NAVENDA NÛÇEYAN - Tura Çapemeniyê ya Ewlehiyê ya girêdayî Hikûmeta Iraqê, bi daxuyaniyekê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir.
Balefirên şer ên Artêşa Tirk, duh di saetên êvarê de bi awayekî hemwaxt li dijî Şengal û Wargeha Penaberan a Mexmûrê êrişên hewayî pêk anîn. Li gorî nûçeyeke ku Rojnewsê derbas kiriye, Tura Çapemeniyê ya Ewlehiyê ya girêdayî Hikûmeta Iraqê, derbarê êrişan de daxuyaniyek da û êrişên Tirkiyeyê şermezar kiriye. Torê, di daxuyaniya xwe de destnîşan kiriye ku Tirkiyeyê qada wan a hewayî bin pê kiriye û ji ber vê binpêkirinê Tirkiyeyê şermezar dike û binpêkirinên bi vî rengî red dike. Her wiha Torê ji Tirkiyeyê westiye ku ji serweriya Iraqê re rêz bigire û li gorî qanûnên navneteweyî tevbigere.