Li dijî êrişên Tirkiyeyê berteka hevpar: Hevkariya bi dijmin re bi we nade qezenckirin

img

AMED - KCD, HDK, TJA, DBP û HDP’ê bi daxuyaniyekê hevpar bang kirin û gotin: “Hevkariya bi dijminên kurdan re dê bi tu kesî nede qezenckirin.” 

Kongeya Civakên Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Buroya Peywendiyan a Navenda Giştî ya DBP’ê têkildarî geşedanên siyasî yên dawî û êrişên hewayî yên Tirkiyeyê daxuyaniyeke hevpar dan. 
 
  
Di daxuyaniyê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û da zanîn ku Tirkiye dixwest li bajarê Hesekê DAIŞ’ê dîsa zindî bike lê ev armanca wê hasil nebûye. Berdan diyar kir ku piştî têkçûna vê armancê, Tirkiyeyê vêcarê jî bi hemwextî bombe li Mexmûr, Şengal û Dêrikê barandine û wiha domand: “Weke ku hûn jî dizanin, Wargeha Mexmûrê di bin mîsogeriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye. Wan jî daxuyanî dan. Ev êriş nayên qebûlkirin.” 
 
'HEVKARIYA BI DIJMINÊN KURDAN RE BI WE NADE QEZENCKIRIN’ 
 
Di berdewamê de jî Ozturk bal kişand ser hevdîtina Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya bi Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re û wiha got: “Birêz Barzanî demekî kurt piştî êrişan bi serokomar re hevdîtin kir. Divê gel û partiyên Başûr vê rastiyê baş bibînin; ya ku niha tê kirin, dijminatiya li kurdan e. Xelkê Mexmûr, Şengal û Rojava bedel dan û DAIŞ têk bir. Heke hûn îro van hevdîtinan bikin, wê demê em jî dê bibêjin ev êriş bêyî we nehatiye kirin û hûn jî şirîkên vê êrişê ne. Dê li Dêrik, Mexmûr û Şengalê komkujî bên kirin lê hûn ê rojek piştre biçin bi êrişkaran re hevdîtinê bikin. Ev, nayê qebûlkirin. Hevkariya bi dijminên kurdan re dê tiştekî bi we nede qezenckirin. Di vir de ya girîng, seknekî hevpar e. Em tenê dikarin bi van seknên hevpar tiştekî bi dest xwe ve bînin. Em careke din van êrişan şermezar dikin. Hewceye sazî û dezgehên navdewletî jî li dijî van êrişan dengê xwe derxînin.” 
 
ARMANCA ÊRIŞAN 
 
Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz jî da zanîn ku Tirkiye ji van êrişan armanc dike ku destkeftiyên kurdan têk bibe û ev nirxandin kir: “Bi taybet jî Mexmûr, Şengal û Dêrik hatine hilbijartin. Ji ber ku van navendan li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke mezin dan. 21 caran bombe li Şengalê barandine. Armanca ji vê êrişê, temamkirina fermana 74’emîn e. Lê belê xelkê Şengalê ji bo pêşîlêgirtina fermana 74’emîn dê li ber xwe bide û serî netewîne. Em bi gelê Şengalê re ne û van êrişan şermezar dikin.” 
 
'ARMANCA ÊRIŞAN DESTKEFTIYÊN KURDISTANÊ NE’
 
Bi domdarî jî Aydenîz bi bîr xist ku di êrişên 2014’an ên DAIŞ’ê de xelkê Mexmûrê Hewlêr parast û wiha got: “Ev destkeftiyekî Kurdistanî bû. Lewma bi vê êrişê, destkeftiyên Kurdistanî armanc hatiye girtin. Her wiha DAIŞ’ê têkçûna xwe ya duyemîn li Dêrikê jiya bû. Sedema hedefgirtina Dêrikê jî ev e. Yên ku digotin ‘Kobanê dê bikeve’, 10 rojek berê xwestin DAIŞ’ê li Hesekê dîsa zindî bikin. Lê ev plan têk çû û bi van êrişan xwestin tola vê têkçûnê hilînin. Di serdemeke ku çar parçeyên Kurdistanê ber bi statûyê ve diçin de, Tirkiyeyê bi vê êrişê hewl da tişta ku DAIŞ’ê nîvco hiştibû temam bike. Em dîsa dibêjin ku dê têkoşîna gelê kurd bidome û heta ev destkeftiye mayînde dibin jî dê bidome. Di heman demê de em 121 şehîdên li Hesekê ku ji bo mirovahiyê şehîd bûyîn jî bi rêzdarî bi bîr tînin.”
 
PIRSGIRÊKA KURD
 
Herî dawî jî Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek axivî û ev tişt anî ziman: “îktîdara AKP-MHP li ber têkçûnê ne. AKP dê nekare xwe ji vê têkçûnê rizgar bike. Em li dilê Kurdistanê Amedê bang li gelên Tirkiyeyê dikin, pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka kurdan e. Neçareserkirina vê pirsgirêkê bi xwe re xizanbûna gel û kedkaran tîne. Êrişên heyî me neçar dike ku bi hêzên demokrasî û azadîxwaz ên Tirkiyeyê re têkoşîneke hevpar ava bikin. Tenê heke em yekitiya xwe ava bikin dikarin bi ser kevin. Em ê bi vî rengî bersiva van êrişan bidin.”
 

Sernavên din

05/02/2022
10:24 Tîryakî: AKP’ê ji bo Guzel hêj zû de biryar da bû
10:16 Şaredarî bêyî ku cih ji dikandaran veqetîne pasaja wan hildiweşîne
09:04 Dayikên cizîrî 15'ê Sibatê şermezar kirin: Em deyndarê Ocalan in
09:04 'Cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh in'
09:04 Fatûreya wî ya ceryanê 17 hezar hat: Karê xwe li ber mûmikê dike
09:04 Gelan bi şoreşê bersiva komployê dan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2022'YAN
04/02/2022
22:16 Balafirên keşfê li ser Mexmûrê digerin
20:47 Li Xîzanê serbanê qada sporê hilweşiya: 2 zarok birîndar bûn
20:39 Polîsan daxuyaniya ji bo astengkirina muzîka kurdî asteng kir
20:13 Erdogan: Mala Barzanî wan helwestên xwe yên cuda îspat dikin
19:56 CFWIJ: Demildest Yalçin berdin
17:26 Hevşaredarê Amedê Mizrakli sewqî Edîrneyê hat kirin
17:22 Li Girtîgeha Amedê îşkence
16:47 Bavê girtî: Di 75 salên emrê xwe de min yek carê jî edalet nedît
16:41 Bi hezaran kes li dijî zeman derketin kolanan
16:36 Rojnamevanê ku hatibû binçavkirin hat berdan
16:27 Girtîgehê ava girtiyan kêm kir
16:25 Li Girtîgeha Bunyanê îşkence: Rewşa girtiyekî giran e
16:06 Bijîjk li pêş Meclisê ne: Heke vesazkirin neyên kirin em ê biçin grevê
15:38 Xwekujên DAIŞ'ê berdan
15:24 Ji Nobeta Edaletê: Em naxwazin darbestên zarokên me bên
14:42 Malbatên girtiyan ên hatin binçavkirin: Bila girtî nemirin
14:31 Rêxistinên civaka sivîl bang kir: Peymanên dersînorkirinê betal bikin
14:27 Aydenîz: Rêya aştî û demokrasiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:04 PFDK’ê ceza li Amedsporê birî
14:03 Doza Kobanê: Netew dewlet di eslê xwe de qirêj in
13:38 Ji 4 binçavkiriyên Hezexê yek jê hat girtin
13:28 Ji bo penaberê bi îşkenceyê hatiye kuştin gilî hat kirin
13:02 Rêxistinên sivîl: Deriyê ÎHD deriyê me hemûyan e
12:36 Çalakiyên ‘dişêlînin' belav dibin
12:33 Girtî Altug tevî biryara dadgehê jî nayê berdan
12:26 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Hejmara girtiyên ketine greva birçîbûnê derket 8 kesan
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi şev û roj li edaletê digerin
10:40 Aykol: Li dijî faşîzmê tekane rêya serkeftinê, têkoşîna hevpar e
10:20 Rojnamevan Nurcan Yalçin kirin binçavan
10:17 Rojnamevan Kaya: PDK’ê jî di êrişên Tirkiyê de cih girt
09:59 ‘Girtîgehê dizanî ku birayê min dê bimre lewma berdan’
09:18 Ji bo cenazeyên keçên xwe çûn lê yên lawên xwe wergirtin!
09:06 Tecrîda girankirî ya 23 salan
09:06 Hatîmogûllari: Berpirsekî van êrişan jî rêvebiriya Kurdistana Federe ye
09:06 Berî bê berdan bi 2 rojan înfaza wî hat şewitandin
09:06 Parêzer Ozdemir: Divê darizandin bê sekinandin, siyasetmedar bên berdan
09:06 Ji bo berdana Tûglûkê bang kirin: Dem dema liv û tevgerê ye
09:06 Sedema nekêfxweşiya amediyan: Pirsgirêka kurd e
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2022'YAN
03/02/2022
22:41 Li kesê ku destdirêjî kir 40 sal û 6 meh ceza hat birîn
20:34 Balafirên Tirkiyeyê Şehbayê bombe kirin
19:56 Li Şengalê êriş bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
19:04 Bîden: Operasyona kuştina Qureyşî bi tevkariya hevkarê me QSD'ê bi ser ket
18:29 Kesên jiyana xwe ji dest dan li Tirbêspiyê û Hesekê hatin birêkirin
18:20 Dêrik careke din hat bombekirin
18:00 HDP ji bo kongreya Îzmîrê belavok belav kirin
17:26 Wêjegeh Amedê bernameya meha Sibatê eşkere kir
16:57 Baroya Amedê: Li ÎHD'ê lêgerîneke li dijî hiqûqê pêk hat
16:43 Nobeda Edaletê: Hiqûqa xwe pêk bînin
15:58 Komîsyona Amedekariyê biryara rakirina destnedayîna Guzel da
15:14 Jinan kartên piştevaniyê ji Aysel Tugluk re şandin
15:02 Parêzerên OHD û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê çûn serdana malbata Şenyaşar
15:00 Li Hezexê jineke ciwan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:56 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Nebin şirîkê mirinan
13:48 Doza Kobanê: Cihekê ku dewlet lê bi hêz be tiştek lê şîn nabe
13:21 AYM’ê serlêdana ji bo Îmraliyê red kir!
13:21 Li dijî êrişên Tirkiyeyê berteka hevpar: Hevkariya bi dijmin re bi we nade qezenckirin
13:20 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:08 Li Santrala Nukleerê kartên karkerên kurd hatin betalkirin
12:54 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji ber edliyê neçim
12:39 Qeyûmê Amedê di "Azmûna Payebilindbûna Peywirê" de nelirêtî kiriye
12:32 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:27 Gunay ji Barzanî re got: Ew wêneyê erêkirina şerê li dijî kurdan e
12:26 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:07 Zeydan çû serdana HDP’ê
11:51 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Dirbêsiyê kir
11:45 Erdogan: Em biryara Konseya Ewropayê ya ji bo Kavala nas nakin
11:44 Li gorî TUÎK'ê enflasyona salan e ji sedî 48.69
11:25 ‘NY û Iraq jî şirîkên êrişa Tirkiyeyê ne’
11:24 Zeytûn: Dozger û polîsan sûc kiriye, kes nikare deriyê ÎHD'ê bişikîne
10:57 Rojnameger Evran: Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê êriş kir
10:56 Ji rojnamevan Şahîn re heta 15 salan cezayê hepsê hat xwestin
10:40 Rêvebera YNK’ê: Eger PDK alîkar nebe, Tirkiye nikare êriş bike
10:34 Bi roketan êrişî Baregeha Tirkiyeyê ya Başîqayê kirin
10:24 Yalçindag: Bi biryara DMME’yê re doza girtina HDP’ê jî têk çû
10:24 KCDP: Di meha ewil a salê de 26 jin hatin kuştin
10:22 Hunermendên NÇM'ê: Em ê bi zimanê xwe hunera xwe bikin
09:32 Çawişê pispor bi parlamenterê MHP'î gef li wê xwar
09:12 Salih Muslim: Ya li Îmraliyê tê tecrîdkirin rastiya gelê kurd e
09:10 Cerdevan Osman O. dest dirêjî du keçên xwe kiriye
09:08 ‘Êdî em nikarin sewalan xwedî bikin'
09:05 Polîsan pankarta zemê daxist: Dê kî pêşî li ber vê şêlandinê bigire?
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2022'YAN
08:28 Polîsan avêt ser avahiya ÎHD'a Amedê
02/02/2022
23:17 Mazlûm Ebdî: Êrişên Tirkiyeyê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê qels dike
22:05 Li Şirnexê eskerek mir
21:31 Berteka NY'yê: Tirkiye sivîl hedef girtin
20:27 Guleyek hewanê li gundekî Qoserê ket
20:21 Bombebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
19:41 Piştî êrişan Erdogan û Barzanî hatin cem hev
19:30 Li Dêrikê di êrişa hewayî de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
19:20 Zirgan hat bombebarankirin