Hevjîna Siddik Guler: Ji bo min her roj mirin e çavê min her tim li rê ye

  • rojane
  • 09:00 20 Nîsan 2022
  • |
img

AMED - Girtiyê nexweş Siddik Guler 82 salî ye û tenduristiya wî her ku diçe xirabtir dibe. Hevjîna Guler, Hesîme Guler bertek nîşanî neberdana wî da û wiha got: “Ji bo min her roj mirin e û çavê min her tim li rê ye.’

Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) niha di girtîgehan de 605 jê giran, bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan rewşa 38 girtiyan xetereye lewma ji bo ku demildest bên berdan bangewazî tên kirin. Yek ji van girtiyan jî Siddik Guler (83) e. Guler, di lîsteya girtiyên nexweş ên giran de cih digire. Ji ber sedemên siyasî, cezayê muebbetê lê hatiye birîn û 27 sal in di girtîgehê de ye. Nexweşiyên Guler ên hîpertansiyon, dil û bayê hene û rewşa wî her ku diçe xirabtir dibe.
 
BÊ DELÎL SÛCDAR DIKIN
 
Di sala 1994’an de li gundê Kerha yê Bismil a Amedê di navbera leşker û gerîlayên PKK’ê de şer diqewime. Piştre jî leşkeran bi ser mala Guler de girtin û Siddik Guler binçav kirin. Di serdegirtinê de leşkeran dest danîn ser çeka Guler û ev çek weke “delîla sûc” nîşan dan. Li gel ku delîlek nebû jî, dadgeh îdia dike ku Guler ketiye şer. Guler, li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) hate darizandin û 36 sal ceza lê hate birîn. Çendek sal piştre hate berdan lê paşê dîsa tê girtin. Guler, bi giştî 27 sal in di girtigehê de ye. Di vê pêvajoyê de Guler li gelek girtîgehan ma û herî dawî bi sedema tedawiyê veguhestin Girtîgeha Tîpa R a Menemenê. Têkildarî rewşa Guler, hevjîna wî Hasîne Guler (73) bi ajansa me re axivî. 
 
‘ÇAVÊ MIN HER TIM LI RÊ YE’
 
Hasîne Guler (73) ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku nayên berdan, li Amedê beşdarî Nobeta Edaletê bûye. Guler, li aliyekî li benda hevjînê xwe yê 27 sal in girtî û li hêla din jî li çavrêya berdana kurê xwe Habîb Guler e. Kurê wê Habîb, di sala 2000’î de di şerekî li navçeya Heskîf a Êlihê de birîndar dibe û tê girtin. Li kurê wê 22 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Çavê Hesîne Guler her tim li rêya berdana hevjîn û kurê wê ye. Guler, anî ziman ku ji ber nexweşiyên xwe êdî nikare here hevdîtînan û wiha got: “Bi salan e çavê min li rêya berdana wan e. Kurê min jî hevjînê min jî li cihên dûr in lewma nikarim biçim serdana wan. Ev yek jî dile min dişewitîne. Ji bo min her roj mirin e û êş e.”
 
JIYANA WÎ BI SIRGUNAN DERBAS BÛ
 
Bi domdarî Guler da zanîn ku hevjînê wê li girtigehên Yozgat, Aydin, Mîdyat, Sêrt, Amed, Dîlok û Îskenderûnê ma ye û wiha domand: “Herî dawî jî birin Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê. Ji bo ku were Amedê me bi dehan daxwazname dan. Lê nehatin qebûlkirin. Hêrî dawî li Girtîgeha Îskenderûnê jê re gotine; ‘em ê te bibin Amedê.’Ji ber vê yeke kinc û her tiştên xwe ji hevalên xwe re hiştiye. Bi xwe re tu tiştek nebiriye. Bi wê kalbûnê xwe û rewşa xwe ya nexweş, 2 rojan di rê de ma. Bêyî ku agahiyekî bidin me û daxwazeke wî çêbibe, dibin Girtigehê Tîpa R a Menemen a Îzmîrê.”
 
Guler, diyar kir ku herî dawî di 6 nîsana 2022’yan de kurê wê Sadûn li Girtîgeha Menemenê bi bavê xwe re hevdîtin kiriye û wiha qala hevdîtinê kir: “Siddik, bi 3 kesan re li qawîşekî di karantînayê de ye. Kurê min got ku bavê wî tiştan bîr dike, wexta xeber dide disekine û ji bîr ve diçe. Rewşa wî her ku diçe xirabtir dibe. Bi koronayê ket vê jî bandoreke mezin li ser hişê wî kir. Dema li me digere qala tiştekî dike û piştre jinişkan ve ji bîr dike. Nikare qise jî bike.” 
 
‘ÊDÎ BILA JI GIRTÎGEHAN CENAZE DERNEKEVIN’
 
Di berdewamê de Guler daxuyand ku li Tirkiyeyê mirin û îşkence kirine para kurdan û wiha pê de çû: “Em kurd in û ew li ser erdê bav û kalên me ne. Em her tim dimirin, her tim di bin îşkenceyê û di girtigehê de ne. Em tenê mafên xwe dixwazin. Tevî her tiştekî jî em aştî, wekhevî û biratiyê dixwazin.” 
 
Guler, got ku ji ber emeliyata çavê xwe heta demekî nekarî beşdarî Nobeta Edaletê bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Vaye me 5 meh li pey xwe hiştin. Em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan û înfazên wan neyên şewitandin. Em dixwazin nexweşên xwe li mala xwe derman bikin. Rewşa girtiyan her ku diçe xerabtir dibe. Cihê nexweşan girtigeh nîne. Bi hezaran kesên weke Siddik hene ku nikarin pêdiviyê xwe bi xwe pêk bînin û li qawîşên karantînayê bi tena serê xwe dimînin. Em dixwazin ku êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin.” 
 

Sernavên din

22/04/2022
09:03 Dayikên Aştiyê bang kirin: Divê hemû kurdên welatparêz li dijî vî şerî bisekinin
09:03 Bi operasyonê re dest bi birîna daran jî kirin: Dawî li talankirina xwezayê bînin
09:02 ‘Zarokên girtî rastî tundî, heqaret û lêdanê tên’
09:00 Şeniyên Amedê: Sedema krîza aborî, şer e
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2022'YAN
21/04/2022
20:28 Koma Dostaniya Kurdan a YE’yê êrişên Tirkiyeyê şermezar kir, ji bo muzakereyê bang kir
19:36 Yenî Yaşam abonetiya e-Gazete dide destpêkirin
18:15 MLSA'yê ji bo rojnamevan Turfent serî li DMME'yê da
17:43 Til Temir hat bombekirin: 3 kes birîndar bûn
16:40 Xizmên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin
16:03 PYD: Em li dijî şerê qirkirin û xiyanetê ne
15:21 Kedkar çûn serdana malbata Şenyaşar
14:24 Xizmên girtiyan: Hewceye gavên şênber bên avêtin
14:03 Li Rûsyayê êrişên Tirkiyeyê û PDK hate şermezarkirin
13:53 Meletiyan lêgerîna zêran şermezar kir
13:53 ÎHD: Penaberekê ku hewl didan bi darê zorê li welatê wî vegerînin xwe kuşt
13:35 Gelê Wanê vexwendin 1’ê Gulanê: Li dijî faşîzmê werin têkoşînê
12:21 Gunay: Divê gel, partî û rêveberiya Başûr li dijî dagirkeriyê rabin
12:21 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Serokwezîrê berê yê Iraqê Malikî li dijî êrişa Tirkiyeyê derket
11:49 Malbata Şenyaşar: Eynika edaletê li pêş Edliyeya Rihayê ye
11:48 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
11:44 Kasal ê li Sîlîvriyê ji ber îşkenceyê neçar ma întîhar bike bi dayika xwe re hevdîtin kir
11:26 Hevserokê KNK'ê Karamus: PDK dixwaze Başûr bike vîlayeta Tirkiyeyê
11:16 Li ber avahiya TUGVA'yê teqîn pêk hat
11:15 CPT nexşe weşand: Tirkiye hewl dide li Başûr 5 baregehên nû ava bike
10:40 Togrûl greva birçîbûnê bir rojeva meclisê
10:39 Rojnamevan Işik: Ev şer wê xetereyê bide siberoja Tirkiyeyê
09:48 Cerdevanan li Çiyayê Gabarê jî dest bi birîna daran kirin
09:13 Bajar bi madenvaniyê talan kirine: Armanc Meletiyeke sertewandî ye
09:10 Muslum Karak ê ji ber kurdbûna xwe bedêlên giran daye: Çi hewce be em hazir in
09:08 Rojnamevaniya kurdî 124 salî ye: Ava behrê bi vexwarinê naqede
09:08 Rojnameger Kaya: Ev şer dê pêşeroja kurdan diyar bike
09:07 ‘PDK xiyanetê li gelê kurd dike’
09:06 Ji ber înşeata qeyûm hindik maye dêra sûryaniyan hilweşe
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:58 YBŞ: Artêşa Iraqê bi zextên PDK û Tirkiyeyê êrişî Şengalê dike
20/04/2022
23:17 Wezareta Karên Derve ya Iraqê Erdogan li derewê qeliband
23:01 Silêmanî bi meşeke girseyî êriş şermezar kirin
20:52 Barzanî li xwe mikur hat: Tirkiye ji sînorê me êrişê dibe ser PKK'ê
20:32 KCD û DBP bûn mêvanê Sifra edaletê
17:09 Tirkiyeyê li Kobanê ji hewayê ve êriş bir ser wesayîtekê
17:01 Li Stenbolê banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
16:49 Kurtalan: Girtî tên kuştin, dibêjin ‘întîhar kiriye’
16:45 Parlamenterê Iraqê: Li pişt êrişê Hikûmeta Kazimî heye
16:24 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Li Şengalê bi êrişan re Çarsema Sor jî hat pîrozkirin
15:47 Di Nobeta Edaletê de banga ji bo Barzanî: Aqilê xwe bîne serê xwe û birayê xwe nekuje
15:44 TJA: Divê PDK dest ji xeletiyê berd e
15:33 Ji ber gendeliyê cîgirê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin
15:32 Di êrişa doza Dedeogullari de daxwazên parêzeran hatin redkirin
15:32 Erdogan ji bo hevkariyê spasiya Barzanî kir
15:01 Mazlum Dûrsûn ê ku berdana wî salek hat taloqkirin tehliye bû
15:01 Malbatên girtiyan: Kaygusuz ê ku dest û lingên wî tune ne çima nayê berdan?
14:42 Parêzer xwest ku doza MEBYA-DER’ê bê betalkirin
14:42 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogullari de polîs bi nakokî axivîn
14:22 Malbatên girtiyan astengkirina polîsan şermezar kirin
13:48 RTUK’ê cezayê pere li Amed Radyoyê birî
13:47 Mesrûr Barzanî li Londonê hat şermezarkirin
13:34 Ûca bertek nîşanî êrişa Şengalê da: Siyaseta şer wê wan ji hilweşînê xelas neke
13:32 HDK: Em li dijî şer rabin û bêdeng nemînin
13:32 Xwê û şekirê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
13:06 Li Amed û Dersimê gelek kes hatin binçavkirin
12:58 Elî Kerîmî: PDK parçeyeke Împaratoriya Osmanî ya nû ye
12:51 Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê didomîne
12:34 Doza Dedeogûllari: Polîs li zeviya malbata kujer xebitîne
12:08 Ji duh heta îro operasyonên bêencam ên derveyî sînor
11:43 Dozger ji girtî re gotiye: Ez bûma min ê te bi dar ve bikira
11:30 Hizbûlaha Iraqê li dijî Tirkiyeyê banga çalakiyan kir
11:14 Dayikên Botanî bang li Barzanî kirin: Destên xwe ji xwîna zarokên me bikişînin
10:59 Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê bir rojeva AYM’ê
10:44 Parlamenterê YNK’ê: Ev êriş ne li dijî PKK’ê li dijî nasnameya kurdan e
10:11 DFG: Rojnamegeriya kurdî ruhekî nû da çapemeniya cîhanê
10:10 Hevserokên DBP û HDP’ê: Heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede dê têk biçe
10:07 Dîcle: Statûya Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye
09:57 Qereqolê zarokên ku birîndar bûn sûcdar kirin: Hin kesan ji we re got li wir biteqînin?
09:44 Li dijî otobusa gardiyanan êriş pêk hat: Gardiyanek mir
09:00 Bi operasyonan re çûna zozanan jî tê astengkirin
09:00 Rojnamevan Denîz Aydin: Windayên Tirkiyeyê gelek in
09:00 Wanî: PDK tu qîmet ji xwe re nehiştiye
09:00 Hinceta şewitandina înfazê: Dev ji hevalên xwe bernedaye
09:00 Xulaseya sewalvaniyê: Lîtreya avê bi 8 TL, ya şîr bi 5 TL
09:00 Hevjîna Siddik Guler: Ji bo min her roj mirin e çavê min her tim li rê ye
09:00 Xelkê Amedê: Dewlet dixwaze kurdan bêvîn bihêle
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2022'YAN
19/04/2022
21:06 Li Kampa Holê 3 jin hatin qetilkirin
21:00 Gelê Sinûnê: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
20:14 Dayikên Aştiyê û TJA bûn mêvanê 'Sifra Edaletê'
19:13 Amed di bin toz û telazê de ma
17:29 Bêbextî li kesên di lêpirsîna Kobanê de hatin binçavkirin ferzkirin
17:10 ÎHD'ê rapora binpêkirina mafên jinan aşkere kir
16:44 Parastina HDP’ê pêşkêşî AYM’ê hat kirin
16:37 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî şer dan: Dê ev şer jî encam nede
16:37 Walitiyê îşkenceya li Timoqê piştî 20 rojan red kir
16:34 Cerdevanan li Bestayê dîsa dest bi birîna daran kirin
16:24 Di doza malbata Diril de Apro Diril dîsa hat girtin
16:19 Nobeta Edaletê ya li Wanê veguhestin pêş girtîgehê
16:09 Di bin navê ‘hevdîtina li gel midûr’ de wan sewq kirin
16:02 Doza Komkujiya Konyayê: 2 deqe dîmen jê hatiye birin
15:58 OHD’ê ‘cihekariya’ li girtîgehên Rihayê kir rapor