AMED - DMME'yê, di rakirina destnedayîna 40 parlamenterên HDP'ê û darizandina wan de biryara binpêkirinê da.
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), di rakirina destnedayîna 40 parlamenterên HDP'ê û darizandina wan de biryara binpêkirinê da. Parêzer Mahsûn Karaman, derbarê biryarê de li ser hesabê xwe twîtterê ev daxuyanî da: "DMME'yê, îro di biryara xwe ya Encu/Tirkiye de biryar da ku di rakirina destnedayîna 40 parlamenterên HDP'ê û darizandina wan de biryara binpêkirina azadiyê da."