Parêzerên Ocalan ji bo bikeve tevgerê serî li NY'yê dan

  • rojane
  • 10:00 10 Sibat 2022
  • |
img

STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 11 meh in agahî jê nagirin serî li Raportorê Taybet ê Îşkenceyê yê NY'yê dan û bang kirin ku bi awayekî lezgîn ji bo rewşa muwekîlê wan bikeve tevgerê. 

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, di 3'ê sibatê de ji bo muwekîlên xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku pê re li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên girtin, serî li Raportorê Taybet ê Îşkenceyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) dan û bang kirin ku bi awayekî lezgîn ji bo rewşa muwekîlê wan bikeve tevgerê. Parêzeran, di serlêdana xwe de bal kişandin ser rewşa muwekîlên xwe Ocalan, Konar, Yildirim û Aktaş û destnîşan kirin ku ji 25'ê adara 2021'an ve agahî ji wan nagirin û serlêdanên xwe yên ku ji bo hevdîtinên dikin rêz kirin. 
 
Parêzeran, di serlêdana xwe de cih dan raporên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ku di encama serdanên xwe yên Îmraliyê de amade kiriye û biryarên Komîteya Mafê Mirovan a NY'yê yên derbarê agahî negirtinê de bi bîr xistin.  Parêzeran, bal kişand ser xalên 7 û 10 ên Peymana Mafên Medenî yên NY'yê ku îşkence û mehmeleya xerab qedexe dikin û bang li Raportorê Taybet ê Îşkenceyê yê NY'yê kirin ku bi awayekî lezgîn ji bo rewşa muwekîlê wan bikeve tevgerê. 
 
SERLÊDANAN BÊBERSIV HIŞTIN
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15 'ê sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê û ji wê demê ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin û 10 meh in agahî jê nayê girtin. Ji sala 1999'an heta 2016'an serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo hevdîtinê bi hincetên mîna "muxalefeta hewayê", "keştî xerabe ye", "koster xerabe ye" dihatin redkirin. Ji sala 2016 heta 2019'an jî bi hinceta qedexeyên hevdîtinên ên 3 meh û 6 mehan serlêdanên malbat û parêzeran hatin redkirin. Ji sala 2019'an ve jî ne bi erênî ne jî bi neyînî serlêdanên malbat û parêzeran nayên bersivandin. 
 
Ocalan ji roja ku hatiye girtin ve di 27 'ê nîsana 2020'an de cara yekemîn mafê xwe yê axaftina bi telefonê bi kar anî û li ser fikarên derbarê tenduristiya wî de jî herî dawî di 25'ê adara 2021'an de cara duyemîn bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Lê Mehmet Ocalan ragihand ku ev hevdîtin hatiye qutkirin. Ji vê rojê ve 10 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin. 
 
HEWLDANÊN PARÊZERAN
 
Ji ber ku serlêdanên wan bê bersiv dihatin hiştin parêzeran di 23'ê mijdara 2021'an de bi daxwaza "hevdîtina demildest" serî li Wezareta Edaletê, Miduriyeta Giştî ya Malên Tewqîf û Cezayê, Serokatiya Daîreya Mafê Mirovan a Wezareta Edaletê dan. Di 24'ê mijdara 2021'an de parêzeran serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclisê dan. Di 25'ê mijdara 2021'an de jî parêzeran serî li baro û rêxistinên sivîl da. Piştre di 26'ê mijdara 2021'an de jî parêzeran serî li rêxistin û saziyên navneteweyî da. Parêzeran di serlêdanên xwe de bang li sazî û rêxistinan kirin ku peywira xwe bi cih bînin û rewşa li dijî hiqûqê ya li Îmraliyê teşhîr bikin. 
 
LI GORÎ AYM'Ê HER TIŞT ASAYÎ YE!
 
Ji ber ku ji van serlêdanên xwe encam negirtin Buroya Hiqûqê ya Asrinê, di 24'ê kanûna 2021'an de bi daxwaza "tevdîrê" serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM'ê di 12'ê çileyê de serlêdana parêzeran red kir û biryara xwe di 31'ê çileyê de ji parêzerên buroyê re ragihand. AYM'ê di biryara xwe ya redkirinê de angaşt kir ku Ocalan xwedî derfetên xwe gihandina tenduristiyê ye, ji hevdîtinên wî yên bi parêzer û ziyaretvanan re sînor hatine danîn û li ser jiyana wî talûkeyek tune ye. 
 
PARÊZERAN LI HSK'Ê GILÎ KIR Û SERÎ LI CPT'YÊ DAN
 
Parêzerên Ocalan ji ber ku serlêdanên wan bêbersiv hiştine di 24'ê kanûna 2021'an de bi hinceta ku "peywira xwe ne baş bi kar anîne û li dijî hiqûqê lêgerîna maf asteng kirine" li Lijneya Dozger û Dadgeran (HSK) giliya dozger û dadgeran kir. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, herî dawî serî li CPT'yê dan û bal kişand ser rewşa Ocalan ku ji 25'ê adara 2021'an ve agahî jê nagirin û xwestin CPT serlêna Îmraliyê bike. 
 
MA / Ferhat Çelîk
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

10/02/2022
15:32 Malbaten girtiyan li Stenbolê daxwaza edaletê kirin
15:31 ‘Dema kurd dibin mijar edalet li vî welatî tune ye'
15:27 Cenazeyê Bîrsen Kars li Mala Cemê ya Gaziyê tê sekinandin
15:11 Cenazeyê Dîlen ji hêla bi sedan kesan ve hat veşartin
14:40 Kesên bi kujer Altun re li hotêlê mayîn xizmên 3 malbatan derketin
14:33 Di Doza Kobanê de zexta ‘bibe gazinker’ li miştekiyan hat kirin
14:28 Xizmên girtiyan: zarokên me bidin
14:05 Li Wanê jin bi rojeva 8'ê adarê li hev civiyan
13:24 Gunay: Deng bidin dengê kolanan
13:22 Ferît Şenyaşar: Dibin şirîkê sûc
13:11 DÎB’ê li dijî zeman Platforma Demokrasiyê danî
13:03 Ji bo azadiya kurê xwe yê birîndar têdikoşe
12:36 Doza nivîskar Azad Zal hat taloqkirin
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Tirkiyê welatiyek din li Efrînê revand
11:53 Li Girtîgeha Rihayê gardiyan bi kûçikan lêgerîn pêk tînin
11:25 Ji bo Ocalan 23 sal in bênavber çalakî tên lidarxistin
11:06 Şandeya HDP’ê guh li gilî û gazinên sewalvanên Amedê kir
10:33 Dayikên Aştiyê daxwaza azadiya Ocalan kirin
10:12 Bayindir: PDK destkeftiyên gelê kurd diyarî rejîma AKP-MHP'ê dike
10:00 Parêzerên Ocalan ji bo bikeve tevgerê serî li NY'yê dan
09:03 Rojnamevan Êzidî: Çawa ku Teyrê Tawis serî netewand, dê êzidî jî netewînin
09:03 Wêneyên malbatê bi hinceta 'xetere ne' nedanê
09:03 Fatûreyên ceyranê heqê kirê jî derbas kirin
09:03 Midûrên bijartî yên girtîgehan: Hiqûqa dijminatiyê pêk tînin
09:03 Kav: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan li ser hemû meseleyên cîhanê disekine
09:03 Di dosyeya 'kiryarên wê diyar' de biryara 'kiryar nediyar' hat dayîn
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2022'YAN
09/02/2022
21:36 Şagirtên Ma Musîcê bi performansa xwe temaşevan heyr hiştin
20:16 Li Amûdê êrişek hewayî: Zarokek mir, 3 kes birîndar bûn
19:36 Başaran: Divê em ji bo girtiyên nexweş têkoşîna hevpar nîqaş bikin
16:54 Ji kujerê Dîlek Kaya re cezayê muebbeta giran hat xwestin
16:46 HDP'ê li Îzmîrê banga kongreya xwe kir
16:14 Cerdevanê ku 2 kesan kuşt hat binçavkirin
16:04 'Polîtîkaya tecrîdê parçeyeke Komploya 15’ê Sibatê ye'
16:01 Li Derikê şermezarkirina zema ceyranê
15:35 HDP: Bila kargehên hilberandin û belavkirinê yên ceryanê bên îstimlakkirin
15:34 Di dosyaya derhêner Selamo de biryar nepeniyê hat dayîn
15:24 Rêxistinên elewiyan li dijî fatoreyên ceyranê serî li dadgehê dan
15:02 CHP’ê zemên li ceryanê hatine kirin protesto kir
14:42 Li Efrînê 2 sivîl hatin revandin
14:17 Rojnameger Demîr beraet kir
14:11 Platforma Azadî Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re hat avakirin
14:04 Ayşe Gokkan û 3 jinên girtî bi koronayê ketin
13:53 Li Dara Hênê aşûtê rê girt
13:52 Polîsan bi kuştinê gef li wan xwarin
13:41 Ji bo tevlibûna doza Mehmet Sîncar bang kirin
13:17 Êrişa li dijî endamên meclisê şaredariyê hat şermezarkirin
12:59 Li Hezexê gundiyan şerê erd kir û 8 kes birîndar bûn
12:54 Surucu cezaya ku li Guven hatibû birîn bir rojeva meclisê
12:41 Wê derbarê jinên siyasetmedar de mutalaa bê amadekirin
12:28 Rewşa Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korsakoff e giran e
12:27 Ji bo Guzel şerha destnedayînê: Em siyaseta jiyanê diparêzin
12:22 Emîne Şenyaşar bangî jinan kir
12:03 Derbarê Gergerlîoglû de biryara neşopandinê hat dayîn
11:24 Derbarê Leyla Guven de doznameyeke nû hat amadekirin
10:57 Li Afyonê otobusa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
10:47 Karkerên depoyê yên Mîgrosê banga boykotê kirin
10:35 Qeyûmê Nisêbînê 5 qadên xizmetê ji rantê re vekirin
10:31 Yannis Vasilis Yaylali: Ji bo sergirtina têkçûnê yek bi yek dîlan înfaz kirin
10:23 Ajokar: Tişta em qezenc dikin jî didin sotemeniyê
10:16 Xelkê Amedê: Bila kesên wêneyên wan bi DAIŞ’iyan re heyî bên darizandin
09:04 Ji ber bihabûna mazotê êdî nikarin bixebitin
09:02 Berteka herî mezin a li dijî komployê: Hûn nikarin Roja me tarî bikin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2022'YAN
08/02/2022
20:48 Eleqeyeke mezin ji 'Rojên Ma Muzîkê'
19:21 Li Şirnexê zem hatin protestokirin
17:24 Malbatên Pirsûsê: Ne heyeta dadgehê, divê feraset biguhere
17:07 Li Feleknas Uca cezayê pere birîn
16:47 Li Wanê 2 kes hatin binçavkirin
16:45 Kedkarên tenduristiyê ketin grevê: Em mafê xwe dixwazin
16:42 Li Leyla Guvenê 11 roja cezayê hucreyê hat birîn
16:29 Di Doza Komkujiya Konyayê de serokê dadgehê şahid beralî kirin
16:29 Nivîskar Omer Agin ji doza xwe beraet kir
15:56 Malbatên girtiyan ji ber zarokên xwe bifikar in
15:52 Gunay a HDP’î ji bo jinên girtî bang kir
15:44 Li Wanê bangî Wezareta Edaletê kirin: Guh bidin dengê malbatan
15:29 Şandeya ku di Doza Pirsûsê de biryar dabû xwe ji dozê vekişand
15:21 Doza Komkujîya Konyayê: Gazînker û parêzeran eywan terk kirin
14:49 Weşanxaneya Aramê 10 pirtûkên nû çap kirin
14:48 Doza Kobanê: Kurd biçin li Çînê jî tiştekî bikin Tirkiye xwe aciz dike
14:07 Danişîna doza Seda Kurt hat taloqkirin
14:06 Polîsan êrişî kedkarên tenduristiyê kirin
13:49 ‘Tirkiye krîza li Iraqê kûrtir dike’
13:46 Li hevjînê Remziye Yoldaş cezayê hefsê yê muebbetê hat birîn
13:41 Xelkê Amedê zem protesto kirin
13:00 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
12:53 Li rojnamevan Mandûzê salek û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
12:52 Xwestin dadgerê Doza Komkujiya Konyayê bê guherandin
12:50 Li rojnamevan Mandûzê salek û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
12:44 Derbarê pankarta komkujiyê de doz vekirin
12:13 Xebatkarên Gur Tekstîl û Aras Kargoyê dest ji kar berdan
12:10 Malbata Şenyaşar: Em mafdar in û dê bi ser kevin
11:53 Hevdîtina kujer a bi polîsan re ji dosyaya Komkujiya Konyayê derxistin
11:47 Rojnamevan Bogatekîn: Em nikarin ji ber dozan karê xwe bikin
11:21 Li çiyayên Spîrêzê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:13 Sozerî: Peyvên kurd û Kurdistanê bi zanebûn tên sansûrkirin
10:39 Ji Girtîgeha Panosê ku vîrûsa koronayê lê zêde dibe bang kirin
10:22 Îdianameya Şîmon Dîrîl: Heta ku kuştîn lê xistine
09:59 Strana kurdî weke ‘propagandaya rêxistinê’ hat hesibandin