NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî êrişên hewayî yên Tirkiyeyê yên li ser Şengal, Mexmûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Erdogan û Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçirvan Barzanî hevdîtin kirin.
Tirkiye duh bi awayekî hevwext ji hewayê de êriş biribûn ser Şengal, Mexmûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Piştî van êrişan Serokkomarê AKP'î Tayyip Erdogan û Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçirvan Barzanî li Kulliyeya Serokomartiyê hevdîtin pêk anîn.
Piştî êrişan hevdîtina Erdogan û Barzanî bal kişand.
Di êrişên hewayî de li Mexmûrê 2 kes, li Şengalê 3 kes û li Dêrikê 4 kes jiyana xwe ji dest dabûn.