HDP'ê şandeya girtîgehê ava kir: Dê seredanên me bidomin

  • rojane
  • 09:34 8 Nîsan 2022
  • |
img
ÎZMÎR - HDP'ê ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafên jiyanê yên li girtîgehan şandeyek ava kir. Parlamenterên di nava vê şandeyê de cih digirin gotin: "Heya binpêkirinên mafan bi dawî dibin em ê bixebitin." 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, di cih de şopandina van binpêkirin û hevdîtinên bi dozgerên girtîgehan re, şandeyeke ava kir. Şande dê li her herêmê rêxistinên civaka sivîl û parlamenteran jî daxilî nava vê xebatê bike. Şandeya ku ji parlamenter Fatma Kûrtûlan, Huseyîn Kaçmaz, Zuleyha Gulum, Serpîl Kemalbay û nûnerên Baroya Îzmîrê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) pêk tê, di 5'ê nîsanê de serdana Girtîgeha Kiriklar a Jimare 1 a Tîpa F'yê, Girtîgeha Kiriklar a Jimare 2 ya Tîpa F'yê û Girtîgeha Menemenê kir. Şandeyê bi dozgerên girtîgehên behsê xeberê re jî hevdîtin kirin. Di hefteya pêş de jî dê şande biçe serdana girtîgehên navçeya Panos a Agiriyê û Wanê bike. 
 
Parlamenterên HDP'ê Serpîl Kemalbay û Huseyîn Kaçmaz behsa xebatên xwe kirin. 
 
‘ROJEVA ME GIRTÎGEH IN'
 
Kemalbay, destnîşan kir ku Tirkiye veguheriye welatekî binpêkirina hiqûqê û mafên mirovan. Kemalbay, diyar kir ku ev binpêkirin herî zêde li girtîgehan tên kirin û wiha got: "Girtîgeh ji bo girtiyan bûne cihekî ku bi awayekî fiîlî cezayê dardakirinê li wan tê pêkanîn. Lewma di rojeva me de girtîgeh hene. Girtî binpêkirinên mafan protetso dikin, dikevin greva birçîbûnê. Jixwe girtî di şertên giran de dijîn lê bi grevên birçîbûnê re tenduristiya wan xirabtir dibe û jiyana xwe ji dest didin." 
 
Bi domdarî Kemalbay anî ziman ku di hevdîtina bi dozger re greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kiriklar a Bûca ya Jimare 1 a Tîpa F'yê nîqaş kirine û wiha domand: "Girtiyên siyasî, li korîdorên ku girtiyên edlî û girtiyên siyasî yên ji fikrên cuda tên girtin. Gava girtiyên siyasî çalakiyan li dar dixin, kesên xwe wekî ulkucî pênase dikin, wan tacîz dikin. Anku ji ber vê dibe ku binpêkirinên mafan ên cidî rû bidin. Ya duduyan jî, girtî ji liv û tevgerên Midûrê Girtîgeha Kiriklar a Jimare 1 a Tîpa F'yê Haydar Alî Ak nerazî ne. Midûrê girtîgehê xwe dişibîne Esat Oktay û tahdeyê dike. Midûrê girtîgehê dibêje ew di weziyeteke kontrolker de ye. Lê em baş dizanin ku tiştên me li jor vegotîn, tevek jî bi destê wî hatine kirin. Lewma em bi gotinên dozger qaneh nebûn." 
 
‘EM DIKARIN LI DERVE GELEK TIŞTAN BIKIN'
 
Di berdewamê de Kemalbay got ku li hemû girtîgehan heman tişt diqewimin û ev tişt anî ziman: "Em ê ji bo çareserkirina meseleyan guftûgoyê bikin. Em ê van pirsgirêkan têxin rojeva Meclisê. Em dikarin li derve gelek tiştan bikin. Her wiha ji bo piştgiriya malbatan em bang li raya giştî ya demokratîk jî dikin ku di vê mijarê de hestiyartir bin." 
 
KONSEPTEKE NAVENDÎ
 
Têkildarî mijarê parlamenter Huseyîn Kaçmaz jî bilêv kir ku binpêkirinên mafan di dema desthilata AKP'ê de êdî veguherîne tiştên asayî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev binpêkirinên mafan, sepaneke navendî ye. Dibe ku li hin girtîgehan hin rêvebir an jî gardiyan li hemberî girtiyan bi awayekî şexsî tevbigerin û bêhiqûqiyan bikin. Lê ev li hemû girtîgehan wisa ye. Nexwe ev konsepteke navendî ye. Piştî qanûna înfazê ya cihêkar li Meclisa hat qebûlkirin, ev binpêkirin zêdetir bûn." 
 
DÊ HEVDÎTIN BIDOMIN
 
Kaçmaz daxuyand ku wan weke HDP'ê  ev xebat daye destpêkirin û wiha berdewam kir: "Me li Îzmîrê tevî ÎHD, OHD, ÇHD û Baroya Îzmîrê hevdîtin bi dozgerê girtîgehê re kir. Me agahiyên ku malbatan û girtiyan ragihandine danîn ber dozger. Hefteya tê jî em ê biçin Îdir, Panos û Wanê û hevdîtin bi dozgerên girtîgehan re bikin. Dê serdanên me yên girtîgehan bidomin. Em ê hevdîtinan bi raya giştî re parve bikin." 
 
Kaçmaz, bal kişand ser Nobetên Edaletê yên li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê û axaftina xwe wiha qetand: "Li girtîgehan di demeke kurt de gelek bûyerên 'xwekuştinê' çêbûn. Tekane sedema ku ev qas cenaze ji girtîgehan derdikevin, pêkanînên li girtîgehan e. Girtî li dijî teslîmgirtin û çokşikandinê bi çalakiyên cuda li ber xwe didin. Divê raya giştî jî li cem malbatan û girtiyan be û van pêkanînan berteref bike." 
 
MA / Tolga Guney

Sernavên din

09/04/2022
13:23 Rapirsîna nîsanê: Dengê AKP'ê daketine ji sedî 28,9'an
13:06 Sancar: Demokrasiya herêmî bingeha Tifaqa Demokrasiyê ye
11:48 DAIŞ’ê li Mexmûrê 2 şivan revandin
11:36 Nivîskar Nezîr Çakan ji doza Kobanê tehliye bû
11:35 Malbata Şenyaşar: Yên ku vê zilmê jinedîtî ve tên dê winda bikin
10:23 Destê girtiyan kelemçe kirin û li wan dan
10:15 Yolerî: Tecrîd, sepaneke îşkenceyê ye
09:52 Li Girtîgeha Amedê hişyariya 'qedexeya' strana kurdî
09:51 Dê teqawid ber bi Enqereyê ve bimeşin: Xizanî tercîha desthilatdariyê ye
09:15 Halê sûrên dîrokî yên ku tên restorekirin!
09:15 Bang li PDK'ê kirin: Dev ji vê şaşiyê berdin
09:14 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê guh neda biryarên dadgehê
09:14 Giliyê îşkenceya li Timoqê hat kirin: Ez dikarim kesekî teşxîs bikim
09:06 Li Girtîgeha Rihayê cihêkariya 'e-Goruş'ê
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2022'YAN
08/04/2022
21:56 Li Kerboranê mirinek bi guman
21:45 Parlementerên çûn cem Tûglûkê: Nexweşîna wê girantir bûye
20:10 ÎHD bû mêvanê Sifreya Edaletê ya malbata Şenyaşarê
19:14 Li Wanê zabiteyan êriş bir ser welatiyan
19:01 Ber bi Îdlîbê ve sewqîyata eskerî
16:29 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 112’emîn de ye
15:49 Di Doza Qontaxê de dadgehê cezayê li polîs hatiye birin kêm dît
15:26 Doza Kobanê: Heke hûn Destûra Bingehîn nas nakin tişta we girê dide çî ye?
15:15 Mehmet Sevînç bi dirûşman hate definkirin
15:01 Ayla Akat Ata bi şewba koronayê ket
14:08 Cerdevan li Zap, Avaşîn û Metînayê xwezayê talan dikin
13:52 Melayê mizgeftê cenazeyê Mehmet Sevînç neşûşt
13:40 Bernameya 1’ê Gulanê aşkera bû: Em hemû kesî vedixwînin qadan
13:03 Rojnameger Hîkmet Tunç îfade da
12:59 Bi hêceta ‘tevli dersên ehlaqê nebûye’ nayê berdan
12:46 Li Wanê erdhej çêbû
12:37 Nobeta Edaletê di roja 396'an de ye
12:37 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:26 ‘Ez dixwazim bêtirs bijîm’
12:15 Bûldan: Wê jin siberojên ronî ava bikin
11:44 Girtiyê nexweş rojnamevan Ayik nehat berdan
11:43 'Bi neberdana girtiyên nexweş re mekanîzmaya îdamê xistine meriyetê’
11:15 Sîbel Akdenîz hat berdan
11:11 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde bûn
10:51 Parêzer Ballikaya: Divê TBB û Baroya Stenbolê ji bo Tugluk bi peywira xwe rabin
10:49 ‘Faîlên demboriyê dozger in, divê bên darizandin’
10:12 Aborînas Şahînoz: Ne wezîrên aboriyê lê divê polîtîka biguherin
10:11 ‘Kumpanya Med’ klasîkên berê û yên nûjen digihîne hev
09:48 Ji ber bihabûnê sewalvanî bûye eziyet!
09:36 ‘Misilmaniya hikûmetê tenê bi devkî ye’
09:34 HDP'ê şandeya girtîgehê ava kir: Dê seredanên me bidomin
09:08 'Armanca destdirêjiyê parçekirina tevna civakî ye'
09:06 Xebata 'çîrokên jinên girtî' didome
09:06 Dayika rojnamevanê girtî û nexweş: Girtiyan berdin
09:06 Sercerdevan bi çeka dewletê Mûsa Çelîk kuştiye
09:06 Av û axa gundiyan dikin qurbana komirê
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2022'YAN
07/04/2022
23:59 Li Amedê şanoya 'Bûka Lekî'
19:12 Nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan hat definkirin
19:00 Cenazeyê Sevînç radestî malbatê hat kirin
18:48 Demîrtaş: Dewletê jî û hikûmetê jî dît ku Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe
17:33 Demîrtaş: ‘Şahid’ li xwe mikûr hat ku dozger Ahmet Altun kompas kiriye
17:19 'Ji bo em xwedî li Tûglûk derketin lêpirsîn hate destpêkirin'
16:59 Beştaş: Cînayetên li girtîgehan rawestînin
16:55 Li Wanê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
16:33 Li Erziromê 3 kes hatin girtin
16:13 Cezayê pereyan li kesên ku Newroz pîroz kirin hate birîn
15:55 Cenazeyê Mehmet Sevînç gihîşt ATK'ê
15:41 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî mirina Sevînç dan
15:34 Malbatên li Stenbolê di Nobeda Edaletê de ne: Em ê çalakiyên xwe bidomînin
15:16 Lawyers For Lawyers: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:02 Wê cenazeyê Sevînç sewqî ATK'a Îzmîrê bê kirin
14:30 Malbatên girtiyan: Mirinên heyî dê li me rûnenin
14:25 Çemê Botanê reş diherike!
14:09 Ji 6 rojnamevanan re cezayê hepsê hat xwestin
14:08 Diyanetê li Amedê cih neda zimanê kurdî!
14:01 Gunay: Bi milyonan kes li hêviya vekirina deriyên Îmraliyê ne
13:56 Li Meletiyê du rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
13:40 Bertekên li dijî projeya ‘bermayiyan’ a Şaredariya Dêrsimê didomin
13:35 Serweta mala Barzaniyan a li Amerîkayê derket holê
13:05 Malbata Şenyaşar: Qeydên deng îtîrafên mudaxileya darazê ne
13:04 Rapirsiya zimanê kurdî: Xelk dixwaze kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Peykerê Yûsif Gulo hate çêkirin
12:23 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
12:10 Girtî Mehmet Sevînç jiyana xwe ji dest da
11:52 Derbarê rojnamevan Onver de îdianame hat amadekirin
11:38 Sarica: Bi milyonan parêzerên Ocalan hene
11:07 2 çêlekên wî mane wan jî difiroşe!
11:03 Şirnex û Mêrdîn di nava tozê de man
11:02 'Divê berpirsyarên îşkenceyê hesab bidin'
10:45 Li Şirnexê gur ketin nava kêriyekî pez
09:29 Li Wanê duh û îro 24 kes hatin binçavkirin
09:07 Bi moşekan êrişî Hewlerê kirin
09:06 Dr. Berwarî: Dê şirîkatiya PDK-Tirkiyeyê destkeftiyên kurdan ji holê rake
09:04 Şêniya Ben û Senê: Dewlet hat, ev der kir çolistan
09:04 Li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin
09:04 Tevgera Ekolojiyê dê kampanyaya 'şitildanînê' bike kampanyeyek berdewamî
09:04 Di 17 saliya xwe de hat girtin, di 47 saliya xwe de hat berdan
09:04 'Polîtîkaya bêcezahiştinê bi polîs û leşkeran kurdan dide kuştin'
09:04 Çîftçî: Li Hewlêrê çavgirtî û dest kelemçekirî îfadeya min girtin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2022'YAN
06/04/2022
21:56 Ji bo girtiyên nexweş îmze hatin berhevkirin
19:05 Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan
16:46 Ji pêş Edliyeya Îzmîrê bang kirin: Bila daxwaz bên qebûlkirin
16:45 Beştaş cilên Leyla Guven ku girtîgehê qedexe kiribû li xwe kir