ROJEVA 12'Ê SIBATA 2022'YAN

  • rojane
  • 09:00 12 Sibat 2022
  • |
img

* Dema ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin, Ocalan ji bo têkoşîna azadiyê ya jinên kurd wiha digot: “Projeya min a nîvcoyî ma yî.” Têkoşîna azadiyê ya jinên kurd li dijî pergala baviksalar a kapîtalîst, bi pergala xweseriya demokratîk ku li Rojhilata Navîn aj da re ji bo hemû cîhanê bû hêviyeke nû. 

* Sefarên li Samanpazariyê diyar kirin ku ji ber krîza aborî nikarin kar bikin û gotin: "Fiyet û maliyet biha bûne, firotin kêm bûye. 10 sal bi şûn de wê tu tişt nemîne." 
 
* Dilşah Alkan ku bi salan e li dijî polîtîkayên çewisandinê yên dewletê têdikoşe, niha jî ji bo hevjînê wê yê girtî û nexweş Îbrahîm Alkan bê berdan di Nobeda Edaletê de ye. Alkan got: "Heya edalet pêk bê em ê çalakiya xwe bidomînin." 
 
* Mehmet Bînîcî ku ji Girtîgeha Riha ya Tîpa F'yê derket, anî ziman ku gardiyanan her roj davêt ser odeyên wan, girtiyên nexweş nedihatin dermankirin, radyoyên ji kantînê distendin ji wan dihatin stendin, cezayê hucreyê li wan dihat birîn, zivistanê ceryan dihat qutkirin, kalorîfer nedihatin vêxistin û av dihat birîn. 
 
* Girtîgeha Îmraliyê ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 23 sal in tê de ye, çendî hîmê xwe ji Girtîgeha Gûantanamiyê wergirtibe jî û hin hêlên wan bişibin hev du jî, lê îro ro li seranserê cîhanê mînakek wekî wê tune ye. 
 
* Bi ser qetilkirina zaroka 13 salî Fatma Eraslan a di qedexeyên derketina derve de 6 sal derbas bûn. Dayika Eraslan anî ziman ku baweriya wê bi edeletê nema ye û got: “Heta niha ji tu kesî re edalet nehatiye ku ji me re bê. Ji ber wê hêviya min ji edaletê nema ye.”
 
* Welatî û esnafên li Kadikoyê li hember bihabûnê bertek nîşan dan û anîn ziman ku sedemên bihabûnê polîtîkayên îktidarê yên xelet in û gotin ew bi tirs li benda hatina fatûreyên xwe ne. 
 
* Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 341’emîn de berdewam dike.
 
* Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Îzmîrê, ji bo 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî ku dê sibê pêk bîne dê li avahiya xwe civîneke çapemeniyê li dar bixe. (11.00) 
 
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar wê tevlî kongreya navçeya Nisêbînê ya partiya xwe bibe. (11.00) ZINDΠ
 
* Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’a Amedê bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin”, di hefteya 679’emîn de dê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Koşuyolu Parkê çalakiya xwe bikin. (12.00) ZINDÎ
 
* Ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û darizandina kujerên wan, Dayikên Şemiyê di hefteya 881’emîn de jî dê çalakiya xwe bikin. Çalakî dê online pêk bê. (12.00)
 
* Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan li baroyên Amed û Wanê daye destpêkirin didome. (13.00-16.00)
 
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li ber Konak Eskî Sumerbankê daxuyaniyê bide. (13.00) 
 
* Çalakiya “Rûniştina F” ku her hefteyê ji bo balê bikişînin ser tenduristiya girtiyên nexweş tê lidarxistin, dê di hefteya 516’emîn de li Şaxa ÎHD’a Stenbolê bê lidarxistin. (13.30)
 
* Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 388’emîn a çalakiya xwe de dê li pêşiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyanî bide. (13.30)
 
* Şaxa ÎHD’a Stenbolê wê têkîldarî Doza Komkujiya Pirsûsê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.00)
 
* Endamên Meclîsa Jinan ên HDP’ê, di serî dê Aysel Tûglûk têkildarî girtiyên nexweş wê li Şîrîn Park Otelê ya li Edeneyê bi jinên hiqûqnas re werin gelhev. (14.00-19.00)
 
* Hevserokên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir wê di çarçoveya amadekariya kongreyê de beşdarî civînên gel ên li navçeya Ceyhana Edeneyê û Îskenderûna Hatayê bibin. (14.00-21.00) 
 
* Rêxistina HDP’a Pirsûsê wê têkildarî komploya navnetewî li avahiya partiya xwe civîna gel li dar bixe. (14.00)
 
 
 
 

Sernavên din

13/02/2022
11:49 Malbata Şenyaşar: Heke zilm rewa be, berxwedan jî maf e
10:51 Berkpinar: Em bi têkoşînê dikarin pêşî li êrişan bigirin
10:36 Hatîp Dîcle: Heta ku Ocalan azad nebe çareserî jî pêk nayê
09:54 Cemxaneyê wekî kargeh hesibandin, di 3 salan de 60 hezar TL ceza birîn
09:46 Serdema zayîna sêyemîn: Ez ji bo krîzan li çareseriyê digerim
09:13 'Gel birçî ye, êdî dengê me bibihîsin'
09:11 Çalakiyên karkeran dibin cihê hêviyek mezin
09:04 Dayika girtî Dînç: Ger edalet hebûna dê ev qas zilm li kurdan nehata kirin
09:03 Girtiyê nexweş Naîl Demîr nayê dermankirin
09:03 Çawîşê pispor ê ku pêl Hazna Su kir û ew kuşt, xwe bi 'Bariş Pinariyê' parast
09:03 Rewşa girtiya nexweş Acar giran dibe: Bila bes cenaze ji girtîgehan derkevin
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2022'YAN
08:31 Zilamê ku tundiyê li malbata xwe kir, hat binçavkirin
12/02/2022
21:55 Aydenîz: Çare di perspektîfa Ocalan de ye
21:09 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş bir ser Amûdê
18:48 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
18:31 Li Îzmîrê Nobeda Edaletê hat destpêkirin
18:00 Malbatên di Nobeta Edaletê de: Dengê me bibîhisin
17:36 'Bila tecrîd bê rakirin, aştî bê nîqaşkirin'
17:29 ‘Girtiyê nexweş Kuday ku teşhîsa ALS’ê lê hatiye kirin bi tena serê xwe dimîne’
17:01 Aydenîz: Di pirsgirêka kurd de muxatab Ocalan e
16:51 Xwîşka du windakiriyan: Ez naxwazim wêneyên birayên min bêxwedî bimînin
16:16 Sancar: Werin em bi Tifaqa Demokrasiyê vê pergala zalim biguherînin
15:51 Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Fatma Ozbay heye
15:27 Dayika 65 salî ku hatibû girtin hat berdan
15:17 Girtiya nexweş Siya Çinar ev 5 heyvin nayê dermankirin
14:38 Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe dest pê kirin
14:19 Dayikên Şemiyê aqûbeta mamoste Tepelî pirsîn
14:18 Rewşa jina ku bi awayekî biguman ji bilindahiyê ketibû, ber bi başiyê ve diçe
13:58 Ji bo kongreya HDP’a Îzmîrê bang kirin: Werin em ji faşîzmê re bibin bersiv
13:49 Girtî Şahîn Adanur li Girtîgeha Anamûrê jiyana xwe ji dest da
13:41 SES’ê xwest ku Gonul Erden bê berdan
13:29 Li ofîseke Kagithaneyê 3 kes mirî hatin dîtin
12:55 Smellie: Divê DAIŞ’î li welatên xwe bên vegerandin
12:07 HDP’ê ji bo girtîgehan di mehekê de 203 caran serî li ÎHÎK’ê da
11:52 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar kete roja 341’an
11:33 Jin, projeya jiyanê ya nîvcomayî ya Ocalan temam dikin
11:30 HDK forma ‘Kedkar li ber xwe didin, xwe bi rêxistin dikin bi serdikevin’ li dar dixe
10:25 Çalakiya greva birçîbûnê ku 140 girtiyan daye destpêkirin didome
10:03 Li Mêrsînê gelek kes hatin binçavkirin
09:10 Li Girtîgeha Rihayê pêkanînên dijmirovî!
09:07 Li seranserê cîhanê girtîgeheke bêmîsal: Îmrali!
09:06 Çalakgera nobeda edaletê: Ez ê heya dawiyê têbikoşim
09:05 Sefar ji ber krîzê nikarin hilberînin
09:04 Xelk bi tirs li benda hatina fatûreyên xwe ne!
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2022'YAN
11/02/2022
23:13 Di şewata li Gungorenê de 4 karker jiyana xwe ji dest dan
21:43 Şandeya HDP'ê serdana nûnertiya Rêvebiriya Xweser kir
20:50 Derhêner Selamo hat berdan
19:47 HDP'ê li Nisêbînê ji bo kongreyê bang kir
19:41 Îpek Ateş jiyana xwe ji dest da
19:32 Tûncel: Hûn nikarin meseleya kurdî li hêwanên dadgehan çareser bikin
18:28 Li Licê operasyona eskerî
18:22 Yuksekdag: We edaletê li çarmixê da, hûn ê bi ser nekevin
17:43 DBP, dê li 4 deverên cuda yên Çûkûrovayê hevdîtinê bi gel re bike
17:25 Komîsyona Mafên Zarokan a Wanê hat avakirin
17:16 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
17:05 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 63'yan de ye
16:42 Li Cizîrê zem bi meşeke girseyî hatin protestokirin
16:16 140 girtî dest bi greva birçîbûnê kirin: Bila mirina Tûran bê zelalkirin
15:57 Derheqê midûrê ajansa me Çelîk de lêpirsîn dan destpêkirin
15:10 'Berpirsyarên gotinên li dijî elewiyan serkarê desthilatê ne'
15:07 Beştaş: Divê em malbatên di Nobeta Edaletê de bi tenê nehêlin
14:23 Başaran: Dê jin dawiya vê desthilatdariyê bînin
14:20 Şandeya HDP’ê serdana Mexmûrê kir: Xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye
14:19 Îfadeya yekane şahidê êrişa Dedeogûllari piştî meh û nîvan hat wergirtin
14:03 Şandeya HDP’ê serdana Dêra Surp Giragosê kir
13:51 Doza Kobanê: Ji bo ku me gotiye bila kes nemire em hatine girtin
13:29 25 parêzer û rojnamevanek hatin beraetkirin
13:18 Ji bo hevşaredar Esmez 15 sal cezayê girtîgehê xwestin
13:05 Li Hezexê 2 kes hatin berdan
13:04 Li Dîlokê di nava 10 rojan de karkeran li 18 kargehan çalakî kirin
13:04 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:50 Jina ku ji qata 5’an kete xwarê bi giranî birîndar bû
12:28 Malbata Şenyaşar: Heq hiqûq edalet
12:07 'Rik'a Bahoz Baran derket
11:51 Cenazeyê Bîrsen Kars hat veşartin
11:50 Destûra xebatê ya Rûdawê çima hat betalkirin?
11:38 Ocalan: Hêza bingehîn a NATO’yê komplo pêk anî
11:07 Polîsan li Cizîrê 2 kes kirin binçavan
10:56 Operasyona Garê: Beriya kuştinê çareserî dikaribû bihata dîtin
10:13 Bersiva serlêdana Îmraliyê nehatiye dayîn: Divê Meclîs bikeve tevgerê
09:37 ‘Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû’
09:30 Cenazeyê Fatma Çîçek hat veşartin
09:25 Jinên HDP'î: Em ê di civaka biexlaq û polîtîk de israr bikin
09:16 Rojnamevan Zagros: Barzanî destkeftiyên kurdan belav dike
09:09 ‘Ne zem e, şêlandin e'
09:07 ‘Heya Aysel Tûglûk bê berdan em ê têbikoşin'
09:05 Qeyûm birayê seroka AKP'î kir midûrê îmarê
09:04 'Em ê li dijî faşîzmê di kongreyê de bên cem hev'
09:04 Bazarvanên Amedê: Divê xelk rabe ser piyan
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2022'YAN
10/02/2022
23:28 Meryem Malgaz a 65 salî hat girtin
22:43 Girtî Hasan Çelîk hat berdan
21:44 Li Mêrdînê mirineke biguman
20:50 Şandeya HDP'ê serdana rêxistinên civaka sivîl ên Amedê kir
19:34 MED-DER'ê 15-21'ê Sibatê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan kir
19:02 Daxuyaniya ÎHD'ê ya têkildarî astengkirina çalakiyên dijî bihabûnê
16:07 Ji ber çêkirina sêke derheqê girtiyan de angaştname hat amadekirin
16:03 Miştekiyê Doza Kobanê dest ji gilîkariya xwe berda