Malbatên girtiyan bang kir: Bila daxwazên zarokên me bên qebûlkirin

  • rojane
  • 09:51 22 Sibat 2022
  • |
img

STENBOL - Malbatên girtiyên ku zarokên wan niha li Girtîgeha Tekîrdagê di çalakiya greva birçîbûnê de ne, xwestin ku daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin. Malbatan bang li hemû malbatên girtiyan kirin ku dengê xwe derxînin û xwedî li girtiyan derkevin.

Girtiyê bi navê Vedat Erkmen li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tekîrdagê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê jî girtiyên bi navên Mehmet Suleyman Ucakan, Turhan Îlbaş, Huseyîn Karadaş, Habûp Guler û Ahmet Arîf Yoyler di 19'ê kanûna 2021'an de dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva ku bi pêşengiya 5 girtiyan dest pê kir, roj bi roj mezintir bû û hejmara çalakvanan gihişt 12 kesan. Di heman demê de girtî dixwazin ku dawiyek li zext û tundiya heyî bê, sepanên keyfî ji holê rabin, di nîva şevê de bi ser qawîşan de neyê girtin, mafên wan neyên binpêkirin û hevalên wan neyên sirgûnkirin. 
 
Malbatên girtiyên ku ketine greva birçîbûnê têkildarî mijarê bi ajansa me re axivîn. 
 
‘BEDENÊN CIWANAN LI HUNDIR DIRIZIN!’
 
Dayika yek ji girtiyên di çalakiyê de Turhan Îlbaş a bi navê Nesîbe Îlbaş diyar kir ku zarokên wan li dijî binpêkirinên li girtîgehê ev 37 roj in di greva birçîbûnê de ne û wiha domand: “Kurê min ji ewil ber nexweşiyên li girtîgehê kete çalakiya grevê. Li girtîgeha tu ewlehiya jiyana wan nîne. Ji bo ku ez pê neêşim, dema diçe cem bijîşkan û vedigere, dibêje ku rewşa wî baş e. Em çûn hevdîtina kurê min. Ji min re got ku heke di dawiya wê de mirin jî hebe, dê çalakiya xwe bidomînin. Dibêje ku heta daxwazên wan tên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin.” 
 
SEPANÊN KEYFΠ
 
Di berdewamê de jî Îlbaş bal kişand ser daxwazên girtiyan û ev tişt anî ziman: “Dema bi kurê xwe re axivîm, ji min re got ku bila îşkence bi dawî bibe û sepanên keyfî ji holê rabin. Zarokê me di grevê de ne û divê şerbetê bidin wan. Tiştên ji bo wan pêwîst, nadin. Kurê min ji me xwest ku em piştgiriyê bidin wan û heta ku daxwazên wan pêk tên jî dê çalakiya xwe bidomînin. Weke dayikekê, ji destê min çi were ez ê bikim. Da ku dawiyek li vê zilmê bê. Zarokên me li girtîgehê dirizin. Ez ê heta dawiyê piştgiriyê bidim zarokê xwe.”
 
‘DAXWAZÊN WAN, MAFÊN WAN IN’
 
Bi domdarî jî Îlbaş bang li midûrê girtîgehê kir û wiha domand: “Gelo ma qet wijdana te nîne? Ma tu jî bav nînî? Me çend caran xwest bi te re hevdîtinê bikin lê te her carê red kir. Dema em diçin hevdîtinê, henekên xwe bi me dike. Divê di zûtirin dem de li girtîgehan weke muxatab bê girtin. Daxwaza me ew e ku ev grev bi dawî bibe. Di nava çar dîwaran de laşên zarokên me dirizin. Daxwazên wan pir hêsan in ku tenê mafê xwe dixwazin.”
 
‘ÊDÎ BES E JI VÊ ZILMÊ’
 
Ji dayikên girtiyan Perîşan Kaymaz da zanîn ku kurê wê Yakûp Kaymaz ev 7 sal nin li Girtîgeha Tekîrdagê ye û wiha derbirî: “Me zarokên xwe dîtin lê rewşa wan baş nebû. Zextê li zarokên me dikin û xwarineke kêm didin wan. Hevalê wî yê qawîşê birine odeyeke cuda. Her cureyên zextê tên kirin. Zarokên me jî li dijî vê ketine çalakiyê. Girtî dixwazin bi rêveberiya girtîgehê re biaxivin lê daxwaza wan nayê qebûlkirin. Ji bo hevdîtina nîv saetê, ez ji Êlihê çûm Tekîrdagê. Êdî bes e ji vê zilmê re. Gelo ma ev ji xwedê natirsin, ma wijdana wan qet nîne? Bila zarokên me veguhêzin girtîgehên nêz.”
 
BANG LI MALBATAN KIR
 
Dayika Kaymaz herî dawî jî wiha got: “Me gelek daxwazname dan ku zarokên me bînin girtîgehên nêz lê nehatin qebûlkirin. Rewşa me ya aborî baş nîne û em kal in. Tevî vê yekê jî zilmê li me dikin. Ez bang li tevahiya dayikên girtiyan dikim ku li hemberî van zextan rabin ser pêyan. Bila kesek bêdeng nemîne. Daxwaza me ew e ku di zûtirin dem de guh bidin daxwazên zarokên me. Em naxwazin ku zarokên me jiyana xwe ji dest bidin. Rayedarên dewleta tirk zilmê li me û zarokên me dikin. Lê em ê li ber xwe bidin û piştgiriyê bidin zarokên xwe.” 
 
MA/ Mazlum Engîndenîz 
 

Sernavên din

24/02/2022
08:46 Bîden: Wê Amerîka û hevkarên xwe bersiv bidin Rûsyayê
08:45 27 welatên YE’yê bi rojeva şerê Rûsya û Ûkraynayê dicivin
08:40 Rûsyayê li dijî Ûkraynayê operasyona leşkerî da destpêkirin
23/02/2022
21:38 Ji bo girtiyên nexweş kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
19:27 Amedsporê, Kirklarelîsporê têk bir
18:29 Kolanên Amedê di bin avê de man
18:17 Polîsan nehişt malbata Dokû biçe ber Wezareta Dadê
17:25 Malbata Dokû ya hat berdan cardin diçe ber wezaretê
17:02 Agaç a YDG’yî: Ji ber ez hatim berdan keyfxweş im
16:54 Şaredarê AKP'î li şûna malan mizginiya mînareyan da
16:54 AHAD-DER’ê bi stranan êriş şermezar kir
16:09 Ji ber parvekirina 'Denîz Poyraz' li endamê PEN'ê Yavûzel doz vekirin
15:58 Parlamenter û rêveberên HDP'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:51 Êrişa li ser xwendekarên kurd li Stenbolê hat şermezarkirin
15:50 Ji endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn re ceza hat xwestin
14:50 Polîsan mudaxileyî malbata Dokû kirin
14:25 Malbata Dokû li pêş Wezareta Dadê asteng kirin
14:14 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:09 ARSÎSA’yê şahiya ziman li dar xist
13:58 Çînê bertek nîşanî danekirinên li dijî Rûsyayê da
13:27 Malbatên girtiyan nobeda xwe birin ber derê ATK'ê
13:22 YDG: Em agahiyê ji endama xwe nagirin
13:08 Qesra Spî: Wê hevdîtina Bîden û Pûtîn pêk neyê
12:52 Malbata Şenyaşar dê nobeta xwe li pêşiya Dadgeha Îstînafê jî bidomîne
12:28 Tirkiyeyê Sedat Peker ji BAE'yê xwest
12:22 Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Leyla Guven de lêpirsîn dan destpêkirin
12:12 Ji bo mafên jinan pêşniyarqanûn pêşkêşî Meclisa Kurdistanê kirin
12:02 Eşyayên girtiyê ku hat sirgûnkirin nedanê
12:00 Li Girtîgeha Bandirmayê 74 girtî bi koronayê ketin
12:00 Li Silêmaniyê jinek hat qetilkirin
11:45 Qeyûm 10 roj in pirsgirêka avê çareser nake
11:14 Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo 8’ê Adarê klîbek çêkir
10:51 Pênûsa wî li erdê nema!
10:50 Tevî bertekan jî xebatên ‘Daristana Bahçelî’ dest pê kirin
10:29 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir
10:12 Ocalan: Meşa jina azad divê heta dawiyê bidome
10:04 Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê bertek nîşanî gefa li bijîjk A.O. da
09:25 Ji Şûreya Dewletê biryara Rişmilê: Biryara "Qada xeternak" li dijî hiqûqê ye
09:00 'Em ê bi têkoşîna rêxistinbûyî bersiva êrişan bidin'
09:00 Xwest birayê wê yê nexweş ê 25 sal in girtî ye bê berdan
09:00 ‘Hê jî di lêpirsîna girtî Bîlgîn de îfadeyên gardiyanan nehatine girtin'
09:00 Ji bo şanoya 'Tu Ne Gara yî' bang kirin
09:00 30 sal in li edaletê digere: Em ê deriyê hepsan bişikînin
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2022'YAN
22/02/2022
23:35 YE, derbarê welatî û saziyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
22:00 Xwendekaran êrişa nijadperest şermezar kir
21:13 Îngîltereyê derbarê 5 bankeyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
20:10 Li Zanîngeha Akdenizê êriş birin ser xwendekarên kurd
20:03 Piştî 7 mehan cenazeyê Ozdemîr spartin axê
16:14 Li Enqereyê jinek hat qetilkirin
16:08 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwe tevli vê berxwedanê bike
16:08 Li wêneyê Komkujiya Roboskê lêpirsîn hat destpêkirin
15:51 Aygul Dokû: Heta ku hesabê Gulistan nepirsim ez ê nemirim
15:51 ‘Doza Çapemeniya KCK’ê’ paşve dan
15:42 Bûldan: Rojên serkeftina me nêzîk in
15:32 Li Mêrsînê wê mîtînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ were lidarxistin
15:21 Malbatên girtiyan ên Amedê li ber deriyê girtîgehê çalakî kirin
15:14 Li Girtîgeha Mêrdînê çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin
14:49 Jin çûn serdana Nobeta Edaletê: Em ê bi hev re têbikoşîn
14:40 Gefa ku dozger li bijîşk xwar şermezar kirin
14:15 Sebahat Tuncel ji doza ‘heqaretê’ hat beraetkirin
14:04 ‘Bila carek din Nexweşxaneya Etfalê vebibe’
14:00 Nûnerê Bilind ê YE’yê Borell: Artêşa Rûsyayê kete Donbasê
13:12 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: "Rapora Tespîtê ya Sala 2021'an a Îmraliyê" aşkera kir
13:05 Dîmenên kesên êrişî HDP’ê kirin derketin holê
12:53 Doza Turkdogan: Dixwazin çavtirsandî bikin
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:49 Malbata Doku bi Buldan re hevdîtin kir
12:34 Hevserokên HDP’î hatin girtin
11:21 Malbata Şenyaşar: Heke zilm hebe berxwedan heq e
10:54 Tirkiye dixwaze şerê Ûkraynayê bike xizmeta xwe!
10:26 Malbata Gulistan Doku li Meclisê ye
09:51 Malbatên girtiyan bang kir: Bila daxwazên zarokên me bên qebûlkirin
09:50 Di doza Pinar Gultekîn de bersûc Avci hat girtin
09:23 Ji Pûtîn fermana 'Operasyonên Hêzên Aştiyê'
09:20 Ocalan hêj di hevdîtina ewil de hişyar kiribû
09:01 Jin li cem Semra Guzel in
09:01 Komîsyona Mafên Zarokan a KESK'ê: Em ê li dijî tahdeya bi unîforma bitêkoşin
09:01 Girtî Balaç 65 roj, Yildirim jî 30 roj in di rojiya mirinê de ne
09:01 Parêzerên jin: Biryar siyasî ye, Tûglûk berdin
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2022'YAN
21/02/2022
22:22 Li Edeneyê şevbihêrka dengbêjan
18:47 3 endamên DÎAYDER'ê hatin berdan
17:55 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
16:58 Xizmên girtiyan: Edalet ji herkesê re hewce ye
16:57 Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Tekîrdagê ne: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
16:54 Daxwaza bi dawîkirina polîtîkayên pişaftinê kirin
16:05 Malbatên Dag û Er serî li ÎHD’ê dan
15:58 Rêveberên Baroya Amedê beraet kirin
15:53 Olûç: Di qada cemaweriyê de derfetê bidin zimanên dayikê
15:10 Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê kir
14:58 Cezayê Demîrtaş hat erêkirin
14:45 Mazlum Dag: Xetere li ser jiyana me heye
14:39 Mele Fahrettîn Ulgun: Ev doz doza hesabxwestina ji ÎBB’ê ye
14:30 DAD wê bi kirmançkî kargeha perwerdehiyê bide destpêkirin
14:14 Cezayê girtîgehê dan rojnameger Dûrket Suren
14:01 Di Doza Gezî û Çarşiyê de biryara cihêkirinê hat dayîn
13:50 Ji HDP’a Enqereyê bangewaziya kongreyê
13:35 Li Amedê civîna 21’ê Sibatê: Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
13:30 Dozger gefa ‘şopandina hiqûqî’ li bijîşk xwar