Ji girtî Sezaî Memîş agahî nayên girtin

  • rojane
  • 09:12 28 Nîsan 2022
  • |
img

AMED -  Sirgûnên li Girtîgeha Amedê berdewam dikin. Bavê girtî Sezaî Memîş, Halîl Memîş diyar kir ku kurê wî deh roj berê sirgûnî Girtîgeha Tekîrdagê hatiye kirin û ji wê rojê ve tu agahiyan jê nagirin. 

Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Amedê bi zext, îşkence û sirgûnan di rojevê de ye. Herî dawî girtî Sezaî Memîş sirgûnî Girtîgeha Tekîrdagê hatibû kirin. Bi ser sirgûnê re deh roj derbas bû lê malbat tu agahî jê negirtine.Tekîldarî mijarê bavê Memîş, Halîl Memîş ji ajansa me re axivî. 
 
Halîl Memîş, destnîşan kir ku bigumane ku kurê wî ji aliyê dewletê ve hatibe windakirin û ev tiş anî ziman: “Kurê min ev bû 4 sal û nîv di girtîgehê de ye. Berê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê bû lê piştre veguhestin  Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Amedê. Li wir jî her tim zilm û heqaret li ser wan hebû. Niha jî sirgun kirine. Kurê min winda ye û haya me jê tune ye. Anku sirgun dikin lê agahî nadin malbatan. Tiştekî wiha li tu deverekê nîne. Di roja duşemê de em li ser telefonê bi hev re axivîn û em ê biçûna hevdîtinê. Di roja sêşemê de me xwe amade kir ku biçin hevdîtinê. Malbatên ku çûbûn hevdîtinê ji me re agahî dan û gotin ku Sezayî bi şev sirgunî Girtîgeha Tekîrdagê hatiye kirin.” 
 
‘TIRSA ME EW E KU WINDA KIRIBIN’
 
Di berdewema axaftina xwe de Memîş bal kişand ser zext û tundiyên li ser girtiyan û axaftina xwe wiha dom kir: “Berî sirgunkirine jî her tim li ser wan zext û îşkence hebûn. Xwirina wan kêm dikirin. Dema diçûn nexweşxaneyê, jê re digotin cilên xwe bêxin, devê xwe vekin. Girtiyan jî ev yek qebûl nedikirin. Dema li hemberî wan sepanan bertek nîşan didan wê gavê jî îşkence û zext zêdetir dikirin. Dema em diçûn hevdîtinê heman tişt li me dikirin. Ji xwe cîhaz li wir heye lê ser re digotin kincên xwe bêxin û li serme digeriyan. Ev ne lêgerîn lê tacîz e. Bi sirgûnkirine ceza didin malbatan. Ji bo ku em aliye abariye de tekevin tengasîye zarokên me sirgun dikin. Ew qas rê em dê çawa biçin. Lê wek malbat em jî vî zilmî qebûl nakin. Ew berin ku jî em dê pêy zarokên xwe bin. Li gorî qanûnên xwe divê me agahdar bikin. Em nizanine ku dê çi bûyê. Em ditirsin ku winda kirine.”
 
‘NE TENÊ ÎMRALI, HEMÛ KURD DI BIN TECRÎDÊ DE NE’
 
Memîş, diyar kir ku tecrîd ne tenê li Îmraliyê li ser hemû kurdan heye û wiha got: “AKP-MHP a faşîst dibêjin ‘em ê heqaret û îşkenceyê li zarokên we bikin.’ Heta serê derziyê jî ruh di canê me de hebe, em ê vê yekê qebûl nekin. Her tim li ser girtiyan digrin û dest didin ser, pirtûk, kinc û çaya wan. Lê dema desthilatdariya AKP-MHP’ê li hemberî kurdan ew dijminatî kir, gelê kurd wê çawa wan qebûl bike? Gelê kurd tu carî qebûl nake. Qey girtiyên me dîl girtine? Ne tenê Girtîgeha Amedê, hemû girtîgeh wisa ne. Zarokên me çi kiriye? Wek wan dizî nekirine. Doza zimanê xwe û mafê xwe kirine. Armanca dewletê ew e ku gelê kurd tune bike. Lê çi bikin jî nikarin bigihîjin armanca xwe. Em çend milyon in. Îro tecrîd ne tenê li Îmraliyê heye, kurd hemû di bin tecrîdê de ne.”
 
BI DEREWÊN ŞAHIDEKÎ 40 SAL CEZA DAN
 
Memîş, da zanîn ku kurê wî li ser derewên şahidekî hatiye girtin û 40 sal jî ceza lê hatiye birîn û wiha qal kir: “5 mehan li malê di hundir de bû. Hatin bi ser malê de girtin û bêhincet birin. Paşê gotin me li Wanê girtiyê. Dadgehê ber dida û piştre jî polîsan bi ser malê de digirtin. Paşê li dadgehê şahidekî îftîra li kurê min kir. Şahid got ku li Agiriyê dema bi polîsan re rûniştî, polîsan jê re gotiye ku derheqê Sezayî de îfadeyan bide. Şahidî di dadgehê de got ku îftîra li Sezayî kiriye. Lê tevî vê yekê jî dadgehê 40 sal ceza dan. Ev ceza ji hêla Dadgeha Bilind ve hate xerakirin û doza wî berdewam dike. Heke bi qanûnên bikiran, ev zilm û zordarî jî nedibû.”
 
‘BILA WEZÎR WERE EM BINÊRIN BÊ KA ÎŞKENCE HEYE YAN NA’
 
Bi domdarî Memîş gotina wezîrê edaletê ya “Li girtîgehan zext û îşkence tune ye” bi bîr xist û wiha bertek nîşan da: “Li gorî wezîrê edaletê li girtîgehan her tişt baş e. Bila wezîrê edaletê were em bi hev re dîmenên girtîgehe temaşe bikin bê ka çi îşkence di girtîgehan de hene. Bila zext û îşkence li zarokên me nekin. Wan jî di Newrozê de dît ku gel dibêje; ‘Girtiyên siyasî rûmeta me ne.’ Bila fehm bikin. Malbatên me teslîm nabin. Heqê wezîrê edaletê nîne ku kurê min sirgûn bike û tu agahiyan nede me.”
 
‘XWEDÎ LI GIRTIYAN DERBIKEVIN’
 
Di dawiya axaftina xwe de Memîş ji bo piştgiriya bi girtiyan re bang li her kesî kir û ev tişt anî ziman: “Ez bang li hemû malbat, sazî, gel û kesen ku ji xwe re dibêjin ez insanim dikim ku xwedî li girtî û malbatan derbikevin. Di zindanan de îşkenceyeke mezin heye. Hêj dereng nebûyî bila piştgiriyê bidin girtiyan. Xwedîderketin peywirekî exlaqî û mirovî ye.”

Sernavên din

02/05/2022
16:05 KCDK-E’yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir
15:52 Qeymeqamtiya Licê serdana goristanan qedexe kir
15:42 Heso Îbrahîm: Ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye
15:33 Gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin
15:18 Li Şirnex û navçeyên wê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir
14:48 Li baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya Bamernê hat xistin
14:32 Ingilistan li pey çi ye?
14:07 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
13:56 Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne!
13:16 Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir
12:42 Malbata Şenyaşar Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
12:21 Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn
11:56 MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin
11:21 Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir
11:21 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê
11:01 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an
11:00 Tirkiyeyê hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Kurdistanê
10:38 Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike
09:37 Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir
09:05 Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke
09:04 Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin
09:03 Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da
09:01 Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'YAN
01/05/2022
22:40 6 fuze li derdora Hewlêrê ketin
19:32 Li Şirnexê li dijî şer 'Nobeda Jiyanê'
18:02 Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin
17:28 Amedsporê play-offê mîsoger kir
16:35 Kûday: Dawî li êrişan bînin
15:40 Qada Gundogduyê ji karker û kedkaran tije bû
15:00 Li Amedê 1'ê Gulanê: Wê polîtîkayên şer û xiyanetê winda bikin
14:16 Li Edeneyê çûn serdana goristanan
14:08 Temellî: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
12:42 Ji Maltepeyê peyama hevpar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
12:36 Serdegirtina polîsan vegotin: Li me dan û pere û zêrên me girtin
12:03 Li Amedê karker û kedkar diherikin Qada Îstasyonê |
12:00 Ji Qersê heta Edîrneyê bi sedhezaran kedkar û karker diherikin qadên 1’ê Gulanê
11:55 Soylû li bajarê xwe Trabzonê hat şermezarkirin
11:48 Malbata Şenyaşar Sifreya Edaletê parve kir
11:42 Gelek kesên ku xwestin bimeşin Qada Taksîmê hatin binçavkirin
11:42 ‘Êriş berdewamiya tecrîdê ye û dixwazin qirkirina kurdan temam bikin’
11:20 Welatiyê astengdar ku pankarta AKP'ê qetand wê li nexweşxaneyê bê girtin!
11:15 Li Hîlwanê qenalîzasyon xetimî şaredariyê weke ‘karesata xwezayî’ bi nav kir
10:57 Tacegula 1’ê Gulanê danîn Taksîmê
10:23 Sê leşkerên din jî hatin kuştin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye
09:07 Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin
09:05 Dîmenên ku dema polîs li Ferît Şenyaşar dixin derketin holê
09:03 Ji bo heywanên li kuçeyan pêşangeha wêneyan
09:01 Li Girtîgeha Kiriklarê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2022'YAN
08:16 Li Colemêrgê pîrozkirina Trabzonspor hat şermezarkirin
30/04/2022
19:28 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan ji 28 partiyan daxuyaniyeke hevpar
16:57 Elewî: Em li dijî qirqirina kurdan li ber xwe bidin
16:45 Erdogan: Rêxistina me ya îstixbaratê li 'bakurê Iraqê' ye
16:42 Jinan li Êlihê bertek nîşanî tundî û kuştina jinan da
16:37 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta malbata Orhan pirsî
16:36 Ji bo girtiyê nexweş ê giran Avci banga ‘taloqkirina înfazê’ hate kirin
15:45 Çalakiya Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Guler bê berdan
15:26 Li navçeyên Amedê serdana goristanan hat kirin
15:22 Îstinaf: Tevlîbûna cenazeyê gerîlla ne sûc e
15:22 Êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê li Ewropayê hatin şermezarkirin
14:20 Li Payîzavayê tevgera leşkerî: Fotokapan hatin bicihkirin
14:12 Dayikên Şemiyê aqûbeta xwendekarên hatine windakirin pirsîn
13:52 Li Êlihê du malbatan şer kirin: 6 kes birîndar bûn
13:47 Li Amed û Êlihê aqûbeta Çîçek û Yilmaz hat pirsîn
13:46 Serfermandarê Iraqê çû serdana Şengalê
13:20 Li Colemêrgê 11 leşker hatin kuştin, gundî tên koçkirin
12:49 Polîsan bi ser mala girtî de girt û li ferdekî malbatê dane
12:17 Girtî Sayak: Ewlehiya canê me tuneye
11:51 Malbata Şenyaşar: Dayik dê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:09 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 25’emîn de ye
10:38 Parêzerê doza Poyraz: Li ser heyeta dadgehê zexteke mezin
10:37 Bajar bi bajar qadên mitîngên 1’ê Gulanê
10:24 Rêxistinên Jinan: Divê li dijî şer dengekî hevpar were derxistin
10:20 Ji jinên girtî name: Em bi tecrîda girankirî re rûbirû mane
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê
09:04 'Barzanî nayê efûkirin'
09:04 Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
09:03 ‘Barzanî bûye birakê Erdogan'
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin
14:34 Danişîna Modernîteya Demokratîk taloq bû
14:31 ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê
14:21 Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn
14:13 Turkdogan: Hezar û 517 girtiyên nexweş hene
14:03 Dozgerên li dosyaya malbata Şenyaşar dinêrin nayên dîtin