Li Wanê berteka li dijî êrişê: Desthilatdariya AKP-MHP’ê di êrişê de PDK’ê bi kar tîne

  • rojane
  • 12:17 28 Nîsan 2022
  • |
 
WAN - Rêxistina HDP’ê ya Wanê êrişa Tirkiyeyê ya bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê daye bi daxuyaniyeke girseyî protesto kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê di şer de PDK’ê bi kar tîne.
 
Êrişa Tirkiyeyê ku di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Federal a Kurdistanê daye destpêkirin, berdewam dike. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê bi tevlibûna gelek kesan li pêşiya avahiya HDP’a Artêmetanê daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla Hevserokê Rêxistina HDP’a Erdîşê Bayram Çîçek ve hate xwendin û Çîçek diyar kir ku hem PDK û hem jî desthilatdariya AKP-MHP’ê dê hesabê bidin gel. 
 
Bayram Çîçek anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP’ê pêşeroja xwe û ya welêt weke hev dibîne û wiha got: “Bi destpêkirina pêvajoya şer û polîtîkayên ewlekariyê re hemû çavkaniyên welêt tên xerckirin. Ev polîtîka jî pariyê nanê xelkê kêm dike û welêt ber bi faşîzmeke tarî ve dibe. Bidawîkirina pêvajoya aştiyê bi kêrî polîtîkaya şer hat. Di halê hazir de êrişên li dijî xaka Herêma Federal a Kurdistanê hatine destpêkirin, ne tenê rê li ber mirinan vedike. Di heman demê de rê li ber tunekirina xwezayê û valakirina jîngehan jî vedike. Li gorî agahiyên bi raya giştî re hatine parvekirin, bi bikaranîna çekên kîmyewî û yên din re jiyana xwezayî bi tevahî tê tunekirin. Bi balafirên bêmirov re jîngeh û nexweşxane hedef tên girtin û bi van êrişan re jî mafê jiyanê tê binpêkirin.”
 
ÎNKARKIRINA GELÊ KURD E
 
Bi domdarî Çîçek destnîşan kir ku polîtîkaya ewlekariyê li rexekî gelê kurd neçarî xizaniyê, li rexa din jî gelên herêmê terkî rejîmên dijdemokratîk, nîjadperest û komprodor dike. Çîçek, daxuyanî wiha domand: “Ev rejîm; li şûna ku bacên ji gel werdigirin ji bo xizmetên civakî bi kar bînin, bi pergala darbe-qeyûman re ji bo polîtîkaya şer xerc dikin û daxwaza aştiyê ya gel jî tune dihesibînin. Aştiyeke ku li ser bingeha wekheviya hemû gel û baweriyan tê avakirin, tekane rêbaze ku dê Rojhilata Navîn pê rizgar bibe. Polîtîkayên nîjadperestî, pişaftin û mêtingeriyê ne ji hêla gelê kurd ve û ne jî dê ji hêla gelên Rojhilata Navîn ve werin qebûlkirin. Sînorên ku emperyalîst û netewe dewletan xêz kirine û polîtîkayên wan ne li gorî rastiya gelên me ne. Di bingeha hemû krîzên ku niha li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê heyî de înkarkirina mafên bingehîn a gelê kurd e.” 
 
3 TRÎLYON BO ŞER XERC KIRINE
 
Di berdewamê de Çîçek diyar kir ku li gorî hesabên îro, Tirkiyeyê di navbera salên 2016-2022’yan de ji ber polîtîkaya şer heta niha nêzî 3 trîlyon lîre pere xerc kiriye û wiha pê de çû: “Diviya bû ev pereye ji bo îstîhdam, veguhestin, perwerde û mîosgeriya civakî ya gel bihata bikaranîn. Weke ku tê dîtin heke aştî nebe, xweşguzarî jî nîne. Heke aştî nebe; pergala bêkarî, efnlasyon, zem, zilm, zordarî û îşkenceyê heye. Yek ji sedema bingehîn a krîza aborî ya li Tirkiyeyê jî pergala nelirêtiyê ya AKP’ê û polîtîkaya şer e. Desthilatdariya AKP-MHP’ê baş pê dizane ku dê di hilbijartinê de têk biçe. Lewma ji bo pêşîlêgirtina vê têkçûna xwe, serî li polîtîkayên ewlekariyê didin. Lê ev polîtîka dê nekare wan xelas bike. Ne gelê kurd û ne jî gelên Tirkiyeyê bi vî şerî re nînin. Tu dayik, bav û mirov bi vê pêvajoya şer re nînin.” 
 
‘KDP A NOKER DÊ HESAB BIDE’
 
Çîçek bal kişand ser rola PDK’ê ya di şer de û daxuyanî wiha qedand: “Hewldana me ji bo welatekî demokratîk û aştîxwaz e. Tu feydeyê şer ji bo gelên me nîne. Gelên me her tim desthilatdariyên ku di şer de israr kirine, ji peywirê girtine. Dê dawiya desthilatdariya AKP’ê jî bi vê sedemê be. Gelên me ne şer lê aştiyê dixwazin. Dê bersiva xwe jî li ser sindoqê bide. Ev dawî dê tenê nebe dawiya desthilatdariya AKP-MHP’ê lê ji bo hevkarê van êrişan PDK’ê jî derbasdar e. Ji bo ku dersekî dîrokî bidin desthilatdariya ku di vê polîtîkayê de israr dike, çi ji destê me bê em ê bikin. Em kes bi kes, mal bi mal, kolan bi kolan bigerin û vê polîtîkayê derhî bikin. Banga me ji bo gelên me ew e ku li dijî şer aştiyê û li dijî mirinê jî jiyanê biparêzin.”
 
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç jî piştî daxuyaniyê axivî. Sarisaç got ku AKP-MHP di êrişê de PDK’ê bi kar tînin û wiha got: “Tevî AKP-MHP û PDK’ê jî em ê bi ser kevin.” 
 
 

Sernavên din

03/05/2022
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2022'YAN
02/05/2022
22:38 UNAMI: Êrişên li dijî Şengalê bifikar in
19:35 Li Enqerê jinek hat kuştin
16:23 Înfaza girtiyê ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye hate şewitandin
16:06 Gelek kes çûn serdana malbata Şenyaşar û cejna wan pîroz kirin
16:05 KCDK-E’yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir
15:52 Qeymeqamtiya Licê serdana goristanan qedexe kir
15:42 Heso Îbrahîm: Ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye
15:33 Gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin
15:18 Li Şirnex û navçeyên wê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir
14:48 Li baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya Bamernê hat xistin
14:32 Ingilistan li pey çi ye?
14:07 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
13:56 Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne!
13:16 Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir
12:42 Malbata Şenyaşar Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
12:21 Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn
11:56 MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin
11:21 Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir
11:21 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê
11:01 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an
11:00 Tirkiyeyê hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Kurdistanê
10:38 Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike
09:37 Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir
09:05 Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke
09:04 Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin
09:03 Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da
09:01 Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'YAN
01/05/2022
22:40 6 fuze li derdora Hewlêrê ketin
19:32 Li Şirnexê li dijî şer 'Nobeda Jiyanê'
18:02 Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin
17:28 Amedsporê play-offê mîsoger kir
16:35 Kûday: Dawî li êrişan bînin
15:40 Qada Gundogduyê ji karker û kedkaran tije bû
15:00 Li Amedê 1'ê Gulanê: Wê polîtîkayên şer û xiyanetê winda bikin
14:16 Li Edeneyê çûn serdana goristanan
14:08 Temellî: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
12:42 Ji Maltepeyê peyama hevpar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
12:36 Serdegirtina polîsan vegotin: Li me dan û pere û zêrên me girtin
12:03 Li Amedê karker û kedkar diherikin Qada Îstasyonê |
12:00 Ji Qersê heta Edîrneyê bi sedhezaran kedkar û karker diherikin qadên 1’ê Gulanê
11:55 Soylû li bajarê xwe Trabzonê hat şermezarkirin
11:48 Malbata Şenyaşar Sifreya Edaletê parve kir
11:42 Gelek kesên ku xwestin bimeşin Qada Taksîmê hatin binçavkirin
11:42 ‘Êriş berdewamiya tecrîdê ye û dixwazin qirkirina kurdan temam bikin’
11:20 Welatiyê astengdar ku pankarta AKP'ê qetand wê li nexweşxaneyê bê girtin!
11:15 Li Hîlwanê qenalîzasyon xetimî şaredariyê weke ‘karesata xwezayî’ bi nav kir
10:57 Tacegula 1’ê Gulanê danîn Taksîmê
10:23 Sê leşkerên din jî hatin kuştin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye
09:07 Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin
09:05 Dîmenên ku dema polîs li Ferît Şenyaşar dixin derketin holê
09:03 Ji bo heywanên li kuçeyan pêşangeha wêneyan
09:01 Li Girtîgeha Kiriklarê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2022'YAN
08:16 Li Colemêrgê pîrozkirina Trabzonspor hat şermezarkirin
30/04/2022
19:28 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan ji 28 partiyan daxuyaniyeke hevpar
16:57 Elewî: Em li dijî qirqirina kurdan li ber xwe bidin
16:45 Erdogan: Rêxistina me ya îstixbaratê li 'bakurê Iraqê' ye
16:42 Jinan li Êlihê bertek nîşanî tundî û kuştina jinan da
16:37 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta malbata Orhan pirsî
16:36 Ji bo girtiyê nexweş ê giran Avci banga ‘taloqkirina înfazê’ hate kirin
15:45 Çalakiya Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Guler bê berdan
15:26 Li navçeyên Amedê serdana goristanan hat kirin
15:22 Îstinaf: Tevlîbûna cenazeyê gerîlla ne sûc e
15:22 Êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê li Ewropayê hatin şermezarkirin
14:20 Li Payîzavayê tevgera leşkerî: Fotokapan hatin bicihkirin
14:12 Dayikên Şemiyê aqûbeta xwendekarên hatine windakirin pirsîn
13:52 Li Êlihê du malbatan şer kirin: 6 kes birîndar bûn
13:47 Li Amed û Êlihê aqûbeta Çîçek û Yilmaz hat pirsîn
13:46 Serfermandarê Iraqê çû serdana Şengalê
13:20 Li Colemêrgê 11 leşker hatin kuştin, gundî tên koçkirin
12:49 Polîsan bi ser mala girtî de girt û li ferdekî malbatê dane
12:17 Girtî Sayak: Ewlehiya canê me tuneye
11:51 Malbata Şenyaşar: Dayik dê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:09 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 25’emîn de ye
10:38 Parêzerê doza Poyraz: Li ser heyeta dadgehê zexteke mezin
10:37 Bajar bi bajar qadên mitîngên 1’ê Gulanê
10:24 Rêxistinên Jinan: Divê li dijî şer dengekî hevpar were derxistin
10:20 Ji jinên girtî name: Em bi tecrîda girankirî re rûbirû mane
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê
09:04 'Barzanî nayê efûkirin'
09:04 Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
09:03 ‘Barzanî bûye birakê Erdogan'
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin