Doza Komkujiya Konyayê: 2 deqe dîmen jê hatiye birin

  • rojane
  • 16:02 19 Nîsan 2022
  • |
img

KONYA -  Di doza Komkujiya Konyayê de derket holê ku 2 deqe dîmenê roja bûyerê jê hatiye birin û dema êrişî kujer Mehmet Altûn bi kesê di wesayîtê de re ketiye têkiliyê. Hat diyarkirin ku faîlên hatine berdan delîl ji holê rakirine û polisan girtekên derew girtine. 

Di 30'ê tîrmeha 2021'an de li navçeya Meram a Konyayê kujer Mehmet Altûn êrişî malbata Dedeogûllari kiribû û ji malbatê 7 kesan kuştibû. Li Konyayê, 3'yemîn danişîna doza ku li kujer Mehmet Altûn û Alî Çalik, Alî Keleş, Alî Keleş (Kurê Lutfî), Ayşe Keleş, Îbrahîm Keleş, Lutfî Keleş, Ramazan Çalik, Velî Keleş û Yahya Çalik hatibû vekirin li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Konyayê dest pê kir. 
 
Ferdê malbata Dedeogûllari ku sax ma ye Çetîn Dedeogûllari, xizmên malbata Dedeogûllari, parlamenterên HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, Mahmût Tûgrûl, Garo Paylan, rêveberên HDP'a Konyayê,  serokên baroyên Amed, Wan, Riha, Sêrt, Êlih, Mûşê jî di nav de gelek parêzer tev li danişînê bûn.
 
Gelek rojnamegeran dozê şopand. 
 
FAÎLAN NANÎN EYWANA DANIŞÎNÊ
 
Kujer Altûn û bersûc Lutfî Keleş û Alî Keleş ji girtîgehên ku li girtî ne bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn. Bersûcên ku berdayî tên darizandin jî tevlî danişînê nebûn. 
 
Balkêş e di têketina ku kesên beşdarî danişînê bûn û parêzer têde ketin eywana danişînê qamera hatibû bicihkirin lê di têketina ku parêzerên bersûcan têde ketin eywana danişînê qamera nehat bicihkirin.  Bi tespîtkirina nasnameyan danişînê dest pê kir. Parêzerên ku mafê axaftinê girtin bertek nîşanî bichkirina qamerayan dan. Heyeta dadgehê jî pêkanînê weke "tevdîra ewlehiyê" aşkera kir. 
 
Piştre heyeta dadgehê ewraqên ku hatibûn xwend û li dosyayê zêde kir. 
 
XWARZIYÊ BERSÛC XWE JI ŞAHIDIYÊ VEKIŞAND
 
Xwarziyê bersûc Altûn û kurê Ayşe Keleş, Mehmet Keleş (16) ji bo ku weke şahid bê guhdarîkirin li danişînê hat amadekirin. Lê Keleş got ku naxwaze şahidiyê bike û xwe ji şahiyê vekişand.
 
JI BO HIŞYARKIRINÊ LI KUJER GERIYANE
 
Kirêkarê wesayîtan Maksût Goncu ku hat tespîtkirin piştî komkujiyê bi telefonê bi kujer Altûn re axiviye weke şahid hat guhdarîkirin. Goncu, diyar kir ku ji ber kujer Altûn ji wan wesayîtê kirê kiriye wî nas dike û lê bersûcên din nas nake û wiha got: "Kurê min wesayîtê bi kirê daye. Ji aliyê emniyetê ve ji me re hat ragihandin ku wesayîta me xizeke zêde dike. Ji bo hişyarkirinê em lê geriyan. Ji bilî vê jî axaftineke me çênebûye."
 
'NÎŞAN HENE KU BÛYER ORGANÎZEKIRÎ YE'
 
Piştre Serokê Baroya Sêrtê Kenan Bîlge û Serokê Baroya Colemergê Ergun Canan ketin navberê. Bîlge, diyar kir ku nîşan hene ku bûyer bi sedemên nîjadî bi awayekî organîzekirî pêk hatiye û berpirsyariya dadgehê ye ku bi darizandineke bibandor bike. Canan jî li ser navê baroyan xwest tev li dozê bibin. 
 
Li ser daxwaza parêzerên bersûcan û dozgeriyê, heyeta dadgehê bi hinceta ku rast e rast ji bûyerê xesar negihîştiya wan daxwaza baroyan a tevlîbûna dozê qebûl nekir. 
 
EWRAQÊN SEXTE AMADE KIRINE!
 
Piştî redkirina daxwaza baroyan parêzerê malbata Dedeogûllari Atîlla Kart mafê axaftinê girt û parastin kir. Kart, destnîşan kir ku di daniîna 8'ê sibatê de piştî ku eywana danişînê terk kirine heyeta dadgehê şahidan guhdar kiriye û wê de demê hemû şahidan bersûcan parastiye û bal kişand ser daxuyaniyên binakok ên şahidan û got ku heyeta dadgehê girîngiyê nade nakokiyên şahidan. Kar, bi lêv kir ku 4 polisan ewraqên sexte amade kirine. 
 
'BÊHNA DIJMINATIYA KURDAN JÊ TÊ'
 
Di berdewamê de Kart, diyar kir ku êriş bi awayekî organîzekirî pêk hatiye û axaftina "kurd bi aqiş bûne?" ya bi telefonê ku di navbera Velî û kurê wî Alî de pêk hatiye bi bîr xist û got ku bêhna dijminatiya li kurdan ji vê axaftinê tê. 
 
DELÎLAN JI HOLÊ RAKIRINE
 
Kart, bi lêv kir ku wê giliya polisên ku di 12'ê gulanê de bi awayekî dijî hiqûqê raporeke ji yek rûpelî pêk tê amade kirine û peywira xwe sûîstîmal kirine bikin û ev tişt got: "Divê weke şahid bên guhdarîkirin. Di pêvajoya lêpirsînê de dertê holê ku delîlan ji holê rakirine. Peywirdarên dewletê ku kujer Mehmet pişta xwe dispêre wan kê ne? Weke konyayiyek baş dizanim ku ev di hêla siyasî û hiqûqî jî pêkan e. Di axaftinên telefonê û qeydên qamerayan de delîlan tune dikin. Tê dîtin ku 2 deqeyên roja komkujiyê di dîmen de tunene. 2 deqeyên piştî veqetîna kujer a ji mala Dedeogûllari di dîmen de tuneye."
 
KUJER BI KÊ RE BAZARÎ KIRIYE?
 
Di dawiya axaftina xwe de axaftina kujer a bi polisan re û tunekirina rapora vê hevdîtinê bi bîr xist û pirsa ku kujer bi kê re bazarî kiriye kir û xwest bê lêkolînkirin ku eleqeya kuştina ferdên malbata Dedeogûllari bi kurdbûna wan re heye ya na. 
 
Danişîn bi âxaftinên parêzeran didome. 
 
 
 
 

Sernavên din

22/04/2022
09:03 Dayikên Aştiyê bang kirin: Divê hemû kurdên welatparêz li dijî vî şerî bisekinin
09:03 Bi operasyonê re dest bi birîna daran jî kirin: Dawî li talankirina xwezayê bînin
09:02 ‘Zarokên girtî rastî tundî, heqaret û lêdanê tên’
09:00 Şeniyên Amedê: Sedema krîza aborî, şer e
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2022'YAN
21/04/2022
20:28 Koma Dostaniya Kurdan a YE’yê êrişên Tirkiyeyê şermezar kir, ji bo muzakereyê bang kir
19:36 Yenî Yaşam abonetiya e-Gazete dide destpêkirin
18:15 MLSA'yê ji bo rojnamevan Turfent serî li DMME'yê da
17:43 Til Temir hat bombekirin: 3 kes birîndar bûn
16:40 Xizmên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin
16:03 PYD: Em li dijî şerê qirkirin û xiyanetê ne
15:21 Kedkar çûn serdana malbata Şenyaşar
14:24 Xizmên girtiyan: Hewceye gavên şênber bên avêtin
14:03 Li Rûsyayê êrişên Tirkiyeyê û PDK hate şermezarkirin
13:53 Meletiyan lêgerîna zêran şermezar kir
13:53 ÎHD: Penaberekê ku hewl didan bi darê zorê li welatê wî vegerînin xwe kuşt
13:35 Gelê Wanê vexwendin 1’ê Gulanê: Li dijî faşîzmê werin têkoşînê
12:21 Gunay: Divê gel, partî û rêveberiya Başûr li dijî dagirkeriyê rabin
12:21 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Serokwezîrê berê yê Iraqê Malikî li dijî êrişa Tirkiyeyê derket
11:49 Malbata Şenyaşar: Eynika edaletê li pêş Edliyeya Rihayê ye
11:48 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
11:44 Kasal ê li Sîlîvriyê ji ber îşkenceyê neçar ma întîhar bike bi dayika xwe re hevdîtin kir
11:26 Hevserokê KNK'ê Karamus: PDK dixwaze Başûr bike vîlayeta Tirkiyeyê
11:16 Li ber avahiya TUGVA'yê teqîn pêk hat
11:15 CPT nexşe weşand: Tirkiye hewl dide li Başûr 5 baregehên nû ava bike
10:40 Togrûl greva birçîbûnê bir rojeva meclisê
10:39 Rojnamevan Işik: Ev şer wê xetereyê bide siberoja Tirkiyeyê
09:48 Cerdevanan li Çiyayê Gabarê jî dest bi birîna daran kirin
09:13 Bajar bi madenvaniyê talan kirine: Armanc Meletiyeke sertewandî ye
09:10 Muslum Karak ê ji ber kurdbûna xwe bedêlên giran daye: Çi hewce be em hazir in
09:08 Rojnamevaniya kurdî 124 salî ye: Ava behrê bi vexwarinê naqede
09:08 Rojnameger Kaya: Ev şer dê pêşeroja kurdan diyar bike
09:07 ‘PDK xiyanetê li gelê kurd dike’
09:06 Ji ber înşeata qeyûm hindik maye dêra sûryaniyan hilweşe
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:58 YBŞ: Artêşa Iraqê bi zextên PDK û Tirkiyeyê êrişî Şengalê dike
20/04/2022
23:17 Wezareta Karên Derve ya Iraqê Erdogan li derewê qeliband
23:01 Silêmanî bi meşeke girseyî êriş şermezar kirin
20:52 Barzanî li xwe mikur hat: Tirkiye ji sînorê me êrişê dibe ser PKK'ê
20:32 KCD û DBP bûn mêvanê Sifra edaletê
17:09 Tirkiyeyê li Kobanê ji hewayê ve êriş bir ser wesayîtekê
17:01 Li Stenbolê banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
16:49 Kurtalan: Girtî tên kuştin, dibêjin ‘întîhar kiriye’
16:45 Parlamenterê Iraqê: Li pişt êrişê Hikûmeta Kazimî heye
16:24 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Li Şengalê bi êrişan re Çarsema Sor jî hat pîrozkirin
15:47 Di Nobeta Edaletê de banga ji bo Barzanî: Aqilê xwe bîne serê xwe û birayê xwe nekuje
15:44 TJA: Divê PDK dest ji xeletiyê berd e
15:33 Ji ber gendeliyê cîgirê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin
15:32 Di êrişa doza Dedeogullari de daxwazên parêzeran hatin redkirin
15:32 Erdogan ji bo hevkariyê spasiya Barzanî kir
15:01 Mazlum Dûrsûn ê ku berdana wî salek hat taloqkirin tehliye bû
15:01 Malbatên girtiyan: Kaygusuz ê ku dest û lingên wî tune ne çima nayê berdan?
14:42 Parêzer xwest ku doza MEBYA-DER’ê bê betalkirin
14:42 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogullari de polîs bi nakokî axivîn
14:22 Malbatên girtiyan astengkirina polîsan şermezar kirin
13:48 RTUK’ê cezayê pere li Amed Radyoyê birî
13:47 Mesrûr Barzanî li Londonê hat şermezarkirin
13:34 Ûca bertek nîşanî êrişa Şengalê da: Siyaseta şer wê wan ji hilweşînê xelas neke
13:32 HDK: Em li dijî şer rabin û bêdeng nemînin
13:32 Xwê û şekirê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
13:06 Li Amed û Dersimê gelek kes hatin binçavkirin
12:58 Elî Kerîmî: PDK parçeyeke Împaratoriya Osmanî ya nû ye
12:51 Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê didomîne
12:34 Doza Dedeogûllari: Polîs li zeviya malbata kujer xebitîne
12:08 Ji duh heta îro operasyonên bêencam ên derveyî sînor
11:43 Dozger ji girtî re gotiye: Ez bûma min ê te bi dar ve bikira
11:30 Hizbûlaha Iraqê li dijî Tirkiyeyê banga çalakiyan kir
11:14 Dayikên Botanî bang li Barzanî kirin: Destên xwe ji xwîna zarokên me bikişînin
10:59 Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê bir rojeva AYM’ê
10:44 Parlamenterê YNK’ê: Ev êriş ne li dijî PKK’ê li dijî nasnameya kurdan e
10:11 DFG: Rojnamegeriya kurdî ruhekî nû da çapemeniya cîhanê
10:10 Hevserokên DBP û HDP’ê: Heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede dê têk biçe
10:07 Dîcle: Statûya Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye
09:57 Qereqolê zarokên ku birîndar bûn sûcdar kirin: Hin kesan ji we re got li wir biteqînin?
09:44 Li dijî otobusa gardiyanan êriş pêk hat: Gardiyanek mir
09:00 Bi operasyonan re çûna zozanan jî tê astengkirin
09:00 Rojnamevan Denîz Aydin: Windayên Tirkiyeyê gelek in
09:00 Wanî: PDK tu qîmet ji xwe re nehiştiye
09:00 Hinceta şewitandina înfazê: Dev ji hevalên xwe bernedaye
09:00 Xulaseya sewalvaniyê: Lîtreya avê bi 8 TL, ya şîr bi 5 TL
09:00 Hevjîna Siddik Guler: Ji bo min her roj mirin e çavê min her tim li rê ye
09:00 Xelkê Amedê: Dewlet dixwaze kurdan bêvîn bihêle
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2022'YAN
19/04/2022
21:06 Li Kampa Holê 3 jin hatin qetilkirin
21:00 Gelê Sinûnê: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
20:14 Dayikên Aştiyê û TJA bûn mêvanê 'Sifra Edaletê'
19:13 Amed di bin toz û telazê de ma
17:29 Bêbextî li kesên di lêpirsîna Kobanê de hatin binçavkirin ferzkirin
17:10 ÎHD'ê rapora binpêkirina mafên jinan aşkere kir
16:44 Parastina HDP’ê pêşkêşî AYM’ê hat kirin
16:37 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî şer dan: Dê ev şer jî encam nede
16:37 Walitiyê îşkenceya li Timoqê piştî 20 rojan red kir
16:34 Cerdevanan li Bestayê dîsa dest bi birîna daran kirin
16:24 Di doza malbata Diril de Apro Diril dîsa hat girtin
16:19 Nobeta Edaletê ya li Wanê veguhestin pêş girtîgehê
16:09 Di bin navê ‘hevdîtina li gel midûr’ de wan sewq kirin
16:02 Doza Komkujiya Konyayê: 2 deqe dîmen jê hatiye birin
15:58 OHD’ê ‘cihekariya’ li girtîgehên Rihayê kir rapor