Li gelek navendan banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê amadekariyên Newrozê hatin kirin û gel ji bo pîrzbahiyên Newrozê hat vexwendin. 
 
Li bajarên bakurên Kurdistanê û Tirkiyeyê xebat û amadekariyên ji bo Newrozê berdewam dikin. D çarçoveya amadekariyên Newrozê de belavok li gel hatin belavkirin û ji bo pîrozkirinên Newrozê hatin vexwendin. 
 
AMED 
 
Li navçeya Rezan, rêveber û endamên HDP û DBP'ê li kolanên Sakarya, Nûkhet Coşkûn û Dortyol bi berzkirina dirûşma 'Bîjî Newroz' belavok belav kirin û gelê navçeyê vexwendin Newrozê. dema vê xebatê stranên "Zîndana Amedê em ê bîşikênin" , "Newroz e Newroz e" , "Zîmanê Kurdî" û "Yan Mirin Yan Diyarbekir" hatin gotin û govend hatin gerandin. 
 
Li taxên Fîskaya, Ferît Koşku, Şehîtlik, Benûsen û kolana Şemsîlerê yên Yenîşehîrê jî rêveber û endamên HDP û DBP'ê belavok belav kirin û gel vxwendin Newrozê. 
 
RIHA 
 
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî amadekariyên Newrozê hatin kirin. Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Wêranşarê, ji bo pîrozkirina Newrozê ku wê di 21'ê Adarê de li navçeyê pêk bînin serlêdan kiribû. Serlêdana HDP'ê hat qebûlkirin û destûr hat dayîn ku Newroz li navçeyê bê pîrozkirin. Li ser vê destûr girtinê endam û rêveberên HDP'ê yên navçeyê agirê yekemîn ê Newrozê li ber avahiya xwe vêxistin û bi awayekî girseyî Newroz pîroz kirin. 
Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî li pîrozbahiyê amade bû gelê navçeyê vexwen pîrozbahiya ku wê di 21'ê Adarê de Qada Mazatê ya Wêranşarê bê pîrozkirin. 
 
Endam û rêveberên HDP'ê yên navçeyê ku berdilkên li ser wan "Newroz pîroz be" nivîsandî li xwe kiribûn, piştî axaftina Surucu li dora agir govend gerandin û piştre li navenda navçeyê gel vexwendin Newrozê.  
 
BASA 
 
Li navçeya Basayê ji bo pîrozbahiya ku wê sibê li navçeyê pêk bê xebatên dawî hatin kirin. Rêxistina HDP’ê ya Basayê, li navçeyê û bajarokê Findikê mal bi mal û esnafan geriyan û belavok belav kirin û gel vexwendinn Newrozê. Wê pîrozbahiya Newrozê sibê saet di navera 11.00 û 16.00’an de li Qada Bazarê pêk bê. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz û Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Guler Tunç dê wek axaftvan tevlî pîrozbahiyê bibin. Her wiha wê Koma Awazên Botanê jî derkeve ser dikê û stranên xwe bibêje. 
 
QILEBAN
 
Li navçeya Qilebanê jî wê sibê pîrozbahiya Newrozê bê kirin. Ji bo tevlibûnê xebatan îro jî berdewam kir. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, aktivîstên TJA’yê û rêveberên HDP’ê li navçeyê serdana esnafan kirin û belavok li wan belav kirin û ew vexwendin pîrozbahiya Newrozê. 
 
Pişt re girse derbasî qada Newrozê bû. Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş li vir bang kir û ev tişt got: “Waye Newroz hat. Newroz berxwedan û jiyana ji nû ve ye. Newroz li tevahiya gelê cîhanê pîroz be. Em bang li hemû gelê xwe dikin werin ku em sibê govenda azadiyê bigirin.” 
 
Pişt re agir hat pêxistin û govend hat gerandin. 
 
Wê pîrozbahiya Newrozê sibê bi tevlibûna parlementer Hasan Ozguneş, Aktîvîsta Gulistan Sonuk, Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag û hûnermend Bayram Çelebî û Umut Botan bê lidarxistin. 
 
SÊRT
 
Li Sêrtê dê di 21’ê Adarê de pîrozbahiya Neworzê li Qada Newrozê saet di 10.00’an de bê pîrozkirin. Ji bo tevlibûna Newrozê li gund, navçe û bajêr xebatên amadekariyê berdewam dikin. Parlamenterên HDP’ê yên Sêrtê Meral Daniş Beştaş û Siddik Taş û Hevşaredara Sêrtê ya qeyûm danîne şûna wê û rêveberên HDP’ê li taxan geriyan û xelk vexwendin pîrozbahiyê. 
 
Parlamenter û rêveberên HDP’ê li taxên Alan û Çakmakê ji aliyê xelkê ve bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin, pişt re li taxan agirê Newrozê hat pêxistin û govend hat gerandin. 
 
MÊRDÎN
 
Xebatên Komîteya Amadekar a Newrozê ya Mêrdînê li navçeyan berdewam kirin. 
 
KERBORAN
 
Ji bo xebatên Newrozê ku li Kerboranê werin bên kirin rêxistina Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu, Hevserokê DBP’ê yê Mêrdînê Weysî Parildi, Parlementera HDP'ê Pero Dundar hatin navçeyê û bi HDP ê ya navçeyê re xebat meşandin. Heyeta HDP û BDP'ê li gundên Xelîla, Deywan û navenda navçeya Kerboranê  geriya gel vexwend Newroza ku wê sibê linavçeyê bê pîrozkirin. Li gelek deveran agir hat vêxistin û li dorê govend hat gerandin û bi diruşmeyên “Bijî Newroz” hat berzkirin. 
 
NÊSBIBÎN
 
Bi beşdarbûna endam û rêveberên rêxistinên HDP’ê BDP'ê yên bajêr û navçê û TJA’yê li navenda Nisêbînê belavokên Newrozê ji bo pîrozbahiya di 21’ê Adarê de li qada Newrozê ya Nisêbînê were kirin hatin belavkirin. 
 
QOSER
 
Li Qoserê jî bi beşdarbûna parlementera HDP’ê Ebrû Gunay û rêxistina navçe û ya bajêr belavokên pîrozbahiya Newroza ku di 20’ê adarê de li qada Newrozê pêk were hatin belavkirin. Bi erbane û stranên Newrozê de ji avahiya HDP’ê ya navçeyê ber bi qada Azadiyê ve meş hate lidarxistin.
 
BAJARÊN TIRKIYEYÊ
 
Edene, Mersîn, Kocaelî, Stenbol Bûrsa, Çanakkale û Tekîrdagê jî amadekariyên pîrozbahiyên Newrozê hatin kirin û gel ji bo pîrozbahiyan hatin vexwenin. 
 
 
 
 
 

Sernavên din

20/03/2022
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin
19/03/2022
21:40 Serlêdana ji bo Newroza Amedê hat qebûlkirin
20:31 Li Peyasê govenda Newrozê
17:37 Li Aydinê coşa Newrozê: Em ji bo azadiya gelan agirê Newrozê geştir bikin
17:17 OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:07 Li Wanê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn
17:01 Nûnerên sendîkayan li Wanê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:46 Bi lastîkan agirê Newrozê vêxistin
16:43 Li Mêrdînê qezayê trafîqê: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:38 Li Gebzeyê bi hezaran kes li dora agirê Newrozê civiya
16:37 Li ser sînorê Başûr agirê Newrozê hat hilkirin: Divê Ocalan azad bibe
16:28 Hunermendê kurd Çiya Şenses hat berdan
16:27 Li warê Mazlum Dogan agirê Newrozê geş bû
16:27 Ji Newroza Dêrsimê peyama berxwedanê
16:12 Hat xwestin ku girtiya nexweş Karaguzel were berdan
16:10 Ahmet Turk: Dem dema avakirina yekitiya neteweyî ye
16:05 Li Qoserê piştî pîrozbahiyê meş
16:05 Dozger xwest ku jinên binçavkirî bên girtin
15:48 Botanê xwe bi ruhê Newrozê pêçand: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye
15:46 Xizmên windakiriyan faîlên Hasan Ocak pirsîn
15:32 Ji Newroza Bismilê silav ji bo Ocalan şandin
15:25 Di Newroza Mersînê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin
15:13 Jiyana girtiya nexweş di xetereyê de ye
14:51 Newroza Pirsûsê diyarî Emîne Şenyaşar hat kirin
14:43 Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Ocak bang li rayedaran kirin
14:41 Xelk ji 7 salî heta 70’ê salî li qadê bû: Şirnexê gavek jî paşve neavêt
14:40 Otelên Amedê bi mêvanên Newrozê tije bûne
14:19 Li Îdirê agirê Newrozê hat hilkirin: Kurd çok natewînin
13:33 Xizmên windakiriyan kesên di Newrozê de hatine qetilkirin bi bîr anîn
13:31 Li Dêrsimê tevî barîna berfê jî Newroz tê pîrozkirin
13:06 Xelkê Panosê guh neda berf û sermayê û agirê Newrozê vêxist
12:19 Lîsa Çalan hêjayî 'Xelata Ruhê Sînemayê ya Salê' hat dîtin
12:19 Li şûna bijîşkan gardiyan li girtiyê bi covîdê ketî nihêrt!
12:06 Li 7 navendan pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
12:05 Newroza Îdirê bi rengê jinan dest pê kir
11:05 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:04 Gelê Amedê ji bo Newrozê amade ye
10:51 John Kusack jî piştgirî da kampanya azadiya Nûdem Dûrak
10:41 Ocalan: Newroz meşa azadî û serkeftinê ya kurdan e
10:40 Gardiyanan ji jinan re got: Em rehetiyê nadin we
10:34 Turkdogan: Li gorî hiqûqê divê Ozkan were berdan
10:32 Derbarê Emîne Şenyaşar de doza 'heqaretê' hat vekirin
10:07 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
09:20 Bi wêneyan 20 Newrozên Amedê
09:15 Bangawaziya ji bo Newroza Stenbolê: Em li Yenîkapiyê li benda milyonan e
09:14 Nûnerên sendîkayan: Ji bo azadiyê ber bi qadên Newrozê ve
09:07 Ji bo bîranîna 33 rêwiyên xeyalan Mala Çandê ya Ciwanan a Polenê ava kirin
09:06 Dema ku telefon lê dide ditirse ku tiştek hatiye serê bavê wê
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2022'YAN
18/03/2022
22:31 NY: Li Ûkraynayê herî kêm 816 sivîl jiyana xwe ji dest dane
20:22 Jinan li quntarên Çiyaboza agirê Newrozê vêxistin
20:17 7 jin hatin girtin
17:42 Partiyên siyasî serdana Nobeda Edaletê kirin
17:10 Li gelek navendan banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin
16:50 Girtiyê ku îdia dikirin xwe kuştî ye: Berpirsyarê mirina min, rêveberiya girtîgehê ye