Baroya Rihayê pankarta "Kamber Ateş Nasılsın" bi avahiya xwe ve kir

  • rojane
  • 13:02 21 Sibat 2022
  • |
img

RIHA - Komîsyona Ziman a Baroya Rihayê, pankartek bi qasî 6 metreqareyî ku li ser nivîsa "Kamber Ateş Nasılsın" nivîsandî bi avahiya xwe ve kir û bi minasebeta Roja Zimanê Zikmakî daxuyanî da. 

 
Komîsyona Ziman a Baroya Rihayê, 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê diyarî dayika girtî Kamber Ateş ku dema 12'ê Îlonê ji ber qedexebûna kurdî hevoka "Tu çawayî Kamber (Kamber Ateş nasılsın)" hîn kiribû û tenê bi vê hovokê bi kurê xwe têkilî datanî Îpek Ateş kir. Komîsyonê pankartek bi qasî 6 metreqareyî ku li ser nivîsa "Kamber Ateş Nasılsın" nivîsandî bi dûwarê avahiya baroyê ve kir. 
 
Endamên Komîsyona Zimanê Dayikê ya Baroya Rihayê û Serokê Baroyê Welat Îzol li ber avahiya baroyê bi minasebeta 21'ê Sibatê daxuyanî dan çapemeniyê. Sekreterê Komîsyona Zimanê Dayikê Mahsûm Erdogdu daxuyanî xwend. 
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
"Îro 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ye.Madem ku iro  mijar ziman e û vê zimanî jî xwedê daye me di destpêkê de em ê jî wek Seydayê Xanî bibêjin:
 
'Hemd û sena û şukranî
Ji bo wi xaliqê rehmanî
Ku fesahet û beyan daye lisanî 
Lisan jî daye me insanî.'
 
Wekî hûn dizanin Bangladeş ji 1947'an heta 1971'an ji alîyê Pakîstanê ve hat birêvebirin. Wek encam tenê Ûrdû wek zimanê naskirî dihat qebûlkirin. Zimanê Bangladeşîyan, hatibû qedexekirin. Ev yek ji aliye Bengladeşiyan ve nehat qebul kirin û li dijî vê yekê di 21 Sibata 1952an de xwendekaran pêşanek saz kir ku vê rewşê protesto bikin. Polîsê Pakîstanê êrîşî wan kir û 4-5 kes ji wan hat kuştin. Ji wê rojê û vir de ev xwendekarên zanîngehê wek ‘Şehîdên Zimanê Dayikê’ tên naskirin û Bengladeşî 21ê Sibatê wek ‘Roja Şehîdên Zimên’ pîroz dikin.UNESCO jî di sala 1999an ev roj wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî qebûl kir . 
 
Ji vê rojê şûnde ev roj li temamê cîhanê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî tê pîrozkirin. Mirovên ku zimanê wan hatiye  qedexekirin, di vê rojê da dengê xwe radikin û d’awa zimanê xwe dikin. Di vê rojê da tê xwestin ku astengî û qedexeyên li ser zimanane wan rabin.
 
Em jî iro bang li gelê kurd dikin bila li zimanê xwe xwedî derkevin. Baba Tahirê Ûryanî di dubeytiyek xwe de dibêje:
 
'Eger dil dilber be, dilber kî ye 
Eger dilber dil be, navê dil çi ye
Ez dil û dilber tevlihev dibînim 
Nizanim ku dil kî ye dilber kî ye.'
 
Em ji iro wek komisyona zimanê dayikê dibejin ku hebûna gelekî çi ye ziman jî ew e. Em ne zanin ziman çi ye ne jî zanin hebuna gel çi ye bi ya me her du tevlihev in. Hebûna gelekî bi girêdayî hebûna ziman e ji ber vê yekê di vê roja taybet de em bang li hemû kurdan dikin ku li zimanê xwe xwedî derkevin da ku zimanê me nekeve rewşeke hin xerabtir. 
 
Wekî encam em dibêjin ev zimana xwede daye me û bê Xweda kes nikare ji me bistîne. Bi van bîr û baweriyan em Roja Zimanê Dayikê li hemû zimanhezan pîroz dikin." 
 
 

Sernavên din

24/02/2022
08:46 Bîden: Wê Amerîka û hevkarên xwe bersiv bidin Rûsyayê
08:45 27 welatên YE’yê bi rojeva şerê Rûsya û Ûkraynayê dicivin
08:40 Rûsyayê li dijî Ûkraynayê operasyona leşkerî da destpêkirin
23/02/2022
21:38 Ji bo girtiyên nexweş kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
19:27 Amedsporê, Kirklarelîsporê têk bir
18:29 Kolanên Amedê di bin avê de man
18:17 Polîsan nehişt malbata Dokû biçe ber Wezareta Dadê
17:25 Malbata Dokû ya hat berdan cardin diçe ber wezaretê
17:02 Agaç a YDG’yî: Ji ber ez hatim berdan keyfxweş im
16:54 Şaredarê AKP'î li şûna malan mizginiya mînareyan da
16:54 AHAD-DER’ê bi stranan êriş şermezar kir
16:09 Ji ber parvekirina 'Denîz Poyraz' li endamê PEN'ê Yavûzel doz vekirin
15:58 Parlamenter û rêveberên HDP'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:51 Êrişa li ser xwendekarên kurd li Stenbolê hat şermezarkirin
15:50 Ji endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn re ceza hat xwestin
14:50 Polîsan mudaxileyî malbata Dokû kirin
14:25 Malbata Dokû li pêş Wezareta Dadê asteng kirin
14:14 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:09 ARSÎSA’yê şahiya ziman li dar xist
13:58 Çînê bertek nîşanî danekirinên li dijî Rûsyayê da
13:27 Malbatên girtiyan nobeda xwe birin ber derê ATK'ê
13:22 YDG: Em agahiyê ji endama xwe nagirin
13:08 Qesra Spî: Wê hevdîtina Bîden û Pûtîn pêk neyê
12:52 Malbata Şenyaşar dê nobeta xwe li pêşiya Dadgeha Îstînafê jî bidomîne
12:28 Tirkiyeyê Sedat Peker ji BAE'yê xwest
12:22 Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Leyla Guven de lêpirsîn dan destpêkirin
12:12 Ji bo mafên jinan pêşniyarqanûn pêşkêşî Meclisa Kurdistanê kirin
12:02 Eşyayên girtiyê ku hat sirgûnkirin nedanê
12:00 Li Girtîgeha Bandirmayê 74 girtî bi koronayê ketin
12:00 Li Silêmaniyê jinek hat qetilkirin
11:45 Qeyûm 10 roj in pirsgirêka avê çareser nake
11:14 Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo 8’ê Adarê klîbek çêkir
10:51 Pênûsa wî li erdê nema!
10:50 Tevî bertekan jî xebatên ‘Daristana Bahçelî’ dest pê kirin
10:29 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir
10:12 Ocalan: Meşa jina azad divê heta dawiyê bidome
10:04 Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê bertek nîşanî gefa li bijîjk A.O. da
09:25 Ji Şûreya Dewletê biryara Rişmilê: Biryara "Qada xeternak" li dijî hiqûqê ye
09:00 'Em ê bi têkoşîna rêxistinbûyî bersiva êrişan bidin'
09:00 Xwest birayê wê yê nexweş ê 25 sal in girtî ye bê berdan
09:00 ‘Hê jî di lêpirsîna girtî Bîlgîn de îfadeyên gardiyanan nehatine girtin'
09:00 Ji bo şanoya 'Tu Ne Gara yî' bang kirin
09:00 30 sal in li edaletê digere: Em ê deriyê hepsan bişikînin
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2022'YAN
22/02/2022
23:35 YE, derbarê welatî û saziyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
22:00 Xwendekaran êrişa nijadperest şermezar kir
21:13 Îngîltereyê derbarê 5 bankeyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
20:10 Li Zanîngeha Akdenizê êriş birin ser xwendekarên kurd
20:03 Piştî 7 mehan cenazeyê Ozdemîr spartin axê
16:14 Li Enqereyê jinek hat qetilkirin
16:08 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwe tevli vê berxwedanê bike
16:08 Li wêneyê Komkujiya Roboskê lêpirsîn hat destpêkirin
15:51 Aygul Dokû: Heta ku hesabê Gulistan nepirsim ez ê nemirim
15:51 ‘Doza Çapemeniya KCK’ê’ paşve dan
15:42 Bûldan: Rojên serkeftina me nêzîk in
15:32 Li Mêrsînê wê mîtînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ were lidarxistin
15:21 Malbatên girtiyan ên Amedê li ber deriyê girtîgehê çalakî kirin
15:14 Li Girtîgeha Mêrdînê çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin
14:49 Jin çûn serdana Nobeta Edaletê: Em ê bi hev re têbikoşîn
14:40 Gefa ku dozger li bijîşk xwar şermezar kirin
14:15 Sebahat Tuncel ji doza ‘heqaretê’ hat beraetkirin
14:04 ‘Bila carek din Nexweşxaneya Etfalê vebibe’
14:00 Nûnerê Bilind ê YE’yê Borell: Artêşa Rûsyayê kete Donbasê
13:12 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: "Rapora Tespîtê ya Sala 2021'an a Îmraliyê" aşkera kir
13:05 Dîmenên kesên êrişî HDP’ê kirin derketin holê
12:53 Doza Turkdogan: Dixwazin çavtirsandî bikin
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:49 Malbata Doku bi Buldan re hevdîtin kir
12:34 Hevserokên HDP’î hatin girtin
11:21 Malbata Şenyaşar: Heke zilm hebe berxwedan heq e
10:54 Tirkiye dixwaze şerê Ûkraynayê bike xizmeta xwe!
10:26 Malbata Gulistan Doku li Meclisê ye
09:51 Malbatên girtiyan bang kir: Bila daxwazên zarokên me bên qebûlkirin
09:50 Di doza Pinar Gultekîn de bersûc Avci hat girtin
09:23 Ji Pûtîn fermana 'Operasyonên Hêzên Aştiyê'
09:20 Ocalan hêj di hevdîtina ewil de hişyar kiribû
09:01 Jin li cem Semra Guzel in
09:01 Komîsyona Mafên Zarokan a KESK'ê: Em ê li dijî tahdeya bi unîforma bitêkoşin
09:01 Girtî Balaç 65 roj, Yildirim jî 30 roj in di rojiya mirinê de ne
09:01 Parêzerên jin: Biryar siyasî ye, Tûglûk berdin
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2022'YAN
21/02/2022
22:22 Li Edeneyê şevbihêrka dengbêjan
18:47 3 endamên DÎAYDER'ê hatin berdan
17:55 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
16:58 Xizmên girtiyan: Edalet ji herkesê re hewce ye
16:57 Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Tekîrdagê ne: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
16:54 Daxwaza bi dawîkirina polîtîkayên pişaftinê kirin
16:05 Malbatên Dag û Er serî li ÎHD’ê dan
15:58 Rêveberên Baroya Amedê beraet kirin
15:53 Olûç: Di qada cemaweriyê de derfetê bidin zimanên dayikê
15:10 Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê kir
14:58 Cezayê Demîrtaş hat erêkirin
14:45 Mazlum Dag: Xetere li ser jiyana me heye
14:39 Mele Fahrettîn Ulgun: Ev doz doza hesabxwestina ji ÎBB’ê ye
14:30 DAD wê bi kirmançkî kargeha perwerdehiyê bide destpêkirin
14:14 Cezayê girtîgehê dan rojnameger Dûrket Suren
14:01 Di Doza Gezî û Çarşiyê de biryara cihêkirinê hat dayîn
13:50 Ji HDP’a Enqereyê bangewaziya kongreyê
13:35 Li Amedê civîna 21’ê Sibatê: Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
13:30 Dozger gefa ‘şopandina hiqûqî’ li bijîşk xwar