Hewldana zindîkirina DAIŞ’ê li Hesekê têk çû

img

NAVENDA NÛÇEYAN – DAIŞ, di encama berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatibû têkbirin. Hewldana ku DAIŞ’ê bi êrişa Hesekê dîsa zindî bikin, bi berxwedana hêzên Rêveberiya Xweser têk çû. 

Bûyerên ku di adara sala 2011’an de bi komeke xwendekaran li bajarê Dera ya Sûriyeyê dest pê kiribûn, ji ber sepana binçavkirin û girtinê ya rejîma Esad veguherîn protestoyên mezin. Di van protestoyan de hêzên rejîmê gelek kes kuştin û vê yekê kir ku çalakî li gelek bajarên din ên Sûriyeyê berbelav bibin. Her wiha bi vê yekê re şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kir. 
 
Bi destpêkirina pevçûnan re gelek serbazên hêzên rejîmê ji artêşê veqetiyan, gelek leşker dan gel xwe û çek rakirin. Di 30’ê tîrmeha sala 2011’an de bi alîkariya Tirkikye, Qatar û welatên Kendavê, bi beşdariya gelemperî jê serbazên ji artêşa rejîmê veqetiyayîn, Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) hat avakirin.
 
Di vê pêvajoyê de kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe nedan gel aliyên şer û xweseriya xwe ragihandin. Bi ragihandina xwerêveberiyê re berxwedan gel li kolanan belav bû û di 19’ê Tîrmeha sala 2012’an de Kantona Kobanê hat ragihandin. Kurdan, li herêmên Efrîn û Cizîrê jî kantonên xwe ragihandin û bi damezirandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re jî artêşa xwe ava kirin. Gelê kurd xwerêveberî weke ‘Rêya Sêyemîn’pênase dikir. Lê bêtehemûliya li dijî xwerêveberiyan, bû destpêka siyaseta ‘rûxîner’ a Sûriyeyê. 
 
Herî dawî jî DAIŞ’ê li dijî Girtîgeha Sînaa ya Hesekê êrişeke berfireh pêk anî ku navê Tirkiyeyê jî di êrişê de tê gotin. Me, êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane hev. 
 
ÊRIŞA OSO’YÊ YA LI DIJÎ SERÊKANIYÊ 
 
Koma Guraba El Şam a girêdayî OSO’yê û koma El Nusra ya girêdayî El Qaîdeyê di 8’ê mijdara sala 2012’an de ji rexê sînorên Tirkiyeyê êrişî Serêkaniyeyê kir û bajêr dagir kir. Heman koman di 18’ê mijdarê de jî êrişî hêzên kurdan ên li rojhilatê bajêr kirin ku di pozîsyona xweparastinê de bûn. Di êrişê de Serokê Meclisa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl û komeke ciwanan hatin qetilkirin. Bi qetilkirina Xelîl û koma ciwanan re, YPG’ê bi armanca rizgarkirina bajêr, dest bi operasyonê kir. Ev komên navbihorî di 21’ê mijdara 2012’an de li hemberî YPG’ê têk çûn û xwe vekişandin bajarokê Til Xelefê.  Li vê herêmê jî gelek caran bi tank û çekên giran êrişên birêxistinî pêk anîn. Tirkiyeyê piştgiriyeke mezin dida van koman lê tevî vê jî YPG’ê di nava 4 rojan de bajêr ji van koman xelas kir. 
 
Komên ku xwe li Til Xelefê bi cih kiribûn, bi taybet jî êrişên xwe yên li dijî deriyê sînor ê li Kaniya Xezalan hatibû vekirin berdewam kirin. Lê tevî vê yekê, YPG’ê di 19’ê Tîrmeha 2013’an de anku di yekemîn salvegera Şoreşa Rojava de alên xwe li her devera bajêr daliqandin û salveger silav kir. Di 1’ê mijdarê de jî YPG’ê bi navê ‘Ji bo bîranîna şehîdên Serêkaniyê’ li dijî navenda El Nusrayê anku Til Xelefê operasyon da destpêkirin. Di 5’ê mijdara 2013’an de jî bajarok bi temamî rizgar kir. 
 
ÊRIŞÊN DAIŞ’Ê YÊN LI DIJÎ KOBANÊ 
 
Di vê navberê de DAIŞ ku ji hêla komên girêdayî El Qaîdeya berê ve hatibû damezirandin, bi alîkariya hêzên herêmî û navdewletî bihêz bû. Ev rêxistin, bi armanca avakirina Mîrnişîna Îslamê ya li Rojhilat Navîn derket holê û di demekî kin de hate xurtkirin. Di sala 2014’an de bêyî ku yek pevçûn derbikeve, bajarê Mûsilê ji artêşa Iraqê stand. Tank û çekên giran jî di nav de, hemû çekên Artêşa Iraqê yên li Mûsilê ketin destê DAIŞ’ê. Piştre jî wek karê destpêkê, DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de berê xwe da Şengalê. DAIŞ a ku dixwest Bexda û Şamê dagir bike, bi arastekirina dewletên herêmî, berê xwe da herêmên kurdan. 
 
DAIŞ’ê vêcarê jî Reqa ku di bin kontrola Artêşa Sûriyeyê de bû dagir kir. Li vir jî dest danî ser çekên giran û bi vê yekê re veguherî hêzekî mezin a leşkerî. DAIŞ’ê bajarê Reqayê wek paytexta Xîlafetê ragihand û bêyî ku bikeve şer, gelek bajarên di bin kontrola OSO’yê de jê standin. Bi van geşedanan re herêma di bin kontrola wê de gelek berfireh bû. Her kes li bendê bû ku DAIŞ berê xwe bide Şamê lê berevajî vê, berê xwe da herêmên Rêveberiya Xweser û wek destpêk jî êrişî Kobanê kir. 
 
Bi êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê re hewldan ku li aliyê Firatê yê dikeve rexê Tirkiyeyê serdestiya xwe ragihînin. Êrişa destpêkê ji hêla Cerablusê ve bi çekên giran hat kirin. Lê li berxwedana hêzên YPG û YPJ’ê qelibî û DAIŞ neçar ma ku xwe paşve bikişîne. Vêcarê jî di 15’ê Îlona sala 2014’an de li milê rojava ji Cerablusê, li milê başûr ji Eyn Îsa û Tebqayê û ji milê rojhilat jî bi rexê Girê Spî ve êrişî Kobanê kir. Bi saya çekên giran, DAIŞ’ê xwe di demekî kin de gihand navenda Kobanê. Di vê navberê de dîmenên DAIŞ’iyan û yên leşkerên tirk ên li ser sînorên Tirkiyeyê nîşan da ku di navbera wan de têkiliyeke xurt heye. Di demên piştre de ji milê Tirkiyeyê ve êrişî Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê kirin. Tevî gotinên serokomar Erdogan ku digot ‘Hindik ma ye Kobanê bikeve’ jî, di 26’ê Çileya 2015’an de Kobanê bi temamî ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin.
 
GIRÊ SPÎ HAT RIZGARKIRIN
 
Piştî rizgarkirina Kobanê, xelkê Girê Spî ji bo rizgarkirina navçeya xwe bang li hêzên YPG/YPJ’ê kir. Li ser bangawaziyên xelkê herêmê, hêzên YPG/YPJ’ê li dijî navenda lojîstîk û êrişan a DAIŞ’ê operasyon da destpêkirin û di 15’ê Hezîrana 2015’an de Girê Spî rizgar kir. Bi vê serkeftinê re, ji Herêma Federal a Kurdistanê heta Çemê Feratê ev xet tevek kete bin kontrola kurdan. Vê yekê tirs xiste dilê Tirkiyeyê û Tirkiye pir tirsiya ku herêmên Cerablus û Ezazê jî bikevin bin kontrola kurdan. 
 
HÊZÊN DEMOKRATÎK ÊN SÛRIYEYÊ 
 
Hêzên YPG/YPJ û gelên herêmê, bajarê Kobanê ji DAIŞ’ê rizgar kir û di 10-12’ê Cotmeha 2015’an de li bajarê Hesekê di encama konferansekê de damezirandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand. Ev artêşa ku ji hêzên wek YPG, YPJ, Hêzên Senadîd, Meclisa Leşkerî ya Sûryanan, Burkan El Firat, Lîwa Tuvar El Reqa, Tugaya Roja Bakur, Tugaya Selçûk, Tugaya El Cezîreyê, Eniya Kurd, Artêşa Şoreşgeran, Tugaya Tahrîr û Lîwaya 99 Mûşatê pêk dihat, hêza leşkerî ya Rêveberiya Xweser ava kir û dest bi parastina herêmê kir. 
 
MERTALÊ FIRATÊ
 
Dewleta Tirkiyeyê bi îdiaya ‘korîdora terorê tê avakirin’, di 24’ê tebaxa 2016’an de bi navê ‘Mertalê Firatê’ dest bi operasyonên li dijî Sûriyeyê kir. Di encamê de yek bi yek hemû bajarên di destê DAIŞ’ê de dagir kirin. Her çiqas weke ku pevçûn tên jiyîn bidin nîşandan jî, DAIŞ’ê di demekî kin de ji Cerablusê heta Ezaz û başûrê Babê hemû bajêr radestî Tirkiyeyê kirin. Di vê pêvajoyê de kurdan jî ji ewil Tebqa, piştre jî Minbic xist bin kontrola xwe. Lê belê ji ber herêmên Tirkiyeyê dagir kiribûn, têkiliya bi Efrînê re qut bû. Hêzên ku destûra êrişê dabûn Tirkiyeyê, nehiştin ku xwe bigihîne rêya navdewletî ya M4’ê. Anku miraza Tirkiyeyê hasil nebû. Ji wê rojê heta niha OSO ya girêdayî Tirkiyeyê li dijî Minbicê gelek êriş pêk anîn lê ev êriş her carê têk çûn  
 
ÊRIŞÊN LI DIJÎ ÊFRÎNÊ
 
Hêzên rejîmê jî nehêla kurd ji rexê başûrê Minbicê ve xwe bigihînin Efrînê. Tirkiyeyê ew komên paramîlîter ên li Idlibê weke gefekî nîşan da û daxwaza Rûsyayê ku dixwest hêzên OSO’yê yên li Helebê xwe vekişînin Idlibê erê kir. Demekî kin piştre, di 20’ê Çileya 2018’an de bi navê ‘Tevgera Şaxê Zeytûnê’ bi beşdariya 72 balafiran li dijî Efrînê dest bi êrişê kir. 
 
Hêzên YPG/YPJ’ê 58 rojan li dijî yek ji mezintirîn artêşên NATO’yê li ber xwe dan û piştre ji ber ku li dijî sivîlan komkujiyeke mezin çênebe, xwe ji bajêr vekişandin. Ji sala 2018’an heta niha sepanên talan, tacîz, destdirêjî, revandin û îşkenceyê ya hêzên girêdayî Tirkiyeyê yên li Efrînê kêm nebûne. 
 
ÊRIŞÊN LI DIJÎ MINBIC Û ŞEHBAYÊ 
 
Piştî 17’emîn hevdîtinên Astanayê, Tirkiyeyê vêcarê jî li dijî Şehba û Minbicê dest bi êrişan kir. Tirkiye ku kirinên xwe yên li Bab, Ezaz, Cerablus û Efrînê dîsa dubare dikir û hewl dida temamiya bakurê Sûriyeyê dagir bike. Li dijî vê yekê YPG’ê bajarên di bin kontrola xwe de radestî hêzên rejîmê, hêzên El Ekradê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê kirin. 
 
GIRÊ SPÎ Û SERÊKANIYÊ
 
Êrişên Tirkiyeyê bi van jî sînor neman. Di 9’ê Cotmeha 2019’an de bi hinceta ‘Herêma tampon’, bi erêkirina DYA û Rûsyayê li gel Artêşa Millî ya Sûriyeyê (AMS) û gelek hêzên paramîlîter êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Li hemberî van êrişên Tirkiyeyê, HSD’ê jî pêngava ‘Berxwedana Rûmetê’ da destpêkirin. Tevî êrişên giran jî HSD’ê 9 rojan li ber xwe dan û bajêr parastin. Di encama lihevkirina di navbera HSD’ê û Artêşa Sûriyeyê ya di 13’ê cotmeha 2019’an de; Artêşa Sûriyeyê leşker şandin bajarên wek Tebqa, Minbic, Kobanê û Til Temirê. Piştre jî di 23’yê cotmehê de li Soçiyê di navbera Tirkiye û Rûsyayê de peymanek hat îmzekirin û li gorî vê peymanê hêzên HSD’ê 30 km’an ji xeta sînor hatin dûrxistin. 
 
TIRKIYEYÊ NEKARÎ DAXWAZA XWE PÊK BÎNE
 
Her çend ku Tirkiyeyê bajarên wek Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi piştgiriya hêzên navdewletî dagir kiribin jî, nekarî miraza xwe hasil bike. Armanca Tirkiyeyê ew bû ku rêya navdewletî ya M4’ê bi dest bixe, têkiliya di navbera kurdan de qut bike û li Sûriyeyê xwedî gotin be. Lê belê destûr hat dayîn ku tenê bikeve deverên biçûk. Tenê bûn herêmên xwedîkirina hêzên paramîlîter ku dê di siberojê de bibin belaya serê Tirkiyeyê. Tirkiye, kurdan wek talûkeyeke mezin dibîne lewma jî êrişên wê jî her tim berdewam kirin. 
 
ÊRIŞA DAIŞ’Ê YA LI DIJÎ HESEKÊ
 
Piştî van êrişên li jor hatine vegotin, Tirkiyeyê gelek caran êrişî Kobanê, Serêkaniyê û Hesekê kir. Li hêla din bi SÎHA’yan êrişî Şengal, Mexmûr û bajarên Rojava kir. Li gel van êrişan, DAIŞ ku yek ji komên girêdayî Tirkiyeyê ye, di 20’ê çileyê de êrişî Girtîgeha Sînaa ya Hesekê kir ku 5 hezar DAIŞ’î lê tên girtin. Bi awayekî hemwext, Tirkiye û komên girêdayî wê jî li xetên Zirgan, Til Temîr û Eyn Îsayê êrişeke berfireh dan destpêkirin. HSD’ê, di 26’ê çileyê di 7’emîn Salvegera Rizgarkirina Kobanê de Girtîgeha Sînaayê xist bin kontrola xwe. Her wiha navê ‘Gurzê Gelan’ li operasyona li dijî DAIŞ’iyan hate kirin. 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

02/02/2022
19:30 Li Dêrikê di êrişa hewayî de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
19:20 Zirgan hat bombebarankirin
18:40 Êrişên hewayî yên TSK'ê hatin şermezarkirin
18:18 5 QSD'iyên jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
18:01 Doza rojnamevan Kanbal hat taloqkirin
17:13 Komîsyon ji bo Guzel li hev civiya: Em dubarebûna dîrokê temaşe dikin
17:05 Hevseroka DBP’a Amedê bi heman îdiayê carek din hat girtin
16:50 Şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî êrişan daketin qadan
16:46 Malbatên Nobetên Edaletê digirin: Bêhiqûqiyê biqedînin û girtiyan berdin
16:36 Derbarê rojnamevan Nişmiye Guler de lêpirsîn hat destpêkirin
16:20 Ozsoy: DAIŞ kengî tengav bibe Tirkiye êrişî kurdan dike
16:14 Dadgehê ceza li malbatên qurbaniyên Roboskî barand
15:44 Astengkirina muzîka kurdî li Wanê hat protestokirin
15:44 Li Rihayê 4 kes hatin binçavkirin
15:42 Li dijî êrişên Tirkiyeyê TAJÊ banga têkoşînê kir
15:32 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em ê ji bo mafê zarokan têbikoşin
15:27 ÎHD: Di xwarinên girtîgehan de kêzik derdikevin
15:16 Dadgeha Îstînafê dosyeya îşkenceya li Xelfetiyê dabeş kir
15:13 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em ê bi hêza keda xwe biçin grevê
15:02 Lîwaya Seyîd Şuheda: Em ê li dijî êrişên Tirkiyê rabin
14:53 DFG'ê bertek nîşanî astengkirina Xwebûnê da
14:26 Elîyas: Bi van êrişan dixwazin Şengalê vala bikin
14:22 Li Edîrneyê 9 penaber ji sermayê jiyana xwe ji dest dan
14:05 Karkerên Farplasê çalakiya xwe veguhestin ber deriyê febrîqeyê
14:04 Dede: Dixwazin ser doza Denîz Poyraz biniximînin
14:04 Cenazeyê girtiyê nexweş Deniz bi girseyî hat definkirin
13:27 Dîmenên êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê
13:07 Ji bo nûçegihanê me Acar biryara neşopandinê hat dayîn
13:05 Ferît Şenyaşar: Çima îfadeyên kesên ku ambûlans parçe kirin nayên girtin?
12:58 Li Mûsilê 5 DAIŞ’î hatin kuştin
12:49 Di êrişa Mexmûrê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn
12:22 Di cejna êzdiyan de 4 saetan bombe li Şengalê barandin
11:47 Dadgeh dê li benda girtina rojnameger Olçen bisekine
11:47 Li Hezexê 3 kes hatin binçavkirin
11:36 Bexdayê êrişên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir
11:35 Dê derheqê parêzer Uysal de mutalaa bê amadekirin
11:19 Şûreya Dewletê îhaleya nêçirkirina pezkofiyan betal kir
11:19 Doza endama Meclisa Şaredariya HDP’ê hat taloqkirin
11:00 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê zilm û dagirkeriyê qebûl nekin
10:50 Girtiyê nexweş Turgay Denîz jiyana xwe ji dest da
10:50 Dayika Helîn Şen: Ez ê heta dawiyê li pey edaletê bim
10:45 Li Cizîrê 4 kes hatin berdan
09:35 Gav bi gav Komploya 15'ê Sibatê
09:33 Maenza: Divê Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî bê naskirin
09:08 Stranbêjên ciwan: Dê nikaribin dengê muzîka kurdî bitepisînin
09:08 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tiryakê ji holê rakin
09:08 Fatûreyên giran li dikanan 'Me dişêlînin' tên daliqandin
09:03 HDP'a Îzmîrê dê kongreya xwe diyarî Denîz Poyraz bike
09:03 ‘NY ne şirîkê neteweyan, şirîkê dewletan e'
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2022'YAN
01/02/2022
23:52 Kesên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan bi girseyî hatin definkirin
23:33 Ji hewayê de êriş birin ser Mexmûr, Dêrik û Şengalê
22:48 Lîstika 'Serbaz' rastî eleqeyeke mezin hat
22:17 Gelek balafirên şer ji Amedê rabûn
19:02 Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan ji bo rakirina tecrîdê bang kir
17:09 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
16:52 Rêveberiya Xweser: Divê DAIŞ’î bên darizandin
16:40 Kujer Onur Gencer daxwaz kir, wezaret jî ket tevgerê!
16:30 HDP: Divê biryara DMME'yê tavilê were bicihanîn
16:26 'Nobeda Edaletê ji me re bû hêvî’
16:12 Hunermendan li Îstîklalê bang kir: Kes nikare ziman û muzîka kurdî asteng bike
16:07 Sancar: Xwedî li dersa kurdî derkevin
16:02 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî astengkirina polîsan dan
16:02 Doza hevşaredarên Qoserê û Stewrê hat taloqkirin
15:27 ÎHD: Mirina ciwanan pirsgirêka pergalê ye
15:18 Li Hesekê 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
14:40 AYM’ê girtina Yuksekdag 'bipîvan' dît
14:22 Li gelek bajaran daxuyanî: Divê dawî li mirinên li girtîgehan were
13:53 Hunermendan astengkirina stran û zimanê kurdî şermezar kirin
13:34 Doza Kobanê: Mirovahî bi sosyalîzmê re wê li jiyana xwe ya berê vegere
13:16 DMME'yê ji bo rakirina destnedayîna biryara binpêkirinê da
12:53 Piştperdeya Komploya 15’ê Sibatê
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:50 47 rojnameger bi 751 sal ceza hatin darizandin
11:28 Julian Assange ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzet hat nîşandan
11:01 Hewldana zindîkirina DAIŞ’ê li Hesekê têk çû
10:46 Li gorî AYM'ê danîna daran a li gundê ku PKK'ê lê hatiye damezrandin sûc e
10:29 Emîne Şenyaşar careke din îfade da
10:00 Dengê polîsê sîxurtî lê ferz kir tomar kir
09:12 Girtî ji ber 'aktîvîteyên hatine betalkirin' nayên berdan
09:12 Hevalê wî behs kir: 13 saet bi şûn de Tûran rakirin nexweşxaneyê
09:10 Behsa tahdeya li wargeha cemaetê kir
09:09 Nivîskar Aysû: Xela hatiye ber derî
09:09 Derket holê ku şirîkên hêwana masajê ya fuhûş lê hatiye kirin polîs in!
09:08 Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî hatiye asta mirinê!
09:07 Ji bo Tûglûk bang li Wezareta Dadê û ATK’ê kirin: Peywîra xwe bi cih bînin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2022'YAN
31/01/2022
22:03 Daxuyaniya midûriyeta polîsan a têkildarî astengkirina muzîka kurdî
21:45 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:33 Li ser Twitterê kampanyaya #KürtçeMüzikSusmayacak
17:04 Çalakiya malbata Doku di roja 31'emîn de ye
17:03 Komîsyona Amedekariyê ji bo Guzel cara duyemîn li hev civiya
17:00 HSD'ê bîlanço aşkera kir: 374 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
16:54 Doza Kobanê: Hûn nikarin kurdan bidarizînin
16:42 Girtî Bîlgîn ku jiyana xwe dest dabû bi girseyî hat definkirin
15:52 Beştaş: Kes nikare zimanê kurdî qedexe bike
15:52 ÎHD’ê ji bo azadiya Tugluk bang kir
15:20 'Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin’
14:45 Şenyaşar: Bila Bekîr Bozdag zilma li ber edliyê bi dawî bike
14:38 Çizirandina sotemeniyê bû sedama gemarbûna hawirdorê