ÊLIH - Li Êlihê di navbera du malbatan de şer derket, yek jê jin 6 kes birîndar bûn.
Li Taxa Cumhuriyet a Êlihê di navbera du malbatan de şer derket û yek jê jin 6 kes birîndar bûn. Polîsên ku hatin cihê bûyerê ji her du malbatan gelek kes binçavkirin.
Her 6 kesên birîndar bûn, rakirin nexweşxaneyê. Hate hînbûn ku xetereya jiyanî ya birîndaran nîne.