Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan

img
STENBOL - Li Stenbolê bi sedhezaran kes di pîrozbahiya Newrozê de kom bû. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku ew ê Newroza îsal bikin Newroza azadiya Ocalan. 
 
Li Qada Yenîkapiya Stenbolê bi tevlibûna sedhezaran kes bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” Newroz hat pîrozkirin. Tevî hewa sar jî bi sedhezaran kom bû û daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qîr kir. 
 
Piştî metna hevpar a pêkhateyan ku tevli Newrozê bûn hat xwendin, Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr axivî. 
 
‘BI MILYONAN KES TECRÎDÊ TÊK DIBE’ 
 
Demîr a ku girseyê silav kir, bi bîranîna Kemal Kurkut, Denîz Poyraz û Garîbe Gezer dest bi axaftina xwe kir. Demîr anî ziman ku ew ê keleha zilmê pergala îktidarê hilweşînin û got: “Têkoşîna jinan wê vê civakê azad bike. Bersivên herî baş îro li qadên Newrozê ji bo îktidarê tê dayîn. Gel ji şer û tecrîdê re dibêje na. Gel dibêje berxwedêrên zindanan berdin. Tecrîdê rakin. Guh bidin daxwaza bi milyonan kes. Wê îktidara we hilweşe û hûnê biçin. Îradeya gel dê we tarûmar bike. Hûn nikarin bîra Aysel Tugluk tune bikin. Bîra Aysel Tugluk bîra civakê ye. 24 sal in birêz Ocalan tê tecrîdkirin û dîl hatiye girtin. Îro li vir sibê jî wê li Amedê tecrîda we were tarûmarkirin. Li van qadan îro hat nîşandan ku tecrîd rabûye û dê zindan hilweşin. Dem dema azadiya Ocalan e.” 
 
‘WÊ EV NEWROZ BIBE NEWROZA AZADIYA RÊBER APO’ 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî axivî û wiha got: “Cejna gelan Newroz pîrozbe. Şeş sal berê faşîzma îro heye, li vê qadê hat avakirin. Lê îro bi sekna we ev faşîzm têkçûye. Newrozê ruhê serkeftinê ava kir. Bi bawerî û serkeftina gelê me ev qad bûye gora faşîzmê. Yên ku faşîzmê li vir ava kir, gelên me bi berxwedana xwe bersiva faşîzmê dan û têk bir. We nîşan da ku serkeftin a me ye. Rêya me rêya azadiyê ye. Bi vî ruhî re îsal bû sala azadiyê. Ruhê berxwedanê û azadiyê bi çirûska ku Mazlum Dogan pêxist geş bû. Ew ruh îro li qadan e. Ruhê vê serkeftinê ruhê yekîtiya neteweyî ya kurd e. Dema avakirina ruhê yekitiya neteweyî hatiye. Dem dema yekitiyê ye. Newroza îsal wê bibe newroza azadiya Rêber Apo. Bijî şoreş û gelê Kurdistanê. Serkeftin a gelê kurd û dostên wan e.” 
 
Axaftina Bayindir bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re hat qutkirin. 
 
Pişt re Grup Vardiya derket ser dikê û stranên xwe got. Xelkê li ber stranan govend gerand. 
 
Dû re Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar xîtabî gel kir. Sancar wiha axivî: 
 
NEWROZA SERKEFTINÊ
 
“Em ê Newroza 2022’an bikin Newroza serkeftinê. Ji vê yekê u gumana me tune ye. Em ê bi ser bikevin. Tu hêza ku li pêş me bibe asteng tune ye. Ji ber ku ev agirê Newrozê hezar sal berê ji aliyê Kawa ve hatiye pêxistin didome. Dîsa agirê bi 3 çixatan li Zindana Amedê hatiye pêxistin gihiştiye milyonan û ev agir geş dibe. Bi hezaran hevalên me bi bedena xwe mîrateyek bi rûmet ji mere hiştine. Ji ber vê yekê teqez em ê bi ser bikevin. Em bi hevre bibêjin teqez em ê bi ser bikevin. Bibhîzin ey kesên şerxwaz. Guh bidin vî dengê bi rûmet. Hûn li vir biryara berxwedan û têkşînê dibînin. Bi milyonan soz dane dê bi vê biryarê aştî û serkeftinê bînin. Ev îqtîdar bi polîtikayên şer li ser piyan in. Dixwazin xwe bi şer bidominin. Ev şer li dijî mirovahî û li dijî xwezayê xwe dide meşandin. Ji ber vê yekê em ê berî her tiştî polîtikayên şer bidin rawestandin. Em ê berê rêya aştiyê  vekin. Ji bo vê yekê divê em berê pirsgirêka kurd çareser bikin. Newroz bi salan e bûye semola çareseriya demokratîk û aştiyê. Em li pişt deklerasyona ku di Newroza Amedê de hat xwendin in. Em li pişt projeya demokrasiyê ne. Em ji bo vê yekê têdikoşin.
 
JI ŞER RE NA
 
Gelê kurd bi salan e bi biryarî têkoşîna azadiyê dimeşîne. Ya girîng em vê têkoşînê bi têkoşîna hêzên demokratîk re bikin yek. Em soz didin ku em di vê rêyê de bimeşin. Hêza me heye. Roj dê bi vê qêrînê hilê. Em ê li dijî şer heta dawî aştiyê bixwazin. Em ê heta dawî ji bo mafê gelan têbişokin. Em ê ji bo demokrasiya herêmî têbikoşin. Têkoşîna herî dijwar têkoşîna aştiyê ye. Ji ber ku di şer de tenê tang û top naxebitin. Tenê polîs û leşker şer nakin. Bi heman rengî çapemeniya derewan jî şer dike. Em ê teqez aştiyê bînin vî welatî. Biji aştî. Bimre baronên şer. Ji polîtîkayên şer re na. Em aştî niha û li her derê dixwazin.
 
XETA SÊYEMÎN 
 
Hin kesên sermayedar çavkaniya vî welatî talan û wêran dikin. Em destûr nadin vê yekê. Rêya çareseriyê rêya sêyemîn e. Xeta ku demokrasiya rastîn, aştiya rastîn û edaleta rastîn bîne, azadiya gelan bîne, jiyana hevpar a gelan bîne xeta sêyemîn e. Xeta ku li dijî mêtînger û dagirkeran derkeve xeta sêyemîn e.
 
Serokê giştî yê AKP’ê dibêje çi? Dibêje ‘Hûn dizanin buhayê guleyekê çiye?’ Em jî dibêjin ne pereyê guleyan, em mafê ked, nan û azadiyê dixwazin. Em ê hevalên xwe yên girtî azad bikin. Dengê me digêje hemû hevalên me yên girtî. Em ê di azadiyê de bên cem hev. Dem dema em di azadiyê de bigêjin hev e. Dem dema azadiyê ye. Hemû hevalên me yên girtî wê derkevin. Em ê bi hevre bimeşin. Em ê aştî, demokrasî û azadiyê bi hev re ava bikin. Di vê yekê de baweriya me tam e. Em ê bi ser bikevin.
 
NEWROZA AZADIYÊ 
 
Ji hemû hevalên me yên dîlgirtî re azadî. Bi milyonan kesên hatine vir baweriya azadiyê ye. Newroza 2022’an Newroza fînalê ye. Newroza serkeftinê ye. Ev îqtîdar  çi lîstikê dilîze bila bilîze. Hemû bêfêde ye. Çi dikin bendavê dadixin ji sedî 7’an. Ji bo MHP’ê daxistin. Kê ev bend hilweşand. Me ev bend hilweşand. Li dijî me ev benda ji sedî 10’î anîn. Niha dadixin ji sedî 7’an û diyarî MHP’ê dikin. Lê xem nake. Em hilbijartina bê bend dixwazin. Em dixwazin nûnertiya her kesî li meclisê hebe. Em li vî welatî jiyana azad, wekhev û bi edalet dixwazin. Ev hikûmet bi salan bi polîtîkayên şer xwe dide jiyandin. Di hişmendiya vê îqtîdarê de firsenda şer heye. Hişmendiya aştî û demokrasiyê tune. Wê têkoşîna gelan a hevpar aştiyê bîne Rojhilata Navîn. Em ê tevgera aştiyê ava bikin. Buhara gelan tê. Her ku em bi hêz bibin û her em bibin yek ew ê parçe bibin û tune bibin. Ji ber vê yekê dem dema serkeftinê ye. Bi vê baweriyê em li dora agirê Newrozê dibin yek. Ji bo em aştî, azadî, demokrasî û edaletê bînin dem dema serkeftinê ye.”
 
Pişt re nûner, hevserok, hevberdevkên pêkhateyên HDP’ê û HDP’ê derketin ser dikê û axivîn û peyamên xwe ji bo azadî, serkeftinê û Newrozê dan. 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

20/03/2022
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin
19/03/2022
21:40 Serlêdana ji bo Newroza Amedê hat qebûlkirin
20:31 Li Peyasê govenda Newrozê
17:37 Li Aydinê coşa Newrozê: Em ji bo azadiya gelan agirê Newrozê geştir bikin
17:17 OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:07 Li Wanê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn
17:01 Nûnerên sendîkayan li Wanê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:46 Bi lastîkan agirê Newrozê vêxistin
16:43 Li Mêrdînê qezayê trafîqê: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:38 Li Gebzeyê bi hezaran kes li dora agirê Newrozê civiya
16:37 Li ser sînorê Başûr agirê Newrozê hat hilkirin: Divê Ocalan azad bibe
16:28 Hunermendê kurd Çiya Şenses hat berdan
16:27 Li warê Mazlum Dogan agirê Newrozê geş bû
16:27 Ji Newroza Dêrsimê peyama berxwedanê
16:12 Hat xwestin ku girtiya nexweş Karaguzel were berdan
16:10 Ahmet Turk: Dem dema avakirina yekitiya neteweyî ye
16:05 Li Qoserê piştî pîrozbahiyê meş
16:05 Dozger xwest ku jinên binçavkirî bên girtin
15:48 Botanê xwe bi ruhê Newrozê pêçand: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye
15:46 Xizmên windakiriyan faîlên Hasan Ocak pirsîn
15:32 Ji Newroza Bismilê silav ji bo Ocalan şandin
15:25 Di Newroza Mersînê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin
15:13 Jiyana girtiya nexweş di xetereyê de ye
14:51 Newroza Pirsûsê diyarî Emîne Şenyaşar hat kirin
14:43 Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Ocak bang li rayedaran kirin
14:41 Xelk ji 7 salî heta 70’ê salî li qadê bû: Şirnexê gavek jî paşve neavêt
14:40 Otelên Amedê bi mêvanên Newrozê tije bûne
14:19 Li Îdirê agirê Newrozê hat hilkirin: Kurd çok natewînin
13:33 Xizmên windakiriyan kesên di Newrozê de hatine qetilkirin bi bîr anîn
13:31 Li Dêrsimê tevî barîna berfê jî Newroz tê pîrozkirin
13:06 Xelkê Panosê guh neda berf û sermayê û agirê Newrozê vêxist
12:19 Lîsa Çalan hêjayî 'Xelata Ruhê Sînemayê ya Salê' hat dîtin
12:19 Li şûna bijîşkan gardiyan li girtiyê bi covîdê ketî nihêrt!
12:06 Li 7 navendan pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
12:05 Newroza Îdirê bi rengê jinan dest pê kir
11:05 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:04 Gelê Amedê ji bo Newrozê amade ye
10:51 John Kusack jî piştgirî da kampanya azadiya Nûdem Dûrak
10:41 Ocalan: Newroz meşa azadî û serkeftinê ya kurdan e
10:40 Gardiyanan ji jinan re got: Em rehetiyê nadin we
10:34 Turkdogan: Li gorî hiqûqê divê Ozkan were berdan
10:32 Derbarê Emîne Şenyaşar de doza 'heqaretê' hat vekirin
10:07 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
09:20 Bi wêneyan 20 Newrozên Amedê
09:15 Bangawaziya ji bo Newroza Stenbolê: Em li Yenîkapiyê li benda milyonan e
09:14 Nûnerên sendîkayan: Ji bo azadiyê ber bi qadên Newrozê ve
09:07 Ji bo bîranîna 33 rêwiyên xeyalan Mala Çandê ya Ciwanan a Polenê ava kirin
09:06 Dema ku telefon lê dide ditirse ku tiştek hatiye serê bavê wê
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2022'YAN
18/03/2022
22:31 NY: Li Ûkraynayê herî kêm 816 sivîl jiyana xwe ji dest dane
20:22 Jinan li quntarên Çiyaboza agirê Newrozê vêxistin
20:17 7 jin hatin girtin
17:42 Partiyên siyasî serdana Nobeda Edaletê kirin
17:10 Li gelek navendan banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin
16:50 Girtiyê ku îdia dikirin xwe kuştî ye: Berpirsyarê mirina min, rêveberiya girtîgehê ye