NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Rêveberiya YNK'ê Hesîbe Ebdullah diyar kir ku PDK hevkarê Tirkiyeyê ye û got: “Eger PDK piştgirî û hevkariya Tirkiye neke, wê Tirkiye nekaribe êrişek wiha pêk bîne.”
Di şeva 1’ê sibatê de, balafirên şer ên Tirkiyê bi awayên hemwext êrişî Wargeha Penaberan Mexmûrê, Şengal û Dêrika Rojavayê Kurdistanê kir. Êriş bi dijwarî pêk hatin. Li Wargeha Mexmûrê 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn.
'YNK ÊRIŞÊN TIRKIYÊ ŞERMEZAR Û MEHKÛM DIKE'
Endama Rêveberiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Hesîbe Ebdullah li ser mijarê ji RojNewsê re axivî. Hesîbe Ebdullah wiha got: “Em weke YNK’ê van êrişên dewleta Tirk şermezar û mehkûm dikin. Tirkiye bi tenê nikare van êrişan bike, bi piştgiriya aliyek siyasî yê kurd dike ku serwerî, sînor û esmanê Iraqê û Herêma Kurdistanê derbas dike. Ev hemû xala reş ên rejîma Erdogan û hevkarên wê ne. Êdî nabe hikûmeta Iraqê bêdeng be.”
'PDK NEBE ALÎKAR TIRKIYE NIKARE ÊRIŞ BIKE'
Hesîbe Ebdullah diyar kir ku ev êriş hewldanek bêencam in û wiha domand: “Êrişekî faşîstane ye. Dixwazin xelkê bê îrade bike û îradeya wan radest bikin. Li gel civaka xelkê Kurdsitanê û Iraqê jî eşkere ye ku PDK hevkarê Tirkiyeyê ye, eger bi piştgirî û alîkariya wan nebe, wê Tirkiye nekare wiha bike û li nava xaka Kurdistanê sûc bike ku ji esman û bejahî ve êriş dike û çend baregehên Tirkiyeyê yên sereke li ser xaka Herêma Kurdistanê heye.”
'DIVÊ PDK WEK HIKÛMET BERSIV BIDE'
Hesîbe Ebdullah bal kişande ser bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û wiha domand: “PDK weke hikûmet bersiv nade. Ji ber ku hevkar û piştgirî û piştevane. Her tişta ku bi navê parastina xaka Herêma Kurdistanê dike, tenê berjewedniye. di rastiyê de tiştek wiha nîne. Niha PDK, nava mala Kurdan belav kiriye û bi cih hiştiye. Diçe di nava du eniyên Şîe û Sunne de navbeynkariyê dike. Hewla rêxistina mala Şîeyan dike. Ev jî kiriye berjewendî û bi Iraqiyan difiroşe.”
'TIRKIYE KETIYE NAVA HEWLDANÊN ZINDÎKIRINA DAIŞ'Ê'
Hesîbe Ebdullah diyar kir ku divê demê de çavê her kesê li ser Rojavayê Kurdistanê û gerîlayên PKK’ê ye û wiha domand: “Ev hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo lêdana Qendîl û Rojavayê Kurdistanê ji bo zîndîkirina DAIŞ’ê ye. Dixwazin dubare bihêz bikin û rêxistin bikin. Ev hemû hewildanên valane û wê pêk neyên. Îradeya pola ya xelkê Kurdistanê, şervan û gerîlayên PKK’ê gelek ji wan bihêztire. Wê didawiyê de serkeftin her ya wan be.”