Sancar: Xwedî li dersa kurdî derkevin

img

ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di civîna koma partiyê de bal kişand ser astengiyên li ser zimanê kurdî wiha got: “Astengkirina zimanê kurdî, berhema polîtîkaya yekperest a desthilatiyê ye. Divê kurd xwedî li dersa kurdî ya hilbijarî derkevin. Her çiqas kêm jî be, dersa hilbijarî berhema têkoşînê ye.”  

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di civîna koma partiya xwe de axivî. Sancar diyar kir ku gelên Tirkiyeyê zivistaneke giran derbas dikin lê zivistana desthilatiyê hêj girantir e. Sancar da zanîn ku desthilatdariyê tevdîrên hewce negirtibûn lewma jî gelên Tirkiyeyê rojên zehmet derbas dikin û wiha domand: “Vê desthilatdariyê ev welat qerisand û hemwelatiyên me neçarî sermayê kirin. Di hêla siyasetê ev welat qerisandin, derfetên xwergermkirinê ji destên gel derxistin lewma jî ev sermaye heta nava malên kesên feqîr û hejaran jî birin.” 
 
BERJEWENDIYÊN GEL 
 
Di berdewamê de jî Sancar got ku desthilatdarî li şûna ku berpirsyariyê li xwe bigire, ji berpirsyariyê reviya û rêveberiyên herêmê kir hedef. Sancar anî ziman ku ev yek nîşaneya şerpezeyî û bêçareseretiya desthilatdariyê ye û wiha axivî: “Di demsala havînê de ji ber şewatên daristanan, lehiyan û erdhejan karesat bi serê me hatin. Niha jî ji ber berf û sermaya zivistanê em heman karesatan dijîn. Xuyaye ku li hemberî van karesatan tu plan û bernameyên desthilatiyê nînin. Berjewendiyên gel, di nava pêşaniyên desthilatdariyê de cih nagirin.” 
 
PERGALA DESTHILATIYÊ NEÇARE KU BIGUHERE
 
Sancar destnîşan kir ku desthilatdarî li ser bingeha polîtîkaya talan, mêtingerî, îsraf, rant û şer hatiye avakirin û wiha got: “Hemû çavkanî pêşkeşî pergala talan, rant, îsraf û şer hatine kirin. Lewma di destê wan de pere nemaye. Pereyê mayî jî ji bo pêdiviyên gel bi kar nayînin. Ev polîtîkayeke bizanebûne. Heta ku ev polîtîkaye berdewam bikin, dê fatûreya hemû felaketan ji berîka xizanan derkeve. Divê ev pergala talanê biguhere. Em ê vê pergalê bi hêza milyonan biguherînin. Divê li dijî vê pergalê em bi hev re têbikoşin.”
 
PERGALA ŞÊLANDINÊ
 
Mîthat Sancar daxuyand ku rewşeke giran a krîza aborî heye û wiha got: “Gel nikare fatûreyên xwe yên ceryan, xaza xwezayî û hwd. bide. Ji ber zemên hatine kirin, gel rojên zehmet derbas dike, li malên xwe di tariyê de ne. Lê di esasê xwe de ya ku tarî, zîhniyeta desthilatiyê ye. Gel êdî nikare li firoşgehan erzaqê xwe bikire. Li pêşberî me pergaleke mezin a şêlandin û mêtingeriyê heye.” 
 
Sancar axaftina xwe wiha berdewam kir: “Israra HDP’ê ya avakirina îradeya hevpar berdewam e. Divê em bi hev re bimeşin û li dijî komeke şêlanker, talanker û mêtinger têkoşîna hevpar a milyonan biafirînin. Vê desthilatiyê pergala talan û xwînê ava kiriye. Desthilatiyeke tekperest, qedexeker û komploger e.” 
 
‘BI DOZAN XWE HETIKANDIN’
 
Sancar piştre jî bal kişand ser Doza Kobanê û doza girtina HDP’ê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Doza Kobanê di destê wan de ma. Bi îdianameyên rizî û bi darizandineke pêkenok li nav xelkê xwe hetikandin. Doza tolhildan û tesfiyeye siyasî ye. Operasyoneke li dijî hêviya demokrasî û aştiyê ya Tirkiyeyê ye. Bi heman mebestê doza girtina HDP’ê jî vekirin. Lê em ê mil bidin milê hemû hêzên demokrasiyê û vê dozê jî vala derxînin.” 
 
ZEXTÊN LI SER KURDÎ
 
Di berdewama axaftina xwe de Sancar qala zextên li ser zimanê Kurdî kir û wiha derbirî: “Ev desthilata tekperest li rexekî bi rêya hinek parlamenteran ji bo dersa kurdî bang dike û li rexa din jî komên li cadeya Îstîklal a Taksîmê komên bi kurdî distrin asteng dike. Ev çi durûtî ye. Zextên li ser kurdî, berhema zîhniyeta tekperest a vê desthilatiyê ye. Têkoşîna hevpar a li hemberî zexta li ser zimanê kurdî û zimanên din, berpirsyariya me ye. Em dixwazin ku mafê zimanê dayikê bi qanûnan bê mîsogerkirin. Lê dersa hilbijarî jî derfeteke û desthilatiyê bi keyfa xwe ne aniye. Ev destkeftiye, berhema encama têkoşînê ye. Lewma ez bang li hemû malbatên kurd dikim ku zarokên wan teqez dersa kurdî hilbijêrin.” 
 
‘BILA TIRK JÎ KURDÎ HILBIJÊRIN’
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axaftina xwe wiha xelas kir: “Ez bang li xelkê tirk jî dikim ku dersa zimanê kurdî hilbijêrin. Heke em di mijara biratiyê de jidil bin, wê demê bila zarokên we hînî kurdî bibin. Bila tenê kurd hînî zimanê kurdî nebin. Bila kurdî bibe zimanê gelên li vî welatî.”
 

Sernavên din

02/02/2022
19:30 Li Dêrikê di êrişa hewayî de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
19:20 Zirgan hat bombebarankirin
18:40 Êrişên hewayî yên TSK'ê hatin şermezarkirin
18:18 5 QSD'iyên jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
18:01 Doza rojnamevan Kanbal hat taloqkirin
17:13 Komîsyon ji bo Guzel li hev civiya: Em dubarebûna dîrokê temaşe dikin
17:05 Hevseroka DBP’a Amedê bi heman îdiayê carek din hat girtin
16:50 Şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî êrişan daketin qadan
16:46 Malbatên Nobetên Edaletê digirin: Bêhiqûqiyê biqedînin û girtiyan berdin
16:36 Derbarê rojnamevan Nişmiye Guler de lêpirsîn hat destpêkirin
16:20 Ozsoy: DAIŞ kengî tengav bibe Tirkiye êrişî kurdan dike
16:14 Dadgehê ceza li malbatên qurbaniyên Roboskî barand
15:44 Astengkirina muzîka kurdî li Wanê hat protestokirin
15:44 Li Rihayê 4 kes hatin binçavkirin
15:42 Li dijî êrişên Tirkiyeyê TAJÊ banga têkoşînê kir
15:32 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em ê ji bo mafê zarokan têbikoşin
15:27 ÎHD: Di xwarinên girtîgehan de kêzik derdikevin
15:16 Dadgeha Îstînafê dosyeya îşkenceya li Xelfetiyê dabeş kir
15:13 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em ê bi hêza keda xwe biçin grevê
15:02 Lîwaya Seyîd Şuheda: Em ê li dijî êrişên Tirkiyê rabin
14:53 DFG'ê bertek nîşanî astengkirina Xwebûnê da
14:26 Elîyas: Bi van êrişan dixwazin Şengalê vala bikin
14:22 Li Edîrneyê 9 penaber ji sermayê jiyana xwe ji dest dan
14:05 Karkerên Farplasê çalakiya xwe veguhestin ber deriyê febrîqeyê
14:04 Dede: Dixwazin ser doza Denîz Poyraz biniximînin
14:04 Cenazeyê girtiyê nexweş Deniz bi girseyî hat definkirin
13:27 Dîmenên êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê
13:07 Ji bo nûçegihanê me Acar biryara neşopandinê hat dayîn
13:05 Ferît Şenyaşar: Çima îfadeyên kesên ku ambûlans parçe kirin nayên girtin?
12:58 Li Mûsilê 5 DAIŞ’î hatin kuştin
12:49 Di êrişa Mexmûrê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn
12:22 Di cejna êzdiyan de 4 saetan bombe li Şengalê barandin
11:47 Dadgeh dê li benda girtina rojnameger Olçen bisekine
11:47 Li Hezexê 3 kes hatin binçavkirin
11:36 Bexdayê êrişên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir
11:35 Dê derheqê parêzer Uysal de mutalaa bê amadekirin
11:19 Şûreya Dewletê îhaleya nêçirkirina pezkofiyan betal kir
11:19 Doza endama Meclisa Şaredariya HDP’ê hat taloqkirin
11:00 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê zilm û dagirkeriyê qebûl nekin
10:50 Girtiyê nexweş Turgay Denîz jiyana xwe ji dest da
10:50 Dayika Helîn Şen: Ez ê heta dawiyê li pey edaletê bim
10:45 Li Cizîrê 4 kes hatin berdan
09:35 Gav bi gav Komploya 15'ê Sibatê
09:33 Maenza: Divê Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî bê naskirin
09:08 Stranbêjên ciwan: Dê nikaribin dengê muzîka kurdî bitepisînin
09:08 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tiryakê ji holê rakin
09:08 Fatûreyên giran li dikanan 'Me dişêlînin' tên daliqandin
09:03 HDP'a Îzmîrê dê kongreya xwe diyarî Denîz Poyraz bike
09:03 ‘NY ne şirîkê neteweyan, şirîkê dewletan e'
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2022'YAN
01/02/2022
23:52 Kesên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan bi girseyî hatin definkirin
23:33 Ji hewayê de êriş birin ser Mexmûr, Dêrik û Şengalê
22:48 Lîstika 'Serbaz' rastî eleqeyeke mezin hat
22:17 Gelek balafirên şer ji Amedê rabûn
19:02 Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan ji bo rakirina tecrîdê bang kir
17:09 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
16:52 Rêveberiya Xweser: Divê DAIŞ’î bên darizandin
16:40 Kujer Onur Gencer daxwaz kir, wezaret jî ket tevgerê!
16:30 HDP: Divê biryara DMME'yê tavilê were bicihanîn
16:26 'Nobeda Edaletê ji me re bû hêvî’
16:12 Hunermendan li Îstîklalê bang kir: Kes nikare ziman û muzîka kurdî asteng bike
16:07 Sancar: Xwedî li dersa kurdî derkevin
16:02 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî astengkirina polîsan dan
16:02 Doza hevşaredarên Qoserê û Stewrê hat taloqkirin
15:27 ÎHD: Mirina ciwanan pirsgirêka pergalê ye
15:18 Li Hesekê 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
14:40 AYM’ê girtina Yuksekdag 'bipîvan' dît
14:22 Li gelek bajaran daxuyanî: Divê dawî li mirinên li girtîgehan were
13:53 Hunermendan astengkirina stran û zimanê kurdî şermezar kirin
13:34 Doza Kobanê: Mirovahî bi sosyalîzmê re wê li jiyana xwe ya berê vegere
13:16 DMME'yê ji bo rakirina destnedayîna biryara binpêkirinê da
12:53 Piştperdeya Komploya 15’ê Sibatê
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:50 47 rojnameger bi 751 sal ceza hatin darizandin
11:28 Julian Assange ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzet hat nîşandan
11:01 Hewldana zindîkirina DAIŞ’ê li Hesekê têk çû
10:46 Li gorî AYM'ê danîna daran a li gundê ku PKK'ê lê hatiye damezrandin sûc e
10:29 Emîne Şenyaşar careke din îfade da
10:00 Dengê polîsê sîxurtî lê ferz kir tomar kir
09:12 Girtî ji ber 'aktîvîteyên hatine betalkirin' nayên berdan
09:12 Hevalê wî behs kir: 13 saet bi şûn de Tûran rakirin nexweşxaneyê
09:10 Behsa tahdeya li wargeha cemaetê kir
09:09 Nivîskar Aysû: Xela hatiye ber derî
09:09 Derket holê ku şirîkên hêwana masajê ya fuhûş lê hatiye kirin polîs in!
09:08 Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî hatiye asta mirinê!
09:07 Ji bo Tûglûk bang li Wezareta Dadê û ATK’ê kirin: Peywîra xwe bi cih bînin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2022'YAN
31/01/2022
22:03 Daxuyaniya midûriyeta polîsan a têkildarî astengkirina muzîka kurdî
21:45 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:33 Li ser Twitterê kampanyaya #KürtçeMüzikSusmayacak
17:04 Çalakiya malbata Doku di roja 31'emîn de ye
17:03 Komîsyona Amedekariyê ji bo Guzel cara duyemîn li hev civiya
17:00 HSD'ê bîlanço aşkera kir: 374 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
16:54 Doza Kobanê: Hûn nikarin kurdan bidarizînin
16:42 Girtî Bîlgîn ku jiyana xwe dest dabû bi girseyî hat definkirin
15:52 Beştaş: Kes nikare zimanê kurdî qedexe bike
15:52 ÎHD’ê ji bo azadiya Tugluk bang kir
15:20 'Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin’
14:45 Şenyaşar: Bila Bekîr Bozdag zilma li ber edliyê bi dawî bike
14:38 Çizirandina sotemeniyê bû sedama gemarbûna hawirdorê