Doza SES’ê: Xebatên me yên sendîkayê hatine îlegelîzekirin

  • rojane
  • 15:46 6 Nîsan 2022
  • |
img
ENQERE - Danişîna doza rêveber û endamên SES’ê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden a girtî tê darizandin diyar kir ku xebatên wan sendîkayê hatine îlegalîzekirin. 
 
Danişîna ewil a doza Hevseroka Giştî û endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) jî di nav de derbarê 8 kesan de hatiye vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 22’yemîn hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabey, Hevseroka Giştî ya SES’ê ya berê Gonul Erden, Hevseroka Giştî ya SES’ê ya berê Bedriye Yorgun, endamên MYK’a SES’ê Belkis Yurtsever, Fîkret Çaglayan, rêveberên berê yên SES’ê ya Şaxa Enqereyê Rona Temellî, Erdal Turan û Ramazan Taş bi îdiaya “rêveberiya rêxistinê”, “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” tên darizandin. Gonul Erden tenê di çarçoveya dozê de girtî tê darizandin.
 
Gelek siyasetmedar û kesayet û nûnerên saziyên biyanî, parlamenter û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl tevli danişînê bûn. Gelek parêzer jî li eywana danişînê amade bûn û danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir. 
 
Parêzerên dozê di danişînê de axivîn û behsa sextebûn û komploya dozê çawa hatiye birêvebirin kirin. Parêzeran xwest delîl ji dosyeyê bên derxistin. 
 
Dozger li dijî daxwaza parêzeran mutalaya xwe eşkere kir û daxwaza delîlan ku ji dosyeyê bên derxistin red kir. 
 
‘JI BER MUXALÎFIYÊ DIBE ARMANC’ 
 
Gonul Erden di danişînê de axivî û bi bîr xist ku ew endama SES’ê ye û beriya du serdaman jî hevserokatiya giştî ya SES’ê kiriye. Erden diyar kir ku teqez ew qebûl nakin ku sendîkaya wan di çarçoveya fermanên rêxstinê de xebat kiriye û ew xebatên xwe li gorî rê û rêbazên sendîkayî û prensîbên sendîkayê xebatên xwe dike. Erden got sendîkaya wan SES sendîkayek muxalîf e û ji ber nasnameya xwe ya muxalifiyê bi van tawanbariya re rûbirû maye. 
 
XEBATÊN WAN HATINE ÎLEGALÎZEKIRIN 
 
Erden detnîşan kir ku wan hemû xebatên xwe eşkere û zelal bi rê ve birine û ew xizmeta qada tenduristiyê û civakî dikin. Erden anî ziman ku xebatên wan ji ber xebatên sendîkayek muxalîf e hemû xebatên wan hatine îlegelazîkirin. Erden derbarê tawanbariyên di îdianameyê de cih digirin de jî axivî û wan çi xebat kiriye ji raya giştî re eşkere kirine û beşek daxuyaniyan di dosyeyê de bicih kirine. Erden got wan di pêvajoya pandemiyê de ji bo tenduristiya gel xizmet û xebat kirine. 
 
HIŞYARÎ DA HEYETA BIYANΠ
 
Di  kêliya Erden diaxivî de serokê dadgehê heyeta biyanî ya li eywanê ku ji wan re wergera axaftinê dihat kirin hişyar kir. Serokê dadgehê got wergêra ji bo şandeya biyanî wî eleqedar nake. 
 
ÎFADEYÊN ŞAHIDAN RED KIR 
 
Erden destnîşan kir ku ew ne delegeya KCD’ê û HDK’ê ye û di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tawanbariya ji belgeyên li mala wê hatine desteserkirin ku di dosyeyê de hatine bicihkirin. Erden anî ziman ku dayika wê ji ber koronayê wefat kiriye û pêvajoya şîna dayika xwe di girtîgehê de derbas kiriye. Erden destnîşan kir ku îfadeya ku şahidê veşarî û şahidê nav eşkere li ser wê dane red dike û xwest bê berdan. 
 
XWESTIN ERDEN BÊ BERDAN
 
Pişt re parêzerê Erden, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan parastina miwekîla xwe kir û xwest miwekîla wî bê berdan. Parêzer Sevînç Hocaogullari jî axivî û xwest Gonul Erden bê berdan. 
 
Birayê Erden, Zulfikar Erden jî parastina xwişka xwe kir û destnîşan kir ku destmala di destê xwişka wî de bûye hêceta girtinê û xwest bê berdan. 
 
ŞAHID DIBÊJE ‘NIZANIM’ 
 
Pişt re ji şahidê nav eşkere Kerem Gokalp pirs hatin kirin û Gokalp got ew di sala 2015’an de ji rêxitinê veqetiyaye û tu agahiyê wî derbarê sendîka û partiyên siyasî ku alîkariya rêxistinê kirine de nîne. 
 
Zulfikar Erden destnîşan kir ku di dosyeyê de tu tiştek hiqûqî nîne û dosye bi xwe li dijî hiqûqê hatiye amadekirin. 
 
Danişîn bi parastina Hevseroka Giştîya SES’ê Selma Atabey berdewam dike. 
 

Sernavên din

09/04/2022
13:23 Rapirsîna nîsanê: Dengê AKP'ê daketine ji sedî 28,9'an
13:06 Sancar: Demokrasiya herêmî bingeha Tifaqa Demokrasiyê ye
11:48 DAIŞ’ê li Mexmûrê 2 şivan revandin
11:36 Nivîskar Nezîr Çakan ji doza Kobanê tehliye bû
11:35 Malbata Şenyaşar: Yên ku vê zilmê jinedîtî ve tên dê winda bikin
10:23 Destê girtiyan kelemçe kirin û li wan dan
10:15 Yolerî: Tecrîd, sepaneke îşkenceyê ye
09:52 Li Girtîgeha Amedê hişyariya 'qedexeya' strana kurdî
09:51 Dê teqawid ber bi Enqereyê ve bimeşin: Xizanî tercîha desthilatdariyê ye
09:15 Halê sûrên dîrokî yên ku tên restorekirin!
09:15 Bang li PDK'ê kirin: Dev ji vê şaşiyê berdin
09:14 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê guh neda biryarên dadgehê
09:14 Giliyê îşkenceya li Timoqê hat kirin: Ez dikarim kesekî teşxîs bikim
09:06 Li Girtîgeha Rihayê cihêkariya 'e-Goruş'ê
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2022'YAN
08/04/2022
21:56 Li Kerboranê mirinek bi guman
21:45 Parlementerên çûn cem Tûglûkê: Nexweşîna wê girantir bûye
20:10 ÎHD bû mêvanê Sifreya Edaletê ya malbata Şenyaşarê
19:14 Li Wanê zabiteyan êriş bir ser welatiyan
19:01 Ber bi Îdlîbê ve sewqîyata eskerî
16:29 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 112’emîn de ye
15:49 Di Doza Qontaxê de dadgehê cezayê li polîs hatiye birin kêm dît
15:26 Doza Kobanê: Heke hûn Destûra Bingehîn nas nakin tişta we girê dide çî ye?
15:15 Mehmet Sevînç bi dirûşman hate definkirin
15:01 Ayla Akat Ata bi şewba koronayê ket
14:08 Cerdevan li Zap, Avaşîn û Metînayê xwezayê talan dikin
13:52 Melayê mizgeftê cenazeyê Mehmet Sevînç neşûşt
13:40 Bernameya 1’ê Gulanê aşkera bû: Em hemû kesî vedixwînin qadan
13:03 Rojnameger Hîkmet Tunç îfade da
12:59 Bi hêceta ‘tevli dersên ehlaqê nebûye’ nayê berdan
12:46 Li Wanê erdhej çêbû
12:37 Nobeta Edaletê di roja 396'an de ye
12:37 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:26 ‘Ez dixwazim bêtirs bijîm’
12:15 Bûldan: Wê jin siberojên ronî ava bikin
11:44 Girtiyê nexweş rojnamevan Ayik nehat berdan
11:43 'Bi neberdana girtiyên nexweş re mekanîzmaya îdamê xistine meriyetê’
11:15 Sîbel Akdenîz hat berdan
11:11 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde bûn
10:51 Parêzer Ballikaya: Divê TBB û Baroya Stenbolê ji bo Tugluk bi peywira xwe rabin
10:49 ‘Faîlên demboriyê dozger in, divê bên darizandin’
10:12 Aborînas Şahînoz: Ne wezîrên aboriyê lê divê polîtîka biguherin
10:11 ‘Kumpanya Med’ klasîkên berê û yên nûjen digihîne hev
09:48 Ji ber bihabûnê sewalvanî bûye eziyet!
09:36 ‘Misilmaniya hikûmetê tenê bi devkî ye’
09:34 HDP'ê şandeya girtîgehê ava kir: Dê seredanên me bidomin
09:08 'Armanca destdirêjiyê parçekirina tevna civakî ye'
09:06 Xebata 'çîrokên jinên girtî' didome
09:06 Dayika rojnamevanê girtî û nexweş: Girtiyan berdin
09:06 Sercerdevan bi çeka dewletê Mûsa Çelîk kuştiye
09:06 Av û axa gundiyan dikin qurbana komirê
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2022'YAN
07/04/2022
23:59 Li Amedê şanoya 'Bûka Lekî'
19:12 Nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan hat definkirin
19:00 Cenazeyê Sevînç radestî malbatê hat kirin
18:48 Demîrtaş: Dewletê jî û hikûmetê jî dît ku Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe
17:33 Demîrtaş: ‘Şahid’ li xwe mikûr hat ku dozger Ahmet Altun kompas kiriye
17:19 'Ji bo em xwedî li Tûglûk derketin lêpirsîn hate destpêkirin'
16:59 Beştaş: Cînayetên li girtîgehan rawestînin
16:55 Li Wanê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
16:33 Li Erziromê 3 kes hatin girtin
16:13 Cezayê pereyan li kesên ku Newroz pîroz kirin hate birîn
15:55 Cenazeyê Mehmet Sevînç gihîşt ATK'ê
15:41 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî mirina Sevînç dan
15:34 Malbatên li Stenbolê di Nobeda Edaletê de ne: Em ê çalakiyên xwe bidomînin
15:16 Lawyers For Lawyers: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:02 Wê cenazeyê Sevînç sewqî ATK'a Îzmîrê bê kirin
14:30 Malbatên girtiyan: Mirinên heyî dê li me rûnenin
14:25 Çemê Botanê reş diherike!
14:09 Ji 6 rojnamevanan re cezayê hepsê hat xwestin
14:08 Diyanetê li Amedê cih neda zimanê kurdî!
14:01 Gunay: Bi milyonan kes li hêviya vekirina deriyên Îmraliyê ne
13:56 Li Meletiyê du rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
13:40 Bertekên li dijî projeya ‘bermayiyan’ a Şaredariya Dêrsimê didomin
13:35 Serweta mala Barzaniyan a li Amerîkayê derket holê
13:05 Malbata Şenyaşar: Qeydên deng îtîrafên mudaxileya darazê ne
13:04 Rapirsiya zimanê kurdî: Xelk dixwaze kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Peykerê Yûsif Gulo hate çêkirin
12:23 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
12:10 Girtî Mehmet Sevînç jiyana xwe ji dest da
11:52 Derbarê rojnamevan Onver de îdianame hat amadekirin
11:38 Sarica: Bi milyonan parêzerên Ocalan hene
11:07 2 çêlekên wî mane wan jî difiroşe!
11:03 Şirnex û Mêrdîn di nava tozê de man
11:02 'Divê berpirsyarên îşkenceyê hesab bidin'
10:45 Li Şirnexê gur ketin nava kêriyekî pez
09:29 Li Wanê duh û îro 24 kes hatin binçavkirin
09:07 Bi moşekan êrişî Hewlerê kirin
09:06 Dr. Berwarî: Dê şirîkatiya PDK-Tirkiyeyê destkeftiyên kurdan ji holê rake
09:04 Şêniya Ben û Senê: Dewlet hat, ev der kir çolistan
09:04 Li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin
09:04 Tevgera Ekolojiyê dê kampanyaya 'şitildanînê' bike kampanyeyek berdewamî
09:04 Di 17 saliya xwe de hat girtin, di 47 saliya xwe de hat berdan
09:04 'Polîtîkaya bêcezahiştinê bi polîs û leşkeran kurdan dide kuştin'
09:04 Çîftçî: Li Hewlêrê çavgirtî û dest kelemçekirî îfadeya min girtin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2022'YAN
06/04/2022
21:56 Ji bo girtiyên nexweş îmze hatin berhevkirin
19:05 Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan
16:46 Ji pêş Edliyeya Îzmîrê bang kirin: Bila daxwaz bên qebûlkirin
16:45 Beştaş cilên Leyla Guven ku girtîgehê qedexe kiribû li xwe kir