Tirkiyeyê Schennach: Divê biryarên AÎHM’ê werin sepandin
10:37 Rapora DFG’ê ya meha îlonê: 5 binçavkirin, 2 girtin, 6 doz
10:34 Rojnamevan Dîcle: Serkeftina YNK’ê dê darbeyeke mezin li Tirkiyeyê bide