ŞIRNEX - Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu çû serdana leşkerên ku di êrişa li ser Herêma Federal a Kurdistanê de birîndar bûyîn û li Nexweşxaneya Dewletê ya Tumgeneral Aydogan Aydin a Şirnexê tên dermankirin.
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu duh saetên şevê de bi awayekî bêdeng çû Şirnexê. Soylu, li Fermandariya Lîwaya Cendirmeyên Komando ya Çakirsogutê fitare kir û piştre jî çû serdana leşkerên ku di êrişên li ser Herêma Federal a Kurdistanê de birîndar bûyîn û li Nexweşxaneya Dewletê ya Tumgeneral Aydogan Aydin a Şirnexê tên dermankirin.
Têkildarî serdanê wezareta karên hundir ev peyam parve kir: “Birêz @suleymansoylu li Şirnexê ye. Di serdana Nexweşxaneya Dewletê ya Tumgeneral Aydogan de cejna leheng, bijîşk, xebatkarên nexweşxaneyê û malbatên me pîroz kir.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku heta niha jî Wezareta Parastinê aşkere nekiriye bê ka çend leşkerên birîndar li vê nexweşxaneyê tên dermankirin.
DERBASÎ GEVER Û ŞEMZÎNANÊ BÛ
Soylu, piştî seradanên li Şirnexê bi helîkoptera leşkerî derbasî Fermandariya Lîwaya Cendirmeyan a Geverê. Di serdanên Soylu yên li Gever û Şemzînanê de Wezîrê Karên Hundir Mehmet Ersoy, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Sererkan Arîf Çetîn û Waliyê Colemêrgê Îdrîs Akbiyik jî di serdanê de amade bûn. Di çarçoveya serdanan de Soylu têkildarî şerê li Herêma Federal a Kurdistanê çendek agahî ji hêzên leşkerî girtin.
Ji ber serdana Soylu, li navendên Gever û Şemzînanê di asteke bilind de tevdîrên ewlehiyê hatibûn girtin.