Birayê Eser: Belasebeb birayê min kuştin

img

STENBOL - Bîlal Eser, birayê Erhan Eser ê ku li Beylîkduzuyê polîsan ew kuşt, anî ziman ku polîsan belasebeb birayê wî kuştine. 

Di 28'ê adarê de li nêzî rawestgeha metrobusê ya Beylîkduzu ya Stenbolê, polîsan ciwanê kurd Erhan Eser ê 23 salî kuştibû. Eser, bi îdiaya ku guh nedaye hişyariyê û wesayîta xwe nesekinandiye, polîsan ji paş de berdabûyê. Cîhan Karakaş, Selahattîn Bal, Yûsûf Ors û Ahmet Erdem ên di heman wesayîtê de bûn Eser ji wesayîtê derxistibûn. Wê kêliyê polîsekî li cihê bûyerê jî bi wesayîta xwe Eser biribû Nexweşxaneya Dewletê ya Beylukduzuyê. Eser, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. 
 
Cîhan Karakaşê di hundirê wesayîtê de bi Eser re bûye, behsa bûyerê kir.
 
BEHSA WÊ ROJÊ KIR
 
Karakaş, anî ziman ku dema di rê de hêdî hêdî diçûn ji nişkê ve ketin noqteya lêgerînê û wiha got: "Noqteya lêgerînê pir teng bû. Lempeyên polîsan temirandî bûn. Me nizanibû polîs in jî. Tenê yekî ji dûr ve fenera xwe vêxistibû. Gava em ketin hundir me fêm kir ku polîs e. Erhan jî ji ber ku ehliyeta wî tune bû, qilqilî. Xwest bisekine, lê nesekinî. Serê wî tevlihev bû, wesayît teql li xwe xistin. Em bi qasî 10 kîlometreyan ji noqteya lêgerînê bi dûr ketin. Polîsan jî got qey em direvin. Wê kêliyê tenê carekê dengê çekê hat me. Wê kêliyê wesayîtê serî ji Erhan stend. Min frênê destan ê wesayîtê rakir. Min wesayît da kêlekê. Me got qey Erhan ji tirsa ji ser hişê xwe ve çûye. Ji lew re li derdorê xwîn xuya nedikir. Gava min xwest Erhan daxim, polîs nehişt. Nehişt em jî dakevin. Gava min li pişta Erhan nerî, çav bi xwînê ketim." 
 
Bi domdarî Karakaş diyar kir ku piştî ferq kirine ku Eser derb xwariye, cihê derbxwarî dewisandine û wiha domand: "Me û polîs bi hev re Erhan li wesayîta polîs siwar kir. Bêhna wî çikiya bû. Bijşkan got, qelbê wî du caran sekiniye. Paşê polîsan em derxistin derve. Piştî vê em nizanin bê çi bû. Tiştek ji me re negotin. Paşê polîs ji me re got; 'me di wesayîtê de tiryak dît.' Lê tu eleqeya me bi tiryakê re tune ye." 
 
Karakaş, got ku piştî midûriyeta polîsan ew sewqî dozgeriyê kirin, li dozgeriyê jî heman tişt gotine û nizanin bê ka polîsê Eser kuştiye hatiye girtin an na. 
 
BERA PIŞTA WÎ DANE
 
Bîlal Eser, birayê Erhan Eser jî anî ziman ku gava polîsan bera birayê wî daye Cîhan Karakaş bi şev telefonî wî kiriye û ev agahî dan: "Ji min re gotin were nexweşxaneyê. Ez li texsiyê siwar bûm, çûm nexweşxaneyê. Li wir qomîser kincên birayên min rê min da û got miriye. Polîsekî belasebeb birayê min kuşt. Em êşandin. Birayê min kuştin. Em nizanin bê ka ew polîs hatiye girtin an na. Em ê dev ji vê meseleyê bernedin. Em doza edaletê dikin."
 
Eser, destnîşan kir ku polîs rasterast bi qesta kuştinê bera birayê wî daye û wiha bi dawî kir: "Bera piştê daye û ji wir çûye kezebê perçe kiriye." 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

01/04/2022
09:03 Doza cenazeyê xwe kirin, gef li wan hat xwarin!
09:03 Cotkar ji neçarî dê biçin ber Îş-Kûrê!
09:00 Lêpirsîna Mahsûm Karaoglan 13 sal in 'veşarî' ye
09:00 Ozturk: Em di 4'ê Nîsanê de peyama xwe li Amarayê bidin
09:00 Dayikên Aştiyê: Serok, ruh û canê me ye
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2022'YAN
31/03/2022
21:08 Cenazeyê Kûbîlay Acet li Êlihê hat definkirin
19:33 Mela Saît Ozdemîr hat berdan
19:11 Îstinafê cezayê ku li kiryarê destdirêjiyê Orhan hatibû birîn erê kir
18:46 Kesên li Şirnex,Wan û Erdexanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 SYKP: Em li dor Nobeta Edaletê bibin xelek
16:55 Şahidên ku di Doza Kobanê de axivî: Tenê yek çalakî jî derqanûnî nebû
16:33 HDP’ê ji bo kêmtirîn heqdest teklîf da Meclisê
16:33 Ji bo lêpirsîna Mîraç Mîroglu re biryara neşopandinê hat dayîn
16:21 ‘Bila tecrîda li ser girtîgehan demildest bi dawî bibe’
16:03 Ozturk: Aştiyeke birûmet bi Ocalan pêkan e
15:37 Rojnameger Gok: Dixwazin ji ber wêneyên Kurkut ceza bidin min
15:25 Ji bo Aksem serî li Meclisê da
15:04 Koma nîjadperest êriş kir polîsan xwendekarên kurd binçav kirin
15:01 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di hefteya duyemîn de ye
15:00 ‘Mirina Mûharrem Aksem çima nayê zelalkirin?’
14:36 Sebahat Tuncel: Pêbaweriya vê dadgehê nema ye
14:29 Bûldan: Di Newrozê de bi milyonan kesî çareseriyê nîşan da
14:16 Ji ber xelata ku da Jin TV'yê doz li Odeya Avahîsazan hat vekirin
14:02 Dayika Sîbel Balaç: Keça min 25 kîlo dane
13:43 Salek û 6 meh ceza dan nivîskar Yavuz Ekîncî
13:40 Doza parêzerên ku qeyûman protesto kiribûn hat paşxistin
13:36 Bijîjkê ku dest dirêjî nexweşa xwe kir hat girtin
13:33 Îfadeya ji bo îlana windabûnê hatiye dayîn li Doza Kobanê zêde kirine
13:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Ferît Şenyaşar: Xelk wê vê neheqiyê ji bîra neke
12:40 Danişîna rojnameger Canozer taloq bû
12:23 Arteşa tirk li herêma Biradostê gef li gundiyan xwar
12:10 Gunay: Newrozê tifaq nîşan da divê tifaqa netewî pêk were
11:37 Doza derbarê kuştina Hantaş de hat taloqkirin
11:26 Bernameya Yenîsahneyê ya meha nîsanê eşkere bû
11:23 Li Stewrê 6 kes hatin binçavkirin
11:22 Malbata Ocalan li benda mêvanên 4'ê Nîsanê ye
10:53 Ji Alî Dogan Gonultaş albûmek: Gêxî
10:51 DBP: Xwedî derketina Qazî Mihemed bi xebatên yekitiya neteweyî pêkan e
10:29 Li ser cenazeyên li Newala Qesaba vîla tên lêkirin!
09:45 Daxwaza dayika 100 salî ew e ku cara dawî kurê xwe bibîne
09:14 Ji ava Gola Wanê sabûnê çêdike
09:13 Avahiyên Sûrê kirin platoya TRT'ê
09:10 Rapora girtiyê jiyana xwe ji dest da: Girtîgeh ji bo jiyana wî talûke ye
09:09 Kîloya penêrê bisîrik bû 120 TL
09:05 Birayê Eser: Belasebeb birayê min kuştin
09:05 'Vê îktidarê meha Remezanê kir meha xizaniyê'
09:05 Tevgera Azadî: Armanc bi şirîkatiya PDK'ê dagirkirina herêmê ye
09:05 Hunermend Demîr: Cihê Nûdem Dûrak ne girtîgeh e divê bê berdan
09:05 Xelkê Amedê: Girtî û malbatên nobeda edaletê digirin rûmeta me ne
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2022'YAN
30/03/2022
20:07 7 sal û 6 meh ceza li serokê DÎAYDER'ê yê berê hat birîn
17:01 Li parêzera ku got 'komplo hat kirin' 10 sal û 6 meh ceza hat birîn
16:40 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:33 Parêzer Tarik Guneş hat tehliyekirin
16:32 Karker û sendîkavan hatin binçavkirin
16:31 Mahîr Çayan û rêhevalên wî hatin bibîranîn
16:12 Bersûcê gotibû 'derûniya min xirab e' cezaî ehliyeta wî tam derket
15:36 Girtiyan bi erdê re kaş kirin!
15:30 Ji 7 partiyan daxuyaniya pergala hilbijartinê
15:29 Hikûmeta Iraqê dê biryara xwe ya ji bo nefta Başûr pêk bîne
15:29 Şahidên qetilkirina li Qazakîstanê: Dewlet piştgiriya nijadperestiya li dijî kurdan dike
14:53 Parlamenter Kaçmaz: Divê berpirsiyarên mirina Aksem bên cezakirin
14:13 HDK banga tevlibûna ‘Konferansa Avhewayê’ kir
13:00 Ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Amarayê ve
12:08 Ji ber ku qeyûm rê venake 5 roj in nikare bê veşartin
11:49 Li Şehbayê teqîn: Herî kêm 10 kes birîndar bûn
11:40 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê 2 zarok revandin
11:23 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Hemû dinyayê feryada dayikê bihîst lê Erdogan nebihîst
11:00 Li Wanê îşkenceya polîsan: Heta xwîn ji guhên wî hatî lê xistin
10:29 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:28 Faîlên êrişên ser avahiya HDP'ê ya Erdemliyê nayên girtin
10:11 ‘Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna jinan rawestînin’
10:08 Ji bo operasyoneke berfireh PDK ji Tirkiyeyê bêhtir bizavê dike
09:49 Girtiyê nexweş ê giran Guler sewqî Girtîgeha Menemenê kirin
09:29 Pirtûka 'Nexweşiyên Sereke' ya Dr. Erdal Sîpan derket
09:26 Rojnamegerên li Başûrê Kurdistanê: PDK ji bo rojnamegeran astengiyan derdixe
09:09 6 ferdên malbata Gezmîş li benda dermankirin û alîkariyê ne
09:07 Pêşmergeyê berê: Heke em nebin yek em ê bi ser nekevin
09:06 Çavê Cemiyeta Belawekirina Ilmê ji rantê têr nabe!
09:03 Siyaseta qeyûmtiyê AKP şikand
09:03 Li dijî qeyûman şaredarîtiya bêşaredarî
09:01 Wanî ji bo hilbijartina tê amade ne: Em ê dersa AKP'ê bidin
09:01 'Tu hêz nikare gelê kurd û birêz Ocalan ji hev dûr bixe'
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2022'YAN
29/03/2022
23:35 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî bi dawî bû
21:09 Li Bagokê operasyona eskerî
18:23 Li Gundikê Melê Adarok hat pîrozkirin
17:02 Astengdarên ku çavê wan nabînin daxwaza mafê bikaranîna dengê veşarî kirin
17:02 Daxwaza girtina leşkerê ku Hazna Su kuştibû hat redkirin
16:41 Malbatên girtiyan xwestin fîxana wan bê bihîstin
16:29 Doza Kobanê taloqî dusiba hat kirin
16:15 Dayika Aştiyê gazî Wezareta Dadê kir: Berpirsiyariya xwe bicih bînin
16:15 DAIŞ'ê êrişî Qampo Holê kir: Hemû êrişkar hatin girtin
15:23 Bûldan: Bi milyonan kes xwest ji bo diyalogê deriyên Îmraliyê bên vekirin
15:01 Biryara bihincet a doza Melek Karaaslan: Terkî mirinê hatiye kirin
14:24 EGE TÛHAYDER: Ji hemû girtiyên siyasî re azadî
14:07 Li Wanê ciwanên hatibûn îşkencekirin, hatin girtin