ŞIRNEX – Polîsan li navçeya Hezex a Şirnexê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtina malan de tevî Meryem Malgaz ku 65 salî ye, bi giştî 3 kes hatin binçavkirin.
Polîsên tîmên taybet di serê sibehê de li Taxa Turgut Ozal a Hezex a Şirnexê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de welatiyên bi navên Meryam Malgaz a 65 salî, Hamdiye Karabaş û Hamza Kaşak hatin binçavkirin.
Welatiyên hatine binçavkirin birin Gerînendetiya Ewlekariyê ya Navçeyê. Tê gotin ku hejmara binçavkiriyên li navçeyê dê zêdetir bibin.