ENQERE - Danişîna 12’emîn a Doza Kobanê di roja çaremîn de ye û bi parastina siyasetmedar Zeynep Olbecî berdewam kir.
Danişîna 12’emîn a Doza Kobanê di roja 4’yemîn de li Eywana Danişînê ya Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. 21 jê girtî 108 siyasetmedarên kurd ji dozê tên darizandin.
Gelek rêveber û parlamenterên HDP’ê û parêzer tev li danişînê bûn. Siyasetmedarên girtî li eywana danişînê amade ne û girtiyên li girtîgehên din jî tên ragirtin bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.
Danişînê bi xwendina nasname û ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin dest pê kir. Danişînê bi parastina endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Zeynep Olbecî dewam kir.
Pişt re siyasetmedara kurd Ayla Akat Ata axivî û bal kişand ser zêdebûna periyodên danişînê û xewest ve yek ji nû ve bê nirxandin.
Heyeta dadgehê saetek navber da danişînê.