Ji zilaman peyama 8'ê Adarê: Heta jin azad nebe wê pirsgirêk çareser nebin

img

AMED - Zilamên ku me bi munasebeta 8'ê Adarê li kuçeyên Amedê mîqrefon dirêjî wan kir, diyar kirin ku li welat pirsgirêka bingehîn ne aborî azadî û mafê mirovan e û ev tişt gotin: "Destpekê divê tu azad bî. Şê heta ku jin azad nebe civak jî azad nabe û pirsgirêkên li welat çareser nabin."

Weke li gelek welatan li Tirkiyeyê jî zihniyet û pergala dewletparêz a baviksalar serwer e û jin bi rengên cuda di hedefa polîtîkayên bêcezahiştin, tundî û zexta cudakariya zayendî ya civakî de ne. Jinên ku li dijî vê têkoşîna xwe bi israr didomînin, her sal di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de dengê xwe li qadan didin bihîstin û biryardariya xwe ya azadiyê dubare dikin. Îsal, starta 8'ê Adarê ji bo bîranîna girtî Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandirayê dest dirêjî wê hatibû kirin û hatibû kuştin, di 25'ê sibatê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hat dayîn. Me jî li Amedê mîqrefon dirêjî zilaman kir û berxwedana jinên kurd û 8'ê Adarê jê wan pirsî. 
 
 
WEKHEVÎ TUNEYE
 
Zilamê bi navê Mehmet Kadrî Kayhan, diyar kir ku li Tirkiyeyê jin û zilam ne xwedî mafên wekhev in û wiha got: "Zilam bi awayê ku dixwazin li kuçeyandigerin lê jin nikarin vê bikin. Ji ber zêdebûna destdirêjiyên li dijî wan jin û zarokan di nav tirsê de ne. Ji ber vê jin li para tên hiştin. Bi zihniyeta 'Bila li malê be, li zarokan binêre' nêzî wan dibin."
 
Cûma Kanat, diyar kir ku li welat ne jin ne jî zilam ne azad in û got ku cînayetên jinan polîtîk in. 
 
PERWERDEYA ZAYENDIYA CIVAKΠ
 
Baver Kaya, bal kişand ser polîtîkaya dewletê ya li hemberî sûcên li dijî jinan û derbarê mijarê de berpirsyariya ku dikeve ser milê malbatan bi bîr xist û ev tişt got: "Divê malbat zarokên xwe yên kurik perwerde bikin. Heke ji malbatê perwerdeyeke baş bê girtin wê ev ji bo civakê jî ji bo jinan jî baş be."
 
CEZAYÊN TÊN BIRÎN KÊM IN
 
Ji welatiyan Huseyîn Tîryakî jî, bi lêv kir ku cezayên dûrxistinê yên li zilamên tundiyê dikin tên birîn kêm in û ev tişt got: "Pêximkerî tuneye, heman sûcî dîsa dike. Divê cezayên giran derkevin ku pêximkerî çê bibe. Bi cezayên niha herkes sûc dike. Divê daxwazên jinan ên azadî û wekheviyê bi cih ben."
 
PIRSGIRÊKA BINGEHÎN AZADÎ YE
 
Abdurrhaman Bakir, diyar kir ku li Tirkiyeyê hemû pirsgirêkan bi aboriyê ve tên girêdan lê pirsgirek ne pirsgirêka aborî û ev tişt anîn ziman: "Pirsgirêka vî welatî ne aborî ye. Prisgirêkên bingehîn ên vî welatî azadî û mafên mirovan e. Divê tenê li ser aboriyê neyê rawestandin. Destpêkê divê tu azad bî. Lê heta ku jin azad nebe wê civak azad nebe û pirsgirêkên li welat neyên çareseririn. Di nav kurdan de di mijara azadiya jinê de pêşveçûn heye. Di 8'ê Adarê de divê li ser têkoşîna jinên kurd û bedelên ku ji bo vê dane bê rawestandin. Şerê ku li ser jinê tê meşandin pir kûr û dîrokî ye. Bi saya Tevgera Azadiyê jinan ji xwe re cih dîtiye. Divê dinya guh bide jinên kurd ku rexmî hemû zehmetiyan dengê xwe li qadê didin derdixin û têkoşîna wan mînak bê girtin."
 
Aslan Ayriç jî qala têkoşîna jina kurd kir û wiha axivî: "Hê jî em di bin bandora pergaleke feodal de ne. Em li dijî vê pergalê ne. Li ser jinan, bi taybetî jî li ser jinên kurd zilm heye."
 
PIRGIRÊKA KURD Û JINAN 
 
Welatiyê bi navê Tahsîn Oral, destnîşan kir ku weke her pirsgirêkê di bin pirsgirêka jinan de jî Pirsgirêka Kurd heye û ev tişt gotin: "Tu kîjan kevirî radikî di bin de Pirsgirêka Kurd dertê. Rastiya welat Pirsgirêka Kurd e. Mafekî zilam ê mîna kuştina jinê tune ye. Jina kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê şer kir. DAIŞ bi saya kurdan hêza xwe winda kir. Lê dîsa jî dibêjin, "Em piştgirî bidin DAIŞ'ê û jinan biklujin'. Hûn çima dikujin? Heke li vê erdnîgariyê Prisgirêka Kurd çareser bibe wê hemû pirsgirêk di ber xwe de çareser bibib."
 
MA / Ceylan Şahînlî

Sernavên din

07/03/2022
14:20 Doza Kobanê: Delîlên di dosyayê de tên berovajîkirin
14:16 Li gorî ÎSÎG'ê di sibatê de 106 karkeran jiyana xwe ji dest dane
14:06 Bi hinceta 'belavkirina belavokên bûdçeyê' doz li HDP'iyan hat vekirin
13:48 Partiya Pêşerojê piştgirî da Nobeta Edaletê: Daxwazên we di cih de ne
13:42 Biryarên xerakirinê yên îstînafê pêşkeşî dadgehê kir
13:18 Malbatên Roboskiyê beraet kirin
13:17 Ji bo JINNEWS'ê kampanyaya hashtagê
12:39 Dayika Ferha bi salan çiya bi çiya li cenazeyê kurê xwe geriya
12:38 Emîne Şenyaşar banga 9'ê adarê kir
12:02 HDP'ê ji bo 8'ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyarqanûnek da meclisê
11:44 Ocalan: Heta ku jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
11:24 Îstinafê biryarê redkirina doza rojnameger Bîlen xera kir
11:01 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Ji bo tehliyekirina sivîla agirbesta demkî
10:16 Ciwan bibiryar in ku tecrîda Îmraliyê bişikînin
09:19 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj 8'ê Adarê ye
09:18 Di îşkenceya bikuçik de wezaret mehkûmê tazmînatê hat kirin
09:18 Ji jinan banga Emîne Şenyaşar: Di 9'ê adarê de em di nobetê de ne
09:18 Daxwaza mala xwe ya ku bi 'destûra taybet' dikevê dike
09:14 Ji zilaman peyama 8'ê Adarê: Heta jin azad nebe wê pirsgirêk çareser nebin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2022'YAN
06/03/2022
21:35 Qaymeqamiya Cizîrê "Mem û Zîn" qedexe kir
20:12 Erdogan Emîr li NÇM'a Stenbolê konser da
18:41 Dayika Ferha Ay ku 27 salan li benda kurê xwe ma jiyana xwe ji dest da
18:28 Di daxuyaniya 8'ê Adarê de 5 jin hatin binçavkirin
16:57 Li ser sînorê Kobanê ÎHA’yek ket xwarê
16:56 Jinan li Stenbolê 'Hevdîtina Mezin' li dar xist
16:25 Li dijî tundiya dewletê jin bi mitîngekê hatin gelhev
16:24 Keskîn: Ewropa şirîkê sûcên li Tirkiyê ye
16:09 Li Girtîgeha Şakranê mirina bi guman a Eke
15:58 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
15:46 Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê biherikin Newrozê
13:49 Sancar: Wê Xeta Sêyemîn rêya komara demokratîk vebike
13:11 Erdogan û Pûtîn hevdîtin kirin
13:09 Li Cizîra Botan govenda ‘Dem dema azadiyê’
12:57 Bi hezaran kes tevli kongreya HDP’ê bûn: Çareserî ne li NATO’yê ye çareserî li cem Ocalan e
12:26 Şerê Ûkrayna û Rusyayê: Zelenskî daxwaza balefirên şer kir
11:16 Malbata Şenyaşar banga salvegera yekemîn kir
09:28 Hevserokê SES'a Amedê: Biryara sistkirina bergiriyên pandemiyê siyasî ye
09:24 Qeraxê Gola Wanê bûye cihê rantxwarinê!
09:13 Kaya: Ji bo rakirina tecrîdê ji destê kê çi tê divê bike
09:13 Li Wanê di mehekê de 4 jin hatin qetilkirin: Em ê kiryaran teşhîr bikin
09:12 Li midûriyeta polîsan kes tune bû, caxên nezaretxaneyê şikand û çû mala xwe
09:10 Bêyî ku guh li gotinên wekî 'dê mêr bêjin çi' bikin bênavber dinivîsin
09:08 20 salin di 8'ê Adarê de stranên azadiyê distrê
09:05 ‘Bi qanûna înfazê ya nû re girtiyên nexweş tên kuştin'
09:01 ROJEVA 6'Ê ADARA 2022'YAN
05/03/2022
20:03 Rêvebiriya Xweser 8'ê Adarê kir roja betlaneya fermî
18:38 Ji ber ku Tûglûkê nikaribûye pirsa 'serokkomar kî ye?' bibersivîne, bi ser de kirine qîreqîr!
17:04 ‘Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyan dibin’
16:41 Coşa 8’ê Adarê berdewam dike
16:29 Ji bo jinên girtî yên nexweş banga berdanê
16:14 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta jinên jinên winda pirsî
16:12 Panela yekemîn a Konferansa Feylî û Êzdiyan bi dawî bû
16:12 TMMOB û KESK’ê serdana Nobeda Edaletê kir
15:59 ÎHD’ê bi boneya 8’ê Adarê bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş
15:05 Jinên hatine windakirin û qetilkirin bi bîr xistin
14:59 Pekoz: Wexta ku Ocalan diaxive dengê aştiyê bilind dibe
14:35 KESK'ê li Amedê xwest xala 35’emîn û sepanên OHAL’e werin rakirin
14:33 TUHAY-DER: Em ê têkoşîna xwe li ser rêça Garîbeyê bidomînin
14:18 Jinan li pêşiya girtîgehê bang kir: Tecrîdê bi dawî bikin, girtiyan berdin
13:41 'Hezar sal jî derbas bibin em ê têkoşîna edaletê bidomînin’
13:40 Di meha sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
13:26 Wezaret ‘lêgerîna nava dev” înkar dike, girtîgeh jî dibêje ‘heye’
12:07 Malbata Şenyaşar banga 9’ê Adarê kir
11:37 Komîsyona Zarokan a Wanê xeta îxbarê çalak kir
11:17 Şaredarê AKP’î îhaleyên bi 3 milyon lîreyan dan pismamê xwe
10:38 Ji hucreyê bang kir: Em ê nehêlin berxwedana jinan di bin siya êrişan de bimîne
10:27 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Li şûna çekan bangên diyalogê zêde dibin
10:14 Zanista Jinan: Kovara Jineolojiyê rêya azadiyê nîşan dide
09:20 Li Efrînê di 2 mehên dawî de 120 kes hatine revandin
09:19 Qeymeqamtiya Sûrê li 'navenda cazîbeyê' kon vegirt!
09:17 Ozsoy: Dagirkirina Ûkraynayê NATO'yê bihêztir kir
09:13 ‘Berpirsiyariya sereke ya rojnamevanan dabînkirina aştiyê ye'
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2022'YAN
04/03/2022
21:35 Polîs çûn mala Semra Guzel
17:00 Jin li qadan in: Tecrîdê rakin û girtiyên nexweş berdin
16:11 Şandeya HDP’ê serdana YNK’ê kir
16:10 Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê
16:08 Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê di 24'ê adarê de dest pê dike
15:25 ‘Heta edalet were, em ê ji vir neçin’
15:03 Ji bo kongreya HDP'ê ya Dîlokê bang kirin
15:02 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
14:33 Qeyûm ji bo ‘Daristana Bahçelî’ baxçeyê çayê hilweşand
14:24 Li Amedê 8 kes hatin binçavkirin
14:18 Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:11 Nehêlan Gergerlîoglu biçe derveyî welat
14:08 ‘Kurdistana xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek e’
14:03 HDP û HDK’ê bang li Ewropayê kir: Deriyên xwe li hemû penaberan vekin
13:40 Derheqê Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin
13:32 Malbatên girtiyan serdana Partiya Saadetê kirin
13:29 Rapora meha sibatê ya DFG’ê: 16 sal ceza li 5 rojnamevanan hat birîn
13:06 Kişanak banga avakirina Tifaqa Jinan kir: Dê bibe tifaqa aştiya civakî
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû