Lêpirsîna Mahsûm Karaoglan 13 sal in 'veşarî' ye

  • rojane
  • 09:00 1 Nîsan 2022
  • |
img

AMED - Mahsûm Karaoglan, di 4'ê Nîsana 2009'an de, di meşa Amarayê de bi guleya dewletê jiyana xwe ji dest dabû. Lêpirsîna derbarê mirina wî de 13 sal in bi biryara "veşarî" tê astengkirin û doza li DMME'yê jî hê didome. 

Di 4'ê Nîsana 2009'an de bi hezaran kes ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz bikin meşa "rêwîtiya ber bi rojê ve" li dar xistibûn. 10 hezar kesên tevli meşê bûbûn, berê xwe dabûn Amarayê. Girse berî bigihê Amarayê bi 20 kîlometreyî ji aliyê polîs û eskeran ve hatibû astengkirin. Piştî ku girseyê barîkat rûxandibûn, polîs û eskeran jî bi çekan êriş biribûn ser wê. Di van êrişan de bi dehan kes birîndar bûbûn û xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Mahsûm Karaoglan ê 23 salî û karkerê înşeatê yê pirsûsî Mûstafa Dag bi bombeyên gazê jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî mirina Karaoglan û Dag Dozgeriya Komarê ya Bêrecûkê lêpirsîn dabû destpêkirin. 13 sal di ser bûyerê re derbas bûne lê hê jî lêpirsîn wekî xwe yê berê ye û bi biryara "veşarî" tê astengkirin. Ji ber vê malbata Karaoglan, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. 
 
Abdurrahman Karaoglan, bavê Mahsûm Karaoglan, behsa tiştên di 13 salên borî de qewimîne kirin. 
 
‘HEZM NEKIRIN'
 
Karaoglan, bi lêv kir ku Mahsûm kurê wî yê biçûk bûye, heya 10 saliya xwe li Îzmîrê bûye û di nava hevalên xwe de "sembol" bûye. Karaoglan, destnîşan kir ku bi xebera mirina Mahsûm re çokên wan şikestine û wiha behsa wê rojê kir: "Wê rojê, rojbûna Ocalan bû. Hezm nekirin. Bi fîşekên plastîk, fîşekên bera û bombeyên gazê êriş birin ser gel û ciwanan. Wê rojê me jî hin malbatan li hev dianî. Hê danê nîvro bû. Telefona min lê ket, gotin tevliheviyek çêbûye û birîndar hene. Lê me nizanibû Mahsûm miriye. Paşê em çûn Bêrecûkê. Mahsûm û Mustafa her du jî li Bêrecûkê jiyana xwe ji dest dan. Negihaştin nexweşxaneyê." 
 
BIRYARA VEŞARÎ YA LI SER DOSYEYÊ
 
Karaoglan, da zanîn ku heya niha têkildarî mirina kurê xwe 3 caran çûye dozgeriyê û di çûna dawî de jê re gotine "biryara veşarî li ser dosyeyê heye" û got: "Ewilî dozger got dîmenên kamerayê di dest wan de hene. Paşê got, biryara veşarî heye. Di cara sisêyan de got, ji ber biryara veşarî nikare tiştekî bibêje." 
 
'KAXIZEK JÎ NEŞANDIN'
 
Karaoglan, destnîşan kir ku 13 sal di ser vê cinayetê re derbas bûne lê heya niha kaxezek jî ji wan re nehatiye şandin û ji ber vê bi rêya Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dane û doza li DMME'yê hê jî didome. Karaoglan wiha got: "Qet nebe me dixwest em heqê xwe bistînin. Lê tu encam jê dernektine. Kaxezek jî bişandana û bigotana 'Meşiyan û ketin', em qayil bûn. Ma qey heya mirinê dê ev doz wisa bidome? Mustafa ji serê xwe, Mahsûm jî ji singa xwe birîndar bû. Li ser wan fîşekan nivîsandiye ku divê di mesafeyeke 400 metreyeî de neyên avêtin. Bi qesda kuştinê wisa kirin, tiştekî xisûsî bû. Gelek şahid hene." 
 
HEVDÎTINA DAWÎ
 
Karaoglan, behsa hevdîtina dawî ya wxe û kurê xwe jî kir: "Berî biçe Amarayê bi 3 rojan me hev dît. Kêfa wî li cî bû. Wê rojê di televîzyonê de belgefîlmek hebû. Şêrekî xezalekê dixwar. Ez jî li ber ketim. Wî, berê xwe da min û got, 'Ew der xweza ye, a muhîm mirov mirovan nexwin. Ji lew re mirov mirovan dixwin." 
 
DEST DANÎN SER WÊNEYÊN WÎ
 
Karaoglan, ragihand ku 4 wêneyên kurê wî li cem wan hebûne, lê polîsan dest danîne ser wan jî û got: "Min ji wan re got, ev wêne ne qedexe ne, kurê min xwedekar e û we ew kuşt. Wêneyên me bûn. Gotin, dê wêneyan cardin bînin. Ji wê rojê heya niha wêne nedane. Wêneyek wî maye. Ez giliyê wan jî dikim." 
 
MA / Ceylan Şahînlî

Sernavên din

01/04/2022
09:03 Doza cenazeyê xwe kirin, gef li wan hat xwarin!
09:03 Cotkar ji neçarî dê biçin ber Îş-Kûrê!
09:00 Lêpirsîna Mahsûm Karaoglan 13 sal in 'veşarî' ye
09:00 Ozturk: Em di 4'ê Nîsanê de peyama xwe li Amarayê bidin
09:00 Dayikên Aştiyê: Serok, ruh û canê me ye
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2022'YAN
31/03/2022
21:08 Cenazeyê Kûbîlay Acet li Êlihê hat definkirin
19:33 Mela Saît Ozdemîr hat berdan
19:11 Îstinafê cezayê ku li kiryarê destdirêjiyê Orhan hatibû birîn erê kir
18:46 Kesên li Şirnex,Wan û Erdexanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 SYKP: Em li dor Nobeta Edaletê bibin xelek
16:55 Şahidên ku di Doza Kobanê de axivî: Tenê yek çalakî jî derqanûnî nebû
16:33 HDP’ê ji bo kêmtirîn heqdest teklîf da Meclisê
16:33 Ji bo lêpirsîna Mîraç Mîroglu re biryara neşopandinê hat dayîn
16:21 ‘Bila tecrîda li ser girtîgehan demildest bi dawî bibe’
16:03 Ozturk: Aştiyeke birûmet bi Ocalan pêkan e
15:37 Rojnameger Gok: Dixwazin ji ber wêneyên Kurkut ceza bidin min
15:25 Ji bo Aksem serî li Meclisê da
15:04 Koma nîjadperest êriş kir polîsan xwendekarên kurd binçav kirin
15:01 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di hefteya duyemîn de ye
15:00 ‘Mirina Mûharrem Aksem çima nayê zelalkirin?’
14:36 Sebahat Tuncel: Pêbaweriya vê dadgehê nema ye
14:29 Bûldan: Di Newrozê de bi milyonan kesî çareseriyê nîşan da
14:16 Ji ber xelata ku da Jin TV'yê doz li Odeya Avahîsazan hat vekirin
14:02 Dayika Sîbel Balaç: Keça min 25 kîlo dane
13:43 Salek û 6 meh ceza dan nivîskar Yavuz Ekîncî
13:40 Doza parêzerên ku qeyûman protesto kiribûn hat paşxistin
13:36 Bijîjkê ku dest dirêjî nexweşa xwe kir hat girtin
13:33 Îfadeya ji bo îlana windabûnê hatiye dayîn li Doza Kobanê zêde kirine
13:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Ferît Şenyaşar: Xelk wê vê neheqiyê ji bîra neke
12:40 Danişîna rojnameger Canozer taloq bû
12:23 Arteşa tirk li herêma Biradostê gef li gundiyan xwar
12:10 Gunay: Newrozê tifaq nîşan da divê tifaqa netewî pêk were
11:37 Doza derbarê kuştina Hantaş de hat taloqkirin
11:26 Bernameya Yenîsahneyê ya meha nîsanê eşkere bû
11:23 Li Stewrê 6 kes hatin binçavkirin
11:22 Malbata Ocalan li benda mêvanên 4'ê Nîsanê ye
10:53 Ji Alî Dogan Gonultaş albûmek: Gêxî
10:51 DBP: Xwedî derketina Qazî Mihemed bi xebatên yekitiya neteweyî pêkan e
10:29 Li ser cenazeyên li Newala Qesaba vîla tên lêkirin!
09:45 Daxwaza dayika 100 salî ew e ku cara dawî kurê xwe bibîne
09:14 Ji ava Gola Wanê sabûnê çêdike
09:13 Avahiyên Sûrê kirin platoya TRT'ê
09:10 Rapora girtiyê jiyana xwe ji dest da: Girtîgeh ji bo jiyana wî talûke ye
09:09 Kîloya penêrê bisîrik bû 120 TL
09:05 Birayê Eser: Belasebeb birayê min kuştin
09:05 'Vê îktidarê meha Remezanê kir meha xizaniyê'
09:05 Tevgera Azadî: Armanc bi şirîkatiya PDK'ê dagirkirina herêmê ye
09:05 Hunermend Demîr: Cihê Nûdem Dûrak ne girtîgeh e divê bê berdan
09:05 Xelkê Amedê: Girtî û malbatên nobeda edaletê digirin rûmeta me ne
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2022'YAN
30/03/2022
20:07 7 sal û 6 meh ceza li serokê DÎAYDER'ê yê berê hat birîn
17:01 Li parêzera ku got 'komplo hat kirin' 10 sal û 6 meh ceza hat birîn
16:40 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:33 Parêzer Tarik Guneş hat tehliyekirin
16:32 Karker û sendîkavan hatin binçavkirin
16:31 Mahîr Çayan û rêhevalên wî hatin bibîranîn
16:12 Bersûcê gotibû 'derûniya min xirab e' cezaî ehliyeta wî tam derket
15:36 Girtiyan bi erdê re kaş kirin!
15:30 Ji 7 partiyan daxuyaniya pergala hilbijartinê
15:29 Hikûmeta Iraqê dê biryara xwe ya ji bo nefta Başûr pêk bîne
15:29 Şahidên qetilkirina li Qazakîstanê: Dewlet piştgiriya nijadperestiya li dijî kurdan dike
14:53 Parlamenter Kaçmaz: Divê berpirsiyarên mirina Aksem bên cezakirin
14:13 HDK banga tevlibûna ‘Konferansa Avhewayê’ kir
13:00 Ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Amarayê ve
12:08 Ji ber ku qeyûm rê venake 5 roj in nikare bê veşartin
11:49 Li Şehbayê teqîn: Herî kêm 10 kes birîndar bûn
11:40 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê 2 zarok revandin
11:23 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Hemû dinyayê feryada dayikê bihîst lê Erdogan nebihîst
11:00 Li Wanê îşkenceya polîsan: Heta xwîn ji guhên wî hatî lê xistin
10:29 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:28 Faîlên êrişên ser avahiya HDP'ê ya Erdemliyê nayên girtin
10:11 ‘Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna jinan rawestînin’
10:08 Ji bo operasyoneke berfireh PDK ji Tirkiyeyê bêhtir bizavê dike
09:49 Girtiyê nexweş ê giran Guler sewqî Girtîgeha Menemenê kirin
09:29 Pirtûka 'Nexweşiyên Sereke' ya Dr. Erdal Sîpan derket
09:26 Rojnamegerên li Başûrê Kurdistanê: PDK ji bo rojnamegeran astengiyan derdixe
09:09 6 ferdên malbata Gezmîş li benda dermankirin û alîkariyê ne
09:07 Pêşmergeyê berê: Heke em nebin yek em ê bi ser nekevin
09:06 Çavê Cemiyeta Belawekirina Ilmê ji rantê têr nabe!
09:03 Siyaseta qeyûmtiyê AKP şikand
09:03 Li dijî qeyûman şaredarîtiya bêşaredarî
09:01 Wanî ji bo hilbijartina tê amade ne: Em ê dersa AKP'ê bidin
09:01 'Tu hêz nikare gelê kurd û birêz Ocalan ji hev dûr bixe'
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2022'YAN
29/03/2022
23:35 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî bi dawî bû
21:09 Li Bagokê operasyona eskerî
18:23 Li Gundikê Melê Adarok hat pîrozkirin
17:02 Astengdarên ku çavê wan nabînin daxwaza mafê bikaranîna dengê veşarî kirin
17:02 Daxwaza girtina leşkerê ku Hazna Su kuştibû hat redkirin
16:41 Malbatên girtiyan xwestin fîxana wan bê bihîstin
16:29 Doza Kobanê taloqî dusiba hat kirin
16:15 Dayika Aştiyê gazî Wezareta Dadê kir: Berpirsiyariya xwe bicih bînin
16:15 DAIŞ'ê êrişî Qampo Holê kir: Hemû êrişkar hatin girtin
15:23 Bûldan: Bi milyonan kes xwest ji bo diyalogê deriyên Îmraliyê bên vekirin
15:01 Biryara bihincet a doza Melek Karaaslan: Terkî mirinê hatiye kirin
14:24 EGE TÛHAYDER: Ji hemû girtiyên siyasî re azadî
14:07 Li Wanê ciwanên hatibûn îşkencekirin, hatin girtin