Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin

img
ENQERE - Li Tandogan a Enqereyê bi dehhezaran kes tevli mîtînga 1'ê Gulanê bûn. Di mîtîngê de peyama "Em bibin yek, em ê ji bvê pergalê bihêztir bin" hat destnîşankirin.
 
Karker û kedkar piştî du salan li ber Navenda Çandê ya Ataturkê û li Kolana Kazim Karabekîrê kortej çêkirin. Çalakî bi dirûşmeya "em ê bi hev re biguherînin" bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB) hat lidarxistin. 
 
Partiyên çep, sosyalîst, Baroya Enqereyê, rêxistinên hiqûqê, xwendekarên zanîngehan, sendîkayên rojnamevanan, Komeleya Xebatkarên Şaredariya Enqereyê, Navenda Çandê ya Pîr Sûltan Abdalê, Bîrleşîk Metal Îş, Komeleya Elewiyan a Demokratîk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), CHP, Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TÎP), SYKP, Partiya Kedê (EMEP), Kaldiraç, Partiya Şoreşger, Alinterî, Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG), Komeleya Jinan a Mîmoza, Tora Parastinê ya Jinan, Koma Çarşî ya Beşîktaşê, Yekîtiya Mulkiyeyan. Komeleya Dersimiyan a Enqereyê, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û gelek rêxistinên pîşeyî û kedê tevli mîtîngê bûn. 
 
Girseyê gava ber bi qada mîtîngê ve meşiya tim dirûşme berz kirin û daxwazên ji bo mafên karker û kedkaran, mafên jinan bilêv kirin. 
 
Di korteja HDP'ê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, parlementerên partiyê Fîlîz Kerestecîoglû, Zeynel Ozen û endamên Desteya Rêvebir a Navendî ya partiyê jî di nav de gelek endamên partiyê cih girtin. 
 
Piştî girse bi tevahî hat qadê bernameya 1'ê Gulanê jî dest pê kir.
 
Di bernameyê de peyamên kesên di Doza Geziyê de hatine girtin hatin xwendin. Di peyama ji Girtîgeha Sîlîvrî û Bakirkoyê hatin de ev tişt hatin gotin: "Roja têkoşînê û yekîtiyê ya çîna karkeran pîroz be. Em ê 1'ê Gulanê di roja 1'ê Gulanê de li qadan bi hev re pîroz bikin. Em ê li dijî zilmê li ber xw ebidin. Em ê bi hev re bi ser bikevin. Dê têkoşîna me ya wekhevî û demokrasiyê bi ser bikeve." 
 
Berdevkê Platforma Şaxên KESK'ê Huseyîn Koklu, ewilî axivî. Koklu got: "Rejîma yekzilamî ji bo dawî li zewq û sefaya wê neyê êrişê tîne ser azadiyên me û mafên me. Ên li ber van êrişan radibin û dibêjin na hûn nikarin tiştekî wiha bikin, wan tune dike." 
 
Koklu di berdewama axaftina xwe de piştgiriya xwe ya ji bo kesên di Doza Geziyê de ceza li wan hatine birîn ragihand. Koklu got: "Tenê ne hevalên me, bila xwediyên vê pergala heramiyan jî bibihîsin. Bila bibihîsin ku xew li wan biherime. Bila bibînin ku kedkar çawa xwedî li jiyana xwe derdikevin. Bila fêm bikin ku ev pergal wisa nadome." 
 
Paşê Nûnerê DÎSK'ê yê Enqereyê Tayfûn Gorgun daxuyaniya hevpar xwend. 
 
Gorgun got: "Ev pergal, pergaleke ku temînata kar bi destê dewletê, bi fermanekê ji holê tê rakirin û bi vê fermanê her kes betal dibe... Fatûre, kirê, deyn, metbex nasekinin. Bi milyonan mirovên ceryanên wan hatine qutkirin dê çawa bisekinin. Dê kesên betalmayî li benda çi bisekinin? Na, nikarin bisekinin. Na, em îtiraz dikin. Em dixwazin debara xwe bikin. Em dixwazin wekî mirovan bijîn û em vê li ser kursuya xwe ya 1'ê Gulanê bi hev re diqîrin." 
 
Paşê Gorgun daxwazên xwe rêz kirin. Gorgun, piştî daxwazan got: "Em, kesên li ber vê pergalê radibin ger bibin yek, em ê ji vê pergalê bihêztir bin. Û em li vê meydanê dibêjin; em mafdar in, em ê bibin yek û bi ser bikevin."
 
Mîtîng bi konsera Grûp Kîbele bi dawî bû. 
 
Piştî mîtîngê bi hezaran kes bi berzkirina dirûşmeyan ji Tandoganê heya Qada Kizilayê meşiyan. 

Sernavên din

02/05/2022
15:52 Qeymeqamtiya Licê serdana goristanan qedexe kir
15:42 Heso Îbrahîm: Ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye
15:33 Gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin
15:18 Li Şirnex û navçeyên wê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir
14:48 Li baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya Bamernê hat xistin
14:32 Ingilistan li pey çi ye?
14:07 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
13:56 Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne!
13:16 Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir
12:42 Malbata Şenyaşar Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
12:21 Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn
11:56 MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin
11:21 Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir
11:21 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê
11:01 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an
11:00 Tirkiyeyê hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Kurdistanê
10:38 Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike
09:37 Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir
09:05 Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke
09:04 Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin
09:03 Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da
09:01 Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'YAN
01/05/2022
22:40 6 fuze li derdora Hewlêrê ketin
19:32 Li Şirnexê li dijî şer 'Nobeda Jiyanê'
18:02 Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin
17:28 Amedsporê play-offê mîsoger kir
16:35 Kûday: Dawî li êrişan bînin
15:40 Qada Gundogduyê ji karker û kedkaran tije bû
15:00 Li Amedê 1'ê Gulanê: Wê polîtîkayên şer û xiyanetê winda bikin
14:16 Li Edeneyê çûn serdana goristanan
14:08 Temellî: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
12:42 Ji Maltepeyê peyama hevpar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
12:36 Serdegirtina polîsan vegotin: Li me dan û pere û zêrên me girtin
12:03 Li Amedê karker û kedkar diherikin Qada Îstasyonê |
12:00 Ji Qersê heta Edîrneyê bi sedhezaran kedkar û karker diherikin qadên 1’ê Gulanê
11:55 Soylû li bajarê xwe Trabzonê hat şermezarkirin
11:48 Malbata Şenyaşar Sifreya Edaletê parve kir
11:42 Gelek kesên ku xwestin bimeşin Qada Taksîmê hatin binçavkirin
11:42 ‘Êriş berdewamiya tecrîdê ye û dixwazin qirkirina kurdan temam bikin’
11:20 Welatiyê astengdar ku pankarta AKP'ê qetand wê li nexweşxaneyê bê girtin!
11:15 Li Hîlwanê qenalîzasyon xetimî şaredariyê weke ‘karesata xwezayî’ bi nav kir
10:57 Tacegula 1’ê Gulanê danîn Taksîmê
10:23 Sê leşkerên din jî hatin kuştin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye
09:07 Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin
09:05 Dîmenên ku dema polîs li Ferît Şenyaşar dixin derketin holê
09:03 Ji bo heywanên li kuçeyan pêşangeha wêneyan
09:01 Li Girtîgeha Kiriklarê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2022'YAN
08:16 Li Colemêrgê pîrozkirina Trabzonspor hat şermezarkirin
30/04/2022
19:28 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan ji 28 partiyan daxuyaniyeke hevpar
16:57 Elewî: Em li dijî qirqirina kurdan li ber xwe bidin
16:45 Erdogan: Rêxistina me ya îstixbaratê li 'bakurê Iraqê' ye
16:42 Jinan li Êlihê bertek nîşanî tundî û kuştina jinan da
16:37 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta malbata Orhan pirsî
16:36 Ji bo girtiyê nexweş ê giran Avci banga ‘taloqkirina înfazê’ hate kirin
15:45 Çalakiya Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Guler bê berdan
15:26 Li navçeyên Amedê serdana goristanan hat kirin
15:22 Îstinaf: Tevlîbûna cenazeyê gerîlla ne sûc e
15:22 Êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê li Ewropayê hatin şermezarkirin
14:20 Li Payîzavayê tevgera leşkerî: Fotokapan hatin bicihkirin
14:12 Dayikên Şemiyê aqûbeta xwendekarên hatine windakirin pirsîn
13:52 Li Êlihê du malbatan şer kirin: 6 kes birîndar bûn
13:47 Li Amed û Êlihê aqûbeta Çîçek û Yilmaz hat pirsîn
13:46 Serfermandarê Iraqê çû serdana Şengalê
13:20 Li Colemêrgê 11 leşker hatin kuştin, gundî tên koçkirin
12:49 Polîsan bi ser mala girtî de girt û li ferdekî malbatê dane
12:17 Girtî Sayak: Ewlehiya canê me tuneye
11:51 Malbata Şenyaşar: Dayik dê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:09 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 25’emîn de ye
10:38 Parêzerê doza Poyraz: Li ser heyeta dadgehê zexteke mezin
10:37 Bajar bi bajar qadên mitîngên 1’ê Gulanê
10:24 Rêxistinên Jinan: Divê li dijî şer dengekî hevpar were derxistin
10:20 Ji jinên girtî name: Em bi tecrîda girankirî re rûbirû mane
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê
09:04 'Barzanî nayê efûkirin'
09:04 Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
09:03 ‘Barzanî bûye birakê Erdogan'
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin
14:34 Danişîna Modernîteya Demokratîk taloq bû
14:31 ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê
14:21 Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn
14:13 Turkdogan: Hezar û 517 girtiyên nexweş hene
14:03 Dozgerên li dosyaya malbata Şenyaşar dinêrin nayên dîtin
14:02 Li Dêrsim û Erziromê bertek nîşanî şer hat dayîn