Buldan: Xwedî li çalakiya dayikan derkevin

  • rojane
  • 15:31 27 Nîsan 2022
  • |
AMED -  Hevserokê Gîştî ya HDP’ê Pervîn Buldan tev li çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan bû û wiha got: “Hemû kesên xwedî wijdan, bi rûmet û edaletxwaz bila piştgiriyê bidin dayikên me.”
 
Malbatên girtiyan, ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan xelasbûyî û nayên berdan, li Amedê di 16’ê mijdara sala 2021'an de dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan îro jî berdewam kir. Çalakiya îro li pêşiya Saziya Tipa Edlî (ATK) a Amedê hate lidarxistin. Di çalakiyê de Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlementera Êlihê û berdevkê Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên jin ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û HDP’ê, Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Saziya Hiquqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek endamên saziyên jinan amade bûn. 
Di çalakiyê de dayika girtiyê nexweş Fevziye Kolakan diyar kir ku zextên li ser zarokên wan zêde bûne û wiha got: “Heya dilopeke xwînê di laşê me de hebe, em ê têkoşîna ji bo zarokên xwe bidomînin. Bila vê zilma ser zarokên me bi dawî bikin. Erdogan bila tenê mehekê zarokê xwe nebîne, neaxive, ka yê çi bike. Serokkomar Erdogan zarokê xwe dişîne derveyî welat û zarokên xelkê jî dide kuştin. Ev meheke min dengê lawê xwe jî ne bihîstiye. Ji bo kurê min bînin Amedê min heya niha gelek caran serlêdan kirin. Lê mixabin ev serlêdanên min hatin redkirin. Bavê wî jiyana xwe dest da lê nehêlan were şînê jî. Ev 28 sal in kurê min girtî ye. Çima zarokên me naberdin? Ev 30 sal in girtî ne ma dê ji vir û şûnde çawa poşman bibin? Banga me ji bo Wezareta Edaletê ew e ku mafên zarokên me bidin. Ne Bandirma lê kurê min bibin dûvê din ê dinyayê jî em ê dev ji berxwedana xwe bernedin.” 
 
‘EM Ê DI DAXWAZA XWE DE BI ISRAR BIN’
 
Ji xizmên girtiyan Herdem Mervanî jî bi lêv kir ku wek malbat û xizmên girtiyan ev 6 meh in li nobeta edaletê digirin û wiha domand: “Heya niha çi daxwazên me nehatine qebûlkirin. Em wijdana civakê ne. Wezîrê Edaletê heya îro jî li aliyê daxwazên me de çi daxuyanî neda ye. Em tenê çareseriyê daxwaz dikin. Em ê israra xwe ya di daxwaza xwe de bidomînin. Herî dawî em dibêjin, bila girtiyên nexweş û înfazên wan hatine şewitandin werin berdan.” 
 
‘JI BO PIŞTGIRIYÊ LI VIR IN’
 
Piştre jî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di çalakiyê de axivî û da zanîn ku dayikên girtiyan ev 6 meh in banga edaletê dikin. Buldan, bi domdarî got ku daxwaza dayikan bidawîkirina zextên li ser girtîgehan in û wiha pê de çû: “Ji b ovan daxwazan, dayikan serî hildan. Peywira me ew e ku em dengê dile dayikan bibihîzin û bidin bihîstin. Li girtîgehan binpêkirinên mafan pir zêde bûne. Her roj agahiya mirinan tên. Niha hezar û 600 girtiyên nexweş di girtîgehê de ne. Van girtiyan terkî mirinê dikin û nahêlin li derve bên dermankirin. Girtîgeh bûne ‘neynûka welat.’ Li cihekî ku binpêkirinên li girtîgehan zêde dibin û zilm li girtiyan tê kirin, malbat ji ber zarokên xwe bi dil tirs, mirov nikare qala edaletê bike.” 
 
‘MALBATAN CEZA DIKIN’
 
Buldan, diyar kir ku girtiyan bi zanebûn sirgûnî deverên dûr dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi vê rêbazê re jî malbatan ceza dikin. Bila baş bê zanîn ku heta demokrasî, azadî û aştî tî vî welatî di serî de çalakiya dayikên me dê têkoşîna heq û hiqûqê bidome. Em bibawer in ku dê rojekê edalet were vî welatî. Dê edalet bo wan kesên ku niha van neheqî û bêhiqûqiyan dikin jî hewce bike. Desthilatdarî dê heta hetayê li cihê xwe nemîne. Bila kes baweriya xwe nede wan kursiyan. Yên ku îro van neheqiyan dikin dê rojekî werin darizandin û hesabê bidin. Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê ew e ku xwedî li dayikên me derkevin û bi tenê nehêlin. Banga me ji bo wezîrê edaletê jî ew e ku dawiyekî li van neheqî û binpêkirinan bînin û çareseriyekî pêş bixe.” 
 
Çalakî bi dirûşma, “Heq, hiqûq edalet” bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

03/05/2022
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2022'YAN
02/05/2022
22:38 UNAMI: Êrişên li dijî Şengalê bifikar in
19:35 Li Enqerê jinek hat kuştin
16:23 Înfaza girtiyê ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye hate şewitandin
16:06 Gelek kes çûn serdana malbata Şenyaşar û cejna wan pîroz kirin
16:05 KCDK-E’yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir
15:52 Qeymeqamtiya Licê serdana goristanan qedexe kir
15:42 Heso Îbrahîm: Ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye
15:33 Gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin
15:18 Li Şirnex û navçeyên wê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir
14:48 Li baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya Bamernê hat xistin
14:32 Ingilistan li pey çi ye?
14:07 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
13:56 Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne!
13:16 Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir
12:42 Malbata Şenyaşar Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
12:21 Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn
11:56 MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin
11:21 Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir
11:21 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê
11:01 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an
11:00 Tirkiyeyê hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Kurdistanê
10:38 Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike
09:37 Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir
09:05 Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke
09:04 Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin
09:03 Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da
09:01 Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'YAN
01/05/2022
22:40 6 fuze li derdora Hewlêrê ketin
19:32 Li Şirnexê li dijî şer 'Nobeda Jiyanê'
18:02 Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin
17:28 Amedsporê play-offê mîsoger kir
16:35 Kûday: Dawî li êrişan bînin
15:40 Qada Gundogduyê ji karker û kedkaran tije bû
15:00 Li Amedê 1'ê Gulanê: Wê polîtîkayên şer û xiyanetê winda bikin
14:16 Li Edeneyê çûn serdana goristanan
14:08 Temellî: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
12:42 Ji Maltepeyê peyama hevpar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
12:36 Serdegirtina polîsan vegotin: Li me dan û pere û zêrên me girtin
12:03 Li Amedê karker û kedkar diherikin Qada Îstasyonê |
12:00 Ji Qersê heta Edîrneyê bi sedhezaran kedkar û karker diherikin qadên 1’ê Gulanê
11:55 Soylû li bajarê xwe Trabzonê hat şermezarkirin
11:48 Malbata Şenyaşar Sifreya Edaletê parve kir
11:42 Gelek kesên ku xwestin bimeşin Qada Taksîmê hatin binçavkirin
11:42 ‘Êriş berdewamiya tecrîdê ye û dixwazin qirkirina kurdan temam bikin’
11:20 Welatiyê astengdar ku pankarta AKP'ê qetand wê li nexweşxaneyê bê girtin!
11:15 Li Hîlwanê qenalîzasyon xetimî şaredariyê weke ‘karesata xwezayî’ bi nav kir
10:57 Tacegula 1’ê Gulanê danîn Taksîmê
10:23 Sê leşkerên din jî hatin kuştin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye
09:07 Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin
09:05 Dîmenên ku dema polîs li Ferît Şenyaşar dixin derketin holê
09:03 Ji bo heywanên li kuçeyan pêşangeha wêneyan
09:01 Li Girtîgeha Kiriklarê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2022'YAN
08:16 Li Colemêrgê pîrozkirina Trabzonspor hat şermezarkirin
30/04/2022
19:28 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan ji 28 partiyan daxuyaniyeke hevpar
16:57 Elewî: Em li dijî qirqirina kurdan li ber xwe bidin
16:45 Erdogan: Rêxistina me ya îstixbaratê li 'bakurê Iraqê' ye
16:42 Jinan li Êlihê bertek nîşanî tundî û kuştina jinan da
16:37 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta malbata Orhan pirsî
16:36 Ji bo girtiyê nexweş ê giran Avci banga ‘taloqkirina înfazê’ hate kirin
15:45 Çalakiya Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Guler bê berdan
15:26 Li navçeyên Amedê serdana goristanan hat kirin
15:22 Îstinaf: Tevlîbûna cenazeyê gerîlla ne sûc e
15:22 Êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê li Ewropayê hatin şermezarkirin
14:20 Li Payîzavayê tevgera leşkerî: Fotokapan hatin bicihkirin
14:12 Dayikên Şemiyê aqûbeta xwendekarên hatine windakirin pirsîn
13:52 Li Êlihê du malbatan şer kirin: 6 kes birîndar bûn
13:47 Li Amed û Êlihê aqûbeta Çîçek û Yilmaz hat pirsîn
13:46 Serfermandarê Iraqê çû serdana Şengalê
13:20 Li Colemêrgê 11 leşker hatin kuştin, gundî tên koçkirin
12:49 Polîsan bi ser mala girtî de girt û li ferdekî malbatê dane
12:17 Girtî Sayak: Ewlehiya canê me tuneye
11:51 Malbata Şenyaşar: Dayik dê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:09 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 25’emîn de ye
10:38 Parêzerê doza Poyraz: Li ser heyeta dadgehê zexteke mezin
10:37 Bajar bi bajar qadên mitîngên 1’ê Gulanê
10:24 Rêxistinên Jinan: Divê li dijî şer dengekî hevpar were derxistin
10:20 Ji jinên girtî name: Em bi tecrîda girankirî re rûbirû mane
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê
09:04 'Barzanî nayê efûkirin'
09:04 Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
09:03 ‘Barzanî bûye birakê Erdogan'
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin