Tecrîda girankirî ya 23 salan

img

STENBOL - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û di nava van salên dûvdirêj de di tecrîdeke giran de ma. Ji serlêdanên bi mebesta hevdîtina Ocalan hatine kirin 442 jê hatin qebûlkirin lê li hêla din hezar û 433 serlêdan jî hatin redkirin. 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de ji Sûriyeyê derket. Di 15’ê Sibata sala 1999’an de bi hevkariya hêzên navdewletî hate girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ev 23 sal in jî di Girtîgeha Tîpa F a Bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de dimîne. Sepanên ‘taybet’ ên beriya girtina Ocalan di meriyetê de, di nava 23 salan de her ku diçû girantir bûn. Lê saziyên navneteweyî çavên xwe hem li tecrîdê û hem jî li van sepanên giran girtin. Nerazîbûnên li hemberî vê bêdengiyê jî her ku diçe zêdetir dibin. 
 
Di nava van 23 salan de Ocalan, ji qusandina porê heta jehrîkirinê, bi darê zorê guherandina odeyê wî heta astengkirina bikaranîna alavên peywendiyê, ji qedexekirina hevdîtinên bi malbatê heta yên bi parêzaran re, rastî gelek binpêkirinan hat. Niha jî ji ber tecrîda girankirî, ev 10 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin. 
 
DÎZAYNA ÎMRALIYÊ YA JI BER OCALAN
 
Hêj ji destpêka anîna Ocalan a Tirkiyeyê ve, ev sepanên navborî ketin meriyetê. Piştî ku Ocalan li paytexta Kenyayê Naîrobiyê hatiye revandin, di 16’ê Sibata 1999’an de anîn Balafirgeha Esenbogayê û ji wir jî saet di 05.00’an de bi balafireke bi cureya Falcom 900 veguhestin 6’emîn Baregeha Jetan a Bandirmayê. Di ketin û derketina baregehê de ji bo ewlekariyê gelek tevdîr hatibûn girtin. Heta li ser efseran jî lêgerîn dihat kirin û li pey hev ambûlans vediguhestin baregehê. Ocalan, li ambulansekê hat siwarkirin û ji ewil birin keştîgeha bi hejmar 4 û ji wir jî veguhestin Zafer Firkateynê ku li bendergehê disekiniya. Di saetên nîvro de Ocalan bi wê firkateyna navbihûrî veguhestin Girava Îmraliyê. Bi anîna Ocalan ya li Girava Îmraliyê re ku wê demê navê wê Girtîgeha Nîvvekirî ya Îmraliyê bû, girtiyên li wê derê bi lez û bez ji giravê hatin derxistin. Çend roj piştre jî sewalên li giravê dihatin xwedîkirin ji giravê hatin veguhestin. Girava Îmraliyê ji serî heta binî bi tevahî li gorî Ocalan hat amadekirin. 
 
BI 55 KAMERAYAN DIHAT ŞOPANDIN
 
Heke gotin di cih de be, bi anîna Ocalan re girav bû du beş. Derdora girtîgehê wek ‘Xeta sor’ hat destnîşankirin û deverên dîtir jî wek ‘Xeta kesk’ bi nav kirin. Hemû avahiyên li giravê li ber qada ‘Xeta kesk’ diketin lewma jî bi hinceta ‘ewlehiyê’, têla ceryanê li derdora wan avahiyan hatin kirin. Peywira ewlekariya giravê dan Hêzên Deryayê û li giravê nêzî hezar leşker bi awayekî mayînde dest bi peywira xwe kirin. Di demên piştre de 55 kamera li girtîgehê hatin bicihkirin û girav 24 saetan bênavber tê şopandin. 
 
PEYWIRAN, DEST GUHERAND
 
Bi anîna Ocalan a li Girava Îmraliyê re, Girtîgeha Îmraliyê veguherandin pergala ewlekariyê. Biryareke li dijî Makeqanûn û qanûnan hat dayîn û wek karê destpêkê, hemû peywirên li Girtîgeha Îmraliyê ji înîsiyatîfa Wezareta Edaletê hatin derxistin û radestî Buroya Peywendiyên Krîzê ya Bendergeha Mudanyayê kirin ku girêdayî Navenda Rêvebirina Krîzan a Serokwezîriyê ye. Ev biryar, di 27’ê sibata sala 1999’an de, di Rojnameya Fermî de hat weşandin û kete meriyetê. Di demên piştre de jî Girava Îmraliyê û derdora wê, ji hêla bejahî, deryayî û hewayî ve wek ‘herêma qedexe ya leşkerî’ hat ragihandin. Piştî van sepanan, Îmrali veguherî giraveke ku hemû sepanên taybet ên dewletê lê dihatin sepandin. Rêziknameya Navenda Rêvebirina Krîzan a Serokwezîrtiyê wek hincet nîşan dan û heta ketin û derketina li giravê jî bi înîsiyatîfa Navenda Rêveberiya Krîzan a Serokweziriyê re hiştin. Rayeyên ku di Rêziknameya Navenda Rêvebirina Krîzan a Serokwezîrtiyê cih digirin, wek peywirekê dewrî Sekreteriya Giştî ya MGK’ê kirin. Bi vê yekê re, Sekreteriya Giştî ya MGK’ê peywira rêvebirin/koordîneyê ya Navenda Rêvebirina Krîzan a Serokwezîriyê li xwe girt. 
 
TECRÎD TEŞE DIGIRE
 
Bi rûniştandina pergala Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê re tecrîda li ser Ocalan jî êdî kete meriyetê. Di çarçoveya tecrîdê de weke karê destpêkê, weşan hatin bisînorkirin û Ocalan bi berdewamî hat şopandin. Ocalan di hucreya xwe de bi rêya kamerayan dihat şopandin, di her serê saetê de ji hêla karmendên girtîgehê li pişt deriyê barkazê dihat kontrolkirin, mafê wî yê axaftina bi telefonê ya 10 deqeyan ku bo hemû girtiyan derbasdare hat binpêkirin û rojname û kovar jî bisînor ‘piştî nivîsên derheqê wî û siyaseta kurd de jê dihatin kirin’ didan wî. Fermaneke taybet hat derxistin û hat qedexekirin ku leşkerên bi Ocalan re di nava têkiliyê de, bi wî re biaxivin. Mafê hewadariyê ku ji sepanên giştî hinek cuda bû û ev maf dabûn Ocalan, hem bisînor bû û hem jî tenê wek sepaneke ji înîsiyatîfa girtîgehê re hatiye hiştin ma. 
 
HEVDÎTINÊN BI PARÊZERAN RE DEST PÊ DIKIN
 
Bi destpêkirina pêvajoya darizandina Ocalan re, hevdîtinên bi parêzeran re jî dest pê kir. Di demên ewilî de ev hevdîtin di bin sepanên hişk de hatin kirin. Hevdîtina ewil di 25’ê Sibata 1999’an de pêk hat. Lê bi hinceta hevdîtinan, lêpirsînên disiplînê û cezayên hucreyê ketin meriyetê. 
 
MAFÊ KU NEDANE OCALAN
 
Bêhiqûqiyên li Îmraliyê dihatin kirin tenê bi van re bisînor neman. Di qanûnên ku têkiliya di navbera parêzer û muwekîlan diyar dike de wiha tê gotin: “Kesek nikare belge, dosya û axaftinên parêzeran ên têkildarî parastinê ku bi muwekîlên xwe re kirine qeyd bike û lêkolîn bike.” Lê belê ev maf her tim hat binpêkirin. Hinek vesazkirinên nû li rêbazên sepanan ên ji bo hevdîtina parêzeran a li Îmraliyê hat zêdekirin û bi vê yekê re êdî di hevdîtinan de li gel parêzer, her wiha dê rêveberê girtîgehê jî cih bigirta. Sepanên taybet bi vê jî sînor neman, êdî dest bi qeydkirina hemû hevdîtinên parêzeran kirin. Bi vê sepanê re hiqûqa navxweyî hat serûbinkirin û Tirkiyeyê berpirsyariyên peymanên navneteweyî yên ku îmzekiribûn bi cih ne anî û binpê kirin. 
 
DOZA ÎMRALIYÊ
 
Di wê demê de Ocalan bi îdiaya binpêkirina xala 125’emîn a Qanûna Cezayan a Tirk (TCK) hat darizandin. Ew xal wiha ye: “Xerakirina yekitiya dewletê yan jî hewldana parçekirina beşekê xaka di bin serweriya dewletê de.” Darizandina Ocalan, di 31’ê Gulana 1999’an de li Dadgeha Ewlekariyê ya ya Dewletê ya Bi Hejmar 2 ya Enqereyê dest pê kir. Peyva ewil a ji devê Ocalan derketî ‘aşitî’ bû. Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê ya Bi Hejmar 2 ya Enqereyê di 29’ê Hezîrana sala 1999’an de bi dengên zêde, ji bo Ocalan biryara darvekirinê da. Ev biryar, ji hêla 9’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ve hat erêkirin. 
 
YE: MAFÊN OCALAN HATIN BINPÊKIRIN
 
Cezayê darvekirinê; di çarçoveya qanûnên guncaniyê yên Yekitiya Ewropayê (YE) û di serdema koalîsyona DSP-ANAP-MHP’ê de, li hemberî 162 dengên redê, bi 256 dengan hat rakirin. Ev guherîne, di çarçoveya pêvajoya tevlibûna YE’yê de hat dayîn û di encama guherînên qanûnan de ku cezayê muebetê yên kesên di dema aştiyê de vedigerîne cezayê muebbetê de hat dayîn. Di heman demê de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di biryara xwe ya 12’ê gulana 2005’an de destnîşan kir ku mafê parastinê yê Ocalan hatiye binpêkirin û biryar da ku mesrefên ji bo parastina Ocalan derdikevin, ji hêla Tirkiyeyê ve bên pêşwazîkirin. 
 
SERDANA CPT’YÊ 
 
Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ji bo lêkolînê, yekemîn car di 27’ê Sibat-3’yê adara 1999’an de çû Îmraliyê. Piştî serdanê jî raporeke ji 49 xalan pêk dihat amade kir. Di raporê de ji bo dema binçavkirinê heta gelek mijarên din, şîret li hikûmeta wê demê hatin kirin. Yek ji şîretên di raporê de hatine kirin jî ev bû: “Girtina Ocalan a di bin rejîmekî bi ewlehiya bilind û hiştina wî ya bi tena serê xwe li cihekî bêdeng, dê ziyanê bigihîne tenduristiya wî ya zîhnî. Ji bo pêşîlêgirtina van tiştên neyînî, hewceye tevdîrên pêwîst bên girtin.” Lê belê ne ev pêşniyar û ne jî ti pêşniyareke din a CPT’yê yên demên piştre, bi xema Tirkiyeyê bû.
 
ŞERT Û MERCÊN TECRÎD Û TENDURISTIYÊ
 
Tecrîd, îzolasyon û şert û mercên avhewayê yên biritûbet bandoreke neyînî li ser tenduristiya Ocalan kir û gelek nexweşî lê peyda bûn. Parêzerên Ocalan di sala 2007’an de li ser mûyekî serê Ocalan lêkolîn kir û derket holê ku muwekîlê wan hatiye jehrîkirin. Bi vê daxuyaniyê re berê hemû kesî kete Îmraliyê û rewşa tenduristiyê ya Ocalan. Ocalan da zanîn ku mîmariya odeya wî gelek xerabe û rêjeya karbondîoksîtê jî ji sedî 75 e. Ocalan ji parêzerên xwe xwest ku li hemberî dibêtiya jehrîkirinê, ji bo lêkolînê serî li Serokwezîrtî, Odeya Bijîşkan, CPT û DMME’yê bidin. Ocalan got dibe ku hemberî wî ketibin nava hewldaneke jehrîkirinê û ev hişyarî kiribû: “Tevî hemû şert û mercan jî ez ê li ber xwe bidim. Her hewldaneke li hemberî min dê bibe sedem ku Tirkiye bêhtir veguhere Iraqê.” 
 
BÛYERA JEHRÎKIRINÊ
 
Piştî van geşedanan, Ocalan di 7’ê adara 2007’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin kir û derheqê tenduristiya xwe de agahî dan. Ocalan da zanîn ku yek jê profesor, du bijîşk hatine Îmraliyê û agahî dane. Ocalan diyar kir ku vê şandeyê mînakên xwîn, destav û porê hilgirtine, odeya wî salek berê hatiye boyaxkirin û dibe ku ev mijara jehrîkirinê ji ber bêhna boyaxa li dîwaran hatiye dayîn qewimî be. Ocalan destnîşan kir ku ji bo dewlet di bin tawanbariya jehrîkirinê de nemîne, hewceye lêkolînên pêwîst bike. Di vê çarçoveyê de jî ji Wezîrê Edaletê yê wê demê Cemîl Çîçek xwest ku komeke bijîşkan ên xweser ên ji Ewropa û Tirkiyeyê bên giravê û lêkolînên pêwîst bikin. Demekî kin piştî van geşedanan, di nîsana 2007’an de cezayê hucreyê yê 20 rojan li Ocalan hat birîn. Ocalan li hêlekî bi pirsgirêkên tenduristiyê re têdikoşiya û li hêla din jî bi cezayê hucreyê yê 20 rojan re tecrîda di nava tecrîdê de dijiya.
 
ÎŞKENCEYA FÎZÎKÎ
 
Di tîrmeha sala 2008’an de vêcarê jî êrişa fîzîkî li dijî Ocalan hat kirin. Tevî ku nedixwest jî, pora wî hat qusandin û rastî îşkenceya fîzîkî hat. Ocalan, hucreya xwe wek ‘darbest’ pênase dikir û di cotmeha sala 2008’an de bi hinceta lêgerînê li erdê hat dirêjkirin û di hucreya wî de lêgerîn hat kirin. Ev hewldanên li dijî Ocalan ên di dema girtina wî de, rê li ber hêrseke mezin a gelê kurd vekir. Ji bilî kûrkirina pirsgirêka kurd, van hewldanan tiştekî din bi xwe re ne anî. Weke ku bi van sepanan qayîl nebin, rêveberiya girtîgehê vêcarê jî odeya Ocalan guherand û odeya wî hêj biçûktir kir. Vê yekê jî tecrîda di nava tecrîdê de hêj girantir kir.
 
OCALAN: BI ÎŞKENCEYÊ DIXWAZIN PEYAMÊ BIDIN
 
Tecrîda li ser Ocalan car bi car veguherî awayên cuda. Di hevdîtina 4’ê tîrmeha 2008’an de Ocalan ji parêzerên xwe re got ku rêveberiya girtîgehê bi darê zorê pora wî qusandiye. Ocalan, ev sepana girtîgehê wiha şîrove kir: “Pora min qusandin. Bi vê yekê dixwazin vê peyamê bidin; ‘em kengî bixwazin tu di kontrola me de yî, em dikarin her tiştekî bi te bikin, tu di destên me de yî û 24 saetan di kontrola me de yî.’”
 
SERLÊDANÊN JI BO HEVDÎTINÊ Û BERSIVÊN HATIN DAYÎN
 
Li hêlekî ev sepanên li dijî Ocalan didomiyan û li hêla din jî serlêdanên ji bo hevdîtina bi Ocalan re yên parêzer û malbatê bi hincetên cuda dihatin redkirin an jî qet nedihatin bersivandin. Di sala 1999’an de ku Ocalan radestî Tirkiyeyê hatibû kirin, Ocalan 62 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Di sala 2000’ê de bi giştî 54 serlêdan hatin kirin û ji wan serlêdanan 34 jê hatin qebûlkirin û 20 jî hatin redkirin. Di sala 2001’an de 52 serlêdanên ji bo hevdîtinê hatin kirin. Ji van serlêdanan 34 hatin qebûlkirin û 18 jî hatin redkirin. Di sala 2002’yan de 52 serlêdan hatin kirin û ji van 34 jê hatin qebûlkirin û 18 jî hatin redkirin. Di sala 2003’yan de 55 serlêdan hatin kirin û ji van serlêdanan 20 hatin qebûlkirin û ji bo 35’an jî destûr nehat dayîn. Ji bo serlêdanên hatine redkirin jî gelemperî ‘muxalefeta hewa’ wek sedem hat nîşandan. Parêzerên Ocalan di sala 2004’an de ji bo hevdîtinê 53 caran serlêdan kir lê ji van serlêdanan 29 jê hatin qebûlkirin û 24 jî hatin redkirin. Di sala 2005’an de 51 serlêdan hatin kirin û ji van tenê 16 jê hatin qebûlkirin. Di sala 2006'an de jî parêzeran 60 caran ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re serlêdan kirin lê ji van 24 jê hatin qebûlkirin û 36 jî hatin redkirin. Di sala 2007’an de parêzeran 60 caran serlêdan kirin lê ji van 30 bi erênî hatin bersivandin û yên din jî hatin redkirin. 
 
HINCETA NÛ ‘KEŞTÎ XERABE YE’
 
Ji 56 serlêdanên parêzeran ên di sala 2008’an de 37 jê hatin qebûlkirin û 19 jî hatin redkirin. Serlêdanên beriya niha bi hinceta ‘muxalefeta hewa’ dihatin redkirin lê vêcarê li serlêdanên sala 2008’an hinceta ‘keştî xerabe ye’ jî hat zêdekirin. Ji 61 serlêdanên sala 2009'an 50 jê hatin qebûlkirin û 11 jî hatin redkirin. Di sala 2010’an de parêzeran 65 serlêdan kirin lê ji van 43 heb bi erênî û 22 jî bi neyînî hatin bersivandin. Di sala 2011’an de parêzeran 84 caran serlêdan kirin. Ji van 24 bi erênî û 23 jî bi neyînî hatin bersivandin. Ji bo redkirina 2 serlêdanên sala 2011’an jî hinceta ‘betlaneya cejnê’ hat nîşandan. Di sala 2012’an de parêzeran 104 caran serlêdan kir. Lê tevek jî hatin redkirin. Ji van serlêdanan 73 jê bi hinceta ‘keştî xerabe ye’, 14 jê bi hinceta ‘muxalefeta hewa’, 16 jê bi hinceta ‘keştî tê çêkirin’ û ji bo serlêdanekê jî hinceta ‘betlaneya cejnê’ wek sedema redkirinê hatin nîşandan. Di sala 2013’an de jî 102 serlêdan hatin kirin û ji van serlêdanan 82 bi hinceta ‘xerabûna keştiyê’, 12 bi hinceta ‘muxalefeta hewa’ û 4 jî bi hinceta ‘betlaneya fermî’ hatin redkirin. Anku hemû jî hatin redkirin. Di sala 2014’an de parêzeran ji bo hevdîtinê 104 serlêdan kirin lê tevek jî hatin redkirin. Di vê çarçoveyê de 86 serlêdan bi hinceta ‘xerabûna keştiyê’, 9 serlêdan bi hinceta ‘muxalefeta hewa’, 6 serlêdan bi hinceta ‘keştî tê çêkirin’ û 3 serlêdan jî bi hinceta ‘betlaneya fermî’ hatin redkirin. Di sala 2015’an de bi giştî 100 serlêdan hatin kirin. Daxwaza hevdîtinê yên vê salê jî bi temamî hatin redkirin. Ji van serlêdanan 24 jê bi hinceta ‘muxalefeta hewa’, 20 jê bi hinceta ‘erzeya di keştiyê de’, 37 bi hinceta ‘keştî xera bûye’ û 20 serlêdan jî bi hinceta ‘keştî tê çêkirin’ hatin redkirin. 
 
‘BIRYARÊN DADGEHÊ’ DI DEWRÊ DE NE!
 
Yek ji salên ku tecrîda li Îmraliyê her ku diçû girantir dibû jî sala 2016’an bû. Di 15’ê tîrmeha 2016’an de hewldana darbeyê çêbû û parêzeran xwest biçin Îmraliyê. Lê vêcarê jî biryarên dadgehan ên di navbera 3 û 6 mehan de hatine dayîn wek hincet hatin nîşandan û daxwazên serlêdanê hatin redkirin. Di sala 2016’an de 124 serlêdan hatin kirin. Heta 15’ê tîrmeha 2016’an hincetên wek ‘muxalefeta hewa’, ‘keştî xerab bûye’ û ‘keştî di tamîrê de ye’ dihatin nîşandan. Lê piştî 15’ê tîrmehê jî ji bo redkirina serlêdanan hincetên wek “dema şert û merc guncav bûn”, “dozgeriyê daxwaz nexistiye nav dosyayê” û “biryara dadgehê” hatin nîşandan. Ji serlêdanên hatine kirin 2 jê bi hinceta “dema şert û merc guncav bûn”, 1 bi hinceta “dozgeriyê daxwaza hevdîtinê nexistiye nava dosyayê”, ji bo 64’an hinceta “biryara dadgehê”, ji bo 46’an hinceta “keştî xerabe ye”, ji bo 7’an hinceta “muxalefeta hewa” û ji bo 2 serlêdanan jî hinceta “erzeya keştiyê heye” hat nîşandan. Di heman demê de bersiva 2 serlêdanan jî nehat dayîn. 
 
Di sala 2017’an de 10 û di sala 2018’an de jî 102 serlêdan hatin kirin. Temamiya van serlêdanan bi hinceta “Biryara dadgehê” hatin redkirin. Ji 104 serlêdanên di sala 2019’an de hatine kirin 5 jê bi erênî hatin bersivandin, 32 jê bi hinceta “biryara dadgehê” hatin redkirin û ji bo 67 serlêdanan jî tu bersivek nehat dayîn. Di sala 2020’an de bi giştî 89 serlêdan hatin kirin. Lê bersivekî erênî yan jî neyînî nedan 60 serlêdanan. 29 serlêdan jî bi hinceta “biryara dadgehê” hatin redkirin. 
 
BERSIVÊ NADIN SERLÊDANAN 
 
Di sala 2021’an de jî parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re 171 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Ji serlêdanên heta 12’ê adarê 20 jê bi hinceta “biryara dadgehê” hatin redkirin. Parêzerên Ocalan heta 12’ê adarê jî hefteyê du caran serlêdan dikirin. Lê piştî ku li ser medyaya civakî derheqê tenduristiya Ocalan de hinek agahî hatîn parvekirin, vêcarê parêzeran êdî her roj serlêdan dikirin. Parêzeran piştî 12’ê adarê, bi giştî ji bo hevdîtinê 151 caran serlêdan kirin lê serdozgeriyê hemû serlêdan jî bêbersiv hiştin. 
 
JI HEZAR Û 875 SERLÊDANAN TENÊ 442 HATIN QEBÛLKIRIN
 
Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re di heyva çileya sala 2022’yan de 8 û di sibatê de jî heta niha 2 serlêdan kirine. Lê tu bersivek ji van serlêdanan re nehatiye dayîn. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, ji sala 1999’an heta niha bi giştî hezar û 875 caran serlêdan kirin. Ji van serlêdanan 442 jê hatin qebûlkirin û hezar û 433 serlêdan jî hatin redkirin. 
 
OCALAN LÎSTIKA HEYÎ VALA DERXIST
 
Ji roja Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin heta niha, hemû mafên wî yên şexsî ku bi peymanên neteweyî û navneteweyî hatine destnîşankirin, di şexsê Ocalan de hatin binpêkirin. Ji qusandina porê heta jehrîkirinê, guherandina odeya wî ya bi darê zorê, astengkirina peywendiyan û heta astengkirina hevdîtinên bi parêzer û malbatê re, li rastî gelek binpêkirinan hat. Di vê pêvajoya 23 salan de pergala tecrîd û îşkenceyê ya li ser Ocalan hat girankirin. Lê tevî vê yekê jî bi têkoşîna xwe, ev lîstike tevek jî vala derxistin. 
 
MA / Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

05/02/2022
10:24 Tîryakî: AKP’ê ji bo Guzel hêj zû de biryar da bû
10:16 Şaredarî bêyî ku cih ji dikandaran veqetîne pasaja wan hildiweşîne
09:04 Dayikên cizîrî 15'ê Sibatê şermezar kirin: Em deyndarê Ocalan in
09:04 'Cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh in'
09:04 Fatûreya wî ya ceryanê 17 hezar hat: Karê xwe li ber mûmikê dike
09:04 Gelan bi şoreşê bersiva komployê dan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2022'YAN
04/02/2022
22:16 Balafirên keşfê li ser Mexmûrê digerin
20:47 Li Xîzanê serbanê qada sporê hilweşiya: 2 zarok birîndar bûn
20:39 Polîsan daxuyaniya ji bo astengkirina muzîka kurdî asteng kir
20:13 Erdogan: Mala Barzanî wan helwestên xwe yên cuda îspat dikin
19:56 CFWIJ: Demildest Yalçin berdin
17:26 Hevşaredarê Amedê Mizrakli sewqî Edîrneyê hat kirin
17:22 Li Girtîgeha Amedê îşkence
16:47 Bavê girtî: Di 75 salên emrê xwe de min yek carê jî edalet nedît
16:41 Bi hezaran kes li dijî zeman derketin kolanan
16:36 Rojnamevanê ku hatibû binçavkirin hat berdan
16:27 Girtîgehê ava girtiyan kêm kir
16:25 Li Girtîgeha Bunyanê îşkence: Rewşa girtiyekî giran e
16:06 Bijîjk li pêş Meclisê ne: Heke vesazkirin neyên kirin em ê biçin grevê
15:38 Xwekujên DAIŞ'ê berdan
15:24 Ji Nobeta Edaletê: Em naxwazin darbestên zarokên me bên
14:42 Malbatên girtiyan ên hatin binçavkirin: Bila girtî nemirin
14:31 Rêxistinên civaka sivîl bang kir: Peymanên dersînorkirinê betal bikin
14:27 Aydenîz: Rêya aştî û demokrasiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:04 PFDK’ê ceza li Amedsporê birî
14:03 Doza Kobanê: Netew dewlet di eslê xwe de qirêj in
13:38 Ji 4 binçavkiriyên Hezexê yek jê hat girtin
13:28 Ji bo penaberê bi îşkenceyê hatiye kuştin gilî hat kirin
13:02 Rêxistinên sivîl: Deriyê ÎHD deriyê me hemûyan e
12:36 Çalakiyên ‘dişêlînin' belav dibin
12:33 Girtî Altug tevî biryara dadgehê jî nayê berdan
12:26 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Hejmara girtiyên ketine greva birçîbûnê derket 8 kesan
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi şev û roj li edaletê digerin
10:40 Aykol: Li dijî faşîzmê tekane rêya serkeftinê, têkoşîna hevpar e
10:20 Rojnamevan Nurcan Yalçin kirin binçavan
10:17 Rojnamevan Kaya: PDK’ê jî di êrişên Tirkiyê de cih girt
09:59 ‘Girtîgehê dizanî ku birayê min dê bimre lewma berdan’
09:18 Ji bo cenazeyên keçên xwe çûn lê yên lawên xwe wergirtin!
09:06 Tecrîda girankirî ya 23 salan
09:06 Hatîmogûllari: Berpirsekî van êrişan jî rêvebiriya Kurdistana Federe ye
09:06 Berî bê berdan bi 2 rojan înfaza wî hat şewitandin
09:06 Parêzer Ozdemir: Divê darizandin bê sekinandin, siyasetmedar bên berdan
09:06 Ji bo berdana Tûglûkê bang kirin: Dem dema liv û tevgerê ye
09:06 Sedema nekêfxweşiya amediyan: Pirsgirêka kurd e
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2022'YAN
03/02/2022
22:41 Li kesê ku destdirêjî kir 40 sal û 6 meh ceza hat birîn
20:34 Balafirên Tirkiyeyê Şehbayê bombe kirin
19:56 Li Şengalê êriş bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
19:04 Bîden: Operasyona kuştina Qureyşî bi tevkariya hevkarê me QSD'ê bi ser ket
18:29 Kesên jiyana xwe ji dest dan li Tirbêspiyê û Hesekê hatin birêkirin
18:20 Dêrik careke din hat bombekirin
18:00 HDP ji bo kongreya Îzmîrê belavok belav kirin
17:26 Wêjegeh Amedê bernameya meha Sibatê eşkere kir
16:57 Baroya Amedê: Li ÎHD'ê lêgerîneke li dijî hiqûqê pêk hat
16:43 Nobeda Edaletê: Hiqûqa xwe pêk bînin
15:58 Komîsyona Amedekariyê biryara rakirina destnedayîna Guzel da
15:14 Jinan kartên piştevaniyê ji Aysel Tugluk re şandin
15:02 Parêzerên OHD û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê çûn serdana malbata Şenyaşar
15:00 Li Hezexê jineke ciwan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:56 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Nebin şirîkê mirinan
13:48 Doza Kobanê: Cihekê ku dewlet lê bi hêz be tiştek lê şîn nabe
13:21 AYM’ê serlêdana ji bo Îmraliyê red kir!
13:21 Li dijî êrişên Tirkiyeyê berteka hevpar: Hevkariya bi dijmin re bi we nade qezenckirin
13:20 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:08 Li Santrala Nukleerê kartên karkerên kurd hatin betalkirin
12:54 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji ber edliyê neçim
12:39 Qeyûmê Amedê di "Azmûna Payebilindbûna Peywirê" de nelirêtî kiriye
12:32 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:27 Gunay ji Barzanî re got: Ew wêneyê erêkirina şerê li dijî kurdan e
12:26 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:07 Zeydan çû serdana HDP’ê
11:51 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Dirbêsiyê kir
11:45 Erdogan: Em biryara Konseya Ewropayê ya ji bo Kavala nas nakin
11:44 Li gorî TUÎK'ê enflasyona salan e ji sedî 48.69
11:25 ‘NY û Iraq jî şirîkên êrişa Tirkiyeyê ne’
11:24 Zeytûn: Dozger û polîsan sûc kiriye, kes nikare deriyê ÎHD'ê bişikîne
10:57 Rojnameger Evran: Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê êriş kir
10:56 Ji rojnamevan Şahîn re heta 15 salan cezayê hepsê hat xwestin
10:40 Rêvebera YNK’ê: Eger PDK alîkar nebe, Tirkiye nikare êriş bike
10:34 Bi roketan êrişî Baregeha Tirkiyeyê ya Başîqayê kirin
10:24 Yalçindag: Bi biryara DMME’yê re doza girtina HDP’ê jî têk çû
10:24 KCDP: Di meha ewil a salê de 26 jin hatin kuştin
10:22 Hunermendên NÇM'ê: Em ê bi zimanê xwe hunera xwe bikin
09:32 Çawişê pispor bi parlamenterê MHP'î gef li wê xwar
09:12 Salih Muslim: Ya li Îmraliyê tê tecrîdkirin rastiya gelê kurd e
09:10 Cerdevan Osman O. dest dirêjî du keçên xwe kiriye
09:08 ‘Êdî em nikarin sewalan xwedî bikin'
09:05 Polîsan pankarta zemê daxist: Dê kî pêşî li ber vê şêlandinê bigire?
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2022'YAN
08:28 Polîsan avêt ser avahiya ÎHD'a Amedê
02/02/2022
23:17 Mazlûm Ebdî: Êrişên Tirkiyeyê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê qels dike
22:05 Li Şirnexê eskerek mir
21:31 Berteka NY'yê: Tirkiye sivîl hedef girtin
20:27 Guleyek hewanê li gundekî Qoserê ket
20:21 Bombebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
19:41 Piştî êrişan Erdogan û Barzanî hatin cem hev
19:30 Li Dêrikê di êrişa hewayî de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
19:20 Zirgan hat bombebarankirin