Rapora 3 mehan a 21 girtîgehan: Herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan pêk hatin

  • rojane
  • 15:49 27 Nîsan 2022
  • |
img
STENBOL - Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê di rapora xwe ya 3 mehan a têkildarî binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de diyar kir ku li 21 girtîgehan herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan pêk hatin. 
 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê rapora binpêkirinên mafan ên mehên Çile, Sibat û Adarê yên li ser binpêkirinên li gelek girtîgehan û her wiha girtîgehên li Herêma Marmarayê bi civîneke çapemeniyê li avahiya komeleya xwe ya li Taksîmê aşkere kir. Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî, endama Komîsyona Girtîgehan Mehmet Acettîn û Meral Nergîs Şahîn tev li civînê bûn. 
 
Rapora ku di encama agahiyên parêzerên ÎHD’ê bidestxistine, serlêdanên li komeleyê hatine dayîn û nûçeyên di çapemeniyê de cih girtine hatiye amadekirin. Binpêkirinên mafan ên li Girtîgehên Kampusa Sîlîvriyê, Girtîgehên Tîpa F ên Hejmarên 1 û 2, Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê, Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê, Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 2 û 3’yan a Maltepe, Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Maltepe, Girtîgeha Tîpa T a Manîsa, Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Kocaeliyê, Girtîgehên Tîpa E a Sînopê, Tîpa T a Wanê, Tîpa T a Hejmara 2’yan a Tarsûsê, Tîpa T a Hejmara 4’an a Şakranê, Tîpa T a Erzîncanê, Tîpa E a Kirklarelî, Tîpa L a Alanyayê, Tîpa T a Rihayê, Tîpa T a Denîzliyê, Tîpa T Duzce û Girtîgeha Jinan a Sîncanê di raporê de cih girtin. Di raporê de ji 21 girtîgehan 186 serlêdanan cih girtin. 
 
HERÎ ZÊDE GIRTIYÊN POLÎTÎK RASTÎ BINPÊKIRINÊN MAFAN TÊN 
 
Li gorî raporê ji Girtîgehên Tîpên F ên Hejmarên 1 û 2 yên Tekîrdagê 49 serlêdan hatine kirin. Ji bilî van li Girtîgehên Tîpên L ên Hejmarên 1 û 2 ên Maltepeyê, Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê û Girtîgehên Sîlîvrî û Kandirayê 91 serlêdan û ji girtîgehên din jî 46 serlêdan hatine kirin. Di raporê de hate diyarkirin ku herî zêde girtiyên polîtîk rastî binpêkirinên mafan tên. Di raporê de 166 serlêdanên girtiyên polîtîk, 20 serlêdan jî yên girtiyên edlî cih girt. 
 
RAPORA 3 MEHAN: HERÎ KÊM 3 HEZAR Û 608 BINPÊKIRINÊN MAFAN PÊK HATIN
 
Li gorî raporê di meha Çileyê de 95, di meha Sibatê de 59 û di meha Adarê de jî 32 serlêdan hatine kirin Di serlêdanên li ÎHD’ê hatine dayîn de 2 hezar û 985 binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin. Di serlêdanên meha Çileyê de hezar 733, yên di Sibatê de hezar û 185, di meha Adarê de jî 690 binpêkirinên mafan hatin nîşandan. Ji bilî van daneyan, daneyên ku bi rêya çapemeniyê hatine bi dest xistin jî hene. Li gorî raporê 623 binpêkirinên mafan pêk hatin. Qasî 3 mehan bi komî herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan hatin tespîtkirin. 
 
Li gorî raporê, herêma ku herî zêde îxlal lê tê kirin êşkence û kiryarên xerab bûn. Li gorî serlêdanên li ÎHD'ê hatin kirin, herî kêm 71 caran lêdan û îşkence, 81 muameleya xerab, 30 cezayê hucreyê, 40 lêgerîna tazî, 21 heb xistina odeya bisunger, 87 zextên psîkolojîk, 50 pêkanînên xerab, 9 gefên mirinê, 35 lêgerîn û belavkirina pirtûkan û 22 gefxwarin hene. Her wiha di raporê de binpêkirinên tenduristiyê jî cih girtin. Li gorî raporê, herî kêm 43 caran nebirine nexweşxaneyê, 35 caran nebirine revîrê, 3 taloqkirinên emeliyatê, 2 caran nebirina kemoterapiyê, 21 caran nedayîna xwarina diyetê, 24 muayeneyên kelepçekirî, di dema muayeneyê de 17 caran jî binpêkirina mafan a derneketina cendermeyan a ji odeyê pêk hat. 
 
Hevseroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku girtî di 3 mehan de rastî gelek binpêkirinên mafan hatine û got: “Tecrîd û îzolasyon kûr bûye û hatiye asta mayîndebûnê. Girtî bi hêceta ‘ne di rewşeke baş de ne’ û raporên neyînî nayên berdan. Li girtîgehan cezayên dîsîplînê berdewam dikin.” 
 
Yolerî, bal kişand ser helwesta gardiyan û midurên girtîgehan û destnîşan kir ku helwesta keyfî û dijminane ya li dijî girtiyan zêde bûye. Yolerî da zanîn ku di demên dawî de li Girtîgehên Tîpên S pirsgirêkên cidî diqewimin û anî ziman ku nameyên girtiyan ên têkildarî binpêkirinên mafan ku dixwazin ji saziya wan re bişînin tên astengkirin. 
 
JI 60 NIVÎSAN RE 23 BERSIV HATIN 
 
Endamê Komîsyona Girtîgehan ê ÎHD’a Stenbolê Mehmet Acettîn jî diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan ji Wezareta Dadê, Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê, rêveberên girtîgehan û lijneyên Mafên Mirovan ên li bajarên girtîgeh lê ne, ji Saziyên Tiba Edlî, dozgeriyan, Wezareta Tenduristiyê, Odeya Tabîban, Şaredarî Saziyên Hifzisihha yên Bajêr, li gorî rewşê ji sefaretxaneyan nivîs nivîsandine. Acettîn, da zanîn ku di van 3 mehan de 60 nivîs nivîsandine lê 23 bersiv ji wan re hatine. Acettîn têkildarî bersivan agahî parve nekir. 
 

Sernavên din

03/05/2022
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2022'YAN
02/05/2022
22:38 UNAMI: Êrişên li dijî Şengalê bifikar in
19:35 Li Enqerê jinek hat kuştin
16:23 Înfaza girtiyê ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye hate şewitandin
16:06 Gelek kes çûn serdana malbata Şenyaşar û cejna wan pîroz kirin
16:05 KCDK-E’yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir
15:52 Qeymeqamtiya Licê serdana goristanan qedexe kir
15:42 Heso Îbrahîm: Ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye
15:33 Gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin
15:18 Li Şirnex û navçeyên wê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir
14:48 Li baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya Bamernê hat xistin
14:32 Ingilistan li pey çi ye?
14:07 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
13:56 Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne!
13:16 Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir
12:42 Malbata Şenyaşar Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
12:21 Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn
11:56 MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin
11:21 Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir
11:21 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê
11:01 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an
11:00 Tirkiyeyê hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Kurdistanê
10:38 Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike
09:37 Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir
09:05 Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke
09:04 Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin
09:03 Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da
09:01 Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'YAN
01/05/2022
22:40 6 fuze li derdora Hewlêrê ketin
19:32 Li Şirnexê li dijî şer 'Nobeda Jiyanê'
18:02 Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin
17:28 Amedsporê play-offê mîsoger kir
16:35 Kûday: Dawî li êrişan bînin
15:40 Qada Gundogduyê ji karker û kedkaran tije bû
15:00 Li Amedê 1'ê Gulanê: Wê polîtîkayên şer û xiyanetê winda bikin
14:16 Li Edeneyê çûn serdana goristanan
14:08 Temellî: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
12:42 Ji Maltepeyê peyama hevpar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
12:36 Serdegirtina polîsan vegotin: Li me dan û pere û zêrên me girtin
12:03 Li Amedê karker û kedkar diherikin Qada Îstasyonê |
12:00 Ji Qersê heta Edîrneyê bi sedhezaran kedkar û karker diherikin qadên 1’ê Gulanê
11:55 Soylû li bajarê xwe Trabzonê hat şermezarkirin
11:48 Malbata Şenyaşar Sifreya Edaletê parve kir
11:42 Gelek kesên ku xwestin bimeşin Qada Taksîmê hatin binçavkirin
11:42 ‘Êriş berdewamiya tecrîdê ye û dixwazin qirkirina kurdan temam bikin’
11:20 Welatiyê astengdar ku pankarta AKP'ê qetand wê li nexweşxaneyê bê girtin!
11:15 Li Hîlwanê qenalîzasyon xetimî şaredariyê weke ‘karesata xwezayî’ bi nav kir
10:57 Tacegula 1’ê Gulanê danîn Taksîmê
10:23 Sê leşkerên din jî hatin kuştin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye
09:07 Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin
09:05 Dîmenên ku dema polîs li Ferît Şenyaşar dixin derketin holê
09:03 Ji bo heywanên li kuçeyan pêşangeha wêneyan
09:01 Li Girtîgeha Kiriklarê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2022'YAN
08:16 Li Colemêrgê pîrozkirina Trabzonspor hat şermezarkirin
30/04/2022
19:28 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan ji 28 partiyan daxuyaniyeke hevpar
16:57 Elewî: Em li dijî qirqirina kurdan li ber xwe bidin
16:45 Erdogan: Rêxistina me ya îstixbaratê li 'bakurê Iraqê' ye
16:42 Jinan li Êlihê bertek nîşanî tundî û kuştina jinan da
16:37 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta malbata Orhan pirsî
16:36 Ji bo girtiyê nexweş ê giran Avci banga ‘taloqkirina înfazê’ hate kirin
15:45 Çalakiya Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Guler bê berdan
15:26 Li navçeyên Amedê serdana goristanan hat kirin
15:22 Îstinaf: Tevlîbûna cenazeyê gerîlla ne sûc e
15:22 Êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê li Ewropayê hatin şermezarkirin
14:20 Li Payîzavayê tevgera leşkerî: Fotokapan hatin bicihkirin
14:12 Dayikên Şemiyê aqûbeta xwendekarên hatine windakirin pirsîn
13:52 Li Êlihê du malbatan şer kirin: 6 kes birîndar bûn
13:47 Li Amed û Êlihê aqûbeta Çîçek û Yilmaz hat pirsîn
13:46 Serfermandarê Iraqê çû serdana Şengalê
13:20 Li Colemêrgê 11 leşker hatin kuştin, gundî tên koçkirin
12:49 Polîsan bi ser mala girtî de girt û li ferdekî malbatê dane
12:17 Girtî Sayak: Ewlehiya canê me tuneye
11:51 Malbata Şenyaşar: Dayik dê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:09 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 25’emîn de ye
10:38 Parêzerê doza Poyraz: Li ser heyeta dadgehê zexteke mezin
10:37 Bajar bi bajar qadên mitîngên 1’ê Gulanê
10:24 Rêxistinên Jinan: Divê li dijî şer dengekî hevpar were derxistin
10:20 Ji jinên girtî name: Em bi tecrîda girankirî re rûbirû mane
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê
09:04 'Barzanî nayê efûkirin'
09:04 Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
09:03 ‘Barzanî bûye birakê Erdogan'
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin