Başaran: Yên ji kurdan fêm nekin nikarin bi ser kevin

  • rojane
  • 12:15 18 Sibat 2022
  • |
img
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran da zanîn ku partiyên muxalîf di hevdîtinên rakirina destnedayînê de wekî desthilatdariyê tevgeriyane û bertek nîşan da. Başaran got ku siyaseteke ku kurdan hîs neke, wan fêm neke û bi civaka wê re hevnas nebe, nepêkane ku li vê erdnîgariyê serkeftî be.
 
Komîsyona Têkel ji bo 2 fezlekeyên derheqê parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel de duh civiya. Di civînê de biryara rakirina destnedayînê hat dayîn. Li gel MHP’ê, her wiha ÎYÎ Partî û CHP’ê jî “teror” weke sedem nîşan dan û mîna rakirina destnedayînên sala 2016’an tevgeriyan. CHP ku li her deverê qala darazeke serbixwe dike, xwest ku parlamenter Semra Guzel ji hêla vê hiqûqê ve bê darizandin. 
 
Wêneyên parlamenter Guzel ên bi Volkan Bora yê PKK’î re, di 8’ê çileyê de ji hêla çapemeniya alîgir ve hatin weşandin. Piştre jî li dijî Guzel kampanyayên lînçê hatin destpêkirin, Komîsyona Têkel di 20’ê çileyê de civiya, di heman rojê de Komîsyona Amadekar hate avakirin, ev komîsyon ji bo fezlekeyê civiya û lez dan pêvajoya rakirina destnedayînê. Pêvajoya ku parlamenterên HDP’î bertek nîşan dan dê piştî hevdîtina li Lijneya Giştî jî bi dawî bibe. Tê payîn ku fezleke û raporên ji bo rakirina destnedayînê dê hefteya pêşiya me li Lijneya Giştî bên nîqaşkirin. Piştî nîqaşan dê dengdayîn çêbibe û encama biryara destnedayînê zelal bibe.
 
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û ji endamên komîsyonê parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiçiç Koçyîgît derheqê mijarê de ji ajansa me re axivîn. 
 
'NÎŞANEYA NÊZIKATIYA LI DIJÎ PIRSGIRÊKA KURD E’
 
Ayşe Acar Başaran da zanîn ku di pişperdeya lezdayîna pêvajoya rakirina destnedayînê de nêzikatiya dijminane ya li hemberî kurdan heye û wiha got: “Lînca ku di şexsê parlamenterên jin de tê meşandin, nîşaneya polîtîkaya dijminane ya li dijî jinan e. Hevalên me yên jin beriya niha jî rastî êrişên wiha hatin û bûn hedefa êrişên zayendperest. Li şûna ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin, hewl didin bi polîtîkaya înkar, pişaftin û ewlekariyê xwe bigihînin encamê. Wêneyên ku Semra Guzel jê tê darizandin jî, wêneyê pirsgirêka kurd e. Bi salên dûvdirêje di neçareseriyê de israr dikin û darazê wek çûyek bi kar tînin.” 
 
‘JINÊN KURD HEDEF TÊN GIRTIN’
 
Başaran diyar kir ku di esasê xwe de jinên kurd hedef tên girtin û wiha domand: “Di pirsgirêka kurd de yên herî zêde li ber xwe didin jin in. Li hêlekî têkoşîna nasnameya xwe didin û li hêla din jî li dijî zayendperestiyê têdikoşe. Pêşengên têkoşîna demokrasî û aştiyê ne. Lewma jî hedef tên girtin. Ji dîrokê ve ye her tim ji ewil jin tên hedefgirtin. Îktîdar jî xwedî heman perspektîfê ye. Bi berxwedan jinê re civak jî tikeve rêya berxwedanê. Jin, bi azadiya xwe re civakê jî azad dike. Lewma dibe hedefa êrişan. Lê dê tu carî bi ser nekevin.”
 
HELWESTA MUXALEFETÊ
 
Di berdewamê de Başaran destnîşan kir ku dê di têkoşîna xwe de paşde gav neavêjin û wiha pê de çû: “Lê em baş dizanîn ku dê ev zehmetiye, bi xwe re pêşerojeke azad bînin. Divê neyê jibîrkirin ku siyaseteke ku kurdan hîs neke, wan fêm neke û ji rastiya civaka wan dûr dê tu carî li vê erdnîgariyê nekare serkeftî be. Ne îktîdar û ne jî muxalefet qet di ferqa şikestinên di kurdan de nînin. Hewl didin pirsgirêka kurd terkî eywanên dadgehê bikin. Muxalefeteke ku di mijareke wiha de nikare helwestekî nîşan bide, gelo dê di çareserkirina pirsgirêkên micid de çawa biêrek tevbigere?” 
 
‘EM Ê TESLÎM NEBIN’
 
Têkildarî mijarê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî rakirina destnedayîna Guzel weke parçeyeke operasyona derhiqûqî, neheqî û siyasî nirxand û wiha derbirî: “Xefikeke dewlet, daraz û îktîdara siyasî ye. Ji bilî HDP’ê, hemû partiyên muxalîf jî piştgirî dan vê operasyonê. Ev jî nîşan dide ku dema mijar bû kurd, hemû wekî hev tevdigerin. Em dizanin AKP çi ye lê helwesta muxalefetê balkêş bû. AKP, hewl dide bi operasyonên qirkirinê, girtin û rakirina destnedayînan me bêzar bike. Lê em serê xwe li ber natewînin, teslîm nabin û li dijî vê têdikoşîn.” 
 
‘HIQÛQ WEKE AMÛREK TÊ BIKARANÎN’
 
Koçyîgît her dawî jî ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya rakirina destnedayînên sala 2016’an de jî muxalefet bi heman awayî tevgeriya. Diviya bû bo xwe ji vê pêvajoyê ders bigirtina. Lê dîsa bi heman awayî tevgeriyan. Muxalîfên ku dixwazin bibin desthilatdar, di serdemeke ku hiqûq weke amûrek tê bikaranîn de dibêje ‘bila li pêşberî hiqûqê bê darizandin.’ Tu eleqeya vê nêzikatiyê bi demokrasî û hiqûqa gerdûnî re nîne. Bi vê helweste Tirkiye ne demokratîk dibe û ne jî welêt bi ser xwe ve tê. Ya ku em di şexsê Semra Guzel de nîqaş dikin jî, encamên pirsgirêka kurd e. Em neçarin ku sedem û çareseriyê nîqaş bikin. Yên ku li gorî daxwazên AKP’ê tevdigerin nikarin qala demokrasî, wekhevî û azadiyê bikin.” 
 
MA / Bêrîvan Altan 
 

Sernavên din

18/02/2022
15:49 Rojnameger Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:40 Li Rihayê 15 kes hatin berdan
15:12 Serdana malbata hevxemên xwe kirin
14:51 Derbarê Gulser Yildirim de dozeke nû hat vekirin
14:20 Dema binçavkirinê ya 12 kesan hat dirêjkirin
14:10 Walîtiya Colemêrgê firandina pifdank û fanosa mirazan jî qedexe kir
14:10 Di doza sercerdevan û kurên wî de biryar derneket
14:00 Li Stenbolê starta 8’ê Adarê hate dayîn: Em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin
13:55 Turkan Elçî: Em bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû ne
13:50 Almanya dê ciwanê kurd dersînor bike
13:14 Rojnivîskên Gurbetellî Ersoz li Lozanê hatin pêşandan
13:10 Dozgeriyê îtîrazî beraeta 4 rojnamevanan kir
12:47 Doza DÎAYDER'ê: Em li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin
12:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:15 Başaran: Yên ji kurdan fêm nekin nikarin bi ser kevin
11:25 Ferît Şenyaşar: Bila edalet were, zilm bi dawî bibe
10:54 Strana Tarkan a nû bû rojev: Wê biçe weke ku hatî wê biçe
10:16 Qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn
10:15 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
09:49 Rojnamevan Dûrgût: Hin kes ji rastiyan aciz dibin
09:04 HDP’a Mêrsînê ji bo kongreyê amade ye
09:04 ‘Gefa qeymeqamê Qisleyê tê nixumandin'
09:04 Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene
09:04 Li Amedê di 15 rojan de hejmara pêketiyan ji sedî 50 zêde bû
09:00 Qeyûm navê Navenda Çandê ya Nûdayê kir 'Hacibekîr'
09:00 Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me
09:00 Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2022'YAN
17/02/2022
21:43 Li Şirnex, Mêrdîn û Mêrsînê 50 kes hatin berdan
19:10 Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin
17:55 Li Sêrtê 9 kes hatin berdan
17:36 MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin
16:52 ‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’
16:39 Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan
16:35 Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin
16:07 Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
16:01 Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê
15:54 2 endamên HDP’ê hatin girtin
15:10 Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand
11:11 Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin
10:08 Ocalan: Ev pêncî sal in em ji bo zimanê xwe têkoşîneke bêhempa didin
09:02 Îfadeya Kasim Guler ê DAIŞ'î hat girtin: Kiryar çalak in û li ser kar in
09:02 Krîz kûr dibe: Em xwe bi kîsikê ava germ, germ dikin
09:02 ‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe'
09:02 Navê rojnamevanê hat qetilkirin li 40 zarokî hatiye kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN
01:00 Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Yuregîrê
16/02/2022
21:45 Ji bo rojnamevan Dûrgût kampanya
20:33 Li Mêrdînê 22 kest hatin berdan
18:32 Îfadeya rojnamevan Dûrgût a li midûriyeta polîsan hat girtin
16:25 Nobeda Edaletê: Em zarokên xwe dixwazin
16:10 Li Edeneyê kesek hat girtin û 13 kes hatin berdan
16:02 LaWje dê li Stenbolê konserek bide
15:59 Baroya Çewlikê dê giliyê tundiya leşkeran bike
15:41 Jinan bertek nîşanî rapora ji bo Tûglûk hatiye amadekirin da
15:33 Tê payîn ku li komîsyonê dê Tiryakî li şûna Guzel parastinê bike
15:09 Li Çewligê 10 kes hatin berdan
14:55 Ji bo doza Buldan dê ji AYM’ê agahiyan bixwazin
14:34 Ji bo nîşandana gorên Şêx Seîd û hevalên wî serî li wezaretê dan
14:34 Cezayê ji bo şermezarkirina mirina Gezer hatibû dayîn ‘guncav’ hat dîtin
14:18 Li Agiriyê 6 kesên din jî hatin binçavkirin
14:09 Hiqûqnasan giliyê îşkencekarên li Girtîgeha Amedê kirin
13:57 Ji rapora HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: MÎT, gefan li welatiyan dixwe
13:54 'Ne karker, divê patron vî welatî biterikînin'
12:44 TGS’ê bertek nîşanî nedayîna mûçeyê rojnamevanan da
12:25 Malbata Şenyaşar: Em ê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:33 Ronî: Daxwaza gelê kurd perwerdehiya bi zimanê kurdî ye
11:10 Hemû binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
10:54 Di operasyona hişbirê ya Licê de gosermetên nû
10:11 Gelo ATK çima nexweşîna Aysel Tugluk nabîne?
10:11 Li Îmraliyê sepana 'incommunicado' di meriyetê de ye
09:30 Ji bo ku fatûreyên xwe razînin kelûpelên xwe difiroşin
09:03 Fatûreyên sendeliyên bi ceyran giran bûn!
09:02 HDP'î û DBP'î sûcdar kirin: Çima hûn tevli daxuyaniyan bûn?
09:02 ‘Ger em têbikoşin dê dewlet nikaribe neheqiyan bike'
09:02 Taşçier: Rêya Sêyem dê siyaseta Tirkiyeyê biguherîne
09:02 Dayika tim ji bo zimanê xwe li ber xwe da: Îpek Elmas
09:02 Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2022'YAN
15/02/2022
22:58 Nisêbînê 15'ê Sibatê şermezar kir
21:10 Dayika Bêrîvan Cizîrî jiyana xwe ji dest da
21:02 Çalakiya lembetefandinê ya esnafên Amedê bi dawî bû