NAVENDA NÛÇEYAN - Hat hînbûn ku Serfermandarê Artêşa Iraqê jî di nav de heyeteke paye bilind a leşkerî ya Iraqê çûye Şengalê.
Di vê pêvajoya ku êrişên Iraqê yên li ser Şengalê didomîn de Serfermandarê Artêşa Iraqê Ebdûl Emîr Yarallah jî di nav de heyeteke paye bilind a leşkerî û îstixbarî ya Iraqê çû Şengalê.
Derbarê naveroka ziyareta heyetê ne ji Rêveberiya Xweser a Şengalê ne jî ji Iraqê daxuyanî nehat dayîn.