Rojnamevan Hewram: PDK bûye enstrumana hêzên dagirker

  • rojane
  • 09:03 10 Gulan 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Karwan Hewram anî ziman ku li Herêma Kurdistanê li dijî PDK'ê nefretek çêbûye û got: "PDK, bi pratîka xwe ji bo hêzên dagirker bûye enstrumanek." 

Tirkiyeya ku li Herêma Kurdistanê sendromek lê peyda bûye, ji 17 Nîsanê ve bi hevkariya PDK'ê jî bi êrişên xwe yên li Zap, Avaşîn û Metînayê dike nake bi ser nakeve. Bertekên li dijî van êrişan didomin. Ji Herêma Kurdistana Federe rojnamevan Karwan Hewram, konsepta êrişan a Tirkiyeyê û rola hêzên navdewletî nirxand. 
 
KONSEPTEKE NÛ
 
Hewram, diyar kir ku piştî DAIŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkşikiyaye Tirkiyeyê ji sala 2015'an ve li hemberî kurdan dest bi konseptek nû kiriye û di vî warî de bi NATO û Rûsyayê re hin peyman çêkirine. Hewram, destnîşan kir ku di êrişên di çarçoveya van peymanan de li ser bêdengiya saziyên navdewletî lihevkirinek hatiye kirin. 
 
HEVKARIYA PDK Û TIRKIYEYÊ
 
Hewram li ser hevkariya Tirkiye û PDK'ê jî sekinî û wiha got: "Bi êrişên di 17'ê Nîsanê de dest pê kirin dixwazin bigihêjin armanca xwe. Dixwazin ji planên xwe yên ku 7 sal in dikin û bi ser nakevin, encamekê bigirin. Piştî binketina li Garê, binketina di êrişên di 21'ê Nîsana 2021'ê de dest pê kirin vê carê jî li hemberî Zap, Avaşîn û Metînayê dest bi êrişekê kirin. Tecrûbe ji têkişikînên xw eyên berê girtine û vê carê bi konsepteke nû dest bi êrişan kirine. Di vê êrişê de bi piranî çekên teknolojîk tên bikaranîn. Her wiha PDK jî bi awayekî fermî li hemberî kurdan tevli van êrişan bû." 
 
‘PDK, BÛYE ENSTRUMANÊ DAGIRKERAN'
 
Hewram, hevkariya PDK'ê wekî "enstrumana hêzên dagirker" pênase kir û wiha axivî: "Li Îranê di dema pêvajoya rejîma Şah de Mesûd Barzanî di navbera 1979-80'yî û 1983-84'an de li hemberî tevgerên kurd ên li Rojhilatê hat bikaranîn. Têkoşîna li Rojhilatê hat tasfiyekirin. Paşê ji bo gelê Rojhilatê pêvajoyek tarî dest pê kir. Ev hemû bi destê PDK'ê hatin kirin. Faktora sereke wekî ku Îran bi xuya dikir, lê ya ku di bin re ev yek dikir PDK bû. Her wiha piştî sala 1985'an li Başûr li hemberî derdorên çep û sosyalîst êriş dest pê kirin. Van êrişan hem li hemberî derdroa îslamî hem jî derdora çep-sosyalîst ên iraqî kirin. PDK wê demê roleke pir xirab lîst. Bû enstrumana berjewendiyên rejîma Baasê, Îsraîl û Amerîkayê." 
 
ÊRIŞ LI QADÊN PDK'Ê DEST PÊ KIR
 
Hewram, bi lêv kir ku li hemberî kurdan siyaseteke nû di dewrê de ye û wiha berdewam kir: "PDK, berê ji bo tasfiyekirina têkoşîna gelê kurd bi koletî û sîxurtiyê girêdayî dewletên dagirker bû. Lê niha bi her awayî daxilî nava operasyona dagirkeriyê bûye. Berê li xwe mikur nedihat, lê niha venaşêre. Êdî bêbextiya xwe bi awayekî eşkere dibêje. Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî û Mesûd Barzanî di daxuyaniyên xwe yên sala 2021'ê yên derbarê Rojavayê de, nîşan dan ku bi awayekî eşkere peywira cerdevantiyê girtine. Her wiha hevdîtinên îstixbarî yên li Enqere, Stenbol û Munîhê yên ku Mesrûr û Nêçirvan Barzanî kirine, nîşan dan ku bi awayekî eşkere tevli vê operasyonê bûne. Her wiha di 13'ê Nîsanê de hevdîtinek kirin û di 15'ê Nîsanê de jî balafirên şer dest bi bombebaranê kirin. Di 17'ê Nîsanê de jî ji bejahiyê ve dest bi êrişan kirin. Ev êriş ne li axa Bakur, li qadên di bin kontrola PDK'ê de hatin kirin." 
 
‘NEFRETA LI HEMBERÎ PDK'Ê'
 
Hewram destnîşan kir ku PDK li Herêma Kurdistanê îmajeke pir xirab afirandiye û got: "Di hilbijartina dawî de ji sedî 12 ray girtin. Vê yekê jî bi sixtekariyê bi dest xistin. PDK, ev qasî çûye lê ji bo desthilata xwe bidomîne Tirkiyeyê hemêz dike. Eşkere tevli operasyona li hemberî PKK'ê dibe. Bi vî awayî dixwaze desthilata xwe bidomîne. Lê bi vê re li hemberî PDK'ê nefreteke mezin çêdibe. Êdî civak bawer nake ku PDK dev ji vê cerdevantiyê berde. Ji lew re cerdevantî sîrayetî nava wê kiriye. Di sala 2022'yan de jî dixwaze desthilata xwe bi bêbextiyê bidomîne. Gelê kurd vê rastiya PDK'ê pir eşkere dît. Civakê bi pir zelal dît ku PDK li ser xeta bêbextiyê ye. Kesên ji bo berjwendiyên xwe yên maddî li cem PDK'ê ne jî êdî dê dev ji PDK'ê berdin." 
 
Hewram, diyar kir ku gelê Herêma Kurdistana Federe êdî bi çavekî hêzeke xwe li PDK'ê mêze nake û tu baweriya wan jê nemaye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Gel, êdî ji xwe re li alternatîfekê digre." Hewram, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku PDK di dîroka xwe de ev qasî nebûye cihê nefret û kerbê li bara gelê kurd û got: "Berê tenê hin derdorên siyasî ji PDK'ê re digotin 'xayîn', lê niha civak jî jê re wisa dibêje. Lewma her diçe PDK jî dihele. Ji bo domandina desthilata xwe pişta xwe disipêre hêzên dagirker û di pêş de dibe ku hin aloziyan jî derxe. Lewma divê gelê kurd baldar be." 

Sernavên din

13/05/2022
22:01 Li Amedê dîwana dengbêjan hat danîn
20:56 Li Silopiyayê mamosteyê dest dirêjî xwendekaran kir hat girtin
19:51 Kişanak: Em ê rejîma azadîxwaz ava bikin
19:05 Cenazeyê dayika Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar hat veşartin
16:39 Li 5 gundên Geverê operasyona leşkerî dest pê kir
16:14 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî!
15:45 Li Şirnexê di nava hefteyekê de nêzî 40 kes hatin binçavkirin
15:40 TTB'ê banga mitîngê kir
15:20 Endamên DÎAYDER’ê: Em ji ber baweriya xwe tên darizandin
14:29 Rakirina ceh bû xema giran: 55 donima erd toneke ceh neda
14:29 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê konferansên xwe yên herêma Ege û Serhedê pêk anîn
13:42 Li Somayê 301 karkerên madenê hatin bibîranîn
13:29 Seydaoglu: Hişê Ayverdî ne li serê wê ye
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:09 Malbata Şenyaşar: Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin îstîfa kirin şeref e
13:08 Ji ber Edliyeya Amedê bang: Dev ji polîtîkayên pişaftinê berdin
13:04 HDP: Polîtîkaya desthilatdariyê ji bo astengdaran xizanî û zehmetiyan tîne
13:04 Muhîmatên ku tên avêtin tehlûkê çêdikin
13:03 Pirtûka 'Çîrokên Şêwra Ermenan' bi tîpên latînî wergerî kurdî hat kirin
12:51 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn hate dîtin
12:50 HDP: Me Komkujiya Somayê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin!
12:35 Ji Geverê leşkeran dibin ser sînorê Başûrê Kurdistanê
12:30 HSD'ê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
12:24 ÎSÎG: Di 4 mehên ewil ên îsal de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:40 Polisan di serdegirtinê de tundî li welatiyeke kirin
11:26 Gelo Tirkiye dê penaberên sûriyeyî di êrişan de bi kar bîne?
11:20 Sendîka kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ mezin dikin
10:42 Êrişên li ser gundên Kobanê berdewam dikin
10:38 ‘Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hebûna xwe ye’
09:21 ‘Weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kurdan e’
09:19 'Erdogan li Başûr têk çûye'
09:19 Li Yozgatê 16 girtî di hucreyê de ne
09:18 Jinan ji bo ziman bang kir: Em bi zimanê xwe biaxivin
09:17 ‘Kurd li dijî polîtîkayên bişavtinê li ber xwe didin'
09:15 Ermeniyê ku piştî 42 salan hat Sûrê: Bêhna min çikiya!
09:14 Dayika ku keça wê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Bêdeng nemînin
09:12 Parlamenterê berê yê AKP'ê Bolunmez hafriyata kanên xwe dirêjîne çemê Nerdûşê
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2022'YAN
12/05/2022
22:23 Amedsporê ji bo nîvefînalê avantajek girîng bi dest xist
20:44 Dayika Mîthat Sancar jiyana xwe ji dest da
20:36 Tûncel: Dawiya desthilata ku hûn xwe disipêrinê tê
19:54 Şerzan Kûrt li ser gora xwe hat bibîranîn
19:17 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de rûdanek nû
16:53 Kiliçdaroglû hemû parlamenter vexwendin Stenbolê
16:47 DAIŞ'iyê ku lê hatiye gerandin li nexweşxaneya dewletê tedawî dîtiye
16:40 Wezîr Bozdag ji Dedeogûllari re got: Heke HDP hebe neyên cem min
16:16 Bangî Wezareta Dadê kirin: Vê zilmê bi dawî bikin
16:14 Şertê kontrola edlî ya derbarê hevşaredaran de hat rakirin
16:10 Dozgerê ku nikare şahid bibîne xwest rojnamevan bên cezakirin
16:04 Heta ku edalet pêk were dê nobet berdewam bike
16:02 Akademîsyena aştîxwaz Gulden Ozcan jiyana xwe ji dest da
15:57 Dadgeha Bilind cezayê Kaftancioglu erê kir
15:55 TÛAYDER diçe kongreyê
15:32 Li Amedê 5 kes hatin binçavkirin
15:24 Platforma Ked û Demokrasiyê bertek nîşanî Yenî Akîtê da
15:18 Wê 'Don Kîxot' li 3 bajarên Tirkiyeyê bê nîşandan
15:10 Şandeya HDP’ê bi Serokkomarê Iraqê re hevdîtin kir
14:57 Zarokên Hamdiye Şik a ku hatibû qetilkirin: Em ne dilrehmiyê lê edaletê dixwazin
14:56 Li Rihayê mirina bigûman a zarokekê
14:37 Malbata Şenyaşar: Rêya me edalet e
14:25 Malbatên Nobeda Edaletê: Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:18 Leşker di Doza Kobanê de nahêlin parêzer miwekîlên xwe bibînin
14:13 Serpelê got ‘di operasyonê de pêşketinek nîne’ hat sirgunkirin, cerdevanekî îstîfa kir
13:49 Doza xebatkarê Azadiya Welat yê berê hat taloqkirin
13:43 Serlêdana ji bo Ozer a 80 salî cara duyemîn hate redkirin
13:36 Cenazeyê Mihanî yê ku bûbû qurbanê aşûtê hat veşartin
13:33 Îtirafên xwekuja DAIŞ’ê: Leşkerên tirk me derbasî Sûriyê kirin
13:01 ‘Ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê em ê di 15’ê Gulanê de li qadan bin’
12:54 Çetîn a ku rastî îşkenceya kuçikan hatibû nehat tehliyekirin
12:45 Cenazeyê Naîf Olmez piştî 4 salan radestî malbata wî hate kirin
12:44 Tundî li girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakranê tê kirin
12:43 Gunay: Werin li dijî şer dengê xwe bilind bikin, helwesta xwe nîşan bidin
11:50 Li Zapê helîkoptera Skorsky hat xistin
11:48 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:38 Dengbêj Xalîde bi îşkenceyê hat binçavkirin
11:36 'Polîtîkayên ewlehiyê' zarokan dikujin!
11:36 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:34 Zaravayê soranî jî li wergera Googleyê hat zêdekirin
11:11 Parêzvana aştî û jiyanek bi rûmet: Aysel Dogan
11:08 Parêzerên Ocalan ji bo ‘qedexeyan’ serî li AYM’ê dan
10:29 Danişîna Çaglar Demîrel hate taloqkirin
09:10 Waliyên hin bajaran hatin guhertin
09:09 Armanca kampanyaya 'Bila PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe bê derxistin' 150 hezar îmze ne
09:08 Rojnamevan Aydin: Derz li PDK'ê ketine
09:08 Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan: Rewşa bavê min xirabtir bûye
09:07 Leyla Qasim: Nûnera jiyaneke birûmet
09:06 Endamên BASK-DER'ê: Em ê polîtîkaya PDK'ê ya bêbextiyê teşhîr bikin
09:06 Li Girtîgeha Edeneyê ya Tîpa T'yê ferzkirina lêgerîna tazî
09:05 Ji bo meşa 15’e Gulanê bang kirin: Divê hemû kes xwedî li ziman derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2022'YAN
11/05/2022
20:14 Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan jiyana xwe ji dest da
19:51 Keskesorê asîmanê Amedê xemiland
19:38 Zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
16:23 ‘Li her derê lêgerîna edaletê heye’
16:22 Rojnameger Altay beraet kir
16:02 Ji bo piştevaniya bi Rojava re li Îtalyayê şanoyek tê pêşandan
15:54 Tosûn, hejmara girtiyên înfazên wan hatine şewitandin ji Wezîrê Dadê pirsî
15:48 Barzanî Şengalê hedef nîşan da
14:51 Malbatên li ber ATK’ê bang kirin: Bila ji pirsgirêkên girtiyan re çareseriyekê bibînin