'Bi neberdana girtiyên nexweş re mekanîzmaya îdamê xistine meriyetê’

  • rojane
  • 11:43 8 Nîsan 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Îzmîrê bal kişandin ser mirina girtî Mehmet Sevînç û wiha gotin: “Divê dewlet dawî li polîtîkaya xwe ya kuştina girtiyan bîne. Bi neberdana girtiyên nexweş re cezayê îdamê bi rengekî fîîlî xistine meriyetê.”
 
Di 3’yê nîsanê de xwîn rijiya ser mejiyê girtî Mehmet Sevînç ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê dihat ragirtin û duh jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên ku malbata Sevînç dabûn, nayê zanîn bê ka çima xwîn rijiyaye ser mejiyê Sevînç û diyar kirin ku gumanên wan hene. Têkildarî mijarê rêveberiya girtîgehê, gardiyanan û xebatkarên nexweşxaneyê agahiyên ji hev cuda dan malbatê. Vê jî kir ku gumanên malbatê hîn zêdetir bibin. 
 
Ji ber mirinên di demên dawî yên li girtîgehan, gelek kes bertekan nîşan didin. Her wiha raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) jî rê li ber nerazîbûnan vedike. Êdî hema hema her roj agahiya mirinan ji girtîgehan tên. Saziyên civaka sivîl û gelek derdor li dijî vê rewşê bi bertek in û dixwazin ku di zûtirin dem de tevdîrên pêwîst bên girtin. 
 
BINPÊKIRINA LI NEXWEŞXANEYÊ
 
Rêveberê Komeleya Xizmên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (EGE TUHAYDER) Îsmet Akdemîr diyar kir ku binpêkirinên li girtîgehan di demên dawî de zêde bûne û wiha got: “Girtiyên nexweş û yên cezayê wan xelas bûyîn, nayên berdan. Ev du roj in em diçin Akhîsarê. Heta di nava nexweşxaneyê de jî binpêkirin hene. Derheqê rewşa wan de kesek tiştekî rast ne bo me û ne jî bo malbatê dibêje. Dibêjin ku li benda rapora ATK’ê ne. Nexweşxane dibêje; ‘nexweş, saet di 3’yê şevê de anîn.’ Rêveberiya girtîgehê jî dibêje ku di saetên serê sibehê de birine nexweşxaneyê. Daxwazên malbatên girtiyan ew e ku girtî bên dermankirin û cenazeyên wan ji girtîgehan dernekevin. Di nava 4 meh û nîvan de 8-9 girtî mirin. Xuyaye ku pirsgirêkek heye. Girtiyên cezayê wan xelas bûyî nayên berdan. Bi navê heq û hiqûqê tiştek nema ye.” 
 
‘MIRINÊN HEYÎ JI BER XWE VE ÇÊNABIN’ 
 
Nûnera Şaxa Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin a Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) ya Îzmîrê Sûltan Yagmekan jî anî ziman ku li ser girtîgehan zext û zilmeke mezin heye. Yagmekan bi domdarî wiha got: “Hinek girtî li odeyên yekkesî tên ragirtin. Mehmet Sevînç qetil kirin. Girtiyên nexweş têxin odeyên yekkesî û bi vî rengî qetil dikin. Kujerên jinan, tecawizkar û diz tên berdan lê zarokên me tevî ku nexweşin jî ji ber kurdbûna xwe nayên berdan. Girtiyên ku ev 20-30 sal in di girtîgehê de tên qetilkirin. Ev rewş ji ber xwe ve çênabe. Zarokên me bi salan e bi hesreteke mezin li çavrêya berdanê bûn. Lê darbestên wan ji girtîgehan derdikevin. Divê her kesê ji xwe re dibêje mirov li dijî vê zilmê derkeve.” 
 
TÊKOŞÎNA POLÎTÎK 
 
Têkildarî mijarê Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Çinar Altan jî axivî û diyar kir ku li girtîgehan zextekî giran li girtiyan tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîtîkaya kuştinê tê meşandin. Gelek guman ji mirina Sevînç hene. Mijara behsa xeberê, polîtîkayeke zanebûn a kuştinê ye. Divê em tu girtiyekî di bin zexta faşîst a dewletê de nehêlin. Em ê polîtîkayeke ku sînorên dewletê dide zorê bimeşînin. Mixabin ku li dewletên faşîst tu pîvanên hiqûqê nînin. Banga me li gel ew e ku li dijî van sepanan têbikoşin.” 
 
RAPORÊN ATK’Ê 
 
Sekreterê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê Ozcan Sarioglu jî anî ziman ku ji ber cezayên muebbetê û muebbeta giran, girtî zêdetirî 30 salan di girtîgehê de dimînin û wiha bi dawî kir: “Di nava vê demê de bi gelek nexweşiyan dikevin. Anku bi awayekî fiîlî cezayê îdamê têxin meriyetê. Xetere li ser jiyana wan heye lê dewlet bernade. Anku mekanîzmaya îdamê têxin meriyetê. Li vê derê barê xwe têxin stûyê ATK’ê. Weke mînaka Aysel Tugluk, ATK jî biryarên siyasî dide û girtiyan terkî mirinê dike. Ji ber raporên ATK’ê, encamek ji serlêdanên me yên bo dozgeriyê dernakevin. Desthilatdarî jî raporên binpêkirinan ên li girtîgehan paşguh dike û xwe nade ber çareserkirina vê pirsgirêkê. Bi sepanên heyî re girtiyên siyasî di nava cezayekî de cezayeke din dijîn.”
 

Sernavên din

09/04/2022
13:23 Rapirsîna nîsanê: Dengê AKP'ê daketine ji sedî 28,9'an
13:06 Sancar: Demokrasiya herêmî bingeha Tifaqa Demokrasiyê ye
11:48 DAIŞ’ê li Mexmûrê 2 şivan revandin
11:36 Nivîskar Nezîr Çakan ji doza Kobanê tehliye bû
11:35 Malbata Şenyaşar: Yên ku vê zilmê jinedîtî ve tên dê winda bikin
10:23 Destê girtiyan kelemçe kirin û li wan dan
10:15 Yolerî: Tecrîd, sepaneke îşkenceyê ye
09:52 Li Girtîgeha Amedê hişyariya 'qedexeya' strana kurdî
09:51 Dê teqawid ber bi Enqereyê ve bimeşin: Xizanî tercîha desthilatdariyê ye
09:15 Halê sûrên dîrokî yên ku tên restorekirin!
09:15 Bang li PDK'ê kirin: Dev ji vê şaşiyê berdin
09:14 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê guh neda biryarên dadgehê
09:14 Giliyê îşkenceya li Timoqê hat kirin: Ez dikarim kesekî teşxîs bikim
09:06 Li Girtîgeha Rihayê cihêkariya 'e-Goruş'ê
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2022'YAN
08/04/2022
21:56 Li Kerboranê mirinek bi guman
21:45 Parlementerên çûn cem Tûglûkê: Nexweşîna wê girantir bûye
20:10 ÎHD bû mêvanê Sifreya Edaletê ya malbata Şenyaşarê
19:14 Li Wanê zabiteyan êriş bir ser welatiyan
19:01 Ber bi Îdlîbê ve sewqîyata eskerî
16:29 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 112’emîn de ye
15:49 Di Doza Qontaxê de dadgehê cezayê li polîs hatiye birin kêm dît
15:26 Doza Kobanê: Heke hûn Destûra Bingehîn nas nakin tişta we girê dide çî ye?
15:15 Mehmet Sevînç bi dirûşman hate definkirin
15:01 Ayla Akat Ata bi şewba koronayê ket
14:08 Cerdevan li Zap, Avaşîn û Metînayê xwezayê talan dikin
13:52 Melayê mizgeftê cenazeyê Mehmet Sevînç neşûşt
13:40 Bernameya 1’ê Gulanê aşkera bû: Em hemû kesî vedixwînin qadan
13:03 Rojnameger Hîkmet Tunç îfade da
12:59 Bi hêceta ‘tevli dersên ehlaqê nebûye’ nayê berdan
12:46 Li Wanê erdhej çêbû
12:37 Nobeta Edaletê di roja 396'an de ye
12:37 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:26 ‘Ez dixwazim bêtirs bijîm’
12:15 Bûldan: Wê jin siberojên ronî ava bikin
11:44 Girtiyê nexweş rojnamevan Ayik nehat berdan
11:43 'Bi neberdana girtiyên nexweş re mekanîzmaya îdamê xistine meriyetê’
11:15 Sîbel Akdenîz hat berdan
11:11 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde bûn
10:51 Parêzer Ballikaya: Divê TBB û Baroya Stenbolê ji bo Tugluk bi peywira xwe rabin
10:49 ‘Faîlên demboriyê dozger in, divê bên darizandin’
10:12 Aborînas Şahînoz: Ne wezîrên aboriyê lê divê polîtîka biguherin
10:11 ‘Kumpanya Med’ klasîkên berê û yên nûjen digihîne hev
09:48 Ji ber bihabûnê sewalvanî bûye eziyet!
09:36 ‘Misilmaniya hikûmetê tenê bi devkî ye’
09:34 HDP'ê şandeya girtîgehê ava kir: Dê seredanên me bidomin
09:08 'Armanca destdirêjiyê parçekirina tevna civakî ye'
09:06 Xebata 'çîrokên jinên girtî' didome
09:06 Dayika rojnamevanê girtî û nexweş: Girtiyan berdin
09:06 Sercerdevan bi çeka dewletê Mûsa Çelîk kuştiye
09:06 Av û axa gundiyan dikin qurbana komirê
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2022'YAN
07/04/2022
23:59 Li Amedê şanoya 'Bûka Lekî'
19:12 Nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan hat definkirin
19:00 Cenazeyê Sevînç radestî malbatê hat kirin
18:48 Demîrtaş: Dewletê jî û hikûmetê jî dît ku Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe
17:33 Demîrtaş: ‘Şahid’ li xwe mikûr hat ku dozger Ahmet Altun kompas kiriye
17:19 'Ji bo em xwedî li Tûglûk derketin lêpirsîn hate destpêkirin'
16:59 Beştaş: Cînayetên li girtîgehan rawestînin
16:55 Li Wanê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
16:33 Li Erziromê 3 kes hatin girtin
16:13 Cezayê pereyan li kesên ku Newroz pîroz kirin hate birîn
15:55 Cenazeyê Mehmet Sevînç gihîşt ATK'ê
15:41 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî mirina Sevînç dan
15:34 Malbatên li Stenbolê di Nobeda Edaletê de ne: Em ê çalakiyên xwe bidomînin
15:16 Lawyers For Lawyers: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:02 Wê cenazeyê Sevînç sewqî ATK'a Îzmîrê bê kirin
14:30 Malbatên girtiyan: Mirinên heyî dê li me rûnenin
14:25 Çemê Botanê reş diherike!
14:09 Ji 6 rojnamevanan re cezayê hepsê hat xwestin
14:08 Diyanetê li Amedê cih neda zimanê kurdî!
14:01 Gunay: Bi milyonan kes li hêviya vekirina deriyên Îmraliyê ne
13:56 Li Meletiyê du rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
13:40 Bertekên li dijî projeya ‘bermayiyan’ a Şaredariya Dêrsimê didomin
13:35 Serweta mala Barzaniyan a li Amerîkayê derket holê
13:05 Malbata Şenyaşar: Qeydên deng îtîrafên mudaxileya darazê ne
13:04 Rapirsiya zimanê kurdî: Xelk dixwaze kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Peykerê Yûsif Gulo hate çêkirin
12:23 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
12:10 Girtî Mehmet Sevînç jiyana xwe ji dest da
11:52 Derbarê rojnamevan Onver de îdianame hat amadekirin
11:38 Sarica: Bi milyonan parêzerên Ocalan hene
11:07 2 çêlekên wî mane wan jî difiroşe!
11:03 Şirnex û Mêrdîn di nava tozê de man
11:02 'Divê berpirsyarên îşkenceyê hesab bidin'
10:45 Li Şirnexê gur ketin nava kêriyekî pez
09:29 Li Wanê duh û îro 24 kes hatin binçavkirin
09:07 Bi moşekan êrişî Hewlerê kirin
09:06 Dr. Berwarî: Dê şirîkatiya PDK-Tirkiyeyê destkeftiyên kurdan ji holê rake
09:04 Şêniya Ben û Senê: Dewlet hat, ev der kir çolistan
09:04 Li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin
09:04 Tevgera Ekolojiyê dê kampanyaya 'şitildanînê' bike kampanyeyek berdewamî
09:04 Di 17 saliya xwe de hat girtin, di 47 saliya xwe de hat berdan
09:04 'Polîtîkaya bêcezahiştinê bi polîs û leşkeran kurdan dide kuştin'
09:04 Çîftçî: Li Hewlêrê çavgirtî û dest kelemçekirî îfadeya min girtin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2022'YAN
06/04/2022
21:56 Ji bo girtiyên nexweş îmze hatin berhevkirin
19:05 Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan
16:46 Ji pêş Edliyeya Îzmîrê bang kirin: Bila daxwaz bên qebûlkirin
16:45 Beştaş cilên Leyla Guven ku girtîgehê qedexe kiribû li xwe kir