Ji bo cenazeyên keçên xwe çûn lê yên lawên xwe wergirtin!

img

ŞIRNEX - Du dayik li Cizîrê hene, xwedî heman serpêhatî, xem û çarenûsê ne. Li cenazeyên keçên xwe yên di jêrzemînên Cizîrê de hatibûn qetilkirin digeriyan, lê rastî cenazeyên lawên xwe hatin. Her du dayik jî ji bo xwedî li têkoşîn û berxwedana zarokên xwe derkevin niha mil dane milê hev û tedikoşin û dixwazin xeyalên zarokên xwe yên nîvco mayî pêk bînin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 14'ê Kanûna 2015'an de qedexeya derketina derve hat ragihandin. Li gel ragihandina qedexeya derketina derve ketin û derketina navçeyê hat qedexekirin. Li gel vê xetên telefon, înternet û ceyranan jî hatin birîn. Li navçeyê ciwanên kurd tevî hemû êrişên dijwar jî ji bo rûmeta xwe tekoşiyan. Di qedexeya 79 rojan de 288 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li aliyê din di 7'ê Sibata 2016'an de 177 kesên ku di jêrzemînan de dorpeçkirî man, bi komî hatin qetilkirin. Di ser komkujiya li jêrzemînên Cizîrê de 6 sal derbas bûn, lê birînên malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan weke duh teze ne. Di 10'ê Sibatê de jêrzemîna sêyemîn hat bombebarankirin. Di jêrzemîna ku tê de birîndar hebûn, yek kes jê rizgar nebû. Ji van kesên hatin qetilkirin Hacer Arslan (19) a ku hêj cenazeyê wê nehatiye dîtin û Yasemîn Çikmaz (16) bûn. Cenazeyê Yasemîn Çikmaz di sibata 2021'an de radestî malbatê tê kirin. 
 
 
DU DAYIK Û HEMAN SERPÊHATÎ
 
Çîrok û çarenûsa dayikên Arslan û Çikmaz ên di heman jêrzemînê de asê mane, her çiqas yek ji bin, bi vê jî sînordar namînin û her du dayik jî di berxwedanê de hevûdin dibînin. Dayika Hacer Arslan, Hiznê Arslan a ku 6 sal in li cenazeyê keça xwe digere, dema ku cenazeyê keça xwe digere rastî cenazeyê kurê xwe Saîd (22) tê.
 
Dayika Yasemîn Çikmaz, Esmer Çikmaz jî xwîna ku ji bo keça xwe dide nexweşxaneyê rastî cenazeyê kurê xwe Vahap tê. 
 
Her du dayikên ku xwedî heman xem û çarenûsê ne piştî zarokên xwe dikevin nava xwebatên têkoşînê û bi hev re dest bi xebatan dikin. Her du dayikên ku niha mil dane milê hev têdikoşin, tenê armanca wan ew e ku xeyalên zarokên xwe yên nîvco mayî pêk bînin.
 
BIRA, KEÇ Û LAW DAN PEY HEV… 
 
Hiznê Arslan piştî zarokên xwe dide têkoşîna azadiyê, di sala 2017'an de dikeve nava xebatên têkoşînê. Di heman salê de hevserokatiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Cizîrê dike. Dayik Arslan, niha jî di rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Cizîrê de cih digire. Hiznê Arslan, anî ziman ku tişta ku herî bi êş ew bû ku dema li cenazeyê keça xwe digeriya rastî cenazeyê lawê xwe hat û wiha qala wan rojan kir: "Navê Hacer jî di jêrzemîna ewil de derbas bû. Gotin sax e lê nebirîndare. Pişt re gotin jêrzemîn hatine şewitandin. Çawa wisa gotin min zanî ku şehîd ketiye. Pişt re me li Silopiya, Cizîrê û Mêrdînê xwîn da. Beriya jêrzemînên Cizîrê birayê min jî di qedexeyan de hatibû qetilkirin. Li gel cenazeyê Hacerê ez li cenazeyê birayê xwe jî digeriyam. Dû re me cenazeyê birayê min teşhîs kir û me anî veşart. Di ser veşartina birayê min de 20 roj derbas bûn vê carê jî telefon ji min re hat û gotin, 'Cenazeyê we eşkere bûye û li Rihayê ye, divê hûn biçin Rihayê'. Ez çûm Rihayê. Ez çawa ku çûm min darbest dît. Min got, 'Na ev darbest ne darbesta Hacerê ye. Lê xwişka min dizanibû ew darbest ne ya keça min e darbesta kurê min e. Min kir hawar… Min darbestê vekir û têde cenazeyek bêserî dît. Serê wî tunebû. Min kurê xwe bi diranê wî nas kir. Ew Seîdê min bû. Ev 6 sal di ser re derbas bûn, lê hê min jibîr nekiriye. Ew cenaze qet ji ber çavê min naçe. Heta ku ez hebim ez ê wê rojê jibîr nekim. Ez ê li ser zarokên xwe jî bikim wesiyet ku vê hovitiyê nedin jibîrkirin. Ez li cenazeyê keça xwe digeriyam lê ez rastî cenazeyê kurê xwe hatim." 
 
'BERXWEDAN JIYAN E'
 
Arslan, da zanîn ku di her keliyekê jiyanê de bîranînên zarokên wê bi wê re ne û wiha domand: "Min ji kurê xwe Seîd pir zêde hez dikir. Hezkirina wî ya li hemberî vê dozê cuda bû. Dema ku min cenazeyê wî stendî, min got ez soz didim te ez ê vê doza te bilind bikim. Seîd her ji min re digot, 'Dayê berxwedan jiyan e'. Dema ku min şîna wan dikir ev gotin hat bîra min û ez rabûm ser piyên xwe. Ev gotin ne gotineke sivik û vala bû. Ji ber ku ez nebaş bûm min dest bi tedawiyê kir. Ez berê xwe didim û li kîjan kolanên Cizîrê digerim xwîna zarokên min li ber çavên min e. Di her kolan û kuçeyên Cizîrê de xwîna zarokên me hene. Pişt re min biryar da ku di nav xebatên partiyê de cih bigirim. Ji bo têkoşîna zarokên min li erdê nemîne, min dest bi xebatan kir. Min ev biryar bi serê xwe da. Têkoşîna min her berdewam dike.” 
 
'MIN SOZ DAYE ZAROKÊN XWE'
 
Arslan, anî ziman ku ew soza ku wê daye zarokên xwe wê heta dawiyê bibe serî û got: "Çi dibe bila bibe ez ê dev ji vê tekoşînê bernedim. Tişta ku herî zêde li ber dilê dayika bi qîmete kezeb e. Min soz daye zarokên xwe tişta ku wan jê hez dikir ez ê jî berê xwe bidim wê derê. Heta ku emrê min heye ez ê dev ji doza wan bernedim. Ez ji keziyên Hacerê û ji bedena Seîdê xwe neçêtirim. Navê wan hêz û qewetê dide tekoşîna min." 
 
LI CENAZEYÊ KEÇA XWE DIGERIYA LÊ YÊ KURÊ XWE DÎT!
 
Dayika Yasemîn Çikmaz, Esmer Çikmaz jî xwîna ku ji bo wergertina cenazeyê keça xwe dabû nexweşxaneyê, li ya lawê wê tê û derdikeve holê ku lawê wî jî jiyana xwe ji dest daye. Çikmaz, piştî ku her du zarokên wê jî tên qetilkirin ew jî soz dide ku di nav xebatan de cihê xwe digire û niha di rêveberiya HDP'a Cizîrê de bi awayeke çalak cihê xwe digire û dixebite. 
 
Çikmaz, destnîşan kir ku ew ê tu caran bîranînê zarokên xwe nede jibîrkirin û wiha axivî: "Gotin têra tiştên ku hatine serê me nakin. Piştî ragihandina qedexeya derketina derve tu kes nema. Em jî ji neçariya xwe derketin û li hemberî jêrzemînan em bi cih bûn. Yasemîn li min geriya û got, 'Ez ê werim kincên xwe bistînim' Ez jî ber bi malê ve hatim. Piştre me hevdû wenda kir û li min geriya got, 'Ez pişt nadim hevalên xwe ez nayêm'. Di jêrzemînan de ma. Careke din jî li min geriya dixwest ku bê. Lê vê carê jî rê lê hatibûn girtin û nekarî bê. Di 3'yê Sibatê de avêtin ser jêrzemînê û di nûçeyan de hat gotin ku giranî birîndar e. Me xwest ku em biçin rizgar bikin. Lê nehiştin ku em biçin. Bêhna goştê zarokên me dihat me. Ne 6 sal weke ku hêj 6 roj di ser re derbas bûye. Ji bo ku cenazeyê keça xwe bibînim me serlêdan li her derê kir. Çend roj di ser re derbas bûn nû encamê xwînê derketin. Min cenazeyê keça xwe anî veşart. Ji bo Yasemînê me xwîn dabû û di 21'ê Adara 2016’an de ji Mêrdînê li bavê wê geriyan û gotin, 'We ji bo keçika xwe xwîn daye. Lê xwîna we û cenazeyeke din li hev hatiye, werin cenazeyê xwe bistînin'. Me ji bo Yasemînê xwîn dabû, lê kurê min derket. Kurê min li hawara wan hatibû lê negihiştibû wan.” 
 
'EV DAR WÊ HER ŞAX BIDE' 
 
Çikmaz diyar kir ew ê heta dawiya emrê xwe li ser bîr û baweriya zarokên xwe bimeşe û wiha got: "Min soz daye wan. Vê mîrasa ku wan ji me re hiştiye, em ê nîvco nehêlin. Ew riya heqîqetê û qencîyê bû. Em ê her tim şopdarê wê riyê bin. Wan ji min re kiribû wesiyet û gotibûn, 'Li ser me negirî. Mirineke bi rûmet ji ya koletî çêtire'. Bila min efû bikin. Dema ku ez behsa wan dikim ez digirîm. Ev 3 sal in ez di nav xebatan de cihê xwe digirim. Heta ku ez xwe li ser lingan bigirim ez ê li ser riya wan bimeşim. Qasî ku ji destê min tê ez li ser wan nagirîm. Çimkî ew ne kesên wisa bûn ku mirov li ser wan bigirî. Ew ê nikaribin vê darê ji kokê rakin. Ev dar wê dîsa şax bide. Tenê sûcê me kurdbûyîna me ye. Em bi kurdbûna xwe serbilind in. Bangawaziya me ji hemû dayikan re ew bila li hemberî vê zilmê xwe bêdeng nekin û xwedî li tekoşîna zarokên xwe derbikevin. Weke ku zarokên me dibêjin, bila mirineke bi şeref û  rûmet be, lê ne mirineke bi koletî be.” 
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

05/02/2022
10:24 Tîryakî: AKP’ê ji bo Guzel hêj zû de biryar da bû
10:16 Şaredarî bêyî ku cih ji dikandaran veqetîne pasaja wan hildiweşîne
09:04 Dayikên cizîrî 15'ê Sibatê şermezar kirin: Em deyndarê Ocalan in
09:04 'Cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh in'
09:04 Fatûreya wî ya ceryanê 17 hezar hat: Karê xwe li ber mûmikê dike
09:04 Gelan bi şoreşê bersiva komployê dan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2022'YAN
04/02/2022
22:16 Balafirên keşfê li ser Mexmûrê digerin
20:47 Li Xîzanê serbanê qada sporê hilweşiya: 2 zarok birîndar bûn
20:39 Polîsan daxuyaniya ji bo astengkirina muzîka kurdî asteng kir
20:13 Erdogan: Mala Barzanî wan helwestên xwe yên cuda îspat dikin
19:56 CFWIJ: Demildest Yalçin berdin
17:26 Hevşaredarê Amedê Mizrakli sewqî Edîrneyê hat kirin
17:22 Li Girtîgeha Amedê îşkence
16:47 Bavê girtî: Di 75 salên emrê xwe de min yek carê jî edalet nedît
16:41 Bi hezaran kes li dijî zeman derketin kolanan
16:36 Rojnamevanê ku hatibû binçavkirin hat berdan
16:27 Girtîgehê ava girtiyan kêm kir
16:25 Li Girtîgeha Bunyanê îşkence: Rewşa girtiyekî giran e
16:06 Bijîjk li pêş Meclisê ne: Heke vesazkirin neyên kirin em ê biçin grevê
15:38 Xwekujên DAIŞ'ê berdan
15:24 Ji Nobeta Edaletê: Em naxwazin darbestên zarokên me bên
14:42 Malbatên girtiyan ên hatin binçavkirin: Bila girtî nemirin
14:31 Rêxistinên civaka sivîl bang kir: Peymanên dersînorkirinê betal bikin
14:27 Aydenîz: Rêya aştî û demokrasiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:04 PFDK’ê ceza li Amedsporê birî
14:03 Doza Kobanê: Netew dewlet di eslê xwe de qirêj in
13:38 Ji 4 binçavkiriyên Hezexê yek jê hat girtin
13:28 Ji bo penaberê bi îşkenceyê hatiye kuştin gilî hat kirin
13:02 Rêxistinên sivîl: Deriyê ÎHD deriyê me hemûyan e
12:36 Çalakiyên ‘dişêlînin' belav dibin
12:33 Girtî Altug tevî biryara dadgehê jî nayê berdan
12:26 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Hejmara girtiyên ketine greva birçîbûnê derket 8 kesan
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi şev û roj li edaletê digerin
10:40 Aykol: Li dijî faşîzmê tekane rêya serkeftinê, têkoşîna hevpar e
10:20 Rojnamevan Nurcan Yalçin kirin binçavan
10:17 Rojnamevan Kaya: PDK’ê jî di êrişên Tirkiyê de cih girt
09:59 ‘Girtîgehê dizanî ku birayê min dê bimre lewma berdan’
09:18 Ji bo cenazeyên keçên xwe çûn lê yên lawên xwe wergirtin!
09:06 Tecrîda girankirî ya 23 salan
09:06 Hatîmogûllari: Berpirsekî van êrişan jî rêvebiriya Kurdistana Federe ye
09:06 Berî bê berdan bi 2 rojan înfaza wî hat şewitandin
09:06 Parêzer Ozdemir: Divê darizandin bê sekinandin, siyasetmedar bên berdan
09:06 Ji bo berdana Tûglûkê bang kirin: Dem dema liv û tevgerê ye
09:06 Sedema nekêfxweşiya amediyan: Pirsgirêka kurd e
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2022'YAN
03/02/2022
22:41 Li kesê ku destdirêjî kir 40 sal û 6 meh ceza hat birîn
20:34 Balafirên Tirkiyeyê Şehbayê bombe kirin
19:56 Li Şengalê êriş bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
19:04 Bîden: Operasyona kuştina Qureyşî bi tevkariya hevkarê me QSD'ê bi ser ket
18:29 Kesên jiyana xwe ji dest dan li Tirbêspiyê û Hesekê hatin birêkirin
18:20 Dêrik careke din hat bombekirin
18:00 HDP ji bo kongreya Îzmîrê belavok belav kirin
17:26 Wêjegeh Amedê bernameya meha Sibatê eşkere kir
16:57 Baroya Amedê: Li ÎHD'ê lêgerîneke li dijî hiqûqê pêk hat
16:43 Nobeda Edaletê: Hiqûqa xwe pêk bînin
15:58 Komîsyona Amedekariyê biryara rakirina destnedayîna Guzel da
15:14 Jinan kartên piştevaniyê ji Aysel Tugluk re şandin
15:02 Parêzerên OHD û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê çûn serdana malbata Şenyaşar
15:00 Li Hezexê jineke ciwan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:56 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Nebin şirîkê mirinan
13:48 Doza Kobanê: Cihekê ku dewlet lê bi hêz be tiştek lê şîn nabe
13:21 AYM’ê serlêdana ji bo Îmraliyê red kir!
13:21 Li dijî êrişên Tirkiyeyê berteka hevpar: Hevkariya bi dijmin re bi we nade qezenckirin
13:20 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:08 Li Santrala Nukleerê kartên karkerên kurd hatin betalkirin
12:54 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji ber edliyê neçim
12:39 Qeyûmê Amedê di "Azmûna Payebilindbûna Peywirê" de nelirêtî kiriye
12:32 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:27 Gunay ji Barzanî re got: Ew wêneyê erêkirina şerê li dijî kurdan e
12:26 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:07 Zeydan çû serdana HDP’ê
11:51 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Dirbêsiyê kir
11:45 Erdogan: Em biryara Konseya Ewropayê ya ji bo Kavala nas nakin
11:44 Li gorî TUÎK'ê enflasyona salan e ji sedî 48.69
11:25 ‘NY û Iraq jî şirîkên êrişa Tirkiyeyê ne’
11:24 Zeytûn: Dozger û polîsan sûc kiriye, kes nikare deriyê ÎHD'ê bişikîne
10:57 Rojnameger Evran: Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê êriş kir
10:56 Ji rojnamevan Şahîn re heta 15 salan cezayê hepsê hat xwestin
10:40 Rêvebera YNK’ê: Eger PDK alîkar nebe, Tirkiye nikare êriş bike
10:34 Bi roketan êrişî Baregeha Tirkiyeyê ya Başîqayê kirin
10:24 Yalçindag: Bi biryara DMME’yê re doza girtina HDP’ê jî têk çû
10:24 KCDP: Di meha ewil a salê de 26 jin hatin kuştin
10:22 Hunermendên NÇM'ê: Em ê bi zimanê xwe hunera xwe bikin
09:32 Çawişê pispor bi parlamenterê MHP'î gef li wê xwar
09:12 Salih Muslim: Ya li Îmraliyê tê tecrîdkirin rastiya gelê kurd e
09:10 Cerdevan Osman O. dest dirêjî du keçên xwe kiriye
09:08 ‘Êdî em nikarin sewalan xwedî bikin'
09:05 Polîsan pankarta zemê daxist: Dê kî pêşî li ber vê şêlandinê bigire?
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2022'YAN
08:28 Polîsan avêt ser avahiya ÎHD'a Amedê
02/02/2022
23:17 Mazlûm Ebdî: Êrişên Tirkiyeyê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê qels dike
22:05 Li Şirnexê eskerek mir
21:31 Berteka NY'yê: Tirkiye sivîl hedef girtin
20:27 Guleyek hewanê li gundekî Qoserê ket
20:21 Bombebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
19:41 Piştî êrişan Erdogan û Barzanî hatin cem hev
19:30 Li Dêrikê di êrişa hewayî de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
19:20 Zirgan hat bombebarankirin