STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê bi wesîleya hefteya 8’ê Adarê bal kişand ser rewşa girtiyên jin ên neweş.
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 519’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Komîsyonê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyên jin ên nexweş. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin û pankarta “Bila girtiyên nexweş werin berdan” hat vekirin û endamên ÎHD’ê û gelek jin tevli beşdar bûn.
TÊKOŞÎNA JINAN MEZIN DIBE
Endama Komîsyonê Meral Nergîz Şahîn daxuyanî xwend û anî ziman ku li seranserî cihanê li Tirkiyê jî jin li her qadê li hember pergala serdest a zilaman sekna xwe nîşan didin. Şahîn da zanîn ku jin têkoşîna xwe ya ji bo jiyanek azad û wekhev didomînin û got: “Jin li her deverê li dijî tundî û kuştinan têkoşîna xwe mezintir dikin.”
8'Ê ADARÊ LI JINÊN GIRTÎ PÎROZ KIR
Şahîn diyar kir ku li girtîgehan gelek jinên nexweş hene û rewşa girtiyên nexweş li ber çavan û roj bi roj rewşa wan giran dibe. Şahîn anî ziman ku ji ber polîtîkayên tecrîdê girtiyên nexweş nayên dermankirin û berdan û got ew 8’ê Adarê li hemû jinên girtî yên nexweş pîroz dikin û xwest tavilê werin berdan.
NAV Û NEXWEŞÎYÊN GIRTÎYÊ NEXWEŞ RÊZ KIRIN
Şahîn bal kişand ser rewşa 35 jinên girtî yên nexweş ku li girtîgehên Herêma Marmarayê girtî ne û navê wan û nexweşînên wan rêz kir.
Navên girtiyan û nexweşînên wan wiha ne:
GÎRTÎGEHA BAKIRKOYÊ
* Dîlek Oz: Nexweşiya dil, astim, tansîyonê zêde
* Elîf Yaş: Nexweşiya dil
* Fatma Tokmak: Nexweşiya dil û tansiyonê zêde
* Hazîne Alçi: Di çok û ranên wê de platîn heye û bi fizikî astengdar e
* Jiyan Erdînç: Di lingê wê de platîn heye, li ser gopalan bi rê ve diçe û nikare xwe li ser pêya bigire
* Ozge Ozbek: Di mêjiyê wê de ûr heye û hatiye emeliyatkirin û dermankirina wê didome.
* Sureyya Bulut: Nexweşiya Wernicke Korsakoff pê re heye û ji ber ku di mêjiyê wê de perçeyên şarapnelê hene tenduristiya wê di xetereyê de ye.
*Şûkran Avşar, nexweşê Şizofrenê lê hatiya zanîn û rewşa wê xirabe.
* Canşah Çelik: Nexweşiya dil, astim, fitiqa stû û piştê pê re heye
* Hiyem Yolcu: Piştî greva birçîbûnê lingê wê îltîhab girtiye û birîn hene û nirxên xwîna wê kêm.
GÎRTÎGEHA KOCAELIYÊ
* Ayfer Ayçîçek: Pisgirêkên giran yê ruhî pê re peyda bûne û teşhîsa şîzofreniyê lê hatiye danîn.
* Fadîme Coşar: Penceşêriya malzarokê.
* Gulistan Abdo: Di pişta wê de kîs heye û lingê wê hatiye jêkirin.
* Guneş Tekîn: Di pişika wê, pişta wê de parçeyên şarapnalê hene û nayê dermankirin.
* Havva Ak: Penceşêra pêsîrê
* Mesude Pehlîvan: Penceşêra malzarokê û mîdeyê.
* Mizgîn Aydin: Penceşêra pêsîrê.
* Nazîme Avraz: Nexweşiya dil û şekir.
* Remziye Baloglu: Kronîk Behçet û osteoporoz (helandina hestiyan).
* Ruhşan Bozan: Nexweşiya şekir, Kronik Behçet, osteoporoz û çerm.
* Îpek Cîgretaş: Tansiyon û dil.
* Zelîha Bulut: Nexweşiya alerjî, astim û bi nexweşiyên jinan re rûbirû maye.
GIRTÎGEHA KANDIRAYÊ YA JIMARA 1’AN A TÎPA F’YÊ
* Aysel Tugluk: Nexweşiya demansê û nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe rojan pêk bîne.
* Laleş Çelîker: Di dilê wê de kombûna avê, fitiqa piştê û nexweşiya kîsikê zirav
* Denîz Tepelî: Di malzaroka wê de kîs hatiye tespîtkirin û hatiye emeliyatkirin û tedawiya wê didome.
GIRTÎGEHA SÎLÎVIRIYÊ JIMARA 9’AN
* Aysu Baykal: Nexwiya gurcikan a kronîk.
* Barkin Tîmtîk: Ji ber ku di malzaorka wê de kîst hene, divê bê dermankirin.
* Seval Yaprak: Nexweşiya dil.
* Yasemîn Karadag: Neqilkirina gurcikê û tansiyon û osteoporoz.
* Ozlem Taşdemîr: Şîzofren, Ji ber pirsgirêkan damarê wê serê tiliya piyê wê hatiye birîn û divê birêkûpêk were dermankirin.
GÎRTÎGEHA JINAN A YENÎŞEHÎRA BÛRSAYÊ
* Fatma Demîr: Penceşêra malzarokê û ba
* Saîme Avşîn: Astengdar e û li ser sendelya teker dijî.
*Zeynep Genlîoglu: Ji sedî 54 astengdar e.
GİRTÎGEHA TÎPA T’YÊ YA DUZCEYÊ:
* Aysun Şahîn: Nexweşiya dil û Multiple Skleroz
* Nazli Çatpinar: Astima kronîk.
GÎRTÎGEHA EDÎRNEYÊ A JINAN
* Hêlîn Oncu: Nexweşiya pişikê û kezebê.