6 sal in derbarê mirina Harûn û Ayşenûra biçûk de doz nehatiye vekirin!

  • rojane
  • 09:07 29 Nîsan 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Têkildarî zarokên bi navê Harun Dalmiş û Ayşenûr Geçît ku di sala 2016'an de teqemenî bi wan ve teqiya û jiyana xwe ji dest dan, hê doz nehatiye vekirin. 

Di ser qedexeya derketina derve ku li bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê pêk hatin re 6 sal derbas bûn. Di van qedexeyên derketin derve de 16 zarok ji ber teqemeniyên ku ji ber şer mabûn û bi wan ve teqiyan jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan kes jî birîndar bûn. Di 10'ê Adara 2018'an de zarokê bi navê Berat Oktay ê 10 salî jiyana xwe ji dest da û Îbrahîm Akdag ê ku li heman taxê bû jî di encama teqîna teqemeniya li baxçeyê mala xwe de bi giranî birîndar bibû. Li bajarên weke Şirnex, Cizîr, Silopiya, Hezex, Gever, Nisêbîn, Licê, Şemzînan, Sûrê hê jî teqemenî ji bo zarok û sivîlan xeteriyeke mezin e. Herî dawî li gundê Kîwex yê girêdahî navçeya Hezexê 2 zarok dema ku li hewyanên xwe yên wendayî digeriyan di encama teqîna teqemeniyê de birîndar bûbûn. Yek ji kesên ku di encama teqînê de jiyana xwe ji dest dabûn jî zarokê bi navê Harun Dalmiş (4) û Ayşenûr Geçît (6) salî bûn. 
 
Herdû zarokên ku di 31'ê Adara 2016'an de li taxa Cudî ya girêdayî navçeya Cizîra Şirnexê jiyana xwe ji dest dabûn, hê doza wan nehatiye vekirin. Piştî ku li ser bûyerê 2 sal derbas bûn nû îfadeyên malbatan hat girtin. Malbat dixwazin doz bê vekirin lê bi hêceta ku “rapora pispor” tune ye doz nayê vekirin. 
 
Bavê Harun Dalmiş, Abdurrahman Dalmiş diyar kir ku ew dixwazin ku edelet were bicihanîn. 
 
6 SAL IN DOZ NEHATIYE VEKIRIN
 
Abdurrahman Dalmiş anî ziman ku bi salan e ew li bendê ne ku doz bê vekirin, lê heta niha encamek negirtine û wiha axivî: "Wê demê li Cizîrê şer hebû. Piştî ku şer sekinî em hatin Cizîrê. Di roja 3'emîn de bû, Harûn û keça cîrana me Ayşenûr  çend metre dûrî malê ji xwe re dilîstin. Teqemenî bi wan ve teqiya. Me wan ji cihê bûyerê bi birîndarî rakir nexweşxaneyê. Lê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Derbarê bûyerê de îfadeyên me nehatin girtin. Kes li ser bûyerê nesekinî. Piştî 2 sal li ser bûyerê derbas bûn nû hatin îfadeyê me girtin. Dema ku îfadeyên me girtin jî neyînî bûn. Weke ku ser bûyerê bigirin nêzîkî me bûn. Êdî ji xwe kesek nehat û doz jî venebû.” 
 
'EM EDELETÊ DIXWAZIN' 
 
Dalmiş bi lêv kir ku dema ku mijar dibe kurd û zarokên kurdan nêzîkatiya rayedaran diguhere û wiha got: "Ne şervan bûn, zarok bûn. Ez 2-3 caran çûm cem dozgeriyê û min pirs kir. Lê dozgeriyê her carê ji min re got, 'rapora pispor’ tune ye. Min jê re got ma heyeta pispor miriye, çi jê hatiye? Ji ber xemsariya rayedaran ev der nehatin paqijkirin û dibe sedema kuştina zarokên me. Kurd bên girtin, bên kuştin, bên windakirin jî ne di xema wan de ye. Ji ber vê yekê ye ku ser dozan digirin. Zarokên kurd li ber deriyê mala xwe tên kuştin. Heke li rojavayê Tirkiyeyê tişteke wisa çê bibe wê qiyametê rakin. Lê dema ku li vir çêdibe kesek dengê xwe nake. Çend meh beriya niha jî wesayîta polîsan li ciwanekî me qeliband û ew kuştin. Gelo ma êdî ne bes e. Em edeletê dixwazin. Ev kesên ku bûne sedema mirina zarokên me divê bên cezakirin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 

Sernavên din

02/05/2022
16:05 KCDK-E’yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir
15:52 Qeymeqamtiya Licê serdana goristanan qedexe kir
15:42 Heso Îbrahîm: Ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye
15:33 Gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin
15:18 Li Şirnex û navçeyên wê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir
14:48 Li baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya Bamernê hat xistin
14:32 Ingilistan li pey çi ye?
14:07 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
13:56 Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne!
13:16 Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir
12:42 Malbata Şenyaşar Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
12:21 Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn
11:56 MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin
11:21 Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir
11:21 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê
11:01 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an
11:00 Tirkiyeyê hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Kurdistanê
10:38 Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike
09:37 Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir
09:05 Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke
09:04 Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin
09:03 Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da
09:01 Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'YAN
01/05/2022
22:40 6 fuze li derdora Hewlêrê ketin
19:32 Li Şirnexê li dijî şer 'Nobeda Jiyanê'
18:02 Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin
17:28 Amedsporê play-offê mîsoger kir
16:35 Kûday: Dawî li êrişan bînin
15:40 Qada Gundogduyê ji karker û kedkaran tije bû
15:00 Li Amedê 1'ê Gulanê: Wê polîtîkayên şer û xiyanetê winda bikin
14:16 Li Edeneyê çûn serdana goristanan
14:08 Temellî: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
12:42 Ji Maltepeyê peyama hevpar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
12:36 Serdegirtina polîsan vegotin: Li me dan û pere û zêrên me girtin
12:03 Li Amedê karker û kedkar diherikin Qada Îstasyonê |
12:00 Ji Qersê heta Edîrneyê bi sedhezaran kedkar û karker diherikin qadên 1’ê Gulanê
11:55 Soylû li bajarê xwe Trabzonê hat şermezarkirin
11:48 Malbata Şenyaşar Sifreya Edaletê parve kir
11:42 Gelek kesên ku xwestin bimeşin Qada Taksîmê hatin binçavkirin
11:42 ‘Êriş berdewamiya tecrîdê ye û dixwazin qirkirina kurdan temam bikin’
11:20 Welatiyê astengdar ku pankarta AKP'ê qetand wê li nexweşxaneyê bê girtin!
11:15 Li Hîlwanê qenalîzasyon xetimî şaredariyê weke ‘karesata xwezayî’ bi nav kir
10:57 Tacegula 1’ê Gulanê danîn Taksîmê
10:23 Sê leşkerên din jî hatin kuştin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye
09:07 Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin
09:05 Dîmenên ku dema polîs li Ferît Şenyaşar dixin derketin holê
09:03 Ji bo heywanên li kuçeyan pêşangeha wêneyan
09:01 Li Girtîgeha Kiriklarê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2022'YAN
08:16 Li Colemêrgê pîrozkirina Trabzonspor hat şermezarkirin
30/04/2022
19:28 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan ji 28 partiyan daxuyaniyeke hevpar
16:57 Elewî: Em li dijî qirqirina kurdan li ber xwe bidin
16:45 Erdogan: Rêxistina me ya îstixbaratê li 'bakurê Iraqê' ye
16:42 Jinan li Êlihê bertek nîşanî tundî û kuştina jinan da
16:37 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta malbata Orhan pirsî
16:36 Ji bo girtiyê nexweş ê giran Avci banga ‘taloqkirina înfazê’ hate kirin
15:45 Çalakiya Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Guler bê berdan
15:26 Li navçeyên Amedê serdana goristanan hat kirin
15:22 Îstinaf: Tevlîbûna cenazeyê gerîlla ne sûc e
15:22 Êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê li Ewropayê hatin şermezarkirin
14:20 Li Payîzavayê tevgera leşkerî: Fotokapan hatin bicihkirin
14:12 Dayikên Şemiyê aqûbeta xwendekarên hatine windakirin pirsîn
13:52 Li Êlihê du malbatan şer kirin: 6 kes birîndar bûn
13:47 Li Amed û Êlihê aqûbeta Çîçek û Yilmaz hat pirsîn
13:46 Serfermandarê Iraqê çû serdana Şengalê
13:20 Li Colemêrgê 11 leşker hatin kuştin, gundî tên koçkirin
12:49 Polîsan bi ser mala girtî de girt û li ferdekî malbatê dane
12:17 Girtî Sayak: Ewlehiya canê me tuneye
11:51 Malbata Şenyaşar: Dayik dê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:09 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 25’emîn de ye
10:38 Parêzerê doza Poyraz: Li ser heyeta dadgehê zexteke mezin
10:37 Bajar bi bajar qadên mitîngên 1’ê Gulanê
10:24 Rêxistinên Jinan: Divê li dijî şer dengekî hevpar were derxistin
10:20 Ji jinên girtî name: Em bi tecrîda girankirî re rûbirû mane
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê
09:04 'Barzanî nayê efûkirin'
09:04 Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
09:03 ‘Barzanî bûye birakê Erdogan'
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin
14:34 Danişîna Modernîteya Demokratîk taloq bû
14:31 ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê
14:21 Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn
14:13 Turkdogan: Hezar û 517 girtiyên nexweş hene
14:03 Dozgerên li dosyaya malbata Şenyaşar dinêrin nayên dîtin