Turkdogan: Li gorî hiqûqê divê Ozkan were berdan

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ne tenê ji ber nexweşiya xwe lê ji ber rewşa hiqûqî jî diviya heta niha bihata berdan û wiha got: “Kesek ji ber sûcên girêdayî TMK’ê herî zêde dikare 7 salan were darizandin lê Ozkan ev 8 sal in tê darizandin.” 
 
Bi sedema bûyerên di 2’yê cotmeha sala 1993’yan ên li Licê ya Amedê, li Mehmet Emîn Ozkan cezayê muebbetê hatibû birîn. Ozkan, heta niha 302 caran rakirina revîra girtîgehê û 374 caran jî sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin. Ozkan, girtiyeke nexweş e û saziyên pêwendîdar nahêlin ku were berdan. 
 
Saziya Tipa Edlî (ATK) ji bo Ozkan rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” amade kiribû û Saziya Venihêrîna Cemaweriyê (Ombudsmanî) jî ji bo rewşa girtî ya Ozkan îdia kir ku “li gorî qanûnan e” û serlêdana ji bo berdana Ozkan red kir. 
 
Dadgeha ku Ozkan lê dihat darizandin jî biryar da ku neyê berdan. Ozkan ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin û doza wî li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hat dîtin. Diviyabû Ozkan bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî dozê bûbûya lê nekarî heta odeyê jî were. Tevî vê yekê jî dadgehê biryara beraetê neda. 
 
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan têkildarî binpêkirinên hiqûqî yên di pêvajoya darizandina Ozkan û biryarên li dijî CMK’yê hatine dayîn ji ajansa me re nirxand. 
 
‘HEMÛ DERHIQÛQIYÊN WAN DERKETIN HOLÊ’ 
 
Turkdogan, diyar kir ku Ozkan heta niha bi sedan caran rakirina nexweşxaneyê û wiha got: “Pergala hiqûqê, sepanên tipa edlî û feraseta edaletê ya Tirkiyeyê hatiye astekî wisa ku tevek jî di şexsê Mehmet Emîn Ozkan de derdikevin holê. Ozkan, di sala 1996’an de hate girtin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) wê demê cezayê muebbetê da. Li gorî biryarê divê di 2026’an de were berdan. Lê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) darizandinên di DGM’ê de weke bêhiqûqî nirxand û ji ber binpêkirina peymanê, Tirkiye mehkûm kir. Ji ber ku di şandeyên DGM’ê de dadgerên leşkerî hebûn. Divê hemû kesên beriya salên 2000’î di DGM’an de hatine darizandin û ceza lê hatiye birîn, dîsa werin darizandin.” 
 
MÎNAKA ABDULLAH ALTUN
 
Turkdogan, biryara binpêkirinê ya derheqê Abdullah Altun de bi bîr xist. Altun, di sala 1999’an de li Amedê ji hêla DGM’ê ve cezayê muebbeta giran lê hatibû bîrîn û DMME’yê ji bo jinûvedarizandinê biryar dabû lê serlêdana wî hatibû redkirin. Li ser vê yekê jî serî li AYM’ê dabû û AYM’ê biryara binpêkirina maf dabû. Turkdogan, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Serokê AYM’ê her tim daxuyaniyan dide û dibêje; ‘divê ji her alî ve bi biryarên AYM’ê were kirin.’ Anku heke AYM derheqê şexsekî de biryarê bide, divê ev biryar raste rast were bicihanîn. Ya din jî heke AYM’ê ji bo serlêdanekê biryara derhiqûqê dabe, divê hemû dadgeh li gorî wê biryarê tevbigerin. Xala 138’emîn a Qanûna Bingehîn vê yekê ferz dike. Di biryara 2018’an a AYM’ê de bi vekirî tê gotin ku divê jinûve were darizandin.” 
 
‘JI BER VALAHIYA DI CMK’Ê DE NEHAT BERDAN’
 
Di berdewamê de Turkdogan anî ziman ku piştî nûkirina biryara jinûvedarizandinê, di hêla teknîkî de diviyabû Ozkan bihata berdan û wiha pê de çû: “Ev qeyd ji bo Ozkan nehatiye bikaranîn lê dozgeriya Amedê di sala 2013’an de ji ber Doza Liceyê derheqê gelek leşkeran de bi sedemên cuda doz vekir. Bi vekirina dozan re parêzerên Ozkan serlêdan kirin ku cezayê li muwekîlê wan hatiye birîn, cezayekî ne di cih de ye. DGM’a Edeneyê piştî biryara derheqê Ozkan de hatibû girtin û Dadgeha Cezayên Giran jî xebatên wê berdewam dikirin. Ji ber ku derheqê bûyerên Liceyê de dozeke nû hatibû vekirin, Dadgeha Cezayên Giran daxwaza parêzeran qebûl kir û biryara jinûvedarizandinê da. Lê belê ji ber valahiyeke di CMK’ê de, biryar dan ku Ozkan neyê berdan.” 
 
‘EV 8 SAL IN TÊ DARIZANDIN’
 
Bi domdarî Turkdogan destnîşan kir ku dema daxwaza jinûvedarizandinê ya kesekî tê qebûlkirin, divê statûya wî ya hiqûqî jî biguhere û wiha derbirî: “Êdî nabe girtî. Heke hûn nekarin berdin, divê derheqê darizandinê de hûn li gorî hikmên CMK’ê tevbigerin ku ji bo sûcên girêdayî TMK’ê tê gotin ku dikare herî zêde 7 salan were darizandin. Biryara jinûvedarizandina Ozkan di sala 2014’an de hatiye dayîn û ev 8 sal ser re derbas bûn. Li gorî hiqûqê diviyabû heta niha bihata berdan. Diviyabû Obsurdmanî û Wezareta Edaletê di dema biryardayînê de pêşniyarên heyî vekolandina û pir bi rehetî belge bixwestina. Heke tiştekî wiha bikirana, dê wan jî xwe bigihanda encamekî wiha. Heta dibûya ku ji bo sepandina CMK’ê pêşniyara biryarê bikirana.” 
 
'JI BO GIRTIYÊN HÎZBULLAHÎ BIRYARA BERDANÊ’ 
 
Turkdogan, daxuyand ku ne tenê ji ber rewşa nexweşiyê lê divê Ozkan ji ber rewşa hiqûqî jî were berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê mijarê de Ozkan tenê yek ji mînakên heyî ye. Gelek girtiyên din ên di heman rewşê de hene. Divê tevahiya van girtiyan ji nû ve werin darizandin û bên berdan. Baş e lê Tirkiyeyê çi kir? Gelemperiya bersûcên Hîzbûllahî yên di dema DGM’ê de hatine darizandin lê serî li DMME’yê nedabûn berdan. Hûn girtiyên ji doza Hîzbûllahê li gorî biryara DMME û AYM’ê piştî darizandina 7 salan ber didin lê ji bo Ozkan û gelek girtiyên din ên kurd berevajî tevdigerin. Divê Dadgeha Bilind û AYM êdî vê rastiyê bibîne. Biryarên pêşniyarê yên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya ji bo girtiyên bi muebbeta giran tên darizandin hene. Nabe ku kesek heta mirinê di girtîgehê de bimîne.” 
 
'PÊŞNIYARA ME LI MECLISÊ HATE REDKIRIN’ 
 
Ozturk Turkdogan da zanîn ku dema li Qanûna Girtîgehan a Tirkiyeyê tê nihêrtin, berdana kesên ser emrê 60’î de hêsantir e û ev tişt anî ziman: “Tevî vê yekê jî girtiyên ku sûcên wan ber qanûna TMK’ê ya Hejmar 3713’an dikevin, nikarin ji vî mafî sûd bigirin. Divê bêyî ku li sûcên ber TMK’ê binihêrin, girtiyên nexweş û yên biemr werin berdan. Me ev nêrînên xwe weke nêrînên hiqûqî hem ji Meclisê û hem jî ji AYM’ê re şandin. Lê bi piraniya dengan hate redkirin. Qeydeyên ji bo sûcên edlî di meriyetê de dikarin bi rehetî ji bo sûcên ber TMK’ê dikevin jî bêxin meriyetê. Astengiyeke li pêşiya vê nîne.” 
 
‘DÊ ÇAWA LI GIRTÎGEHÊ BIMÎNE?’ 
 
Turkdogan got ku divê Saziya Venihêrîna Cemaweriyê ji xwe bipirse bê ka “mirovekî 83 salî çawa dikare di girtîgehê de bimîne” û ev tişt anî ziman: “Divê ji bo girtiyên temenmezin sînorekî girtinê were danîn. Me ji bo hejmara kesên bi sûcê muebbeta giran tên darizandin serî li Saziya Venihêrîna Cemaweriyê da lê bersivek nedan me. Em dibînin ku di nava van kesan de bi taybet jî girtiyên nexweş hene. Diviya bû ev rastî derxistina holê û rewşa xeternak berbiçavtir bikirana.” 
 
RAPORÊN ATK’Ê
 
Têkildarî raporên ATK’ê jî Turkdogan ev nirxandin kir: “ATK derheqê girtiyên ji ber sûcên TMK’ê tên darizandin de li gorî nêrîna desthilatiya siyasî raporan amade dike. Raporên ATK’ê, ne raporên bêalî ne. Divê di vê mijarê de raporên nexweşxaneyên perwerde û lêkolînê û raporên beşên zanistê yên zanîngehan esas bên girtin. Di dawiya dawî de ATK saziyeke cemaweriyê ye û serbixwe nîne.”
 
‘DIVÊ ÊDÎ EV MIJAR BÊ ÇARESERKIRIN’
 
Turkdogan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di xala 16’emîn a Qanûna Înfazê de tê gotin ku heke girtiyek nekare bi tena serê xwe bijî, dikare were berdan. Niha kurê Ozkan li wî dinihêre. Lê ATK tevî rewşê jî dibêje; ‘dikare di girtîgehê de bimîne.’ Evqas bêwijdanî nabe. Bi hîleyan nêzî qanûnan dibin û divê ev di çarçoveya sûcê peywirê de bên destgirtin. Pirsgirêka girtiyên nexweş, êdî pirsgirêkeke polîtîk e. Ev mijar êdî bi rêya hiqûqê yan jî ATK’ê nayê çareserkirin. Hewceye partiyên siyasî vê mijarê li Meclisê çareser bikin. Divê qanûneke înfazê ya rast û durist derxînin û ev jî li gorî Qeydên Mandela bin. Di şexsê Mehmet Emîn Ozkan de divê êdî pirsgirêka girtiyên nexweş teqez were çareserkirin.” 
 

Sernavên din

20/03/2022
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin
19/03/2022
21:40 Serlêdana ji bo Newroza Amedê hat qebûlkirin
20:31 Li Peyasê govenda Newrozê
17:37 Li Aydinê coşa Newrozê: Em ji bo azadiya gelan agirê Newrozê geştir bikin
17:17 OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:07 Li Wanê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn
17:01 Nûnerên sendîkayan li Wanê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:46 Bi lastîkan agirê Newrozê vêxistin
16:43 Li Mêrdînê qezayê trafîqê: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:38 Li Gebzeyê bi hezaran kes li dora agirê Newrozê civiya
16:37 Li ser sînorê Başûr agirê Newrozê hat hilkirin: Divê Ocalan azad bibe
16:28 Hunermendê kurd Çiya Şenses hat berdan
16:27 Li warê Mazlum Dogan agirê Newrozê geş bû
16:27 Ji Newroza Dêrsimê peyama berxwedanê
16:12 Hat xwestin ku girtiya nexweş Karaguzel were berdan
16:10 Ahmet Turk: Dem dema avakirina yekitiya neteweyî ye
16:05 Li Qoserê piştî pîrozbahiyê meş
16:05 Dozger xwest ku jinên binçavkirî bên girtin
15:48 Botanê xwe bi ruhê Newrozê pêçand: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye
15:46 Xizmên windakiriyan faîlên Hasan Ocak pirsîn
15:32 Ji Newroza Bismilê silav ji bo Ocalan şandin
15:25 Di Newroza Mersînê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin
15:13 Jiyana girtiya nexweş di xetereyê de ye
14:51 Newroza Pirsûsê diyarî Emîne Şenyaşar hat kirin
14:43 Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Ocak bang li rayedaran kirin
14:41 Xelk ji 7 salî heta 70’ê salî li qadê bû: Şirnexê gavek jî paşve neavêt
14:40 Otelên Amedê bi mêvanên Newrozê tije bûne
14:19 Li Îdirê agirê Newrozê hat hilkirin: Kurd çok natewînin
13:33 Xizmên windakiriyan kesên di Newrozê de hatine qetilkirin bi bîr anîn
13:31 Li Dêrsimê tevî barîna berfê jî Newroz tê pîrozkirin
13:06 Xelkê Panosê guh neda berf û sermayê û agirê Newrozê vêxist
12:19 Lîsa Çalan hêjayî 'Xelata Ruhê Sînemayê ya Salê' hat dîtin
12:19 Li şûna bijîşkan gardiyan li girtiyê bi covîdê ketî nihêrt!
12:06 Li 7 navendan pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
12:05 Newroza Îdirê bi rengê jinan dest pê kir
11:05 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:04 Gelê Amedê ji bo Newrozê amade ye
10:51 John Kusack jî piştgirî da kampanya azadiya Nûdem Dûrak
10:41 Ocalan: Newroz meşa azadî û serkeftinê ya kurdan e
10:40 Gardiyanan ji jinan re got: Em rehetiyê nadin we
10:34 Turkdogan: Li gorî hiqûqê divê Ozkan were berdan
10:32 Derbarê Emîne Şenyaşar de doza 'heqaretê' hat vekirin
10:07 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
09:20 Bi wêneyan 20 Newrozên Amedê
09:15 Bangawaziya ji bo Newroza Stenbolê: Em li Yenîkapiyê li benda milyonan e
09:14 Nûnerên sendîkayan: Ji bo azadiyê ber bi qadên Newrozê ve
09:07 Ji bo bîranîna 33 rêwiyên xeyalan Mala Çandê ya Ciwanan a Polenê ava kirin
09:06 Dema ku telefon lê dide ditirse ku tiştek hatiye serê bavê wê
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2022'YAN
18/03/2022
22:31 NY: Li Ûkraynayê herî kêm 816 sivîl jiyana xwe ji dest dane
20:22 Jinan li quntarên Çiyaboza agirê Newrozê vêxistin
20:17 7 jin hatin girtin
17:42 Partiyên siyasî serdana Nobeda Edaletê kirin
17:10 Li gelek navendan banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin
16:50 Girtiyê ku îdia dikirin xwe kuştî ye: Berpirsyarê mirina min, rêveberiya girtîgehê ye