NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa li ser navçeya Zirgan a Hesekê de jinek bi giranî birîndar bû.
Êrişên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê yên li ser navçeya Zirgan a bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Ji xeynî êrişên hewayî yên ji duh heya niha li Kampa Mexmûr, Şengal û Bakurê Sûriyeyê didomin, îro êrişî gundê Goliya yê navçeya Zirganê jî hat kirin.
Di êrişê de jina bi navê Şêrîn Mecol bi giranî birîndar bû. Mecol li nexweşxaneyê tê dermankirin.