Gelê Amedê bertek nîşanî hevkariyê da: Barzanî ne kurd e lê birayê Erdogan e

  • rojane
  • 09:24 27 Nîsan 2022
  • |
img
AMED - Welatiyên Amedê bertek nîşanî şerê Başûr ku Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê dabû destpekirin dan û wiha gotin: “Bi vê havkariyê PDK dijminatiyê bi gelê kurd re dike. Barzanî ne kurd e lê birayê Erdogan e.”
 
Di 17’e nîsanê de Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) li dijî herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê yên başûrê Kurdistanê êriş da destpekirin. Şerê li herêmê ev 11 roj in berdewam dike û heta niha gelek caran Tirkiyeyê çekên kimyewî bi kar anî û gelek cih bombebaran kir. Li gorî agahiyan, heta niha gelek lêşkerên Tirkiyeyê di encama şer de hatin kuştin. Li seranserî Kurdistanê û li gelek deverên cîhanê gelê kurd bertek nîşanî êrişan dan. Welatiyên Amedê jî bertek nîşanî hevkariya PDK’ê dan. 
 
Tekildarî mijarê welatiyê bi navê Yûsûf Bagli diyar kir ku ji dîrokê ve PDK her tim li gorî berjewendiyên xwe tevgeriyaye û bi van gotinan bertek nîşan da: “Me berê ji bav û kalên xwe jî îxaneta Barzanî bihistiyê. Ji bo berjewendiyên xwe, bi Tirkiye yan jî bi dewletên din re dikevin têkiliyê û li dijî kurdan tevdigerin. PDK, ji destpêkê heta niha her tim li hemberî yekitiya kurdan asteng bûye. Derdê wan ne gelê kurd  lê derde wan tenê pere ye. Jixwe her tim ne ji bo pêşeroja kurdan, ji bo berjewendiyên xwe tevgeriyane. Bila xwedî li eslê xwe derkevin û wekî însanan bin.”
 
‘YÊN KU DIJMINATIYA KURDAN DIKIN ÇAWA DIBIN KURD?
 
Welatî Avnî Baran jî destnîşan kir ku armanca Tirkiyeyê dagirkirina Başûr e. Baran, hevkariya PDK’ê wekî dijminatiya kurdan penase kir û wiha dom kir: “Dewleta tirk dijminê her çar parçeyên Kurdistanê ye û armanca wan ew e ku Başûr dagir bikin. Barzanî jî bi vê hevkariyê kurdan re dijminatiye dike. Yên ku dijminatiya kurdan dikin çawa dibin kurd, çawa dibe partiya kurdan? Gerek gelê Başûr jî li dijî PDK’ê rabe ser pêyan û bertek nîşan bidin. Gelê Başûr ne li ser pişta malbata Barzanî hatin vê aste, bi saya têkoşîna xwe hatin vê aste. Ji ber vê jî divê gel vê yekê qebûl neke. Gerek gel jî hemberî vî şerî li her qadan rabe ser pêyan.”
 
‘PKK NEBÛYA PDK’Ê JÎ NEDIKARIYA LI BAŞÛR BISEKINE’
 
Derheqê mijarê de welatiya bi navê Leyla ku nexwest paşnavê xwe bide jî destnîşan kir ku heke PKK nebûya, PDK’ê jî nedikariya li Başûr bisekine û ev tişt anî ziman: “Nedikariya xwe li hemberî şer bigire. PDK bi xêra gerîlayan li wir dikarin bisekinin. PDK bi vê hevkariya Tirkiyeyê, îxaneteke mezin dike. Ji xwe dewleta tirk diyare ku ji bo çi şer dike. Ji ber wê, em dîsa ji vir bang dikin û dibêjin bila Barzanî xwîna birayê xwe nerijîne. Barzanî destê xwe dide neyarên kurdan. Hemû dinya dizane ku dewleta tirk dijmine kurdan e û her tim bi kirinên xwe jî dibêjin em nahêlin ku tu cihekî kurd hebin. Li Rojava jî li Başûr û Bakur jî êriş dike. Niha gelek siyasetmedarên kurd di girtîgehe de ne. Barzanî ji bi vê hevkariya xwe wekî wan e. Li hemberî vî şerî jî divê em hemû kurd bibin yek û têbikoşîn. Hewceye em derkevin qadan û vî şerî bidin sekinandin.”
 
‘PDK DESTKEFTIYÊN KURDAN PAŞTA DIBE’
 
Ji şêniyên bajêr Alî Îhsan Akdogan jî bi lêv kir ku PDK bi kirinên xwe destkêftiyên kurdan 10 sal paş de xistine û wiha got: “PDK, li dijî kurdan şer dike. Ji ber wê jî Barzanî ne kurd e lê birayê Erdogan e. Sînorê xwe ji dewleta tirk re vekiriye û kurdan dide kuştin. PDK bi wan kirinên xwe, destkêftiyên kurdan 10 sal paş de xistine. Malbata Barzanî gel dixapîne li ser nefta kurdan û gelê kurd xwe dewlemend dikin. Ma nefta Kurdistanê tenê ya bavê Barzanî ye? Li gorî berjewendiyên malbatî difikirin, ne li gorî berjewendiyên gelê kurd. Banga me jî ji gelê kurd re ew e ku yekitiya xwe pêk bînin û li hembêrî vî şerî li çar parçeyan deng derxînin.” 
 
‘PDK NE KURD E’
 
Amediyê bi navê Cezayî Fîlîztekîn jî anî ziman ku bi şer pisgirêk çareser nabin û pirsgirek jî bi rêya aştiyê pêkan e. Fîlîztekîn bal kişand ser hevkariya Tirkiye û PDK’ê û axaftina xwe wiha domand: “Bi kuştinê nikarin kurdan tune bikin. Divê bi rêya aştiyê pirsgirêk çareser bibin. Tirkiye çi bixwaze PDK bi wê dike. Li ser navê kurdbûnê, kurdan dixapîne lê ew ne kurdin.”
 
 ‘BILA GEL RABE SER PÊYAN’
 
Tekildarî mijarê welatî Elî Guzel jî destnîşan kir ku PDK li dijî kurdan bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike û axaftina xwe wiha qedand: “Barzanî birayê kurdan nîne lê dijminê kurdan e. PDK îxanete dike û divê dev jî vê hevkariyê berde. Bila gelê kurd jî bibe yek û rabe ser pêyan.”
 
 

Sernavên din

29/04/2022
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin
14:34 Danişîna Modernîteya Demokratîk taloq bû
14:31 ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê
14:21 Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn
14:13 Turkdogan: Hezar û 517 girtiyên nexweş hene
14:03 Dozgerên li dosyaya malbata Şenyaşar dinêrin nayên dîtin
14:02 Li Dêrsim û Erziromê bertek nîşanî şer hat dayîn
13:57 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
13:34 Kedkar li Amedê bi dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre xiyanet” meşiyan
13:32 Li nexweşxaneyên li ser sînor ji bo leşkeran beşên cuda hatin amadekirin
12:52 Di doza Poyraz de bav û birayê kujer xwe ji şahidiyê vekişandin
12:49 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran heyeta dadgehê red kir
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:36 Pêşmergeyên ku dibêjin ‘Em li dijî PKK’ê şer nakin’ ji peywirê tên girtin
10:54 Li Mêrsînê 10 endamên TOP’ê hatin binçavkirin
10:32 Êrişên li dijî Zap û Avaşînê ji Başûr tên koordinekirin
10:26 Kujerê Denîz Poyraz neanîn eywana danişînê
09:59 Olûç: Di kuştina Poyraz de hêzên siyasî û burokratîk kî ne?
09:20 Kîsek şekir bûye 900 lîre!
09:10 ‘Wê dîrok xiyanetê binivîsîne’
09:10 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Werin em li dijî şer rabin
09:10 Ozbîngol: Yên ku qetlîamê asteng nekirin û dengê xwe nekirin şirîkê sûc in
09:10 'Qeyûm du erdên şaredariyê firot alîgiran’
09:07 6 sal in derbarê mirina Harûn û Ayşenûra biçûk de doz nehatiye vekirin!
09:04 Sewalkarî qedandin: Çareserî pergala demokratîk e
09:03 ‘Divê li dijî binpêkirinan xwedî li Nobeda Edaletê bê derketin’
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2022'YAN
28/04/2022
22:24 Cezayê mehrûmiyetê li Serokê Duyemîn ê Amedsporê hat birîn
20:53 'Heta birêz Ocalan azad nebe, pirsgirêka kurd jî çareser nabe'
20:04 Ji ser Sifreya Edaletê bang: Qîrîna edaletê bibihîzin
18:01 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' hişmendiya pergalê rexne dike
16:46 Dozgerê Şûreya Dewletê xwest ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê were betalkirin
16:33 'Heta ku edalet neyê Roboskî wê neyê Tirkiyeyê'
16:02 Xizmên girtiyan bi dirûşman meşiyan
15:56 Jinan giliya 'mobînga' qeyûm kir
15:35 Berdevka HDP'ê Gunay: AKP dixwaze bi şer emrê xwe dirêj bike
15:16 Nûrî Mehmûd îdiayên PDK’ê derewand: PDK hewl dide hevkariya xwe veşêre
14:47 Malbatên girtiyan: Em ê cejna zarokên xwe li pêşiya girtîgehê pîroz bikin
14:45 Doza Peymana Stenbolê: Rayeya serokkomar ya betalkirina peymanê nîne
14:28 Dayika Aştiyê Îne Akgun rehmet kir
14:19 Doza Kobanê: Hevserokatî bi têkoşîna jinan hat bidesxistin
13:58 Tîma qeyûm bi bêdengî hate firotin
13:49 Cendirmeyan li Mersînê 6 kes binçav kirin
13:36 Sercerdevanên Dêrgulê sîxurtiyê li koçerên dixwazin biçin zozanan ferz dike
13:01 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me bû daxwaza bi milyonan kesan
12:17 Li Wanê berteka li dijî êrişê: Desthilatdariya AKP-MHP’ê di êrişê de PDK’ê bi kar tîne
12:16 Bernameya meha gulanê ya Şanoya Bajêr a Amedê
12:04 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Mirina ku bi aşkerayî dihat: Kê Bêrîvan Alturk qetil kir?
11:17 Doza Peymana Stenbolê dest pê kir
10:47 Erdogan diçe serdana Erebistana Siûdî
10:42 Jinek li Îzmîrê rastî êrişê hat
10:29 Nîşeyên ku 10 sal berê girtiye kirin hinceta cezayê hucreyê
10:25 Nûrî El Malikî: Ji bo dewleta tirk hemû kurd wekî hev in
09:52 Li gel ku dema qedexeyê xelas bûye jî nahêlin bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:12 Ji girtî Sezaî Memîş agahî nayên girtin
09:10 Parlamenterên HDP’ê: Çalakiya malbatan qîrîna li dijî neheqiyê ye
09:09 Kujerê Denîz Poyraz dê bi 300 pirsên çeperast bê lêpirsînkirin
09:08 Hêrsa li dijî şer belav dibe: Barzanî wê çawa li çavên me binêre?
09:06 Li Herêma Kurdistanê hêzên taybet ên derveyî pêşemergeyan kî ne, çawa tên bikaranîn?
09:05 Hevserokê ÎHD’a Colemêrgê: Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2022'YAN
27/04/2022
22:32 Li Silopiya bekçiyek li mala xwe mirî hat dîtin
22:17 Li Silêmaniyê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin
21:48 Kadrî Gurel ê ku Ozturk Yilmaz rexne kiribû hat berdan
21:27 Malbatên girtiyan di xwarina fitarê de civiyan
21:15 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê derket pêşberî temaşevanan
20:20 Başaran: Wê kujer hesabên rijandina rondikên çavê Emîne Şenyaşar bidin
18:48 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Gezî rûmeta me ye
17:10 Malbatên girtiyan serdana CHP’ê kirin
16:54 Qismekî doza Kişanak û Tuncel bi Doza Kobanê re kirin yek
16:45 Di qetilkirina Poyraz de daxwaza bila aliyê organîzeyî bê lêkolînkirin hate redkirin
16:29 Nobeta Edaletê: Zilm gihişt asta herî jor
16:13 Parêzerên malbata Şenyaşar, ji dozgeriyê hin belgeyên ku ne ‘veşartîne’ xwestin
15:49 Rapora 3 mehan a 21 girtîgehan: Herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan pêk hatin
15:31 Buldan: Xwedî li çalakiya dayikan derkevin
14:35 Jin wê ji bo Peymana Stenbolê sibê li Enqereyê bin
14:26 Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?
14:17 ‘Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe’
13:34 Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin
13:33 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin
13:02 Emîne Şenyaşar: Ne yek du kesan malbata min kuştin, gelek kes hebûn
12:02 Siyasetmedar û karmendên binçavkirî hatin berdan
11:41 Kalkan: Rejîma AKP-MHP’ê dê li Zapê hilweşe
11:19 Aldar Xelîl: Em êrişên li dijî Şengalê ji nêz ve dişopînin
10:55 Li wekîlê berê yê HDP’ê ji doza jê beraet kiribû piştî 13 salan ceza birîn
09:36 Cenazeyê Îlçîn li Êlihê hate veşartin
09:24 Gelê Amedê bertek nîşanî hevkariyê da: Barzanî ne kurd e lê birayê Erdogan e
09:11 Malbata Denîz Poyraz: Herkesê xwedî wijdan bila bê danişînê
09:10 ‘Neberdana Tûglûk tê wateya darvekirina belavî demê hatiye kirin'
09:09 Nebatên li çiyayan şîn dibin li bazarê cihê xwe girtin!
09:09 Fêkiya çiyayên bilind Rêvas
09:08 Li Qerejdaxê ji ber hişkesaliyê xêrûber kêm bûye
09:08 Sê gundên Xelfetiyê 13 sal in ji ber ava kanalîzasyonê bêzar bûne!
09:07 Jinên ku tev li sifreya edaletê bûn: Qêrîna Emîne Şenyaşar bibîhizin
09:06 Aydenîz: PDK bi helwesta xwe zirarê dide yekitiya neteweyî
09:05 Banga cerdevanên berê li cerdevanên niha: Li dijî birayê xwe çek ranekin