Gelê Amedê ji bo Newrozê amade ye

img

AMED -  Gelê Amedê ji bo pîrozkirina Newrozê amade ne. Welatiyan anî ziman ku dê bi Newrozê re yekitiya neteweyî xurtir bibe û tecrîda li Îmraliyê bê têkbirin. 

Xelkê Amedê bi kelecaneke mezin li benda Newroza îsal in ku dê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” were pîrozkirin. Her sal ji Ewropayê heta Rojhilata Navîn, ji her çar parçeyên Kurdistanê heta bajarên Tirkiyeyê, bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya Newroza Amedê dibin. Gelê Amedê derheqê Newrozê ji ajansa me re axivîn. 
 
 ‘PÊDIVIYA ME BI YEKITIYÊ HEYE’
 
Ji welatiyan Şervan Yildiz anî ziman ku dixwaze Newroza îsal bibe wesîleya tiştên xweş û wiha got: “Newroz, nîşaneya hatina biharê ye lê em dibînin ku pergal nahêle bihar were. Lê ji emrê wan gelek nema ye û dê biçin. Divê em kurd bibin yek û pêdiviya me bi yekitiya neteweyî heye. Dijminê bav û kalan nabin dostên lawan.”
 
‘LI DIJÎ ZORDESTIYÊ BEŞDARÎ NEWROZÊ BIBIN’ 
 
Îsmaîl Hasan jî bi bîr xist ku Kawayê Hesinkar li hemberî zilmê serî rakiriye û wiha domand: “Bi serhildana xwe re jiyaneke wekhev û aştiyane ava kir. Kurd niha jî di bin zilm û zordariyê de ne. Bila 50 milyon kurd beşdarî pîrozbahiya Newroza îsal bibin û xwe ji vê zilm û zoriyê xelas bikin.” Welatiyê bi navê Tarik Hanazay jî diyar kir ku agirê Kawayê Hesinkar ê li dijî zilmê vêxistibû hêj jî belav dibe û wiha pê de çû: “Ew agir, niha li Kurdistan û cîhanê li dijî zilmê geştir dibe. Ez dixwazim ku gelê me li dijî vê zilmê bibe yek. Xelasiya me bi yekitiyê pêkan e.” 
 
‘DÊ BI NEWROZÊ TECRÎDÊ TÊK BIBIN’ 
 
Welatiyê bi navê Recep Caglak jî bal kişand ser tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku heke tecrîd were hilweşandin dê jiyaneke xweştir were. Caglak, anî ziman ku hêvî û daxwaza wî ew e ku Newroz bibe wesîleya rakirina tecrîdê û berdana girtiyên di zindanan de. Medîne Demîr jî qala girîngiya yekitiya neteweyî kir û wiha derbirî: “Heta ku ji destê me tê em ê Newroza xwe pîroz bikin. Divê em tevek di Newrozê de bibin yek û yekitiya xwe ava bikin. Bila hemû gelê me tev li Newroza Amedê bibe.” 
 
‘BILA GIRTIYEN NEXWEŞ BÊN BERDAN’
 
Ji welatiyan Kendal Kaya diyar kir ku tu sûcekî girtiyên nexweş û siyasî nîne û wiha berdewam kir: “Dixwazim di serî de Aysel Tugluk, hemû girtiyên di girtîgehê de bên berdan. Her wiha gelek kes di roja Newrozê de ji derve tên Amedê. Deriyên mala me ji bo hemû mêvanan vekirî ye.” 
 
JI BO NEWROZÊ JI SILÊMANIYEYÊ HATIN
 
Geştiyar Fatûllah û Aryan Star ji xelkên Silêmaniyeyê ne û ji bo Newrozê hatine Amedê. Welatiyan Newroz li gelê kurd pîroz kirin û diyar kirin ku Newroza Amedê bi nav û denge lewma jî xwesti beşdar bibin. Welatiyan got ku Newroz bo wan tê wateya azadî û serbestiyê ku bingeha xwe ji azadiyê digire 
 
‘BILA HER KES TEV LI NEWROZÊ BIBE’
 
Şerîf Polat ji diyar kir ku Newroz nîşaneya berxwedanê ye û hêviyên xwe yên ji Newrozê wiha anî ziman: “Em, di serdemeke nebaş de ne. Hêvîdarim Newroz bi xwe re serbestî, azadî û yekitiyê bîne û girtî bên berdan. Banga min ji bo gel ew e ku tev li Newrozê bibin.” Ji welatiyên Amedê Zilkuf Hoca jî destnîşan kir ku Newroz ji bo gelên Rojhilata Navîn cejna biharê ye û wiha bi dawî kir: “Lê Newroz, ji bo gelê kurd rojeke taybet e. Roja berxwedanê ye. Roja azadiya gelê kurd e. Divê kurd xwedî li cejna xwe derkevin û her sal agirê Newrozê geş bikin. Li seranserî cîhanê zêdetirî 50 milyon kurd hene û tevek jî di bin zor û zordestiya dewletan de ne. Hêvîdarim Newroz bibe wesîleya azadiya gelê kurd.” 
 

Sernavên din

20/03/2022
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin
19/03/2022
21:40 Serlêdana ji bo Newroza Amedê hat qebûlkirin
20:31 Li Peyasê govenda Newrozê
17:37 Li Aydinê coşa Newrozê: Em ji bo azadiya gelan agirê Newrozê geştir bikin
17:17 OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:07 Li Wanê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn
17:01 Nûnerên sendîkayan li Wanê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:46 Bi lastîkan agirê Newrozê vêxistin
16:43 Li Mêrdînê qezayê trafîqê: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:38 Li Gebzeyê bi hezaran kes li dora agirê Newrozê civiya
16:37 Li ser sînorê Başûr agirê Newrozê hat hilkirin: Divê Ocalan azad bibe
16:28 Hunermendê kurd Çiya Şenses hat berdan
16:27 Li warê Mazlum Dogan agirê Newrozê geş bû
16:27 Ji Newroza Dêrsimê peyama berxwedanê
16:12 Hat xwestin ku girtiya nexweş Karaguzel were berdan
16:10 Ahmet Turk: Dem dema avakirina yekitiya neteweyî ye
16:05 Li Qoserê piştî pîrozbahiyê meş
16:05 Dozger xwest ku jinên binçavkirî bên girtin
15:48 Botanê xwe bi ruhê Newrozê pêçand: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye
15:46 Xizmên windakiriyan faîlên Hasan Ocak pirsîn
15:32 Ji Newroza Bismilê silav ji bo Ocalan şandin
15:25 Di Newroza Mersînê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin
15:13 Jiyana girtiya nexweş di xetereyê de ye
14:51 Newroza Pirsûsê diyarî Emîne Şenyaşar hat kirin
14:43 Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Ocak bang li rayedaran kirin
14:41 Xelk ji 7 salî heta 70’ê salî li qadê bû: Şirnexê gavek jî paşve neavêt
14:40 Otelên Amedê bi mêvanên Newrozê tije bûne
14:19 Li Îdirê agirê Newrozê hat hilkirin: Kurd çok natewînin
13:33 Xizmên windakiriyan kesên di Newrozê de hatine qetilkirin bi bîr anîn
13:31 Li Dêrsimê tevî barîna berfê jî Newroz tê pîrozkirin
13:06 Xelkê Panosê guh neda berf û sermayê û agirê Newrozê vêxist
12:19 Lîsa Çalan hêjayî 'Xelata Ruhê Sînemayê ya Salê' hat dîtin
12:19 Li şûna bijîşkan gardiyan li girtiyê bi covîdê ketî nihêrt!
12:06 Li 7 navendan pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
12:05 Newroza Îdirê bi rengê jinan dest pê kir
11:05 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:04 Gelê Amedê ji bo Newrozê amade ye
10:51 John Kusack jî piştgirî da kampanya azadiya Nûdem Dûrak
10:41 Ocalan: Newroz meşa azadî û serkeftinê ya kurdan e
10:40 Gardiyanan ji jinan re got: Em rehetiyê nadin we
10:34 Turkdogan: Li gorî hiqûqê divê Ozkan were berdan
10:32 Derbarê Emîne Şenyaşar de doza 'heqaretê' hat vekirin
10:07 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
09:20 Bi wêneyan 20 Newrozên Amedê
09:15 Bangawaziya ji bo Newroza Stenbolê: Em li Yenîkapiyê li benda milyonan e
09:14 Nûnerên sendîkayan: Ji bo azadiyê ber bi qadên Newrozê ve
09:07 Ji bo bîranîna 33 rêwiyên xeyalan Mala Çandê ya Ciwanan a Polenê ava kirin
09:06 Dema ku telefon lê dide ditirse ku tiştek hatiye serê bavê wê
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2022'YAN
18/03/2022
22:31 NY: Li Ûkraynayê herî kêm 816 sivîl jiyana xwe ji dest dane
20:22 Jinan li quntarên Çiyaboza agirê Newrozê vêxistin
20:17 7 jin hatin girtin
17:42 Partiyên siyasî serdana Nobeda Edaletê kirin
17:10 Li gelek navendan banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin
16:50 Girtiyê ku îdia dikirin xwe kuştî ye: Berpirsyarê mirina min, rêveberiya girtîgehê ye