Malbatên girtiyan ên hatin binçavkirin: Bila girtî nemirin

img
STENBOL - Malbatên girtiyan ên li pêş ATK'ê di êrişa polîsan de hatin binçavkirin, xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan û vê bangê kirin: "Bila girtî nemirin." 
 
Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re (TDÎ), duh bi dirûşmeya "Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî" li pêş Saziya Tiba Edlî ya li Yenîbosnaya Stenbolê çalakiyek li dar xistibû. Polîsan êrişî çalakiyê kiribû û 17 kes binçav kiribûn û birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê. Burcugul Çûbûk a di nav kesên hatin binçavkirin de bû ji ber testa wê  ya koronayê pozîtîf derket hat berdan. 16 kesên bi îdiaya "Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan kirine" îfadeyên wan li miduriyeta polîsan hatin girtin, sewqî Edliyeya Bakirkoyê hatin kirin. 16 kesên piştî îfade wergirtina dozgeriyê sewqî dadgehê hatin kirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
ÊRIŞ ŞERMEZAR KIRIN
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Ferhat Encu, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî ku bi armanca êrişa polîsan şermezar bikin li pêş edliyeyê hatin gelhev, li vir daxuyanî dan. Xizma girtiyên nexweş û Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Kumrî Akgul ewilî axivî û wiha got: "Em ne dewlemendiyê zarokên xwe dixwazin. Kurd, tirk, çerkez, elewî û ereb qet ferq nakin. Dayik dayik in."
 
POLÎTÎKAYA DEWLETÊ 
 
Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr jî diyar kir ku bi mehane balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, girtî terkî mirinê hatine kirin û ev polîtîkayeke dewletê ya taybet e. Demîr, da zanîn ku ev rewş rêbazeke cezayî ye û wiha got: "Ji wan daxwaza me ya minetê nîne. Em dixwazin ku qanûnên exlakî, etîk û tibbî pêk bînin. Em li hemberî pêkanînên li dijî mirovahiyê bin. Malbat naxwazin cenazeyên zarokên wan radestî wan bên kirin. Ji ber vê yekê em ê berdewamî teşhîrkirina helwesta ATK'ê bikin."
 
'MALÊN MIRINÊ' YÊN AKP'Ê Û MHP'Ê
 
Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu jî wiha axivî: "Girtîgeh vegerîne malên mirinê. Her roj girtiyekî nexweş jiyana xwe ji dest dide. Ji ber mirin çênebin û zarok bên dermankirin dayik qêrînên xwe bilind dikin. Lê mixabin hişmendiya AKP'ê û MHP'ê ku vî welatî bi rê ve dibe ji vî dengê wijdanî re bêdeng dimîne. Ev hişmendî bi tecrîdkirinê hewl dide hem dengê derve bi tepisîne hem jî vîna hundir teslîm bigire."
 
BANG KIR             
 
Serokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, da zanîn ku desthilat hewl dide civakê bênasname bihêlin û wiha got: "Mafê jiyanê jî nas nakin. Dikevin pêş mafê jiyanê yên girtiyên nexweş. Ji ber vê yekê ez bang li hêzên bi rêxistin, sosyalîst, demokrat û têkoşîna mafên mirovan didin dikim; ji bo mafê jiyanê û li dijî tecrîdê em li rex kesên li ber xwe didin bibin."
 

Sernavên din

05/02/2022
10:24 Tîryakî: AKP’ê ji bo Guzel hêj zû de biryar da bû
10:16 Şaredarî bêyî ku cih ji dikandaran veqetîne pasaja wan hildiweşîne
09:04 Dayikên cizîrî 15'ê Sibatê şermezar kirin: Em deyndarê Ocalan in
09:04 'Cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh in'
09:04 Fatûreya wî ya ceryanê 17 hezar hat: Karê xwe li ber mûmikê dike
09:04 Gelan bi şoreşê bersiva komployê dan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2022'YAN
04/02/2022
22:16 Balafirên keşfê li ser Mexmûrê digerin
20:47 Li Xîzanê serbanê qada sporê hilweşiya: 2 zarok birîndar bûn
20:39 Polîsan daxuyaniya ji bo astengkirina muzîka kurdî asteng kir
20:13 Erdogan: Mala Barzanî wan helwestên xwe yên cuda îspat dikin
19:56 CFWIJ: Demildest Yalçin berdin
17:26 Hevşaredarê Amedê Mizrakli sewqî Edîrneyê hat kirin
17:22 Li Girtîgeha Amedê îşkence
16:47 Bavê girtî: Di 75 salên emrê xwe de min yek carê jî edalet nedît
16:41 Bi hezaran kes li dijî zeman derketin kolanan
16:36 Rojnamevanê ku hatibû binçavkirin hat berdan
16:27 Girtîgehê ava girtiyan kêm kir
16:25 Li Girtîgeha Bunyanê îşkence: Rewşa girtiyekî giran e
16:06 Bijîjk li pêş Meclisê ne: Heke vesazkirin neyên kirin em ê biçin grevê
15:38 Xwekujên DAIŞ'ê berdan
15:24 Ji Nobeta Edaletê: Em naxwazin darbestên zarokên me bên
14:42 Malbatên girtiyan ên hatin binçavkirin: Bila girtî nemirin
14:31 Rêxistinên civaka sivîl bang kir: Peymanên dersînorkirinê betal bikin
14:27 Aydenîz: Rêya aştî û demokrasiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:04 PFDK’ê ceza li Amedsporê birî
14:03 Doza Kobanê: Netew dewlet di eslê xwe de qirêj in
13:38 Ji 4 binçavkiriyên Hezexê yek jê hat girtin
13:28 Ji bo penaberê bi îşkenceyê hatiye kuştin gilî hat kirin
13:02 Rêxistinên sivîl: Deriyê ÎHD deriyê me hemûyan e
12:36 Çalakiyên ‘dişêlînin' belav dibin
12:33 Girtî Altug tevî biryara dadgehê jî nayê berdan
12:26 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Hejmara girtiyên ketine greva birçîbûnê derket 8 kesan
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi şev û roj li edaletê digerin
10:40 Aykol: Li dijî faşîzmê tekane rêya serkeftinê, têkoşîna hevpar e
10:20 Rojnamevan Nurcan Yalçin kirin binçavan
10:17 Rojnamevan Kaya: PDK’ê jî di êrişên Tirkiyê de cih girt
09:59 ‘Girtîgehê dizanî ku birayê min dê bimre lewma berdan’
09:18 Ji bo cenazeyên keçên xwe çûn lê yên lawên xwe wergirtin!
09:06 Tecrîda girankirî ya 23 salan
09:06 Hatîmogûllari: Berpirsekî van êrişan jî rêvebiriya Kurdistana Federe ye
09:06 Berî bê berdan bi 2 rojan înfaza wî hat şewitandin
09:06 Parêzer Ozdemir: Divê darizandin bê sekinandin, siyasetmedar bên berdan
09:06 Ji bo berdana Tûglûkê bang kirin: Dem dema liv û tevgerê ye
09:06 Sedema nekêfxweşiya amediyan: Pirsgirêka kurd e
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2022'YAN
03/02/2022
22:41 Li kesê ku destdirêjî kir 40 sal û 6 meh ceza hat birîn
20:34 Balafirên Tirkiyeyê Şehbayê bombe kirin
19:56 Li Şengalê êriş bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
19:04 Bîden: Operasyona kuştina Qureyşî bi tevkariya hevkarê me QSD'ê bi ser ket
18:29 Kesên jiyana xwe ji dest dan li Tirbêspiyê û Hesekê hatin birêkirin
18:20 Dêrik careke din hat bombekirin
18:00 HDP ji bo kongreya Îzmîrê belavok belav kirin
17:26 Wêjegeh Amedê bernameya meha Sibatê eşkere kir
16:57 Baroya Amedê: Li ÎHD'ê lêgerîneke li dijî hiqûqê pêk hat
16:43 Nobeda Edaletê: Hiqûqa xwe pêk bînin
15:58 Komîsyona Amedekariyê biryara rakirina destnedayîna Guzel da
15:14 Jinan kartên piştevaniyê ji Aysel Tugluk re şandin
15:02 Parêzerên OHD û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê çûn serdana malbata Şenyaşar
15:00 Li Hezexê jineke ciwan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:56 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Nebin şirîkê mirinan
13:48 Doza Kobanê: Cihekê ku dewlet lê bi hêz be tiştek lê şîn nabe
13:21 AYM’ê serlêdana ji bo Îmraliyê red kir!
13:21 Li dijî êrişên Tirkiyeyê berteka hevpar: Hevkariya bi dijmin re bi we nade qezenckirin
13:20 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:08 Li Santrala Nukleerê kartên karkerên kurd hatin betalkirin
12:54 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji ber edliyê neçim
12:39 Qeyûmê Amedê di "Azmûna Payebilindbûna Peywirê" de nelirêtî kiriye
12:32 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:27 Gunay ji Barzanî re got: Ew wêneyê erêkirina şerê li dijî kurdan e
12:26 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:07 Zeydan çû serdana HDP’ê
11:51 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Dirbêsiyê kir
11:45 Erdogan: Em biryara Konseya Ewropayê ya ji bo Kavala nas nakin
11:44 Li gorî TUÎK'ê enflasyona salan e ji sedî 48.69
11:25 ‘NY û Iraq jî şirîkên êrişa Tirkiyeyê ne’
11:24 Zeytûn: Dozger û polîsan sûc kiriye, kes nikare deriyê ÎHD'ê bişikîne
10:57 Rojnameger Evran: Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê êriş kir
10:56 Ji rojnamevan Şahîn re heta 15 salan cezayê hepsê hat xwestin
10:40 Rêvebera YNK’ê: Eger PDK alîkar nebe, Tirkiye nikare êriş bike
10:34 Bi roketan êrişî Baregeha Tirkiyeyê ya Başîqayê kirin
10:24 Yalçindag: Bi biryara DMME’yê re doza girtina HDP’ê jî têk çû
10:24 KCDP: Di meha ewil a salê de 26 jin hatin kuştin
10:22 Hunermendên NÇM'ê: Em ê bi zimanê xwe hunera xwe bikin
09:32 Çawişê pispor bi parlamenterê MHP'î gef li wê xwar
09:12 Salih Muslim: Ya li Îmraliyê tê tecrîdkirin rastiya gelê kurd e
09:10 Cerdevan Osman O. dest dirêjî du keçên xwe kiriye
09:08 ‘Êdî em nikarin sewalan xwedî bikin'
09:05 Polîsan pankarta zemê daxist: Dê kî pêşî li ber vê şêlandinê bigire?
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2022'YAN
08:28 Polîsan avêt ser avahiya ÎHD'a Amedê
02/02/2022
23:17 Mazlûm Ebdî: Êrişên Tirkiyeyê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê qels dike
22:05 Li Şirnexê eskerek mir
21:31 Berteka NY'yê: Tirkiye sivîl hedef girtin
20:27 Guleyek hewanê li gundekî Qoserê ket
20:21 Bombebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
19:41 Piştî êrişan Erdogan û Barzanî hatin cem hev
19:30 Li Dêrikê di êrişa hewayî de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
19:20 Zirgan hat bombebarankirin