ENQERE - Kampanyaya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” ya HDK'ê didome. Di navbera 8-9’ê Sibatê de jî wê li ser esasê çareseriyê konferanseke navneteweyî bê lidarxistin. Jinên têkildarî kampanyaya îmzeyê axivîn, peyama aştiyê dan.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku di çarçoveya kampanyaya "Ji bo aştiyê milyonek îmze" ya di 16'ê Çileyê de hat destpêkirin de li gelek bajaran panel li dar xist û wê bi dirûşmeya "Li ser rêya jiyana azad û wekhev a gelan çareserî di aştiyê de ye" di navbera 8-9'ê Sibatê de konferanseke navneteweyî li dar bixe.
Endama Meclisa Giştî ya HDK'ê û Endama Koordînasyona Jinan Belgîn Koç, Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) a Enqereyê Hatîce Erdem û Endama Koordînasyona Navendî ya Partiya Sosyalîst (SOLDEP) Doga Karakûş bang li hemû jinan kirin ku piştgiriyê bidin kampanyayê.
Endama Lijneya Rêveber a Şaxa DAD'ê ya Enqereyê Hatîce Erdemê bal kişand ser komkujiyên li Sûriyeyê li dijî elewiyan tên kirin û got: "Em wekî elewî 72 gelan bi hev re nas dikin û em qet nafikirin ku bi şer tiştek çareser bibe. Ji bo cîhanê, ji bo jinan, ji bo dayikan û ji bo gelên Tirkiyeyê aştî girîng e. Ger hûn dinyayê bidin dayika ku zaroka xwe di temenekî biçûk de winda kiriye, wê êşa xwe heta dawiya jiyana xwe bi xwe re hilgire. Em tevî hemû êş û azaran jî dibêjin 'aştî'. Divê li dijî şer têkoşîneke hevpar hebe. Ez bang li hemû dayik, jinan, gelên ku şer naxwazin dikim; Şer teqez ne çareserî ye, jiyan û zindîbûn nirxek mezintir e. Ger welat di nava aştiyê de bijîn û xwedî mafên mirovan bin dê aborî jî bi rê ve biçe."
ROLA PÊŞENG A JINAN
Endama Meclisa Giştî ya HDK'ê û Endama Koordînasyona Jinan a HDK'ê Belgîn Koçê jî got: "Em bi rola pêşeng a jinan bawer in. Em di wê baweriyê de ne ku em dikarin aştiyê bi jinan baştir ava bikin û rave bikin."
Endama Koordînasyona Navendî ya Partiya Sosyalîst (SOLDEP) Doga Karakûş jî got: “Têkoşîna aştiyê di heman demê de têkoşîna demokrasiyê ye. Girîng e ku saziyên şoreşger li hemberî tayînkirinên qeyûman, operasyon û rejîma mêtinger a desthilatdariya Tirkiyeyê bi daxwaza aştiyê bên gel hev. Divê em ji bo civakîbûna daxwaza aştiyê têbikoşin.