Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye

img
AMED - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di Newroza Amedê de xîtabî sed hezaran kir û got: “We îro carek din serî netewand û we serkeftin û azadiyê dabîn kir. Em dibêjin tecrîdkirina birêz Ocalan nayê qebûlkirin. Gel dibêje ez li pey nameya çareseriyê ya birêz Ocalan im.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di Newroza Amedê de axivî. Bûldan dema derket ser dikê, gel silav kir, bi sed hezaran kes li çepikan da û wê pêşwazî kir. 
 
Bûldan ewilî bi kurdî axivî û Newroza gel pîroz kir.
 
Axaftina Bûldan wiha ye: 
 
“Agirê azadiyê hatiye vêxistin. Bi dehan hevalên me di zindanan de ne. Hemû hevalên me girtîgehan li vir in. Em ji vê derê silavên xwe rêzên xwe hezkirinên xwe ji hemû hevalan re dişînin. Hevrêyên hêja gelê me bi rûmet, di şexsê Denîz Poyraz û Kemal Kurkutan de hemû şehîdên me de bibîr tînin. Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin. Em soz didin we. 
 
NEWROZ BERXWEDAN E 
 
Newroz berxwedan e, li dijî zilmê ye. Newroz hêvî ye. Newroz aştî û edalet e. Newroz li ser vê axê bi sedê salan e tê pîrozkirin. Hêviya me ew e ku ev Newroz bibe wesîleya yekîtiyê, azadiyê û aştiyê û wekheviyê. Newroz jin e. Newroz ciwan in. Vaye carek din cejna we hemûyan pîroz be. Hevrêyên hêja, Newroz tenê ne ya kurdan e. Neweroz cejna hemû karker û kedkarên berxwedêr in. Newroz di heman demê de cejna Mazlûman e kul i dijî zilmê serî netewandine. Newroz stran, klam e, newaya bi hemû rengan e. 
 
Îro gelê Amedê carek din dîrokî nivîsand. Carek din we rûyê xwe nîşan da ku hûn li hemberî tu kesî serî natewînin. 
 
WE AZADÎ Û SERKEFTINÊ NÎŞAN DA 
 
Bila her kes li vê meydanê baş binêre. Bila Enqere dengê me bibîhize. Bila Enqere Meydana Amedê bibîne, dengê vê meydanê bibihîze. Hûn niha dibêjin ‘Dem dema serkeftinê ye’. We serkeftinê û azadiyê dabîn kir. We carek din got em vê pergala ku nasname û hebûna me qedexe dike qebûl nakin. Bi înkar û qetlîam, girîgehan û qeyûman nikaribin gelê kurd neqedînin. We vê helwest û seknê nîşan da, em spasiya we dikin. 
 
XELK LI PEY NAMEYA OCALAN E 
 
Ev sedsal bi êşên mezin derbas bû. Bi zilmên mezin derbas bû. Ev sedsal bi desteserkirina vîna me derbas bû. Vê sedsala pêşiya me wê dîrok dubare nebe. Em vî sozê didin gelê xwe yê hêja. 9 sal berê li vê meydanê metna mutabakataê hat xwendin. Nameya birêz Ocalan hat xwendin. Newrozek dîrokî bû. Deklarasyonek dîrokî bû. Ji bo jiyanek hevpar a siberojê bû. Tam neh sal di ser wê nameyê re derbas bûn. Hêj name bi hemû nûjeniya xwe li holê ye. Em carek din dibêjin ku em li pey wê nameyê ne û diparêzin. Îktîdarek ku ji çareseriyê ditirse heye. Em hemû dibin şahidê vê yekê ku îktidar aştiyê tecrîd dike. Ev îktidar azadî, edaletê, ziman, nasname, siyaseta demorkatîk tecrîd dike. Em bi îktidarek qedexekar û şerxwaz re rûbirû ne. Vaye îro rewşa welat li holê ye. 
 
TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN 
 
Em ê zilm û neheqiyên vê îktidarê qebûl nekin. Em carek din soz didin we ku em ê dawî li vê îktidara zilmkar bînin. Heta ku ev gel li vê qadê be hûnê qet û qet bi ser nekevin. Îro ev qad nîşaneya vê yekê ye. Îro carek din vê qadê ruhê mutabakata 2013’an nîşan da. Ev qad dibêje ez li pey mutabakata çareseriyê me. Îro ev qad dibêje û nîşan dide ku em tecrîda li ser birêz Ocalan qebûl nakin. Ev qad dibêje em girtina Selahattîn Demîrtaş, Fîgenê, Sebahatê… qebûl nakin. Îro vê qadê carek din azadî, serkeftin, aştî û demokrasiyê û edaletê daxwaz kir. 
 
EM JI BO AŞTIYÊ AMADE NE 
 
Em carek din dibêjin ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan amade ne. Em ji bo aştiyê amade ne. Em carek din radigihînin ku em ji bo li derdora aştiyê bibin xelek amade ne. Şer xwîn û kuştin e. Aştî xweşî û aramî ye. Em carek din dibêjin aştiya mezin. Ji aştiyê tiştek xweştir nîne. Em dibêjin divê ku siyaset û rojeva her kesî aştî be û her kes ji bo aştiyê berpirsiyarê hilde ser milê xwe.
 
EM JI ÇARESERIYÊ RE AMADE NE 
 
Îro pirsgirêka herî mezin a vî welatî prisgirêka kurd e. Yên ku dibêjin me vê pirsgirêkê çareser kiriye, bila baş bizanibin ku ev pirsgirêk wiha nayê çareserkirin. Bi lezgînî pêdivî bi çareserkirina pirsgirêka kurd heye. Em ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan amade ne. HDP partiya çareseriyê ye. Em ji vê re amade ne. Bi înkar, zext, zor, girtîgehan ev pirsgirêk çareser nabe. Heke hûn îradeya gelekî bixin zindanan, wê çaxê pirsgirêk çareser nabe. Divê hûn bi muxatabê pirsgirêkê re rûnin û dê wê çaxê çareserî li pêş bikeve. Hûn nikarin bi înkar û zilmê van qadan vala bihêlin. Vaye qad tije ne û daxwazên xwe tînin ziman. 
 
EM Ê AZADIYÊ BÎNIN VÎ WELATÎ
 
Em ê serê xwe li ber we netewînin. Viya baş dizanibin. Hevrêyên hêja, divê ev pirsgirêk hemû bi civakê û raya giştî re were çareserkirin. Ji bo çareseriyê yekîtiya xwe xurt bihêlin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Em ê demokrasî, azadî, edalet û aştiyê bînin vî welatî. 
 
Ez carek din dibêjim ku ev Newroz bibe wesîleya azadî, aştî û edaletê. An serkeftin an serkeftin. Jin jiyan azadî.” 
 
 

Sernavên din

23/03/2022
11:56 Muslim: Şerê li Ûkraynayê dê bandorê li Sûriyeyê jî bike
11:17 Midûr ferman da mamosteyan: Divê keç û kur li kêleka hev nerûnin
11:06 Vîna ku di Newrozê de derketî pêş: Ocalan, rêya xelasiya ji aloziyê ye
09:42 Aydogan ku milê wî hatiye şikandin giliyê Soylu kir
09:06 30 sal in li heman cihî bi 4 darikên şixatê agirê Newrozê hil dike
09:04 Berxwedana 8'ê Adarê veguhest qada Newrozê
09:01 Hiqûqa neteweyî û navneteweyî saleke tu xeberê ji Îmraliyê nagire!
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2022'YAN
22/03/2022
21:41 Li Girtîgeha Wanê girtî Guder bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
20:33 Rojnamevan Ertûş û Barût hatin berdan
19:25 Ji NÇM'ê berteka dijî qedexekirina stran û kincên neteweyî
19:03 Bûldan, li girtîgehê serdana Leyla Guvenê kir
18:15 Rojanemavan Nûjiyan Erhan hat bibîranîn
16:52 Girtîgehê qertên 8'ê Adarê desteser kir
16:40 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Daxwaz rewa ne
16:39 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 96'an de ye
16:39 Ji bo Doza Mûsa Anter bang hate kirin: Demborî sûcê mirovahiyê ye
16:38 Danişîna hevşaredar Elîk û Oncu taloq bû
16:18 Tedawiya girtiyê nexweş Akbabatê astengkirin
15:42 Binçavkirina parêzer Alîşan Şahîn hate şermezarkirin
15:18 ÎHD'ê êrişa li dijî endamên Weqfa Fûrkanê şermezar kir
15:16 Emîne Şenyaşar: Em li benda edaletê ne
15:08 Di qezaya balefirê ya Çînê de kes xelas nebû
15:04 Rojnamevan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
14:41 AYM'ê serlêdana takekesî ya Semra Guzel red kir
14:40 Rapora pisporan a kuştina Kûrkût: Dewletê erka xwe ‘binpê’ kir
14:24 Li Afganîstanê jinan bi awayekî sembolîk Newroz pîroz kirin
14:24 Li ber derê girtîgehê banga azadiya girtiyan kirin
13:55 HDP: Hişkesalî wê di sala 2022'yan de bibe pirsgirêkeke mezin
13:40 Li Bolûyê 20 kes hatin binçavkirin
13:39 Faîlê destdirêjiyê Erkmen hat girtin
13:21 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
13:17 Ji ber beşdarbûna Newrozê Hevserokên HDP’ê spasiya milyonan kirin
13:16 Danişîna Araç ku di bin çavan de jiyana xwe ji dest dabû dîsa taloq bû
12:31 Ji Yenîkapiyê peyama Rêya 3’yemîn hate dayîn
12:30 TTB: Li Tirkiyeyê çavkaniyên avê di bin êrişa rantê de ne
11:46 Astengî nas nekir û tevlî Newrozê bû
11:13 Bi wêneyan Newroza Amedê ya 2022’yan
10:51 Ji ber talûkeya aşûtê taxek hat valakirin
10:02 Amedî çareseriyê di azadiya Ocalan de dibînin
10:01 ‘Jin wê desthilatê hilweşînin, Serokatiya xwe azad bikin’
09:02 Vegan Kadîroglû: Em dev ji awayê îstismarkirinê berdin
09:00 ROJEVE 22'YÊ ADARA 2022'YAN
21/03/2022
23:05 Li Newroza Amedê 150 jê zarok 298 kes hatin binçavkirin
21:58 Bûldan, bi heyetên ji welatên cuda hatin re hevdîtin kir
20:38 Li Nisêbînê polîsan piştî Newrozê avêt ser malan
19:54 Li Newroza Amedê posterê Ocalan
18:22 Li Geverê girse bi berzkirina dirûşmeyan meşiya
17:46 Kemal Kurkut li cihê hatiye qetilkirin bi bîr anîn
17:35 Ozturk: Ev Newroz Newroza azadiya Ocalan e
17:24 Mizrakli: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin
17:23 Ji Cizîra Botan ji bo Amedê: Amed navend be Cizîr jî ruh e
17:14 Xizmên girtiyan: Qadên Newrozê hêz dan me
16:53 Newroza Sêrtê: Bila deriyên Îmraliyê vebin û bihar bê
16:47 Temel: Ev sê roj in gelê kurd li qadan azadiya Ocalan diqîre
16:24 Li Geverê piştî Newrozê meş
16:17 Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye
16:07 Ji Leyla Guven peyama Newrozê
16:06 Li Newroza Amedê ruhê Tifaqê: Em ê ji bo azadiyê têbikoşin
15:42 Ji sed hezaran kes banga yekitiya neteweyî: Êdî dem dema yekîtiyê ye
15:25 Gelê Konyayê bi tililiyan agirê Newrozê vêxist
15:13 Bertek nîşanî girtina 11 jinan dan: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinkirî ye
15:12 Xelkê Mûşê guh neda astengiyan û agirê Newrozê vêxist
15:11 Gelê Wêranşarê azadiya Ocalan xwest
14:53 Agirê Newroza dîrokî ya Amedê hat hilkirin
14:49 Li Tatosê agirê Newrozê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:48 Li Hezexê pîrozkirinek bi çoş: Çareserî di Îmraliyê re derbas dibe
14:33 Newroza Sêrtê bi tevlibûna hezaran dest pê kir
14:26 Newroza Amedê dest pê kir: Ji Ocalan re azadî
14:21 Li Aydinê hunermend hatin binçavkirin
14:15 Ji Ceyhanê bertek li dijî astengiya Newroza Amedê: Berxwedan li her derê ye
13:22 Amediyan bersiv da astengiyan: Dê hemû kuçe bibin qada Newrozê
13:05 Li Geverê bi kelecanî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
13:02 Îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kiribû xist rojeva Meclisê
13:01 Xelkê Agiriyê agirê Newrozê vêxist
12:24 Li Çînê balefireke rêwiyan a 133 kes têde bûn ket
11:57 Newroza Amedê tu astengî nas nekir û ciwanan barîkat hilweşandin
11:36 Gelê Amedê diherike qada Newrozê
11:31 Peyama Yenîkapiyê: Ocalan vîna me ye
11:18 Ji bo ku 21'ê Adarê bibe betlaneya fermî HDP'ê peşniyarqanûn da meclisê
11:10 Gelê Cizîrê bi ruhê Newroza 92’yan diherike qada pîrozbahiyê
11:07 Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê
10:58 Ji Mezopotamyayê heta Anatoliyayê pîrozbahiyên Newrozê
10:52 Malbat Şenyaşar: Em Newrozê bi edaletê tacîdar bikin
08:30 Nûjiyan li pey xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke cuda nivîsandî hiştiye
08:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'YAN
20/03/2022
23:35 Ji ciwanan meşa ji bo Newrozê
20:51 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
20:08 Amadekariyên ji bo Newroza Amedê temam bûn
19:36 Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin
18:54 Polîsan êriş bir ser endamên Weqfa Fûrkanê
18:42 Ji ber Newroza Amedê sibê dê hin rê bên girtin
18:12 Girtî Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
18:04 Li Silopiyayê piştî pîrozbahiyê meşeke girseyî
17:51 Li quntarên Toros û Amanosan Newroz: Bila qesr baş li van qadan binêre
17:40 Newroza Enqereyê: Em bi milyonan kes in û serî natewînin
17:22 Qurbaniyên Newroza 92’yan a Nisêbinê hatin bibîranîn
17:20 Li bajarên Egeyê bi hezaran kes agirê Newrozê vêxist
17:19 Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê
17:13 Newroza Stenbolê bi meşa bi sed hezaran bi dawî bû