Amedî: Ên nijadperestiyê dikin bila nebêjin em misilman in

  • rojane
  • 09:15 13 Nîsan 2022
  • |
img
AMED - Serokatiya Diyanetê di panoya agahdarkirinê ya Mizgefta Mezin a Amedê de cih neda kurdî. Amediyan li dijî vê got: "Kesên ku di bin navê îslamiyetê de cihêkariyê dikin, bila nebêjin em misilman in." 
 
Serokatiya Karên Diyanetê li Mizgefta Mezin a li Sûr a Amedê "panoya agahdarkirinê" daliqand. Agahiyên di panoyê de bi tirkî, îngilîzî, erebî û rûsî ne, lê bi kurdî tiştek di panoyê de tune ye. Welatiyan bertek nîşan da û gotin: "Xwediyên rasteqîn ê vî welatî kurd in." 
 
 
KURDÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN
 
Tahsîn Sever, anî ziman ku bi kurdî diaxivin û dê heya dawiyê bi kurdî biaxivin û got, pêdiviya kurdan jî bi zimanekî din tune ye. Sever, got: "Ev ax, a me ye. Di vir de cih didin tirkî, erebî, rûsî û îngilîzî, lê çima cih nadin kurdî? Beriya van zimanan diviyabû ewilî kurdî hebûna. Zimanê me yê bi sedan salan li me qedexe dikin. Zimanê me û hebûna me qebûl nakin. Em ê ji bo hebûna zimanê xwe bitêkoşin. Ev ax û mirovên vê axê ji bo vî zimanî bedêl dane. Ew jî baş dizanin. Ev der mizgefta xwedê ye, nikarin zimanê tu kesî bisenifînin. Tiştekî wiha di îslamê de tune ye." 
 
Welatiyê bi navê Raîf Kartal jî got: "Êdî mizgeftan jî li gor xwe çêdikin. Lê halbûkî di dîn de senifandin tune ye. Bi îzna xwedê dê roj bê kurdî azad bibe." 
 
'DÎNÊ XWE AFIRANDIN'
 
Mehmet Çîçek jî anî ziman ku Amed bajarê sahabeyan e û yek ji erdnîgariyên ewil e ku îslamiyet lê belav bûye û got: "Lê niha îslamiyet bi temamî hatiye guherandin. Niha kes dînên ku wan ew afirandiye belav dikin û li civakê ferz dikin."
 
Huseyîn Tanişer jî bibîr xist ku pergal ji roja roj de kurdî qedexe kiriye û got: "Li vî welatî tu dikarî bi her zimanî biaxivî, lê gava behs dibe kurdî tu tê sûcdarkirin. Ev tişt dijî îslamiyetê ye. Tenê ne di îslamiyetê de, di tu dînî de tiştekî wiha tune ye. Kesên ku di bin navê îslamiyetê de cihêkariya ziman, dîn û nijadê dikin, divê ji xwe re nebêjin em misilman in. Tirkiyeyê îslamiyeta xwe çêkiriye, li gor îslamiyeta rats hereket nake. Erdogan, di bin navê îslamiyetê de mirovan ber bi xw eve dikişîne. Berê li Tirkiyeyê hebikekî misilmantî hebû, ew jî bi hatine Erdogan ji holê rabû. Ev feraseta wan, ji berê de heye." 
 
‘EZ KURD IM, BI TIRKÎ NIZANIM'
 
Bedîuzzaman Ergun ku got "Ez ne mecbûr im fatheyê bi tirkî yan jî erebî bixwînim" destnîşan kir ku zimanê wî yê zikmakî kurdî ye û got: "Ez ê duayên xwe bi kurdî bikim, ji lew re zimanê min kurdî ye û bila her kes bi zimanê xw ebike. Em ê ji roja roj de bi kurdî diaxivin û em kurd in. Em bi tirkî nizanin, ji lew re zimanê me kurdî ye. Em kurd in, em bi kurdî diaxivin û divê ev ne qedexe be." 
 
Îdrîs Kapar jî got: "Xwediyên sereke yên vî welatî kurd in. Gava krud li vir bûn, tirkek jî tune bû. Kî çi dibêje bila bibêje, zarokên ewil û sereke yên vî welatî kurd in. Dixwazin devê gel bigirin, ên diaxivin digirin. Her kesî dikin 'terorîst', ên bi kurdî diaxivin, ên kurd in hemûyan dikin 'terorîst'. Li cihê ku edalet lê tune be, tu tişt jî çênabe. Tekane derdê vê hikûmetê, çi hebe biçirpîne." 
 
‘HEQ Û HIQÛQ TUNE YE'
 
Bahattîn Topal jî destnîşan kir ku li vî welatî heq û hiqûq tune ye û got: "Ev der Amed e û her kes bi kurdî diaxive. Beriya her tiştî divê li ser wê tabelayê kurdî hebûna. Bi dîn mirovan diaxpînin. Umrê min xelas û min heya niha li Tirkiyeyê edalet nedîtiye. Ev dewlet, kesyparêz û nijadperest e. Bi feramana serokkomar bi hezaran mirov belsebeb tên girtin, lê ew bi xwe guh li hiqûqê nake. Êdî ev dewlet nikare me bixapîne, ji lew re me çavên xwe vekirine." 

Sernavên din

14/04/2022
15:40 Ev 150 roj in li edaletê digerin: Em ê dev jê bernedin
15:30 Danişîna doza Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê hat dîtin
15:21 Şandeya HDP, OHD û ÎHD’ê: Girtiyên nexweş terkî mirinê kirine
15:15 Li Dîlokê 4 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
14:46 Derbarê 3 rêveberên DÎAYDER’ê de doz hate vekirin
14:39 Sancar: Îktîdarê alîkarî da DAIŞ’ê û me jî da xelkê Kobanê
14:06 Wezareta Karên Navxweyî cihê gora Şêx Seîd aşkere nekir
13:33 Li Hezexê di encama teqîna cismekê de 2 zarok birîndar bûn
13:22 Zextên li ser HDP’ê hatin protestokirin
13:22 Danişîna doza ku li Erdogan hatibû vekirin hat dîtin
13:04 Li Agiriyê 5 kes hatin binçavkirin
13:01 Malbata Şenyaşar: Kesên vê bêhiqûqiyê dikin dê rojekê bên darizandin
12:38 SES’ê plana xwe ya çalakiyên biharê aşkere kir
12:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
12:31 Bersiv dan doza girtinê: Heta pêşî li cînayetên jinan tê girtin em ê têbikoşîn
11:39 Li Ozgun ku jina êzdî qetil kiribû 25 sal cezayê hefsê hate birîn
11:20 Kampanyaya 'Ji Xizaniyê re Na' wê bi rojeva 'girtîgehê' berdewam bike
11:19 20 kesên ku li dijî talankirina xwezayê li ber xwe dabûn hatin berdan
11:06 Ji qeyûmê Amedê fitara bi zorê !
11:03 Şaredariya Rihayê li şûna îhaleyê bi rêbaza “temîna rasterast’ dixebite
10:22 KCD: PDK zerarê dide yekitiya neteweyî
09:48 Ciwanên HDP’yî bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan
09:21 Rojnamevanên kurd: PDK, demildest divê dev ji vê helwesta xwe berde
09:10 Parêzer Aydin: Li girtîgehan mafên bingehîn tên binpêkirin
09:10 Li Rezanê krîza aborî: Em firingiyên eciqandî berhev dikin
09:10 Şaredariya Artûklûyê ji elektrîkvan eşyayên diyariyê, ji aşxaneyê asfalt stendiye!
09:09 Qeyûm gef xwaribûn: Kifş bû ku avahiya nexweşxaneyê qaçax e
09:08 Krîza aborî firotina ava sûse jî kêm kir
09:08 Cotkar û sewalkarên Bismilê: Sedema krîzê pirsgirêka kurd e
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2022'YAN
13/04/2022
23:52 Nobeda Cizîrê: Dê têkoşîna me bi ser bikeve
22:34 Cezayê darvekirinê yê li girtiyê kurd hatibû birîn hat pesendkirin
22:24 Rapora OHD'ê ya derbarê Girtîgeha Sîlîvriyê de: Gotine 'Em li ser navê dewletê hatine' û dest bi îşkenceyê kirine
21:35 Sendîkaya Perwerdehiya Neteweyî ya Îngilîstanê ji bo Ocalan azadî xwest
20:23 Li Afrîkaya Başûr lehî rabû: 253 kes mirin
20:17 Helbestvan Emîralî Yagan li Dersimê hat veşartin
20:11 Li ser sifreya fitarê ya HDP'ê fitirîn
19:59 Baroya Rihayê bû mêvanê 'Sifra Edaletê'
18:37 Dadgeha Bilind cezayê li Berdevka TJA'yê Gokkanê hatibû birîn xera kir
18:02 Beton rijandin ser Birca Derîyê Çîyê
17:36 Bertek nîşanî midurê Girtîgeha Panosê dan: Diyar e ku li vir tiştek tê veşartin
17:22 Li ser cenazeyê Yilmaz ku li girtîgehê hatibû kuştin şopên îşkenceyê
17:07 Ji Narlidereyê çûn serdana Nobeta Edaletê: Em bi malbatan re ne
16:56 Li xebatkarê çapemeniya HDP’ê Dag 10 sal cezayê hefsê birîn
16:37 Nobeta li Cizîrê mezintir dibe: Em ê berxwedana rewa xurtir bikin
16:33 Derbarê Pîroglû ku polîsan xistibû erdî lêpirsîn hate destpêkirin
16:20 Tundiya polîsan bir rojeva Meclîsê
16:20 Ji Newala Qesaban bertek: Hûn nikarin hafizeya dîrokî tune bikin
15:58 ‘Em dixwazin edalet pêk were’
15:52 Aqûbeta efrîniyê li Kayseriyê hatibû binçavkirin nayê zanîn
15:45 Şandeya HDP, OHD û ÎHD’ê çû serdana girtîgehan
15:40 Li Stenbolê 1’ê Gulanê wê li Maltepeyê were pîrozkirin
15:38 TTB: Polîtîkaya xelet a desthilatdariyê a kir ku di pandemiyê de bêhtir kes bimirin
15:38 Li ber ATK'ê bang kirin ku cenaze ji girtîgehan dernekevin
15:05 Li Amedê starta 1'ê Gulanê hat dayîn
14:39 'Di êrişa parêzer de divê lêpirsîneke bibandor bê destpêkirin'
14:24 Li Dêrsimê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
13:52 Li Rihayê destdirêjî li pitikekê hate kirin
13:51 Li dijî binçavkirinan nerazîbûn: Gelê kurd dê bi ser bikeve û AKP jî têk biçe
13:24 ÎSÎG: Di 3 mehan de 347 karker jiyana xwe ji dest dane
13:16 Walîtiya Dêrsimê îşkenceya polîsan parast
13:11 Doza girtinê li Komeleya Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin vekirin
13:02 Li Rezanê înşeata mizgeftekê hilweşiya: 6 karker birîndar bûn
12:57 Xelkê Cizîrê: Ew çiqas êriş bikin em ê ewqas mezin bibin
12:19 Şaredariya AKP’ê serokên komîsyonê ku digotin ‘Diz heye’ ji peywirê girt
11:55 Malbata Şenyaşar: Kesên ku bi dayikê rondik dibarînin gelo misilman in?
11:51 Malbata girtiyê li Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da: Bi îşkenceyê hate qetilkirin
11:51 Bi heman qanûnê biryara binçavkirina 91 HDP’iyan dan û malê DAIŞ’iyan lê vegerandin
11:41 Qeyda deng ku îşkenceya li Silîvriyê vedibêje radestî dozgeriyê kir
11:21 Îmîr: Wê gelê Botanê serê xwe netewîne
10:52 Ji Sifreya Edaletê bang kirin: Em ê edaletê pêk bînin
10:38 Li Qersê bihostek berf bariya
10:38 Daxwaznameyên girtiyan ên giliyan nayên qebûlkirin
10:33 Doza Muharrem Taş: Di bûyerê de Wezareta Tenduristiyê ji sedî 80 biqisûr e
09:39 Derbarê welatiyê astengdar ku zabitayan lêdabû de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Ûca: Tifaqa Rojava û Şengalê ji dîwaran pir mezintir e
09:15 Amedî: Ên nijadperestiyê dikin bila nebêjin em misilman in
09:14 'Yê wan bi milyonan dolar heye yê me jî xwezaya me heye'
09:14 Bi 3 zaravayên kurdî sepana 'Qurana Kurdî'
09:13 Li Amedê sifreyeke Remezanê û rastiya krîza li welat
09:13 Karadag: Naxwazin şîna malbatan bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2022'YAN
12/04/2022
20:40 Platforma Ked û Demokrasiyê bû mêvanê 'Sifra Edaletê' ya malbata Şenyaşar
20:25 Li Wanê 3 kes hatin girtin
20:17 Gardiyanan cilêt û benik danîne cem girtiyên ku xwekuştin li wan hatiye ferzkirin!
19:43 Ji kesên hatin binçavkirin navê 34 kesan eşkere bû
17:10 Buldan: Operasyona dawî li ser navê DAIŞ’ê hate kirin
16:29 Doza parêzeran ji bo amadekirina mutalayê hat taloqkirin
16:14 Li ber Girtîgeha Kiriklarê gazî kirin: Bila tecrîd bê rakirin
16:04 Parlamenteran êrişa li dijî HDP’ê ji Fûat Oktay pirsîn
16:03 Li Girtîgeha Panosê amadekariya êrişê dikin!
15:45 Cenazeyê Yilmaz ê li Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da hate definkirin
15:17 Malbatên girtiyan bertek nîşanî mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê dan
15:01 Welatiyê ku ji sedî 80 felc e ji bo piştevaniyê çû serdana HDP’ê
14:34 'Jinên ku hatin binçavkirin û girtin bi lêgerîna tazî re rûbirû mane'
14:20 Qeyda dengê girtiyê di venihêrîna awarte de: Gardiyan dibêjin xwe bi daliqînin
14:19 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ‘îşkenceya komî’: Nebin şirîkên sûc
14:07 Dede: Binçavkirinên îro êrişa li dijî pûçkirina delîlên Doza Kobanê ye
13:27 Li Îdirê cenazeyê du kesan hat dîtin
13:26 Li Cizîrê deriyên malan hatin şikandin, li jineke 50 salî dan