Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan ji bo rakirina tecrîdê bang kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan, ji bo demildest rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bang li her kesî kir ku tevbigere. 

Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan, ji bo demildest rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bang li her kesî kir ku tevbigere. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê bi boneya salvegera 15 Sibatê Komploya Navdewletî hin çalakî bên lidarxistin. 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan karibe rola xwe ya di çareserkirina meseleya kurdî de bilîze azadiya wî ya fizîkî bivê nevê ye. Hat diyarkirin ku tevgera azadiyê ya bi rêberiya Ocalan ji bo kurdên li Tirkiye, Iraq, Sûriye, Îran û dîasporayê bûye îlham û ev tişt hatin gotin: "Abdullah Ocalan bi pêşniyarên xwe yên rênîşander bû rêberê gelê kurd. Bîr û baweriya wî ya israrker a di têkoşîna gelê kurd de, tevgera herî vîndar a jinan a cîhanê afirand." 
 
Di daxuyaniyê de hewldanên tasfiyeker ên Tirkiyeyê jî hatin destnîşankirin û ev tişt hatin gotin: "Dewleta tirk a ku nikare vîna gelê kurd bişikîne, NATO'yê jî daxilî nav vê kir û dixwaze tevgera gelê kurd bieciqîne. Dewleta Tirk ku 100 sal in hewl dide bi zext û çewisandinên xwe gelê kurd bêdeng bike. Bi rejîma Erdogan û alîkariya NATO'yê Abdullah Ocalan tecrîd dike û bi vî awayî dixwaze mafê xwe bi xwe diyarkirina çarenivîsa xwe ya gelê kurd asteng dike."
 
Di daxuyaniyê de hatiye bilêvkirin ku Ocalan ji bo meseleya kurdî bi awayekî aştiyane çareser bike di Cotmeha 1998'an de ji Şamê derketiye û ji bo balê bikişîne ser rewşa gelê kurd berê xwe daye Ewropayê. Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatine destnîşankirina: "Tu dewletên Ewropayê mafê mayinê nedan Ocalan û Ocalan ji bêgavî ji Ewropayê derket. Ocalan, di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navdewletî hat revandin û ew birin Kenyayê û paşê li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê ya dewleta tirk hat dîlgirtin." 
 
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatine gotin: "Abdullah Ocalan nêzî 23 sal in tê tecrîdkirin. Mafê wî yê pêwendîdanînê bi her awayî tên astengkirin û bi awayekî hovane tê cezakirin. Parêzerên wî di sala 2021'ê de 171 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin, lê ji van serlêdanan 20 jê bi biryara dadgehê bi hinceta 6 meh cezayê qedexekirina hevdîtinê hatin redkirin û 151 serlêdan jî nehatin bersivandin. Di heman salê de jî malbatê û wasî ji bo hevdîtinê 55 serlêdan kirine lê yek jê jî esas nehatiye girtin. 
 
Pergala Îmraliyê pergaleke kêfî ye. Şert û mercên Ocalan tê de ne hem dijî hiqûqa tirk e, hem jî dijî hiqûqa navdewletî ye. 
 
Berpirsê vê rewşê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê û Konseya Ewropayê (CPT) ye. Tirkiye endamekî Konseya Ewropayê ye û peymana ku CPT'yê bi dehan sal berê çêkiriye pesend kiriye."
 
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku dê di salvegera 15'ê Sibatê Komploya Navdewletî de li qadên cur bi cur, di qada dîplomatîk de hin xebat bên kirin û di plaformên medyaya dîjîtal de jî bertek bên nîşandin û ev tişt hatine gotin: "Ji bo polîtîkaya tecrîdê bi dawî bibe em ê bang bikin û em ê doza azadiya Ocalan bikin. Ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan û ji bo hiqûqa navdewletî tevbigere em bang dikin. 
 
Em ê ji 1'ê Sibatê heya 15'ê sibatê çalakiyên cur bi cur li dar bixin. Em bang li her kesî dikin tevli van çalakiyan bibin û tevbigerin û bi taybetî em bang dikin ku di arîfeya komploya 15'ê Sibatê de her kes bi awayekî çalak tevli kampanyaya hastagê bibe. 
 
Her wiha em bang li her kesî û tevahiya saziyên civaka sivîl dikin ku li dijî vê bêedaletiyê, ji bo piştevaniya bi Ocalan û gelê kurd re bi rêya e-postayê pêwendiyê bi CPT û Konseya Ewropayê re deynin û van daxwazên me yên li jê rê berbelav bikin: 
 
*Demildest divê destûr bê dayîn ku parêzer û malbat karibin biçin hevdîtinê bi ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê re bikin û demildest tecrîd bê rakirin. 
 
*Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî demildest mueyîdeyan deynin ser Tirkiyeyê. Ji lew re rejîma binçavkirinê û pêkanînên wê yên heyî yên dewleta tirk dijî Pîvanên Nelson Mandela yên NY'yê ne. 
 
*Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, demildest divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan zorê bide Tirkiyeyê û gavine siyasî bavêje." 

Sernavên din

02/02/2022
19:30 Li Dêrikê di êrişa hewayî de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
19:20 Zirgan hat bombebarankirin
18:40 Êrişên hewayî yên TSK'ê hatin şermezarkirin
18:18 5 QSD'iyên jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
18:01 Doza rojnamevan Kanbal hat taloqkirin
17:13 Komîsyon ji bo Guzel li hev civiya: Em dubarebûna dîrokê temaşe dikin
17:05 Hevseroka DBP’a Amedê bi heman îdiayê carek din hat girtin
16:50 Şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî êrişan daketin qadan
16:46 Malbatên Nobetên Edaletê digirin: Bêhiqûqiyê biqedînin û girtiyan berdin
16:36 Derbarê rojnamevan Nişmiye Guler de lêpirsîn hat destpêkirin
16:20 Ozsoy: DAIŞ kengî tengav bibe Tirkiye êrişî kurdan dike
16:14 Dadgehê ceza li malbatên qurbaniyên Roboskî barand
15:44 Astengkirina muzîka kurdî li Wanê hat protestokirin
15:44 Li Rihayê 4 kes hatin binçavkirin
15:42 Li dijî êrişên Tirkiyeyê TAJÊ banga têkoşînê kir
15:32 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em ê ji bo mafê zarokan têbikoşin
15:27 ÎHD: Di xwarinên girtîgehan de kêzik derdikevin
15:16 Dadgeha Îstînafê dosyeya îşkenceya li Xelfetiyê dabeş kir
15:13 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em ê bi hêza keda xwe biçin grevê
15:02 Lîwaya Seyîd Şuheda: Em ê li dijî êrişên Tirkiyê rabin
14:53 DFG'ê bertek nîşanî astengkirina Xwebûnê da
14:26 Elîyas: Bi van êrişan dixwazin Şengalê vala bikin
14:22 Li Edîrneyê 9 penaber ji sermayê jiyana xwe ji dest dan
14:05 Karkerên Farplasê çalakiya xwe veguhestin ber deriyê febrîqeyê
14:04 Dede: Dixwazin ser doza Denîz Poyraz biniximînin
14:04 Cenazeyê girtiyê nexweş Deniz bi girseyî hat definkirin
13:27 Dîmenên êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê
13:07 Ji bo nûçegihanê me Acar biryara neşopandinê hat dayîn
13:05 Ferît Şenyaşar: Çima îfadeyên kesên ku ambûlans parçe kirin nayên girtin?
12:58 Li Mûsilê 5 DAIŞ’î hatin kuştin
12:49 Di êrişa Mexmûrê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn
12:22 Di cejna êzdiyan de 4 saetan bombe li Şengalê barandin
11:47 Dadgeh dê li benda girtina rojnameger Olçen bisekine
11:47 Li Hezexê 3 kes hatin binçavkirin
11:36 Bexdayê êrişên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir
11:35 Dê derheqê parêzer Uysal de mutalaa bê amadekirin
11:19 Şûreya Dewletê îhaleya nêçirkirina pezkofiyan betal kir
11:19 Doza endama Meclisa Şaredariya HDP’ê hat taloqkirin
11:00 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê zilm û dagirkeriyê qebûl nekin
10:50 Girtiyê nexweş Turgay Denîz jiyana xwe ji dest da
10:50 Dayika Helîn Şen: Ez ê heta dawiyê li pey edaletê bim
10:45 Li Cizîrê 4 kes hatin berdan
09:35 Gav bi gav Komploya 15'ê Sibatê
09:33 Maenza: Divê Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî bê naskirin
09:08 Stranbêjên ciwan: Dê nikaribin dengê muzîka kurdî bitepisînin
09:08 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tiryakê ji holê rakin
09:08 Fatûreyên giran li dikanan 'Me dişêlînin' tên daliqandin
09:03 HDP'a Îzmîrê dê kongreya xwe diyarî Denîz Poyraz bike
09:03 ‘NY ne şirîkê neteweyan, şirîkê dewletan e'
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2022'YAN
01/02/2022
23:52 Kesên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan bi girseyî hatin definkirin
23:33 Ji hewayê de êriş birin ser Mexmûr, Dêrik û Şengalê
22:48 Lîstika 'Serbaz' rastî eleqeyeke mezin hat
22:17 Gelek balafirên şer ji Amedê rabûn
19:02 Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan ji bo rakirina tecrîdê bang kir
17:09 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
16:52 Rêveberiya Xweser: Divê DAIŞ’î bên darizandin
16:40 Kujer Onur Gencer daxwaz kir, wezaret jî ket tevgerê!
16:30 HDP: Divê biryara DMME'yê tavilê were bicihanîn
16:26 'Nobeda Edaletê ji me re bû hêvî’
16:12 Hunermendan li Îstîklalê bang kir: Kes nikare ziman û muzîka kurdî asteng bike
16:07 Sancar: Xwedî li dersa kurdî derkevin
16:02 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî astengkirina polîsan dan
16:02 Doza hevşaredarên Qoserê û Stewrê hat taloqkirin
15:27 ÎHD: Mirina ciwanan pirsgirêka pergalê ye
15:18 Li Hesekê 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
14:40 AYM’ê girtina Yuksekdag 'bipîvan' dît
14:22 Li gelek bajaran daxuyanî: Divê dawî li mirinên li girtîgehan were
13:53 Hunermendan astengkirina stran û zimanê kurdî şermezar kirin
13:34 Doza Kobanê: Mirovahî bi sosyalîzmê re wê li jiyana xwe ya berê vegere
13:16 DMME'yê ji bo rakirina destnedayîna biryara binpêkirinê da
12:53 Piştperdeya Komploya 15’ê Sibatê
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:50 47 rojnameger bi 751 sal ceza hatin darizandin
11:28 Julian Assange ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzet hat nîşandan
11:01 Hewldana zindîkirina DAIŞ’ê li Hesekê têk çû
10:46 Li gorî AYM'ê danîna daran a li gundê ku PKK'ê lê hatiye damezrandin sûc e
10:29 Emîne Şenyaşar careke din îfade da
10:00 Dengê polîsê sîxurtî lê ferz kir tomar kir
09:12 Girtî ji ber 'aktîvîteyên hatine betalkirin' nayên berdan
09:12 Hevalê wî behs kir: 13 saet bi şûn de Tûran rakirin nexweşxaneyê
09:10 Behsa tahdeya li wargeha cemaetê kir
09:09 Nivîskar Aysû: Xela hatiye ber derî
09:09 Derket holê ku şirîkên hêwana masajê ya fuhûş lê hatiye kirin polîs in!
09:08 Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî hatiye asta mirinê!
09:07 Ji bo Tûglûk bang li Wezareta Dadê û ATK’ê kirin: Peywîra xwe bi cih bînin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2022'YAN
31/01/2022
22:03 Daxuyaniya midûriyeta polîsan a têkildarî astengkirina muzîka kurdî
21:45 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:33 Li ser Twitterê kampanyaya #KürtçeMüzikSusmayacak
17:04 Çalakiya malbata Doku di roja 31'emîn de ye
17:03 Komîsyona Amedekariyê ji bo Guzel cara duyemîn li hev civiya
17:00 HSD'ê bîlanço aşkera kir: 374 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
16:54 Doza Kobanê: Hûn nikarin kurdan bidarizînin
16:42 Girtî Bîlgîn ku jiyana xwe dest dabû bi girseyî hat definkirin
15:52 Beştaş: Kes nikare zimanê kurdî qedexe bike
15:52 ÎHD’ê ji bo azadiya Tugluk bang kir
15:20 'Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin’
14:45 Şenyaşar: Bila Bekîr Bozdag zilma li ber edliyê bi dawî bike
14:38 Çizirandina sotemeniyê bû sedama gemarbûna hawirdorê