Rojnameger Evran: Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê êriş kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameger Seyît Evran pêvajoya beriya êrişê û piştî êrişê nirxand û da zanîn ku Tirkiyeyê ev êriş bi erêkirina DYA’yê û bi hevkariya PDK’ê kiriye.

Di 1‘ê sibatê de gelek balafirên şer ji 8’emîn Fermandariya Baregeha Jetan a Amedê rabûn û bombe li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şengal, Dêrikê û herêmên Şehbayê barandin. Bombebarana li Şengalê bi saetan berdewam kir û 21 dever hatin bombebarankirin. Di encama bombebaranan de li Mexmûrê 2, li Şengalê 3 û li Dêrikê jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn. Têkildarî mijarê rojnameger Seyît Evran bi ajansa me re axivî.
 
BERIYA ÊRIŞÊ 
 
Seyît Evran diyar kir ku beriya êrişan, di 23’yê çileyê de Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî û Sefîrê Tirk ê Iraqê Alî Riza Guney li Bexdayê hevdîtin kiribûn û wiha got: “Di şeva êrişê de Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî bi Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê DYA’yê Jake Sullivan re li ser telefonê axivî. Rojek piştî êrişê jî Erdogan bi Nêçîrvan Barzanî re li Enqereyê civiya. Van geşedanan rê li ber gelek pirsan vekirin.” 
 
XEYALA ‘DAGIRKERIYÊ’
 
Evran da zanîn ku Erdogan ji 2021’ê heta niha her tim gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe û wiha domand: “Erdogan ji bo dagirkirina Kobanê û herêmê gelek xebatên dîplomatîk kirin. Lê tevî hemû hewldanên jî destûra dagirkirinê nedan Erdogan. Lê belê destûr dan ku bi awayên cuda êrişan bike. Ji xwe bi gotina ‘em ê têkoşîna xwe bi rê û rêbazên cuda bimeşînin’ jî vê rastiyê vedibêje. Ev rê û rêbaz jî bi kar anîna DAIŞ û komên çeteyan e. Plana yekemîn DAIŞ bû. Ya duyemîn jî înfazên bi SÎHA’yan bû. Ya sêyemîn, heke bikare bi awayekî veşarî dê êrişî hin deveran bike. Êrişên li hemberî Eyn Îsa û Til Temirê çend mînakên ji van êrişan e. Li van herêman exlebe suryan û ereb dijîn. Anku êriş ne tenê li dijî kurdan e.” 
 
PLANA DAIŞ’Ê
 
Di berdewamê de Evran destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê plana DAIŞ’ê xistin meriyetê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrişa li dijî Hesekê, planeke mezin bû. Li çavrêya serkeftina DAIŞ’ê bûn. Lê DAIŞ têk çû û Erdogan bi xwe kete dewrê û êrişî Mexmûr, Şengal, Dêrik û Kobanê kir. Di heman kêliyan de liv û tevgera SÎHA’yan li ser xeta Qamişloyê hebû, gundên Eyn Îsa û Til Temirê topbaran dikirin û heta saet 00.00’an jî êrişî gundên Samuka û Helbîr ên Şehbayê û Bendavê Şehbayê dikirin. Anku êrişên plankirî bûn. Bi kurtahî, bi têkçûna DAIŞ’ê re Tirkiye û hevkarên wê ketin dewrê.” 
 
ÊRIŞÎ CIHÊN PÎROZ KIRIN
 
Evran daxuyand ku deverên hatine bombebarankirin bi zanebûn hatine hilbijartin û wiha pê de çû: “Li devereka Şengalê Teyrê Tawis jî kuştibûn. Ev teyr ji bo civaka êzdî pîroz e. Hemû kes dizane ku ev dever, herêmên sivîlan in. Hêviya wan a ji DAIŞ’ê pêk nehat û bi SÎHA’yan li Kobanê sûîqest kirin. Ew jî nebû. Bi têkçûna DAIŞ’ê re planeke nû ya komkujiyê xistin meriyetê. Ev êriş ji bo tolhildana DAIŞ’ê hatin kirin.”
 
TÊKILIYA WAN A BI KOMPLOYÊ RE 
 
Piştre jî Evran bal kişand ser şeva êrişê û ev nirxandin kir: “Di şeva ku Viyan Soran ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan çalakî pêk anî, ev êriş kirin. Bi vê yekê aşkere dibêjin bê ka dê meha komployê çawa derbas bibe. Li Hesekê nekarîn ser bikevin, lewma jî xwestin êrişên din kirin. Divê hêzên navdewletî vê rastiyê bibînin. Di nezera wan de DAIŞ terorîst e lê Erdogan ji bo têkçûna wan aciz e û xwest tolê hilîne. Di êrişê de berpirsyariya DYA û hemû hêzên navneteweyî heye. Ji ber ku qada hewayî di destê wan de ye. Lewma êriş bi erêkirina wan çêbû ku bêdengiya wan jî nîşaneya vê erêkirinê ye.” 
 
ROLA PDK’Ê
 
Evran qala hevdîtina Kalin û Sullivan a li ser telefonê jî kir û wiha got: “Di vê hevdîtinê de destûr ji DYA’yê girtin. Nexwe bila DYA bila bi daxuyaniyekê vê êrişê şermezar bike û pêşî li êrişan bigire. A din, pozîsyona PDK’ê ji xwe diyar e. Bi vekirî dijminatiya Şengal û Rojava dikin. Ji tîrmeha 2019’an heta niha ambargo danîne ser Mexmûrê. Jixwe aşkere bûbû ku gelek koordînatên êrişên dewleta tirk ên li ser Mexmûrê, PDK’ê dayîne MÎT’ê. Li zimanê dayîna nûçeyan êrişê ya K24’ê binêrin ku ev berdevkiya PDK’ê dike. Dibêje, ‘Noqteyên PKK’ê yên li Mexmûr, Şengal û Rojava hatin bombebarankirin.’ Tiştên ku MÎT’ê negotibûn, PDK dibêje. Tiliya PDK’ê raste rast di vê êrişê de heye. Tiliya hinek hêzên Iraqê jî di êrişê de heye. Lê gelê Iraqê û derdorek li dijî van êrişan bi berteke.” 
 
ÊRIŞÎ 3 NOQTEYAN KIRIN
 
Rojnameger Evran got ku Tirkiyeyê êrişî sê deverên sembol kirine û wiha daxuyand: “Cihê ewil Mexmûr e. Ji ber zilm û zordariya Tirkiyeyê, ji 30 hezar kesan tenê 14-15 hezar kes li wir man e û ev dever di bin mîsogeriya NY’ê de ye. Xelkê Mexmûrê tu carî li hemberî Tirkiyeyê serî netewand. Cihekî stratejîk e. Şengal yek ji deverên li herêma binîqaş e. Lê Şengal ji berê ve girêdayî Iraqê bû. Ji ber baweriya xwe, xelkê wê her tim rastî êrişan hatiye. Di 2007’ê de pêşmerge lê bi cih bûn. Siba Şêx Xidir û Til Ezêr du caran hatin teqandin û 400 Şengalî hatin qetilkirin. Piştre jî PDK’ê bi hincetên cuda pêşmerge li Şengalê bi cih kirin. Lê bi hatina DAIŞ’ê re vekişiyan û xelkê êzdî bi qetlîamê re rû bi rû hiştin.”
 
HESABÊN PDK’Ê 
 
Bi domdarî Evran qala girîngiya Dêrikê kir û wiha pê de çû: “Mexmûr, Şengal û Dêrik nêzî hev in. PDK’ê pêşmergeyên xwe li ser Dêrikê vekişandibûn. Korîdora mirovî jî li ser Til Koçerê hatibû vekirin. Di hêla civakî de jî cihekî stratejîk e. Di hêla siyasî de jî cihekî girîng e. Her wiha jeopolîtîkaya wê bihêz e. PDK dixwaze li vir serwer be. Yek ji deverên ku herî zêde neft lê heyî jî Dêrik e. Ji demên berê ve hesabên PDK’ê li ser Dêrikê hene. Di van êrişan de PDK’ê bi vekirî hevkariya bi Tirkiyeyê re kir. Li her sê qadan jî tiliya wan di êrişê de hebû. Êriş, bi erêkirina DYA û hêzên navdewletî çêbûn. Nexwe bila derkevin û bertekan nîşan bidin. Bila bombebarankirina Tirkiyeyê ya li ser sivîlan qedexe bikin û zextê lê bikin.”
 
‘DAWIYA ERDOGAN’
 
Rojnameger Seyît Evran axaftina xwe wiha xelas kir: “AKP di her qadê de têk diçe. Erdogan mîna findekî roj bi roj dihele. Hewl dide bi van êrişan teşe bide siyaseta navxweyî. Armanca esasî ya Erdogan înkarkirin û tunekirina kurdan e. Naxwaze kit ji kurdan, êzdiyan û gelên din bimîne. Lê dê têk biçe. Bi êrişan diêşîne lê ev êş vediguhere hêrsê. Aqûbeta Erdogan jî dê mîna ya Sedam be. Teqez dê têk biçe. Li şûna maf, azadî û çareserkirina pirsgirêkan, bombeyan dibarîne. Ev kirin tevek jî dê li wî vegerin. Serkefin a berxwedêran e. Dê Erdogan winda bike.” 
 
MA / Azîz Oruç
 

Sernavên din

05/02/2022
10:24 Tîryakî: AKP’ê ji bo Guzel hêj zû de biryar da bû
10:16 Şaredarî bêyî ku cih ji dikandaran veqetîne pasaja wan hildiweşîne
09:04 Dayikên cizîrî 15'ê Sibatê şermezar kirin: Em deyndarê Ocalan in
09:04 'Cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh in'
09:04 Fatûreya wî ya ceryanê 17 hezar hat: Karê xwe li ber mûmikê dike
09:04 Gelan bi şoreşê bersiva komployê dan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2022'YAN
04/02/2022
22:16 Balafirên keşfê li ser Mexmûrê digerin
20:47 Li Xîzanê serbanê qada sporê hilweşiya: 2 zarok birîndar bûn
20:39 Polîsan daxuyaniya ji bo astengkirina muzîka kurdî asteng kir
20:13 Erdogan: Mala Barzanî wan helwestên xwe yên cuda îspat dikin
19:56 CFWIJ: Demildest Yalçin berdin
17:26 Hevşaredarê Amedê Mizrakli sewqî Edîrneyê hat kirin
17:22 Li Girtîgeha Amedê îşkence
16:47 Bavê girtî: Di 75 salên emrê xwe de min yek carê jî edalet nedît
16:41 Bi hezaran kes li dijî zeman derketin kolanan
16:36 Rojnamevanê ku hatibû binçavkirin hat berdan
16:27 Girtîgehê ava girtiyan kêm kir
16:25 Li Girtîgeha Bunyanê îşkence: Rewşa girtiyekî giran e
16:06 Bijîjk li pêş Meclisê ne: Heke vesazkirin neyên kirin em ê biçin grevê
15:38 Xwekujên DAIŞ'ê berdan
15:24 Ji Nobeta Edaletê: Em naxwazin darbestên zarokên me bên
14:42 Malbatên girtiyan ên hatin binçavkirin: Bila girtî nemirin
14:31 Rêxistinên civaka sivîl bang kir: Peymanên dersînorkirinê betal bikin
14:27 Aydenîz: Rêya aştî û demokrasiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:04 PFDK’ê ceza li Amedsporê birî
14:03 Doza Kobanê: Netew dewlet di eslê xwe de qirêj in
13:38 Ji 4 binçavkiriyên Hezexê yek jê hat girtin
13:28 Ji bo penaberê bi îşkenceyê hatiye kuştin gilî hat kirin
13:02 Rêxistinên sivîl: Deriyê ÎHD deriyê me hemûyan e
12:36 Çalakiyên ‘dişêlînin' belav dibin
12:33 Girtî Altug tevî biryara dadgehê jî nayê berdan
12:26 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Hejmara girtiyên ketine greva birçîbûnê derket 8 kesan
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi şev û roj li edaletê digerin
10:40 Aykol: Li dijî faşîzmê tekane rêya serkeftinê, têkoşîna hevpar e
10:20 Rojnamevan Nurcan Yalçin kirin binçavan
10:17 Rojnamevan Kaya: PDK’ê jî di êrişên Tirkiyê de cih girt
09:59 ‘Girtîgehê dizanî ku birayê min dê bimre lewma berdan’
09:18 Ji bo cenazeyên keçên xwe çûn lê yên lawên xwe wergirtin!
09:06 Tecrîda girankirî ya 23 salan
09:06 Hatîmogûllari: Berpirsekî van êrişan jî rêvebiriya Kurdistana Federe ye
09:06 Berî bê berdan bi 2 rojan înfaza wî hat şewitandin
09:06 Parêzer Ozdemir: Divê darizandin bê sekinandin, siyasetmedar bên berdan
09:06 Ji bo berdana Tûglûkê bang kirin: Dem dema liv û tevgerê ye
09:06 Sedema nekêfxweşiya amediyan: Pirsgirêka kurd e
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2022'YAN
03/02/2022
22:41 Li kesê ku destdirêjî kir 40 sal û 6 meh ceza hat birîn
20:34 Balafirên Tirkiyeyê Şehbayê bombe kirin
19:56 Li Şengalê êriş bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
19:04 Bîden: Operasyona kuştina Qureyşî bi tevkariya hevkarê me QSD'ê bi ser ket
18:29 Kesên jiyana xwe ji dest dan li Tirbêspiyê û Hesekê hatin birêkirin
18:20 Dêrik careke din hat bombekirin
18:00 HDP ji bo kongreya Îzmîrê belavok belav kirin
17:26 Wêjegeh Amedê bernameya meha Sibatê eşkere kir
16:57 Baroya Amedê: Li ÎHD'ê lêgerîneke li dijî hiqûqê pêk hat
16:43 Nobeda Edaletê: Hiqûqa xwe pêk bînin
15:58 Komîsyona Amedekariyê biryara rakirina destnedayîna Guzel da
15:14 Jinan kartên piştevaniyê ji Aysel Tugluk re şandin
15:02 Parêzerên OHD û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê çûn serdana malbata Şenyaşar
15:00 Li Hezexê jineke ciwan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:56 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Nebin şirîkê mirinan
13:48 Doza Kobanê: Cihekê ku dewlet lê bi hêz be tiştek lê şîn nabe
13:21 AYM’ê serlêdana ji bo Îmraliyê red kir!
13:21 Li dijî êrişên Tirkiyeyê berteka hevpar: Hevkariya bi dijmin re bi we nade qezenckirin
13:20 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:08 Li Santrala Nukleerê kartên karkerên kurd hatin betalkirin
12:54 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji ber edliyê neçim
12:39 Qeyûmê Amedê di "Azmûna Payebilindbûna Peywirê" de nelirêtî kiriye
12:32 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:27 Gunay ji Barzanî re got: Ew wêneyê erêkirina şerê li dijî kurdan e
12:26 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:07 Zeydan çû serdana HDP’ê
11:51 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Dirbêsiyê kir
11:45 Erdogan: Em biryara Konseya Ewropayê ya ji bo Kavala nas nakin
11:44 Li gorî TUÎK'ê enflasyona salan e ji sedî 48.69
11:25 ‘NY û Iraq jî şirîkên êrişa Tirkiyeyê ne’
11:24 Zeytûn: Dozger û polîsan sûc kiriye, kes nikare deriyê ÎHD'ê bişikîne
10:57 Rojnameger Evran: Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê êriş kir
10:56 Ji rojnamevan Şahîn re heta 15 salan cezayê hepsê hat xwestin
10:40 Rêvebera YNK’ê: Eger PDK alîkar nebe, Tirkiye nikare êriş bike
10:34 Bi roketan êrişî Baregeha Tirkiyeyê ya Başîqayê kirin
10:24 Yalçindag: Bi biryara DMME’yê re doza girtina HDP’ê jî têk çû
10:24 KCDP: Di meha ewil a salê de 26 jin hatin kuştin
10:22 Hunermendên NÇM'ê: Em ê bi zimanê xwe hunera xwe bikin
09:32 Çawişê pispor bi parlamenterê MHP'î gef li wê xwar
09:12 Salih Muslim: Ya li Îmraliyê tê tecrîdkirin rastiya gelê kurd e
09:10 Cerdevan Osman O. dest dirêjî du keçên xwe kiriye
09:08 ‘Êdî em nikarin sewalan xwedî bikin'
09:05 Polîsan pankarta zemê daxist: Dê kî pêşî li ber vê şêlandinê bigire?
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2022'YAN
08:28 Polîsan avêt ser avahiya ÎHD'a Amedê
02/02/2022
23:17 Mazlûm Ebdî: Êrişên Tirkiyeyê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê qels dike
22:05 Li Şirnexê eskerek mir
21:31 Berteka NY'yê: Tirkiye sivîl hedef girtin
20:27 Guleyek hewanê li gundekî Qoserê ket
20:21 Bombebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
19:41 Piştî êrişan Erdogan û Barzanî hatin cem hev
19:30 Li Dêrikê di êrişa hewayî de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
19:20 Zirgan hat bombebarankirin