‘Roja Reş’ 84 sal in didome

DÊRSIM - Şahidê Komkujiya Dêrsimê Hayrî Pîlav komkujî wekî “Roja Reş” pênase kir û wiha got: “Piştî em sirgûn bûn, tenê bi diya xwe re vegeriyam gund. 84 sal in heman feraset û nêzîkatî didome.” 
 
Hikûmeta Tirkiyeyê di salên 1937-38’an de li Dêrsimê komkujî pêk anîn. Di komkujiyê de bi hezaran mirov hatin kuştin. Di ser komkujiya Dêrsimê re 84 sal derbas bûn. Komkujî di rûpelên dîrokê de wekî rûpelek reş nê nasîn. Lijneya Wezîran di 4’ê Gulana 1937’an de bi navê “Biryara Tenkîl a Dêrsimê” biryarnameyek taybet derxist. Li Dêrsimê bi vê biryarnameyê komkujiyê dest pê kir. Di komkujiyê de gelek pêşeng û rûsipiyên civakê hatin darvekirin.
 
Piştî biryarnameyê leşkeran bi hezaran Dêrsimî ji malên wan derxistin û di şikeftan de bi komî qetil kirin. Li gorî daneyên fermî di sala 1937’an de hezar û 737 kes u di sala 1938’an de jî 6 hezar û 868 kes hatin qetilkirin. Lê li gorî şahidên bûyerê di nava 2 salan de herî kêm 70 hezar kurdên Dêrsimê hatin qetilkirin. Bi deh hezaran Dêrsimî jî bi trênan sirgûnî bajarên Anatoliya Navîn kirin. Zarokên keçik ên malbatan ji wan stendin û wekî ganîmet dan leşkeran.
 
ROJA REŞ 
 
Şêniyên Dêrsimê piştî komkujiyê her sal 4’ê Gulanê wekî Roja Reş “Roza Şiyaye” pênase dikin û kesên di komkujiyê de hatin kuştin bibîr tînin. Her sal ji bo bîranîna kesên hatin kuştin, qurnefilên sor davêjin ava Çemê Mûnzûrê û lokma belav dikin. Şahidên komkujiyê heta niha ew roj ji bîr nekirine. Yek ji şahidê komkjiyê Hayrî Pîlav ê 86 salî ye. Pîlav wê demê 2 salî bû. Her çend ew roj neyê bîra wî jî; bûyera komkujiyê ji diya xwe guhdar kiriye û fêr bûye. Tiştên hatine serê wan, diya wî bi wîre parve kiriye. Ew jî bi nifşê nû re parve dike. 
 
‘KU ZAROK BIGIRÎN EM Ê WAN BIAVÊJIN AVA ÇEM’
 
Pîlav ê li gundê Agzunîk ê Xozatê dijî, anî ziman ku welatiyên Dêrsimê beriya komkujiyê dizanîbûn ku dê komkujî bê kirin û wiha got: “Malbatan beriya komkujiyê gund vala kirin. Malbata min û gundî bi hevre li Geliyê Tahar ê ji Xozatê diherike Çemîşgezekê di hundirê şikeftekê de xwe veşartin. Beriya leşker bi ser gund de bigirin û komkujiyê pêk bînin em çûn di şikeftê de bi cih bûn. Mezinan biryara ‘Ku zarok bigirîn em ê wan bavêjin çem” stendibûn. Li mala me jî zarokekî êtim hebû. Hîn 2 salî bû dayik û bavê wî miribûn. Bavê min ew mezin kiribû. Di sala 1938'an de 15 salî bû. Dema bihîst ku dê zarokên bigirîn bavêjin ava çem, ez ji şikeftê derxistim û birim bin darekê. Piştre diya min ji xalê min re gotibû ‘Hûn kurê min nebînin ez ê bikim qêrîn û hawar. Pişte çûn li derve geriyan û ez li ben darekê dîtim. Piştre fêr bûn ku wî zarokê êtîm ez veşartime.” 
 
KOMKUJÎ Û SIRGÛN 
 
Pîlav, qala serpêhatiyên ku diya wî bi wî re parve kiribûn kir û wiha axivî: “Şev nîvê şevê malbat hatin li tenişta Geliyê Taharê bi cih bûn. Xwestin derbasî milê din bibin. Dema xwestin derbas bibin, zarokek keçik giriya. Wê demê bi keçikê girtin û avêtim ava çem. Her çend keçikê got ‘dayê dayê’ û xwest wê xelas bikin jî mezinan dîsa bi wê girtin û avêtin nava avê. Ji bo xwe xelas bikin xwe li avê xistin û çûn milê din. Lê leşkeran li gundê Aqirek ê Çemişgezekê dîsa ew dîtin û bi komî sirgûnî navçeya Seyitgazî ya Eskîşehîrê kirin.” 
 
YÊN LI SIRGÛNIYÊ MIRIN
 
Pîlav anî ziman ku 9 salan li Eskişehîrê ma û wiha berdewam kir: “Li Eskîşehîrê ji malbata me 7 kes mirin. Niha li Eskişehîrê 7 gorên malbata me hene. Gora bavê min, 2 kekê min, 3 xwişkê min û birayê min li wir e. Piştî em 9 salan li sirgûniyê man, tenê ez û diya xwe bi saxî vegeriyan Dêrsimê. Lê ew jiyana sirgûniyê hêj didome. Piştî em vegeriyan Dêrsimê vê carê di sala 1994’an de gundê vala kirin. Xera kirin. Hîn jiyana sirgûniyê didome. Tiştekî hatiye guhertin tune ye. 28 sal in gundê me qedexe ye. 28 sal in neçûme gundê xwe. Nikarim biçim.” 
 
‘ZAROK DI XANIYAN DE ŞEWITANDIN'
 
Pîlav da zanîn ku komkujî û zextên li ser kurdên elewî hîn didome û wiha bi dawî kir: “Komkujî hin didome. Dema gund vala kirin û şewitandin, li gundê me xizmên me avêtin hundir û di hundir de şewitandin. Ji gundê Tanerê heta gundê Segedige zarok û mezin di xaniyan de şewitandin. Wekî beriya salên 38’an disa îxbar kirin. Ji ber îxbarê mirov hatin qetilkirin. Sedama ku Seyît Riza ket wê rewşê îxbar bû. Biraziyê wî Rêber li wî îxbar kir. Sîxûrî û îxbara wê demê niha jî didome. Ketine pey nav û dengê xwe. Ketine pey nefsa xwe û îxbar dikin. Niha jî hevkarî û îxbarê dikin. Lê heta ku?” 
 
MA / Cengîz Ozbasar

Sernavên din

05/05/2022
21:41 Îvrendî yê piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi girseyî hat pêşwazî kirin
21:03 Beştaş: Ne hedê we ye ku hûn êrişê bibin ser navenda me ya giştî
20:06 Ji 6 partiyan daxuyanî: HDP ne bi tenê ye
19:03 Jin Bi Hev Re Bihêz in: Başaran hevrêya me ye, em serî natewînin
18:12 Li Stenbolê provakasyona li hemberî HDP'ê tê şermezarkirin
17:14 Jinan provokasyona li dijî HDP’ê şermezar kirin
17:14 ‘Divê mamosteyên nîjadperest bên darizandin û cezakirin’
17:06 Li Cizîrê ciwanekî xwe kuşt
16:57 Ji Yenî Akît a heqaret li Garîbe Gezer kirin re biryara neşopandinê hate dayîn
16:44 PDK nahêle xelkê Şengalê vegere malên xwe
16:39 Başaran: Serkêşê provokasyonê desthilatdariya AKP-MHP’ê ye
16:24 Koma Êzdiyan a li Parlamentoya Iraqê daxuyanî da
16:00 Cehdeyên Amedê di bin avê de man
15:45 Nobeta Edaletê: Çelengekî deynin ber deriyê mala Erdogan
15:32 Akgun ê ku ev 30 sal bûn girtî hate berdan
15:25 Li Cûdî 8 leşker hatin kuştin lê 2 hatin aşkerekirin
15:22 HDP’ê ji bo elewiyan kampanya da destpêkirin: Çareserî welatîbûna wekhev e
15:18 Gunay: Bi destê çeteyên ku ji xwe re dibêjin polis provakasyonan derdixin.
15:09 Li Qamişlo ‘Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê’
15:06 Provokasyona polîsan a li pêş HDP’ê didome
14:38 Malbatan gazî Wezîrê Dadê kirin: Zarokên me berdin
14:28 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
14:28 Akman û Çîftçî ku Nobeta Edaletê didomînin hatin binçavkirin
14:03 Parlamenterên Îskoçyayê ji bo HDP’ê pêşniyazname dan parlamentoyê
13:27 Polîsan Navenda Giştî ya HDP’ê dorpêç kirin, gef li parlamenter xwarin
13:06 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:06 Ferît Şenyaşar: Gavek hiqûqî hat avêtin lê daxwazên me nehatin cih
12:42 'Tirkiye dixwaze xeta nokeriyê ya kurd çalak bike’
12:06 Jinnews: 31 jin û 3 zarok hatine kuştin
11:38 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê jinek revandin
11:33 Li Amedê dê rojên filmên ekolojiyê bên lidarxistin
10:50 Cerdevanên ku tev li êrişê bûyîn: Pêşketin tune ye û psîkolojiya me xerab bû
10:33 Li ser sînor bang kirin: Divê kurd li dijî xiyanetê rabin ser pêyan
10:32 Rêya Armûşê ya Navneteweyî veguheriye rêya mirinê!
10:31 Dayika Cemîle Çagirga: Yên ku Cemîle kuştin niha jî êrişî Başûr dikin
10:06 Botaniyan banga rawestandina hevkariyê li Barzanî kir
09:46 Tevgera Azadî: Ya wê ev pergal hilweşe yan jî wê bi ser bikeve
09:05 Hunermendên kurd dê li dijî êrişên Tirkiyeyê û PDK'ê çalakiyan li dar bixin
09:03 OÇAV: Em baroyeke ku her kes karibe gotina xwe bibêje dixwazin
09:03 Berteka welatiyan a li dijî êrişên Tirkiyeyê: Dest ji şer berdin
09:03 Şaredariyê şêniyên taxê mexdûr kirin
09:03 Rojnamevan Oynaş: Ji ber ku min poşmanî qebûl nekir înfaza min hat şewitandin
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2022'YAN
04/05/2022
23:59 Aksal bi stand-up’a xwe amedî kenandin
18:14 Li Cizîrê kesek hat binçavkirin: Pozê mêvanê li malê jî şikandin
16:38 Xizma girtî: Me vê cejnê jî zarokên xwe nedît
16:36 Ji Kavala daxuyaniya Geziyê: Biryar kêfî û siyasî ye
16:12 Li Hezexê du ciwan mirî hatin dîtin
16:05 Şervan Êzidxan hat veşartin
15:52 Qurbaniyên Terteleya Dêrsimê hatin bibîranîn: Me ji bîr nekir û efû nekir
15:42 Di nîsanê de 24 jin hatin kuştin
14:43 Li Cizîrê jina ku hewl da întihar bike bi giranî birîndar bû
14:30 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Şeş meh in rayedar xemsar in
14:15 YNK'ê bersiva PDK'ê da: Ya ku Şengalê radestî DAIŞ'ê kir PDK bû
13:24 Di êrişa çekdarî de kesek din jî jiyana xwe ji dest da
12:48 Malbata Şenyaşar wê ji bo cejnê serdanan qebûl bike
12:48 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 29’an
12:11 Nijadperestiya li ser kurdî: Bêceza hiştin û parastin
11:58 MB: Wê nan, meqarne û goşt bên zemkirin
11:54 Birayê leşkerê hatiye kuştin jî tev li 'Nobeta Jiyanê' bû
11:47 Li Efrînê serpelek hate kuştin
11:45 Fîlmê Hêza xelata xwe ya sêyemîn li Los Angelesê wergirt
10:22 Çalakgerên Nobeta Jiyanê: Êdî baweriya me bi Barzanî nayê
10:03 Şaredariya AKP’î çopên xwe dirijîne Çemê Xabûrê
09:44 Pêşmergeyê berê: Xeyala Erdogan ew e ku xwe bigihîne sînorên Osmanî
09:05 Welatiyên Amedê: Ew ji bo bimehînin xizan jî ji bo pariyekî nan bibînin dimeşin
09:04 5 sal in doza azadiya Ocalan dike
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2022'YAN
00:51 Li Amedê wesayîtek hat gulebarankirin: Dayikek û keça xwe jiyana xwe ji dest dan
03/05/2022
19:29 Nobeta Jiyanê: Werin em dawî li şer bînin
18:41 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Divê kes destê xwe dirêjî yekîneyên me yên parastinê neke
17:10 Wênesaz Perwazî jina berxwedêr a Şengalî resmand
16:06 Derheqê parvekirina nîjadperest a li Qereyaziyê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:57 Di serdanên cejnê de daxwaza edaletê kirin
15:29 ‘Alaya edaletê di destê malbata Şenyaşar de ye’
15:11 HRE: Li Efrînê 14 çete hatin kuştin
14:57 Li gundê Aysel Tugluk bang kirin: Ayselê û hevalên wê berdin
14:37 MKGP’ê bang li rojnamegerên jin kir: Em bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin
14:04 Malbatên girtiyan Cejna Remezanê li pêşiya girtîgehê pêşwazî kirin
13:46 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Amsterdamê dest pê dike
12:49 Aliyên siyasî yên Iraqê: Divê dawî li binpêkirina Tirkiyeyê bê anîn
12:30 Li Qereyaziyê parvekirina nîjadperest
12:18 Ji partiyên siyasî serdanên cejnê
11:41 DFG: Di nîsanê de 4 rojnameger hatin binçavkirin û 16 nûçe hatin astengkirin
11:24 120 cerdevan bi navê çawişên pispor şandin Metînayê
11:15 ‘Divê hemû welatparêzên kurd xwedî li Şengalê derkevin’
10:40 Gefa kuştinê li girtiyê ku got ‘Ez kurd im’ xwarin
10:02 TEV-DEM’ê ji bo Şengalê bang kir: Parastina Şengalê deynê stûyê her kesî ye
09:46 Xelkê Şengalê ji bo parastina xaka xwe nobet girt
09:20 Di Nobeta Jiyanê de bang li Barzanî kirin: Destê xwe ji xwîna zarokên me bikêşe
09:08 Qeşayê li fistiqên Rihayê da
09:06 Parêzer Tuysuz: 'Operasyona' li nivîskarê çûye îfade dayînê sûc e
09:04 ‘Roja Reş’ 84 sal in didome
09:02 Li Pirsûsê mal û erd di bin avê de man!
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2022'YAN
02/05/2022
22:38 UNAMI: Êrişên li dijî Şengalê bifikar in
19:35 Li Enqerê jinek hat kuştin
16:23 Înfaza girtiyê ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye hate şewitandin
16:06 Gelek kes çûn serdana malbata Şenyaşar û cejna wan pîroz kirin
16:05 KCDK-E’yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir