Ji Newroza Dêrsimê peyama berxwedanê

img
DÊRSIM - Dêrsim a ku berf lê dibare, bi agirê Newrozê yê li Qada Seyît Riza hat vêxistin germ bû. Di pîrozbahiyê de hat gotin ku wê bi ruhê Newrozê qezenc bikin. 
 
Pîrozbahiya Newrozê ya li Dêrsimê ku bi rojan bû amadekariya wê dihat kirin, li Qada Seyît Riza pêk hat. Beriya bernameya newrozê li bajar meşek hat lidarxistin. Meş li qada Newrozê bi dawî bû û piştî vê bernameya Newrozê dest pê kir. Ji 7 salan heta 70 saliyan gelê Dêrsimê qada Newrozê têje kirin. Parlamenterên HDP'ê Alîcan Onlu û Gulistan Kiliç Koçyîgît, Şaredarê Dersimê Mehmet Fatîh Maçoglî, Alîkarê Serokê Giştî yê EMEP'ê Ûmût Yegîn û nûnerên rêxistinên sivîl û sendîkayên bajar ên mîna Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), Komeleya Huner û Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, KESK, DÎSK, TMMOB'ê tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. 
 
GIRTIYÊN SIYASÎ SILAV KIRIN
 
Bernameya Newrozê ku ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê ve hat oprganîzekirin bi rêzgirtinê dest pê kir. Dema rêzgirtinê helbesta Adnan Yucel a bi navê "Yeryüzü aşkın yüzü oluncaya dek" hat xwendin. Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê hat vêxistin. Destpêkê li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê Yûsûf Topçû derket dikê û axaftin kir. Topçû, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî  û dema axaftina wî girtiyên siyasî ji aliyê beşdarên Newrozê ve hatin silavkirin. 
 
Piştre Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît derket dikê û axaftineke dirêj kir. Koçyîgît ku bi silavkirina siyasetmedarên girtî û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi axaftina xwe kir bi kurtasî ev tişt gotin: "Mîna duh îro jî kesên ku ji mere qaqibo dikin hene. Lê li dijî wan Dêrsima li ber xwe dide heye. Kurd, elewî, demokrat û mislimanên rasteqîn hene. Me Newrozên Şirnex û Cizîrê ji bîr nekirine. Em kesên ku di van Newozan de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Me şehîdên Newrozê Kemal Kûrkût Mazlûm Dogan, Zekiye û Rahşan jî ji bîr nekiriye.
 
EM Ê JI ZALIMAN RE ÇOK DANEYNIN 
 
Di Newroza 2013'an a Amedê de di hizûra bi milyonan de nameya birêz Ocalan hat xwendin. Ocalan çi digot; bila êdî dema çekan bi dawî bû, niha dema muzakereyên demokratîk e. AKP'ê dît ku aştiyê wê ji desthilatê dixîne pê re berê xwe da şer. Ji wê rojê ve di ser gelê kurd bombe dibarin. Me ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin jî. Vîna vî bajarî û bajarên din di girtîgehê de ne. Armancake wan tenê heye; dixwazin bi kurd, elewî, demokrat û şoreşgeran çok bidin şikandin. Em niha li Qada Seyîd Riza ne û em ê ki van zaliman re çok daneynin. Em ê li ber xwe bidin, çi dibe bila bibe em ê qezenc bikin û gelê me qezenc bike."
 
SED SAL IN BOMBE DI SER GELÊ KURD DE DIBARIN
 
Piştî Koşyîgît Şaredarê Dêrsimê Mehmet Fatîh Maçoglû jî axaftinek kir. Maçgolû jî di axaftina xwe de diyar kir ku li çar aliyên welat kesên ku li ber xwe didin hene û ev tişt anîn ziman: "Em neçar in di vê pêvajoya ku emperyalistan zilma xwe ya li dijî sosyalist, welatparêz û kedkaran zêde kiriye de qadek biafirînin. Polîtîkaya şer ku îro tê meşandin û bombeyên ku li çar aliyê dinyayê di ser gelan de dibarin sed sal in di ser gelê kurd de dibarin. Em dizanin ku bi wan bombeyan kê tê kuştin. "
 
NEWROZA OCALAN PÎROZ KIR
 
Herî dawî Parlamenterê HDP'ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu axivî. Onlu, di şexsê Mazlûm Dogan de hemû şehîdên Newrozê bi bîr anî û di şexsê şareder û hevşaredarên Dêrsimê Edîbe Şahîn û Nûrhayat Altûn de jî hemû girtiyên siyasî yên şoreşger silav kir. Her wiha Onlû di axaftina xwe de Newroza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî pîroz kir. 
 
Piştî axaftinan hunermend Derya Cengîz, Alî Baran û hunermendên herêmî derketin ser dikê û stran gotin. Li ber stranên wan govend hatin gerandin û bi vî awayî bernameya Newrozê bi dawî bû. 

Sernavên din

20/03/2022
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin
19/03/2022
21:40 Serlêdana ji bo Newroza Amedê hat qebûlkirin
20:31 Li Peyasê govenda Newrozê
17:37 Li Aydinê coşa Newrozê: Em ji bo azadiya gelan agirê Newrozê geştir bikin
17:17 OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:07 Li Wanê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn
17:01 Nûnerên sendîkayan li Wanê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:46 Bi lastîkan agirê Newrozê vêxistin
16:43 Li Mêrdînê qezayê trafîqê: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:38 Li Gebzeyê bi hezaran kes li dora agirê Newrozê civiya
16:37 Li ser sînorê Başûr agirê Newrozê hat hilkirin: Divê Ocalan azad bibe
16:28 Hunermendê kurd Çiya Şenses hat berdan
16:27 Li warê Mazlum Dogan agirê Newrozê geş bû
16:27 Ji Newroza Dêrsimê peyama berxwedanê
16:12 Hat xwestin ku girtiya nexweş Karaguzel were berdan
16:10 Ahmet Turk: Dem dema avakirina yekitiya neteweyî ye
16:05 Li Qoserê piştî pîrozbahiyê meş
16:05 Dozger xwest ku jinên binçavkirî bên girtin
15:48 Botanê xwe bi ruhê Newrozê pêçand: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye
15:46 Xizmên windakiriyan faîlên Hasan Ocak pirsîn
15:32 Ji Newroza Bismilê silav ji bo Ocalan şandin
15:25 Di Newroza Mersînê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin
15:13 Jiyana girtiya nexweş di xetereyê de ye
14:51 Newroza Pirsûsê diyarî Emîne Şenyaşar hat kirin
14:43 Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Ocak bang li rayedaran kirin
14:41 Xelk ji 7 salî heta 70’ê salî li qadê bû: Şirnexê gavek jî paşve neavêt
14:40 Otelên Amedê bi mêvanên Newrozê tije bûne
14:19 Li Îdirê agirê Newrozê hat hilkirin: Kurd çok natewînin
13:33 Xizmên windakiriyan kesên di Newrozê de hatine qetilkirin bi bîr anîn
13:31 Li Dêrsimê tevî barîna berfê jî Newroz tê pîrozkirin
13:06 Xelkê Panosê guh neda berf û sermayê û agirê Newrozê vêxist
12:19 Lîsa Çalan hêjayî 'Xelata Ruhê Sînemayê ya Salê' hat dîtin
12:19 Li şûna bijîşkan gardiyan li girtiyê bi covîdê ketî nihêrt!
12:06 Li 7 navendan pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
12:05 Newroza Îdirê bi rengê jinan dest pê kir
11:05 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:04 Gelê Amedê ji bo Newrozê amade ye
10:51 John Kusack jî piştgirî da kampanya azadiya Nûdem Dûrak
10:41 Ocalan: Newroz meşa azadî û serkeftinê ya kurdan e
10:40 Gardiyanan ji jinan re got: Em rehetiyê nadin we
10:34 Turkdogan: Li gorî hiqûqê divê Ozkan were berdan
10:32 Derbarê Emîne Şenyaşar de doza 'heqaretê' hat vekirin
10:07 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
09:20 Bi wêneyan 20 Newrozên Amedê
09:15 Bangawaziya ji bo Newroza Stenbolê: Em li Yenîkapiyê li benda milyonan e
09:14 Nûnerên sendîkayan: Ji bo azadiyê ber bi qadên Newrozê ve
09:07 Ji bo bîranîna 33 rêwiyên xeyalan Mala Çandê ya Ciwanan a Polenê ava kirin
09:06 Dema ku telefon lê dide ditirse ku tiştek hatiye serê bavê wê
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2022'YAN
18/03/2022
22:31 NY: Li Ûkraynayê herî kêm 816 sivîl jiyana xwe ji dest dane
20:22 Jinan li quntarên Çiyaboza agirê Newrozê vêxistin
20:17 7 jin hatin girtin
17:42 Partiyên siyasî serdana Nobeda Edaletê kirin
17:10 Li gelek navendan banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin
16:50 Girtiyê ku îdia dikirin xwe kuştî ye: Berpirsyarê mirina min, rêveberiya girtîgehê ye